| |
Haber Ekle: Tu xêr nehatî Diyarbekirê Verheugen
di Monday, 06.September. @ 00:00:00 CEST
SWÊD, 06 / 09 / 2004 — Berpirsyarê firehkirina Yekîtiya Ewropayê Günther Verheugen çû Tirkiyeyê û niyeta wî ew e ko here Diyarbekirê. Yekîtiya Ewropayê bi salan bi tirkan re hevdîtinên endametî û berendametiya Tirkiyeyê kir, dike. Yekîtiya Ewropayê rojekê, carekê pirsa fikra kurdan nekir. Ew bi tirkan re hevdîtinên veþartî dike û kurdan mîna koleyên tirkan hesab dike. Piþtî hinde salan Günther Verheugen bo çi têt Diyarbekirê? Çaxê Kurdistan û Diyarbekir di nav agirê tirkan de di þewitî Yekîtiya Ewropayê û Verheugenî pirsa kurdan nekir, destek dan tirkan. Niyeta te û Yekîtiya Ewropayê ne pak e Verheugen. Tu xêr nehatî Kurdistanê. Here nav tirkan û bi tirkan re baxive, karê te li Kurdistanê nîne.
Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê bi tirkan re taybetî ne. Misamehe û arîkariya Yekîtiya Ewropayê bo tirkan dike di tarîxa Yekîtiya Ewropayê de bê mînak e. Çaxê þkencexane û qesabxaneyên tirkan yên þerjêkirin, hûrkirin û hêrana kurdan bi kapasîteya xwe ya temamî kar dikirin Yekîtiya Ewropayê bi tirkan re hevkarî dikir. Peymanên veþartî bi tirkan re mohir dikir. Destekeka temamî dida tirkan. Ew çax piþtî ruxana Sovyetê bû û tu hêceta Yekîtiya Ewropayê nebû. Lê Yekîtiya Ewropayê ne tenê çavê xwe girtî bû her wisa guhê xwe jî girtî bû dengê aþê hêrana kurdan ne dibir xwe.
Yekîtiya Ewropayê yekîtiyeka dilxwaz e. Dewlet û miletên nexwazin ne mecbûr in bibin endamên Yekîtiya Ewropayê. Bi gotineka dî Yekîtiya Ewropayê hemî gurub, netewe û miletan qane dike û dike endam. Lê pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û kurdan wisa kar nakin. Xwestega kurdan ne giring e. Tenê tirk giring in û tiþta tirk bibêjin ew derbaz dibe.
Yekîtiya Ewropayê ji bo Qibrisê bike endam hemî quweta xwe xerc kir. Ji bertîl, hêvî û dîlan bigire heta tehdîdan bi kar anî da Qibrisê bike endam. Li Qibrisê federasyon qebûl kir û zor da romên Qibrisê ko heqên tirkên li Qibrisê qebûl bike. Zor da dewletên Baltikî ko heq û mafên rûsên ko mîna ”dagirker” hatibûn Baltikê qebûl bikin û nas bikin. Lê çaxê dor têt kurdan Yekîtiya Ewropayê dev ji hemî prensîbên xwe berdide û destekê dide tirkan ko kurdan ji ortê rakin.
Yekîtiya Ewropayê du hiqûq hene. Hiqûqê Yekîtiya Ewropayê yê navxweyî û hiqûqê Yekîtiya Ewropayê yê ji bo dewletên ne endamên Yekîtiya Ewropayê. Hiqûqê ji bo dewletên ne endam çawaye em dizanin. Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û Iraqa dema Sedamî û yên Îranê mînakên herî diyar in. Yanî bo Yekîtiya Ewropayê ne xem e ka rejîm dîktator e yan ne. Heta heger hikmek dîktatorî hebe zêdetir bi dilê Yekîtiya Ewropayê ye lewra dikare bi bahaneya demokrasiyê xwe serdest bide nîþandan û ticareteka karê wê zêde bi dîktatoran re bike.
Hiqûqê Yekîtiya Ewropayê yê navxweyî ji bo berendman jî derbaz dibe. