| |
Haber Ekle: Osman Ocalan: Min çavê xwe bi Mele Mistefa Barzanî li kurdayetiyê vekir
di Tuesday, 21.September. @ 00:00:00 CEST
KURDISTAN–STOCKHOLM, 20. 09. 2004 : Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan ev 30 sal e ko dibêje kurdayetiyê bi wî û PKK-ê destpê kiriye û hemî dîroka Kurdistanê red dike.
PKK xebata hêzên kurd ya li parçeyên dî yên Kurdistanê jî red dike û dijayetiya federasyona baþûrê Kurdistanê dike.
Osman Ocalan di vê hevpeyvînê de teoriyên birayê xwe Abdullah Ocalanî diavêje zibilxaneyê û dibêje berî ko PKK ava bibe ew bi serokê kurd Mele Mistefa Barzanî li kurdayetiya xwe hesiyaye.
Wêne: Osman Ocalan
***
Arif Zêrevan : — Ji nivîsar û gotinên we wisa têt fêm kirin ko hon piþtgiriya federasyona li baþûrê Kurdistanê dikin. Kongra-Gel û Abdullah Ocalan bi xurtî li dijî vê federasyonê ne. Hon çawa gehiþtin wê qenaetê ko divêt hon piþtgiriya federasyona li baþûrê Kurdistanê bikin ?
Osman Ocalan : — Xweseriyeka sîstema PKK-ê ew e ko ew li derveyî xwe ti hêzan welatparêz nabîne. PKK-ê hêzên herî welatparêz jî li derveyî welatparêziyê dinirxand. Wekî dî jî armanca PKK-ê ew bû ko li hemî Kurdistanê bibe desthilat. PKK-ê wisa difikirî ko li bakur, baþûr, rojhilat û li rojava ya rast ew tenê ye. Nêrîna Partiya Welatparêzên Demokrat ne wisa ye. Em dibêjin divêt gelê kurd li hemî beþan desthilata xwe bi pêþ de bibe û rêxistinên kurdan divêt biratî, dostanî û hevkariyê digel hev bikin. Pêwist nîne ko mirov rêxistinên xwe li herçar beþên Kurdistanê ava bike.
— Her beþeka Kurdistanê taybetmendiyên xwe hene. Kurdistana rojhilat ev dor 350 salan e ko ji beþên dî cida bûye. Kurdistana baþûr û ya rojavayê ev 85 sal e ko ji bakur cida bûye. Tu bixwazî û nexwazî taybetmendî ji bo her beþekê çêbûne. Ya herî rast ew e ko li her beþekê siyasetek li gor taybetmendiyên wê beþê bête bi rê ve birin. Divêt ti hêz midaxeleyî beþên dî yên Kurdistanê neke. Di destpêkê de ji bo naskirina hevdu dibe ko qezencek di karkirina li herçar parçeyan de hebû lê belê di çareserkirina problemên beþan de qezenc tê de nîne ko hêzek xwe tevlî karê hêzên parçeyên dî bike. Heger hêzek xwe tevlî karê parçeyên dî bike ew dibe bingehê nakokiyên navxwe û birakujiyê. Em nikarin barê nakokiyên navxwe hilgirin.
— Tedbîr li hemberî nakokiyên navxwe ew e ko her bizav li beþa xwe li gor þertên xwe siyasetê bi pêþ de bibe. Heger mirov bi vê perspektîvê li meseleyan binêre hingê divêt mirov piþtgiriya hêzên ko li baþûrê Kurdistanê kar dikin bike. Kêmasiyên wan hebin mafê me yê rexneyê heye. Ji rexneyê zêdetir mafê me nîne. Mirov dikare dostaniya xwe digel hêzên baþ zêde bike û digel hêzên þaþ kêm bike lê belê çênabe ko mirov dijminahiyê digel wan bike. Nêrîna me ji nêrîna Kongra-Gel cida ye û em li dijî xebateka sentral ya li hemî Kurdistanê ne. Çênabe ko têkoþîna herçar beþan ji yek navendê bête meþandin. Em dibêjin israra PKK-Kongra-Gel ko ji yek navendê karê xwe bi rê ve bibe û li herçar beþan kar bike rê li ber pêþketina doza kurdî digire. Ew siyaseta wan problemên di navbera hêzên kurd de zêde dike û yekîtiya neteweyî pêþ de nabe.
