Haber Ekle: Yekîtiya Ewropayê arîkariya tirkan dike ko Kurdistan parçekirî bimîne
di Sunday, 26.September. @ 00:00:00 CEST
ENQERE, 26 / 09 / 2004 — Yekîtiya Ewropayê 658 000€ ji bo lêkolîna li ser emniyet û paraztina hidûdên Tirkiyeyê cida kiriye. Tirk dibêjin 2 milyar ewro dê li teknîka nû û danîna planeka nû li gor prensîb û normên Yekîtiya Ewropayê li hidûdên Tirkiyeyê here û Yekîtiya Ewropayê dê piraniya vî pereyî bide. Hidûdên di navbera Kurdistanê de bê xwestega kurdan, bi zorê, bi xwîn û þerî hatine danîn. Herdem çûn û hatin di navbera kurdan de çêbûye û kurdan guh nedaye qanûnên dagirkeran. Lê tirk dixwazin bi Teknîka nû û pereyên Yekîtiya Ewropayê hidûdan temamî bigirin.
Li gor nûçeyên rojnameya tirkan Hurriyetê tirk dê emniyet û paraztina hidûdên Tirkiyeyê, ji nû ve, li gor prensîbên Yekîtiya Ewropayê serast bikin. Þona eskerî polîsê hidûdan, kamerayên termal (yên þevê jî wêneyan û vîdeo digirin), fosfor û hemî teknîka nû bi kar bînin.
Yekîtiya Ewropayê goya bi mebesta rêlêgirtina mihacirên dixwazin herên Ewropayê vî karî dike lê mebesta tirkan cida ye. Tirk bi vê bahaneyê jî dixwazin bakurê Kurdistanê ji parçeyên dî temamî veqetînin û parçebûna Kurdistanê heta hetayê saxlem bikin.
Ji bo kurdan zererên vê planê yên stratejîk hene. Kurdistan welatek e, kurd miletek in. Kurdistan hatiye parçekirin. Lê ne fizîkî, ne jî hisî û menewî kurdan ev parçebûn qebûl nekiriye. Dewletên dagirker nekarîne temamî rê li ber kurdan bigirin. Hidûdê di navbera bakur û binxetê de bi mayin, têl û eskerî hatiye raçandin lê cardî kurd diçin û tên. Yê bakur û baþûr, bakur rojhelat jî her wisa. Kurdan parçebûna Kurdistanê qebûl nekiriye. Li ser hidûdan bi hezaran hatine kuþtin jî lê qebûl nekirine.
Vêca heger Yekîtiya Ewropayê arîkariya tirkan bike ev dê temamî bibe dijminahiya miletê kurd. Tu berjewendiya miletê kurd di Yekîtiya Ewropayê de nîne, namîne û kurd bi carekê dê ji Yekîtiya Ewropayê dûr bikevin.
Jixwe Yekîtiya Ewropayê heta niho kurd bi zilekê jî hesab nekiriye û li ser navê kurdan bi tirkan re mizakereyan dike. Bi sed milyonan ewro arîkarî daye tirkan lê kurd, zarokên kurdan li ser sergoyên tirkan ji birça dimirin. Tirk hemî zengîniya Kurdistanê ji xwe re dibin, pê keyfê dikin û hindek kurd jî behsa biratiya kurd û tirkan dikin.
Tirk bi emrên Abdullah Ocalanî Leyla Zanayê rêdikin Brûkselê da ew bibêje Yekîtiya Ewropayê kurd destekê didin endametiya tirkan ya Yekîtiya Ewropayê. Lê piþtî diyar bûye ko Yekîtiya Ewropayê dê arîkariya tirkan bike ko ew hidûdên di navbera Kurdistanê de qayim bikin, careka dî aþkere dibe ko berjewendiyên kurdan di gel Yekîtiya Ewropayê nîne.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
| |
 |
Têkeve |
 |
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
 |
|