Haber Ekle: Serokź dewleta Īranź Mihemed Xatemī bi Mesūd Barzanī re rūnižt
di Sunday, 26.September. @ 00:00:00 CEST
TEHRAN, 26 / 09 / 2004 — Mesūd Barzanī li Tehranź bi serokź dewleta Īranź Mihemed Xatemī re rūnižt. Li gor medyaya īranī Xatemī ū Barzanī li ser pźwendiyźn Bexdayź ū Tehranź axaftin. Serokkomarź Īranź got wan di wextź teng de arīkariya wan kiriye ū niho jī dixwazin ažtī, emniyet ū pźžketina sosyal xurt bibe. Mesūd Barzanī jī got dź dewletźn herźmź bi hev re bijīn. Kultura wan ū dīroka wan ya mižterek īmkanź dide ko ew bi hevra pźž bikevin. Barzanī daxwaza pźžxistina ticareta di navbera herdu welatan de kir.
Bi īhtimleka mezin Mesūd Barzanī dź qesda xatemī ji “we” mīna “we kurdan” fźm bike. Her ēenda Xatemī cimleyź xwe temam neke jī Mesūd Barzanī dź temamī fźm bike ko Īran arīkariya kurdan dixwaze.
Yanī Xatemī dibźje “di demźn teng de me arīkariya we (kurdan) kir hon jī niho arīkariya me bikin”.
Rejīma Īranź di rewžeka teng de ye. Emerīkī bi taybetī ū xerbī bi gižtī Īranź bi ēźkirina ēekźn nūkler tawanbar dikin.. Īran mīna dewleteka pižtgira terorź tźt destnīžan kirin. Emerīka ū berpirsyarźn Iraqī jī dibźjin Īran destekź dide terora li iraqź. Īran dibźje ew sentralźn nūkler bo ēźkirina eletrīkź ava dike lź raporźn IAEI-yź di derheqź Īranź de ne pozītīf in. Īran zorź his dike, xwe di devź topź de dibīne ū lewra jī ziyareta Mesūd Barzanī bo berpirsyarźn Īranź giring e.
KK-Nūēe
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
| |
 |
Tźkeve |
 |
|
Xwe bźpere REGISTER bike!. Bibe endamź malpera me ū ji taybetīyźn malperź sūd werbigire. Pźždītin wek dilź xwe biguherīne. Bibe xwedīyź bežek serbixwe ū bikaribe bi bikarhźnerin din ra bažtir ragihīne
|
|
|
 |
|