| |
Haber Ekle: Neviyê Rauf Denktaþî daxwaza peseporta romî kir
di Thursday, 23.September. @ 00:00:00 CEST
ENQERE, 23 / 09 / 2004 — Rauf Denktaþê tenê hindek tirk wî serokê tirkên Qibrisê hesab dikin dibêje wî izin daye neviyê xwe ko ew daxwaza huwiyet û peseporta roman bike. Rauf Denktaþî berê kesên li bakurê Qibrisê yên daxwaza peseporta Qibrisî dikirin bi xiyanetê gunehbar dikir. Lê çaxê neviyê wî heman tiþtî dike dibe tiþteka dî. Neviyê Rauf Denktaþî dixwaze li Brîtanyayê bixwîne û lewra jî daxwaza peseporta Qibrisî dike.
Li gor nûçeyên rojnameya tirkî Hurriyetê heger neviyê Denktaþî ne bi peseporta romî mirceetê xwendinê bike dê gelek hezar ewro bide. Lê bi peseporta romî dê pereyek kêm bide. Egera daxwaza peseporta romî ev e.
Rauf Denktaþ dibêje heqê neviyê wî heye ko miraceetî peseporta Qibrisî bike. Dibêje wî ne gotiye kesên peseporta roman bigirin xayîn in. Dêbje heger wî gotibe jî ji sebebên cida gotiye. Denktaþ wiha dibêje:
”Min heta vê rojê ne gotiye kesên peseport û huwiyetê ji roman digirin xayîn in. Heger kesek bikare îsbat bike bila bîne dan ber min. Heger min berê gotibe jî ji bo bûyerên cida ye û ez dê îzah bikim”.
Rauf Denktaþ zelamekî tirkan e. Tirk dibêjin ew serokê bakurê Qibrisê ye. Tirkan dewleteka cida li Qibrisê ava kirin. Denktaþ mîna tirkekî hiþk û dest ji ya xwe benede têt hesab kirin. Wî rexneyên gelek hiþk û tûj li dijberên xwe yên di gotin tirkan welatê wan dagir kiriye digirt. Cendirme û eskerên tirkan dajot ser tirkên Qibrisê.
Lê çaxê mesele dibe xwendina neviyê wî û qezenca çend hezar ewro mesele têt guhortin. Dentaþ gotin û kirinên ji bo xelkê dike dide aliyekê û dibêje wî izin daye neviyê xwe.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
| |
 |
Têkeve |
 |
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
 |
|
|