Haber Ekle: Eskerên rûsan 5 çekdar li ?eçenisatnê ku?tin yek ji wan tirk e
di Tuesday, 28.September. @ 00:00:00 CEST
ENQERE, 28 / 09 / 2004 — Berdevkê hêzên eskerî yê Rûsyayê Ilya ?abalkîn got wan 5 çekdar li ?eçenistanê ku?tin û yek ji wan tirk e. Televizyona Rûsyayê peseporta kesê tirk nî?an da. ?abalkînî got wan guhdariya axaftina di navbera çekdaran de kiriye û qeyd kiriye. ?abalkînî got ji axaftina di navbera çekdaran de diyar dibe ko ne çekdarek tenê tirk bû ji ber ko ew bi hev re bi tirkî daxivin. Pi?tî bûyera li Osetyayê medyaya rûsî îdia kiribû ko bi kêmayî yekî tirk di nav teroristên didbistana li Osetyayê de hebû.
Li gor nûçeyên BBC-yê berdevkê hêzên eskerî yê Rûsyayê gotiye çekdaran roja ?emiyê li Grozniyê êrî?î rûsan kirin û çar kesên rûsî ku?tin. Pa?ê li nêzîkî Grozniyê eskerên rûsan 5 çekdar ku?tin û bi yek ji çekdaran re peseporta tirkan hebû. Navê li ser peseportê Hasan Umaç e.
Dewleta tirkan temamî di nav terora li Rojhelat Navîn û Kafkasyayê de ye. Tirk destekê didin terora li Iraqê, ?eçenistan û dor û berê Gurcistanê. Pêwendiyên dewleta tirkan û El-Qaideyê a?kere bûne û kampên El-Qaideyê li nav tirkan hene. Rojnamevaneka tirk ko li Iraqê hatibû revandin jî got kesên ew revandibûn bi tirkî daxaftin.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
| |
 |
Têkeve |
 |
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
 |
|