Arif Zêrevan : — Abdullah Ocalan dibêje avakirina dewletaka kurdî – çi federal be û çi jî serbixwe be – dê probleman ji kurdan re çêke. Gelo dema ko kurdan dewlet nebe dê problemên wan jî nebin ?
Osman Ocalan : — Em dikarin yek tiþtî ji kurdan bixwazin, ew jî ew e ko têkiliyên wan digel dorûbera wan hebe. Cografyaya Kurdistanê nahêle ko kurd wekî hinek gelên dî rehet bijîn. Kurdistan di navbera çar dewletan de hatiye parçe kirin. Li dorûbera xaka Kurdistanê xelkên dî hene. Divêt ji bo danûstandinê di navbera kurd û ereb, kurd û tirk, kurd û faris û kurd û kêmneteweyên dî de pirek hebe. Mafê gelê kurd jî heye ko bibe xwedîdesthilat. Ya realîst di nuqteya herî pêþ de ji bo baþûr îro federasyon e. Li beþên dî jî federasyona îdarî ye yanî federasyonên ko rê bide gelê kurd ko bibe desthilat. Înkarkirina federasyonê bo Kurdistanê ne baþ e. Dema ko kurd qebûl bikin digel miletên dî bijîn divêt ew milet jî rastiya kurdan qebûl bikin. Ez dibêjim federasyona li baþûrê Kurdistanê probleman zêde nake, dê problemên heyî çareser bike.
— Em behsa Iraqê bikin. Ev 85 sal e ko li Iraqê bê navber þer heye û kurd di van salan de ne desthilat bûn. Kurdan serhildan kirine û desthilata Iraqê jî xwestiye wan serhildanan biþkêne. Lewra jî em dibêjin problema kurdan çiqasê bête çareser kirin hewqasê problem dê kêm bibin.
Arif Zêrevan : — Têkiliyên we wekî PWD digel Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niþtimanî ya Kurdistanê çawa nin ?
Osman Ocalan : — Siyaseta PWD-ê ji aliyê partiyên beþên dî yên Kurdistanê ve baþ têt dîtin. Partiya Demokrat ya Kurdistanê xeta me ya welatparêz û demokratîk di cih de dibîne û nêzîkahiya xwe ji bo piþtgiriyê diyar dike. Yekîtiya Niþtimanî ya Kurdistanê jî bi vî awayî li me dinêre. Partiyta Demokrat ya Kurdistana Îranê, Komeleya Îranê û gelek hêz û þexsên dî digel xeta me ne.
Arif Zêrevan : — Di nivîsareka te de duh te nivîsiye ko serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî û sekreterê giþtî yê Yekîtiya Niþtimanî ya Kurdistanê Celal Talebanî piþtgiriya we dikin. Ew bi çi awayî piþtgiriya we dikin? Ma Mesûd Barzanî bo te telefon kiriye û gotiye ko ew piþtgiriya we dike ?
Osman Ocalan : — Me gotiye piþtgiriya wan ji bo me þeref e. Kongra-Gel di ragihandina xwe de rexneyan li hêzên Kurdistanê dike û dibêje ew piþtgiriya PWD-ê dikin. Me jî gotiye ew ne tiþtekî xerab e ew tiþteka baþ e. Piþtgiriya serok Mesûd Barzanî, serok mam Celal, Nêçîrvan Barzanî, Mustafa Hicrî, Abdullah Muhtedî û gelek kesayetiyên dî yên kurd bo me þerefek e. Yanî piþtgiriyeka wisa bo me þeref e.
Arif Zêrevan : — Erê ew piþtgiriya tu behsê dikî heye yan tu dixwazî hebe ?
Osman Ocalan : — Ez dibêjim ko bi resmî îlan nebûbe jî nêzîkbûnek heye û ew nêzîkbûn jî ber bi piþtgiriyê ve diçe.
Arif Zêrevan : — Baþ e, Partî û Yekîtî bi ti þiklî arîkariya we dikin ko di nêvbera we û dewleta Tirkiyeyê de nêvbeynçîtiyê bikin ?
Osman Ocalan : — Pêvajoyeka wisa hêj destpê nekiriye. Wekî ko we jî di ragihandinê de xwendiye xebatek bo wê têt kirin. Ji daxuyaniyên berêz Nêçîrvan Barzanî û berêz mam Celalî xuya dike ko xebateka wisa heye. Ew daxwaza me ye jî. Divêt di navbera bizava azadîxwaz ya kurd û hikûmeta Tirkiyeyê de diyalogek destpê bike. Ez bawer dikim ko rewþa wê amade dibe. Bi arîkariya hêzên kurdistanî û hêzên xaricî ez dibêjim pêvajoyeka wisa ne dûr e.
