Haber Ekle: Krîza derewîn ya di navbera tirkan û Yekîtiya Ewropayê de hat çareser kirin
di Friday, 24.September. @ 00:00:00 CEST
ENQERE, 24 / 09 / 2004 — Serokwezîrê tirkan Recep Tayyip Erdoganî li Brûkselê bi berpirsyarên Yekîtiya Ewropayê re axaft û li gor nûçeyên medyaya cîhanî problem hat çareser kirin. Krîza derewîn meseleya zinayê bû. Goya hikûmeta AKP-ê dixwest qanûnekê derxe ko zinayê qedexe bike. Minaqeþe li ser hat kirin, tirkan û ewropayiyan xwe li hev rakiþandin lê krîza zinayê derewek bû. Ji ber hikûmeta AKP-ê behsa girtina kerxane û qehbexaneyên li Tirkiyeyê nekir û tu kesê jî daxwaz û behseka wisa nekir.
Li gor hindek rojnamevanên tirk bingehê krîzê ne zina bû. Ew dibêjin Yekîtiya Ewropayê ji tirkan xwestiye ko kurdiyê jî bikin zimanê fermî û yê perwerde kirinê. Îdiayeka dî ew bû ko tirkan fêm kirin tarîxa despêkirina mizakereyên endametiyê diyar nabe û dê hindek þertên dî bavêjin ber tirkan û wan jî zina derxistin ortê. Lê egerên krîza rastî çi bin jî zina krîzeka derewîn bû.
Li gor nûçeyên BBC-yê berpirsyarê firehkirina Yekîtiya Ewropayê Gunther Verheugenî got ji bo komîsyon tewsiye bike axaftina li ser endametiyê dest pê bike ew ti þertên dî navêjin ber tirkan. Yanî komîsyon dê tewsiye bike ko Yekîtiya Ewropayê bi tirkan re dest bi axaftina li ser endametiya Yekîtiya Ewropayê bike.
Tayyip Erdogan heta demek berê jî mîna kesekî xwediyê gotina xwe dihat hesab kirin. Tirkan zor didan wî ko ew bibêje ew tirke lê wî nedigot. Bi krîza derewîn re ew jî ket nav rêza tirkan û berpirsyarên wan yên ko gotinên tûj û bê wate dikin. Wî cara ewil got ew tirk e û got: “em tirk in, em qebûl nakin Yekîtiya Ewropayê midaxeleyî karên me yên daxilî bike”. Lê Tayyip Erdogan dizanî karên daxilî û xaricî ji bo Yekîtiya Ewropayê nîne.
Yekîtiya Ewropayê li gor qanûn û prensîbên xwe bêqnûniyeka mezin dike. Ew 35% ji niþteciyên Tirkiyeyê ko kurdin hesab nake. Bi dewleteka dagirker, talanker, þkenceker û komkuj re bazara endametiyê dike. Li ser navê kurdan bi tirkan re mizakere û axaftinê dike.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com/
|
|
| |
 |
Têkeve |
 |
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
 |
|