Haber Ekle: Sedam Hisên dixwaze wekî penaber bêt Swêdê
di Wednesday, 22.September. @ 00:00:00 CEST
STOCKHOLM, 21 / 09 / 2004 — Dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Hisên dixwaze ko hikûmeta Iraqê ya niho wî efû bike û rê bide wî da bêt Swêdê û wekî penaber li vê derê bijî. Rojnameya swêdî Aftonbladet dinivîsîne ko aboqatê Sedam Hisênê Giovanni di Stefano duhî digel berpirsên hikûmeta Iraqê civiyaye û daxwaznameya efûyê teslîmî hikûmetê kiriye.
Giovanni di Stefano dibêje gunehên ko Sedam Hisên pê têne tawanbar kirin ne di cihê xwe de ne û divêt ew bête berdan. Giovanni di Stefano dibêje erê rast e ko di qetlîama Helebçeyê de kurd bi gazên kimyayî hatin kuþtin lê belê ew gaz ji der ve hatibûn û dereceya sûcê Sedam Hisênî tê de ne diyar e.
Aboqatê Sedam Hisênî dibêje ji ber mehkemekirina Sedam Hisênî berî du salan ne mimkin e ew ji aliyê hiqûqî ve dikare beþdarî hilbijartinên Iraqê yên meha yekê ya sala 2005-ê bibe. Giovanni di Stefano dibêje Sedam Hisênî di hilbijartinên berê de ji % 98-ê dengan wergirtibû.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
| |
 |
Têkeve |
 |
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
 |
|