Arif Zêrevan : — Dema ko tu behsa serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî dikî tu dibêjî ”Serok Mesûd Barzanî” yan ”berêz Mesûd Barzanî”. Gelo tu pirtir ji Mesûd Barzanî hez dikî yan jî ji avakerê dewleta Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturkî ?
Osman Ocalan : — Dema ko min di nav têkoþîna azadiya Kurdistanê de cih girt wekî gelek kurdan min çavê xwe bi Mele Mistefa Barzanî vekir. Bi kêm û kurtiyên xwe ve jî ew jî gelê min e. Welatparêziya min ji min dixwaze ko ez ji yê gelê xwe hez bikim. Nêrîna me wekî PWD jî ji me dixwaze ko em berî herkesî ji kurdan hez bikin.
Arif Zêrevan : — Ta çawa çavê xwe bi Mele Mistefa Barzanî vekir, mebesta te çi ye ?
Osman Ocalan : — Dema ko ez ciwan bûm herçend têkoþîna Mele Mistefa Barzanî ber bi têkçûnê ve jî diçû ez pir pê êþiyam. Hisek bi min re çêbû ko ew ji bo kurdan þerî dike û bi navê kurdan dike. Min fikr û þexsiyeta wî nas jî nedikir lê belê ji ber ko bi navê kurdayetiyê dikir wekî gelek kurdan ez jî jê muteesir bûm. Bi vê maneyê min çavê xwe bi Mele Mistefa Barzanî li kurdayetiyê vekir. Di salên 1973–1975-ê de yê ko nûnerayetiya gelê kurd di nuqteya herî pêþ de dikir Mele Mistefa Barzanî bû.
Arif Zêrevan : — Tirk behsa hinek muqedesatên xwe dikin û dibêjin bila kurd rêzê ji wan re bigirin. Yek ji wan jî alaya Tirkiyeyê ye. Gelo tu pirtir ji alaya Kurdistanê hez dikî yan ji alaya Tirkiyeyê ?
Osman Ocalan : — Ev pirs jî ne hewce bû ko bêt kirin. Ez ji alaya gelê xwe hez dikim. Heger ez ji alaya gelê xwe hez nekim û rêzê jê re negirim ez nikarim rêzê ji alaya gelekê dî re jî bigirim. Mirovê ko ji kurdan hez neke û li nîþanên gelê kurd xwedî dernekeve û rêzê jê re negire ez bawer nakim ko ji yekê dî jî hez bike.
Arif Zêrevan : — Nîþaneka herî esasî ya miletê kurd jî zimanê wî ye. Tu ji zimanê kurdî pirtir hez dikî yan ji zimanê tirkî ?
Osman Ocalan : — Ez ne ji mecbûrî lê belê bi hezkirin kurdî diaxivim. Kurdî bi min xweþ têt û heger ji min bêt ez dê hemî danûstandinên xwe bi zimanê kurdî bikim.
Arif Zêrevan : — Di nivîsareka xwe de tu rexneyan li PKK-Kongra-Gel dikî û dibêjî ew di ragihandina xwe de zimanê tirkî bi kar tînin. Gelo partiya we PWD jî dê di ragihandina xwe de zimanê tirkî bi kar bîne ?
Osman Ocalan : — Ji ber ko xwendin û nivîsandina kurdî li bakurê Kurdistanê pir pêþ neketiye dema ko tu kurdî binivîsînî xeter heye ko gelek kes nekarin bixwînin û têbigihîn. Ji bo xurtkirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî divêt em xebateka taybetî bikin. Ji ber pêwistiyên rojane mirov dikare zimanê neteweyên desthilatdar jî bi kar bîne. Ya herî giring ew e ko ruhê xebata te kurdî be.
Arif Zêrevan : — Vaye te çend meqale nivîsandine û hemî bi tirkî ne. Ma hon nikarin wan wergerînin kurdî û paþê herduyan bi hev re belav bikin ?
Osman Ocalan : — Xebata me nû ye. Me hêj baþ xwe organîze nekiriye. Pirsa te di cih de ye, pêwist e ko em wisa bikin. Heger em îro bi kurdî nenivîsînin em wê wekî kêmasiyeka xwe qebûl dikin. Ez di axaftin û danûstandinên xwe de zimanê kurdî bi kar tînim û dê lêbixebitim ko di nivîsarên xwe de jî kurdî bi kar bînim. Kêmasiyên min yên nivîsandina bi kurdî hene, ez dê bixebitim ko wê kêmasiyê jî nehêlim.
