Haber Ekle: Konvoya tirkan nikare derbazî Telehferê bibe
di Monday, 27.September. @ 00:00:00 CEST
DIYARBEKIR, 27 / 09 / 2004 — Konvoyeka tirkan li Xabûrî asê maye. Berpirsyarên tirkan soz dabûn komeleyeka îxracatkaran ko dê eskerên tirk bi konvoyê re herin heta Telehferê. Komeleya ixracatkaran mesrefa erzaqî daye. Lê tu kes xwe nade ber barê konvoya ji þeþ TIR-an, kamyonekê û berpirsyarekî kizilaya tirkan pêk têt. Ew nizanin dê çi çawa biçin Telehferê. Þofêrekî tirk dibêje baweriya wan bi eskerên emerîkî nayêt. Ew dibêje çaxê eskerên emerîkî dengê tifengekê seh dikin direvin.
Þofêrên kamyonan dibêjin ji wan re têt gotin ko heger ew derbaz bibin aliyê Kurdistanê eskerên emerîkî dê bi wan re heta telehferê herin. Lê ew dibêjin baweriya wan bi emerîkiyan nayêt. Þofêr dibêjin çaxê berê konvoyeka tirkan çûbû Telehferê bi gotina tirkan ”direniþçiyan” ( Yên berxwedan û micadeleyê dikin. Tirk nabêjin kesên li himber Emerîkayê þerî dikin terorist ) êrîþî wan kirin û hindek hatin birîndar kirin. Lewra ew newêrin herin.
Mesleya rêkirina arîkariyê dewama bûyerên Telehferê ye. Xuyaye komeleya Entabê dereng maye û nizane behsa arîkariya tirkmenan û Telehferê kevin bû. Ne tirk û ne jî tu kes dî behsa tirkmenan nake.
Tirk xelkê dixin belayan û xwe didin paþ
Berî çend salan belayeka mezin anîn serê tirkên Bilxaristanê. Tirkan bi wasiteya ajan û provaktorên xwe tirkên Bilxaristanê rakirin ser piyan. Paþê ew tev mihacir bûn û çûn nav tirkan. Birçî û tazî ketin kolanan û tu kesî ew xwedî ne kir. Gelek ji wan hatin Kurdistanê û kurdan ew ji mirinê xelas kirin.
Bi heman terzî þerê azerî û ermeniyan dan dest pê kirin, çeçenî li himber rûsan rakirin, destê xwe dirêjî nava dewletên asyayê kirin û xwestin înqilabên eskerî bikin. Lê di tevan de jî heval û dostên tirkan zerereka mezin dîtin. Ew hatin kuþtin, girtin û mihacir bûn. Ajanên tirkan jî piraniya caran bêyî zerereka mezin vegeran malên xwe û heta mîna qehreman jî hatin qebûl kirin.
Wisa xuyaye hindek tirkmenên li baþûrê Kurdistanê dijîn hêj tirk nas nekirine. Bawer dikin dê tirk tiþtekê bo wan bikin. Lê tirk lê pey ya xwe ne. Ne tirkmen û ne tu kes bo wan ne giring e. Tirk dê bi îdareya baþûrê Kurdistanê re li hev bikin û rebenên tirkmenan jî dê destên xwe, heger bimînin, bidin ser birînên xwe.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
| |
 |
Têkeve |
 |
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
 |
|