| |
Haber Ekle: Stêra Hewlêra aþtiyê û stêra Hewlêra þerî
di Tuesday, 28.September. @ 00:00:00 CEST
HEWLÊR, 28 / 09 / 2004 — Li asîmanê Hewlêrê þeva borî stêreka geþ pêket. Otêla Hewlêr Palace yan jî bi navê xwe yê amiyane Sheratona Hewlêrê sembola du dem û du cihanên cida ye. Avahiya vê otêlê çi bi çavê xwe dîtiye tenê kun û kulekên wê û Xwedayê mezin dizane lê belê bivênevê du wêneyên stêra Hewlêrê xeyala mirovî ber bi dema borî û dema nû ve, ber bi cihana borî û cihana nû ve dibe.
Du wêne: yek sebola ronahiyê û yek sembola kaosê. Du wêne: yek sembola jinûvevakirinê û yek sembola têkçûnê û þerê nêvxweyî. Du wêne: yek sembola Kurdistana nû û yek sembola Kurdistana kevin di bin tirsa çaralî de.
» Otêla Hewlêr Palace – niho
Hêsanî ye ko mirov duhiyê ji bîr bike û îroyê bijî. Bîra mirovî dikare lawaz bibe û dema borî ji bîr bike lê belê wêneyek yan hinek wêne dikarin bibin þahidên duhî û îro herduyan û bîra mirovî ji nû ve vejînin û mirovî hiþyar bikin da mirov duhî ji bîr neke û da sibe jî heman xeletiya berê neke. Ev cumle gelekê pêþûpaþ û dirêj bû ji ber dem û dîrok jî pêþûpaþ in. Dema pêþiya niho heye ko duhî ye û dema piþtî niho heye ko sibe û rojên piþtî niho ne. Em duhiyê nezanin zehmet e ko em sibe û dusibeyê bizanin.
Avahiya otêla Hewlêr Palacê di sedsala borî de, di sedsala 20-ê de, wekî sentereka ragihandinê ya Partiya Demokrat ya Kurdistanê dihat bi kar anîn û dezgeha Gulanê li wê avahiyê binecihkirî bû. Demek hat û kurd li hev hatin xezebê. Di wê xezeba Xwedê de ev avahî bû wek seradê û dîwar û pencereyên wê hemî kunîkunî bûn û dûmanê rûyê avayê reþ kir. Em behsa sedsala borî dikin lê belê ew di eslê xwe de deh sal berê bû.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî di huzûra gelek mêvanên kurd û biyanî de qîtana otêla Hewlêr Palacê birî û got:
— Me þerê rizgarî û azadiyê da. Em îro dem û dewraneka nû dijîn. Xebata me ya îro jinûveavakirina welatî ye. Hikûmeta Kurdistanê dê arîkariya hemî þirketên ko dixwazin bên Kurdistanê û kar bikin bike. Em dixwazin ko Kurdistan bibe deriyek ji bo jinûveavakirina hemî Iraqê. Rewþa ko niho Iraq dijî wekî rewþa Kurdistanê ya sala 1991-ê ye.
Li ser kursiyên salona konferansê ya stêra nû ya Hewlêrê ambasadorê Brîtanyayê yê Iraqê û mêvanên dî rûniþtine û difikirin ko kurd çend jêhatî ne û wan welatê xwe di demeka çiqasê zû de ava kirine. Dibe ko ne haya wan mêvanan û ne jî haya gelek xwendevanên portala Kerkûk Kurdistan e ji van herdu wêneyan hebe. Belko wisa baþtir jî be. Em duhî ji bîr bikin belko rehettir be.
Stêrek li asîmanê Hewlêrê pêket. Otêleka sembola refah û dewlemendiyê ava bû. Þeva wê dê bi 100 dolaran be yan 1000 dolaran be ne giring e. Li Kurdistanê kesên ko bikarin þevê 10 000 dolaran jî bidin otêlekê peyda dibin. Þev baþ ji we re mêvanên stêra Hewlêrê.
» Otêla Hewlêr Palace – niho
* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *
» Otêla Hewlêr Palace – berê
KK-Têbînî
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
| |
 |
Têkeve |
 |
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
 |
|
|