Arif Zêrevan : — PKK-Kongra-Gel niho cardî behsa þerî dike û dibêje wê agirbest rakir û dê cardî þerî bike. Tu vê siyaseta þerxwaz çawa tefsîr dikî ?
Osman Ocalan : — Ez vî þerî bi þaîbe dibînim. Ev du sal û nîv e ko ez taybetî kar dikim da rê li ber þerkirinê bigirim. Di îlona 2002-yê de xwestin qerara þerî bidin me rê neda. Di tebaxa 2003-yê de cardî xwestin biryara þerî bidin me rê neda. Di civîna damezirandina Kongra-Gel de cardî þer anîn rojevê û me dîsa rê neda. Gulana 2004-ê di civîna didoyê ya Kongra-Gel de ew qerar hat standin û ez ne li wê derê bûm.
Arif Zêrevan : — Mebesta te ji þaîbetiyê çi ye ?
Osman Ocalan : — Ez dikarim bibêjim ko bi zimnî hevfêmkirinek di navbera ordiya tirk û Abdullah Ocalan de heye. Serokê PKK-ê dihesibîne ko ordî þerekî dixwaze û ew jî li gor ordiyê dike.
Arif Zêrevan : — Rojnamevanên tirk Ehmed Altan û Cengiz Çandar jî dibêjin ev þer sîparîþeka eskerên tirk e, ne biryareka PKK-ê bi xwe ye.
Osman Ocalan : — Divêt mirov qîmetî bide wê qenaeta wan. Þer dixwaze astengan ji pêngavên demokratîk re çêke, astengan ji endametiya Yekîtiya Ewropayê re çêdike û ya herî giring jî astengan ji avakirina federasyona Kurdistana Iraqê re çêdike. Ev þer ne di cihê xwe de ye. Ev þer ji xizmeta kurdan zêdetir zererê dide kurdan.
Arif Zêrevan : — Gelo mimkin e ko tifaqek di nêvbera Abdullah Ocalan û kemalîstan û eskeran de hebe ?
Osman Ocalan : — Serokê PKK-ê û PKK amade ye ko tifaqên wisa bike. Lê belê ordiya Tirkiyeyê yan jî dewleta Tirkiyeyê tifaqên resmî digel wan nake. Ew zimnî ji hev fêm dikin û bi hev re hereket dikin. Ne tifaqeka resmî ye ji ber komara Tirkiyeyê tifaqeka resmî qebûl nake.
Arif Zêrevan : — PKK-Kongra-Gel û Abdullah Ocalan gelekê li dijî hikûmeta AKP-ê ne. Gelo PWD jî hewqasê li dijî AKP-ê ye yan no ?
Osman Ocalan : — Em pêngavên ko AKP diavêje baþ dibînin. Digel rexneyên me em dibêjin xeta AKP-ê Tirkiyeyê ber bi demokratîkbûnê ve dibe. AKP li hemberî sîstema olîgarþîk sîstemeka demokratîk bi pêþ ve dibe. Sîstema demokratîk ji çareserkirina problema kurdî re rewþê xweþtir dike. Ew pêþketin hem ji bo baþûrê Kurdistanê û hem ji bo bakurê Kurdistanê baþ e. Lewra jî em piþgiriyê li reformên AKP-ê dikin lê belê ji ber nediyarbûna siyaseta wê ya li hemberî problema kurdî jî em rexneyan lê digirin.
Arif Zêrevan : — Emerîka bi hêzeka eskerî ya 120 000 kesan hatiye Iraqê û dibe ko guhortinên esasî li vê herêmê bike. Hon rola Emerîkayê li Iraqê û Rojhilata-nêvê pozîtîv û pêþvero dibînin yan jî Emerîkayê wekî dewleteka dagirker dihesibînin.
