| |
Haber Ekle: Heft ”mamosteyên” tirk li Telehferê bûn
di Thursday, 30.September. @ 00:00:00 CEST
ENQERE, 30 / 09 / 2004 — Qebehatên dewleta tirkan yên li Telehferê hêdî hêdî aþkere dibin. Tirkan 7 ”mamoste” rêkiribûn Telehferê û li gor medyaya tirkan ji beriya operasyon dest pê bike ew ji wê derê revîn. ”Mamosteyan” xaniyê televizyona mehelî ji xwe re kiribûn meqer. Mîna Telehfer ne bajarekî Kurdistanê û ne bajarekî Iraqê be tirkan bêyî izin zelamên xwe rêkiribûn wê derê. Di demê operasyonan de medyaya tirkan miqayeseya Telehferê bi bûyera ”çûwalan” re kir. Hêj piþtperdeya bûyerên li Telehferê aþkere nebûye.
Li gor nûçeya Hurriyetê ji ber li otêlan cih nebû tebeqeya jor ya xaniyê televizyona mehelî ya Telehferê bûbû cihê ”mamosteyan”. Tirk dibêjin xanî tenê bi armanca perwerde kirinê dihat bi karanîn û di operasyonan de hatiye bimbakirin.
Hurriyetê wêneyek daniye ser nûçeya xwe. Goya di wêneyî de materyalê fêrkirina zarokan li erdê heye. Lê tu materyalê fêrkirinê di wêne de nîne. Hurriyet rasterast nabêje ”mamosteyan” zarok fêrî tiþtekê dikirin. Nikare bibêje ji ber ko xaniyê televizyonê ne didbistan bû. Meqerê ”mamosteyan” bû.
Berpirsyarê cepheyê tirkmenî yê Telehferê dibêje televizyonê rojê sisê seetan weþan dikir û wan rihê tirkîtiyê xurt dikir.
Berpirsyarên emerîkî gotin Telehfer bûbû merkezeka teroristan. Terorist ji derveyî Iraqê û ji nava Iraqê diçûn Telehferê û xwe lê di veþartin. Wisa xuyaye telehfer merkezeka îstixbarat û dezgehên teroristên dewleta tirk jî bû. Egera axaftinên hiþk yên Abdullah Gulî temamî aþkere nebûye lê ”mamoste” û karê ”mamosteyan” yek jê ye.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
| |
 |
Têkeve |
 |
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
 |
|
|