Haber Ekle: Tirkên 'çavdêrên aþtî” yê ji Kurdistanê derdikevin
di Saturday, 25.September. @ 00:00:00 CEST
HEWLÊR, 25 / 09 / 2004 — PMF ( Peace Monitoring Force ) ko bi armanca nehêle PDK û YNK þerî bikin hatibû danîn yek car û bi carekê ji Kurdistanê derdikeve. PMF ji tirkmenên di bin komandariya zabitên tirk de kar dikirin pêk têt. Hikûmeta Iraqê û tirkan li ser rakirina PMF-ê li hev kirin. Di metnê lihevkirinê de dibêje herdu grup hêdî þerî nakin û pêwistî bi tirkan nîne.
PMF hêzeka eskerî ya tirkan e û di dema þerê nêvxweyî de bi bihaneya nêvçîkirina Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niþtimanî ya Kurdistanê ew hat û li Hewlêrê bi cih bû. Ji bilî Hewlêrê meqerekê wan li Koyê jî heye. Karê PMF, piþtî 1996-ê, bûye piþtgiriya Irak Turkmen Cephesî û gelek caran dibe sebeba fitneyê di nêvbera kurdan û tirkmenan de. Ji sedê 90-ê kesên ko bi PMF-ê re kar dikin jî zelamên Irak Turkmen Cephesî ne.
Her çenda navê PMF-ê çavdêra aþtiye be jî tirkan ew ji derveyî armanca wê kar dianî. Jixwe diyar bû ko heger kurd þerî bikin PMF nikare tiþtekê bike. Armanca tirkan ew bû ko ji hemî aliyan ve destê xwe dirêjî nava Kurdistanê bikin.
Berî demekê parlementoya Kurdistanê qerara derxistina eskerê tirk girt. Niho jî hikûmeta Iraqê û tirkan li hev kir ko di destpêka meha oktoberê de PMF bêt rakirin.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
| |
 |
Têkeve |
 |
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
 |
|