Sala 2009an – DTP/Operasyona KCKê/ Baydemîr - Kê Qezenç kir ?
(1834 gotin) (8984 car hat xwendin)
Sala 2009an – DTP/Operasyona KCKê/ Baydemîr - Kê Qezenç kir ? Kurdistanîyên Hêja :
Mirovatî saleke din xelas kir. Di sala 2009-an de li dinyayê, li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê, li Kurdistanê bûyerên mezin qewîmin; nekokî û dijitiyan dom kir. Þerê desthilatdarî ya di navbeyna dewletên mezin û herêmî de, ji reqabeteke bê usul û qanunî re, rê vekir.
Di sala 2009-an de reqebeta Emerîkayê, Rusyayê, Çinê dom kir. Lê di vê reqebatê de, Emerîka û Rusya dîsa jî nêziktirî hevbûn : Di pirsa Îranê ya nukleerî de siyaseteke hevbeþ tespît kirin.
Emerîkayê xwe ji siyaseta navneteweyî paþve kiþand. Serokkomarê Emerîkayê Obamayî xelata aþitiyê li Osloyê wergirt. Di axevtina xwe ya xelatgirtinê de Obayî wetayeke nû anî midaxeleyên navneteweyî yên çekdarî û þeran. Obamayî di axevtina xwe de diyar kir, ku dewletek çek ji bona armanca mafên mirovî, mafên çarenivîsiya neteweyan, ji bona demokrasîavakirinê pêk bîne, ev þera dibe þerê edaletê û þerekî meþrû. Ev nerîna Obamayî jî derxist holê ku midaxaleya li Iraqê û li Efganîstanê û li dewerên din yên dinyayê meþru ye; ji bo edalet û mafên mirov e. Hezar mixabin her çiqas Obamayî vê nerînê diparêze jî, wî dev ji helwesta demokratîzekirina dinyayê û ji Projeya Mezin ya Rojhilata Navîn û Efrîqayê dev berdaye. Vê yekê jî welatên di bin dîktatorî totalîterîzmê de dinalin û bindest in, bê hêvî kir. Ev helwesta Obamayî bi taybetî jî, ji bona neteweya kurd bû darbeyeke mezin. Lewra neteweya kurd di bin bandor û metîngehkariya sê dewletan de, ji hemnû mafên xwe yên neteweyî û bi taybetî jî, ji mafên xwe yê desthilatdarî bê par e.
Li Efganîstanê qrîz kûr bû. Emerîkayê li Efganîstaneyê leþker zêde kir. Emerîka her çiqas difikire, ku leþkerên xwe di 2011-an de ji Iraqê paþve jî bikþîne, di sala 2009-an de li Iraqê ewlekarî û emniyeta Iraqê pir kâmil nebû. Çalakiyên El-Qeîdeyê domand. Bi sedan hevwelatiyê Iraqî hatin kuþtin.
Li Iraqê pirsgirêkên sîstema federal û demokrasiyê çareser nebûn. Nekokiya di navbeyna Hikumeta navendî ya federal û hikumeta federe ya Kurdistanê domand. Bi taybetî di qanûna hilbijartinê de pirsgirêkên mezin çêbûn. Di encamê de riyeke navîn hat dîtin û lihevkirin pêk hat. Lê gelek aþkere heye, ku bi qanûna hilbijartinê, zêdetirîn mafên kurdan û herêma Kurdistanê bin pê bû.
Di Iraqa Fedral de gorî makezagonê pirsa Kerkûkê çareser nebû. Di pirsa Kerkûkê de tevliheviyeke mezin dom dike : Erebên nîjadperest li dijin, ku Kerkûk bi Herêma Kurdistanê re bê girêdan. Neteweyên Yekbûyî, di pirsa Kerkûkê de ji derveyî hiqûqa navneteweyî û Makezagona Iraqê tevdigerê. Bes di van demên dawî de Emerîkayê, girêdayî hesabên xwe yên li Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn helwesteke pozîtîf nîþan da. Ji bona vê jî, serokdewletê Emerîkayê Obamayî, seroka Kurdistanê Birêz Mesud Berzanî vexwend, ku wî li Emerîkayê bike mêvan.
Li Herêm Federe ya Kurdistanê hewildaneke dîrokî pêk hat. Ji bona hêzên pêþmêrgeyan komîsyonek ava bû. Ev komîsyona, ji bona ku hêze pêþmêrgeryan bibe hêza milet û dewleta federe dê reþnivîsa qanûnî û haziriya teknikî pêk bînin.
Di sala 2009-an de li Îranê rewþa ji salên din xerabtir bû. Mixalefeta Îranê ya l3ýberal dest biçalakiyan kir. Ev çalakiyên wan di van rojên dawî de jî dom dike. Ehmedî Nejad encama hilbijartineke hîle-xurde bû serok dewlet. Îran di pirsa nukleerî de bi israr tevdigere. Îran li hember3ý Emerîkayê, Yek3ýtiya Ewrupayê dijminitiya xwe domand. Îranê, bi Tirkiyeyê ve ji bona ku pêþiya Tevgera Kurd li Rojhilata Kurdistanê bigrin lihevkir. Li Îranê neteweya kurd ji mafên xwe yên miletî bê par e. Li Îranê li ser neteweya kurd zilmeke mezin heye. Gelek mafparêz û têkoþerên kurd hatin îdam kirin. Beþekî wan jî li benda dardekirinê ne. Tevgera Kurdistanê xwe dixwaze bi hêz bike. Ji bona vê dest bi çalakiyan kiriye. Lê çalakiyên kîtlewî û serîhildan neket rojeva Tevgera Kurdistanê.