Osman Ocalan : — Hemî dagirkerî ne xirab in. Heger dagirkerî rê li ber sîstemên bêberhem yên kevin bigire û sîstemên pêþketinxwaz ava bike hingê ew dagirkerî di cih de ye. Nemaze ji bo gelê kurd giringiyeka xwe ya taybet heye. Rejîmên berê nedihiþtin ko kurd nefesê bistînin. Ev sîstemên he berê bi arîkariya Emerîkayê jiyane û tesîr li herêmê kirine. Lê belê ev sîstemên li van welatan hêdî ne di berjewendiyên kapîtalîzma cihanê û ne di berjewendiyên ti kesê de ne. Lewra em dibêjin mudaxeleya Emerîkayê ya li Iraqê û Rojhilata-nêvê di cihê xwe de ye û ji bo berjewendiyên gelê kurd e jî. Em bi xwe bênîqaþ piþtgiriyê ji mudaxeleya Emerîkayê re dikin.
Arif Zêrevan : — Tu ji tradîsyoneka çep û marksîst-lenînîst tê. Îro jî tu mudaxeleya Emerîkayê baþ dibînî. Ev guhortina wiha mezin çawa di fikra te de çêbû ?
Osman Ocalan : — Guhortin ji min zêdetir di Emerîkayê de çêbûye. Di sedsala nozdehê de dagirkeriya klasîk hebû. Di sedsala bîstê de dagirkeriya nû hebû ko dostên xwe dikirin desthilat. Di sedsala 21-ê de dagirkeriyeka demokratîk heye. Rast e ko Emerîka li berjewendiyên xwe difikire lê belê vê ne bi þêweyekê dîktatorî bi þêweyekê demokratîk pêþ ve dibe. Emerîka dixwaze ko li hemî welatan desthilat bi rêyên demokratîk bête hilbijartin.
Arif Zêrevan : — Hon bawer dikin ko hon dê bikarin Emerîkayê qane bikin ko piþtgiriya we li bakurê Kurdistanê bike ?
Osman Ocalan : — Berjewendiyên Emerîkayê digel guhortinê ne. PKK-ê guhortin nexist jiyanê. Heger tu xwe neguhorî tu îro nikarî ti kesê bixapînî. Yanî heger gotinên t eberhsa demokrasiyê bike û jiyana te li dijî wê be kes ji te bawer nake. PWD gotin û kirinên xwe bi hev re dimeþîne. Îro destê me azad e ko em bikarin sîstemeka demokratîk ava bikin û problema kurdan jî bi demokrasiya welatên serdest ve girêdayî çareser bikin. Nuha sînyalên baþ ji aliyê Emerîkayê ve bo me tên û di dema bêt de ez bawer dikim ko dê têkiliyên me xuyatir bibin.
Arif Zêrevan : — Di medyaya tirkan de gelek caran têt nivîsandin ko tu li Mûsilê dimînî û danûstandin di nêvbera we û berpirsên emerîkî de çêbûne. Tiþteka wisa heye yan ne ?
Osman Ocalan : — Min bi xwe danûstandineka wisa nekiriye. Berî ko em ji Kongra-Gel cida bibin danûstandinên hevalên me di çarçeweya Kongra-Gel de çêbûne. Di wan danûstandinan de nêrînên me guhortinxwazan qebûlî dîtiye. Piþtî cidabûna me ji Kongra-Gel me hêj têkiliyên derve neêxistiye bernameya xwe. Mesajên endîrek ji me re tên û em bawer dikin ko dê pozîtîv li karê me binêrin. Heta nuha me têkilî çênekirine ji ber em Emerîkayê hêzeka cidî dibînin û lewra jî heta ko em bi awayekê resmî partiya xwe ava nekin em dest bi danûstandinan nakin.
Arif Zêrevan : — Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niþtimanî ya Kurdistanê dikarin wisa bikin ko têkiliyek di nêvbera we û Emerîkayê de çêbe yan ne ?
Osman Ocalan : — Em bi çavê berê li wan hêzan nanêrin. Ew hêz hêdî bûne desthilat û çareserî ketiye destê wan de. Ew jî ji her demê zêdetir bi berpirsiyarî li meseleyê dinêrin. Daxwaziya wan jî ew e ko li beþên dî yên Kurdistanê jî çareserî bi pêþ bikeve. Em bawer dikin ko ew dê bikarin ji bo hemî hêzên neteweyî kar bikin. Hem ew bi xwe kar bikin û hem jî têkiliyên xwe yên derve bêxin xizmeta tevahiya bizava neteweyî ya kurdî de. Bi vî awayî baweriya me heye ko ew dê kar bikin da piþtgiriya Emerîkayê bo PWD-ê jî çêbe.
ARIF ZÊREVAN
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
| |
 |
Têkeve |
 |
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
 |
|
|