Li Suriyeyê sîstema otorîter û totalîter dom dike. Li Suriyeyê hêza mezin ya demokratîk, tevgera kurd e. Hýkumeta navendî ya kolonyalîst ji bona ku tevgera kurd pêþ nekeve zilmeke mezin dike; kurdperweran hepis dike û êþkence dike. Suriye ji bona ku li herêma xwe û li Tirkiyeyê li beþên din, pêþiya kurdan bê girtin peymanên stratejî bi Tirkiyeyê pêk anî. Tirkiye, Suriye wek eyaleteke xwe bi nav dike. Suriye, pêwendiyên xwe yên Tirkiyeyê ji bona dewleteke federal gavavêtinek bi nav dike. Di vê helwestê de îradeya gelê kurd jî, naxê hesaban.
*****
Li Tirkiye di pirsa Yekîtiya Ewrupayê de gavên mezin nehatin avêtin û reformên mezin pêk nehatin. Di sala 2009-an de bûyera mezin ya li Tirkiyeyê qewimî, vebûna TRT-6ê ye. TRT-6, bi tevayî bi kurdîý weþana xwe didomîne. Di pirsa TRT-6ê de hem li aliyê tirkan û hem jî li aliyê kurdan nerînên gelek balkêþ û cudayîý hatin rojevê. Hýkumeta AK Partiyê bi weþana TRT-6ê, dest jinûveavakirina dewletê kir. Hikumetê di vê çarçeweyê de di pirsa kurd, ermenî, elewî, romanî de dest bi pêvajoya demokratîzêbûnê kir. Di vê pirsê de jî, nerînên cihê hatin rojevê.
Di navbeyna hikumet û leþkeran de nekokî kurtir û dijwartir bû. Di encamê de pêvajoya lêpirsîna Navenda Hêzên Taybet ya Serokerkaniyê dest pê kir.
Di navbeyna hikumet û mixalefetê de þerekî bê edebî domand.
Encama minaqeþe derxist holê ku bi projeya hikumetê, “pirsa kurd” çareser nabe û kurd nikarin mafê çarenivîsiya xwe pêk bînin û li welatê xwe desthilatdar bin.
Hikumet hîn îdia dike, ku ev projeya dom dike. Gelek teref jî îdia dikin, ku dawiya vê pêvajoyê hatiye.
Li aliyê din jî derket holê ku PKKê jî naxwaze ku neteweya kurd mafên xwe yên neteweyî qezenç bike û “pirsa kurd” çareser bibe. PKKê bes ji bona Ocalanî ditêkoþe. PKKê naxwaze ku dev ji çek berde, ji bona vê jî her projeyeke êrinî proveke dike.
Dîsa derket holê ku Ocaklanî û serokerkaniya Tirkiyeyê di nav navendekê tevdigerine.
Li Tirkiyeyê, DTPê, di meha 12-an de ji aliyê Dadgeha Makezagonê de hat girtin. Du mebusên DTPê û çend serok þerader, gelek endamên DTPê ji siyasetê qedexe bûn. Piþtî ku mebusiya E. Turkî û Aysel Tuglukî dawî hat, minaqeþeya “bazan” û “gogarçînan” di nav DTPê de, ji aliyê raya giþtî de dest pê kir.
Ev pêvajoyeke nû ye. DTPÊ, encama Cuntaya Dewletê Û Ocalanî hat girtin.
Cuntaya Dewletê û Ocalanî di heman dem de, ev operasyona KCKê ya hatibû sekinandin, dîsa pêk anî. Encamê vê operasyonê 7 serokþeradariyên DTPê hatin hepis kirin. Encama operasyonê rewþeke ne hiqûqî ya aþkere hat rojevê. Serok þaredar, hatin kelepçe kirin.
Bi vê operasyonê hem PKKê û Ocalanî, hem jî dewlet xurt bû. Bes pêvajoya demokratîzekirin ê, hêzên demokrasiyê û sivîl darbe xwarin.
Piþtî operasyona KCKê Serokê Þaredariya Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîrî ji derveyî awayê siyasî awayek bi kar anî. Lê sedema wê ecizbûnê þaþ hat diyar kirin. Sedema eciziya Osman Baydemîrî ew bû, ku ew û beþek kesên din mulayîm/gogercîn terîf dibin, ew jî di nav DTPê Û PKKê de dibe sedema bê baweriyê. Osman Baydemîrî zêtir jî, ji bona vê dixwest ku ew jî hepis kirin.
Heger eciziya wî eciziya kurditî bûya, wî di got ku “welatê me Kurdistan e. We ( Tirkan ) bi zorê welatê me dagir kiriye. Em dixwazin di sîstemeke nû de bi we re bijîn. Ev operasyon û zilma we diyar dike, ku hûn naxwazin bi me re bijîn. Wê demê ji welatê me derkevin. Em dixwazin welatê xwe, bi îradeya xwe û bi dezgehên xwe yên milî îdare bikin.”
*****
Ez, dawiya nivîsa xwe de sala nû ya hemû xwendavan û gelê xwe pîroz dikim. Ez hêvî dikim, ku sala nû ji bona azadî û serxwebûna gelê me derfetên nû pêk bîne.
Îbrahîm GÛÇLÛ
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Bakurê Kurdistan, Bajarê Tatwan ê.
Dema we þandina nivîsê : 30. 12. 2009
Dema weþana nivîsê : 31. 12. 2009
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg
|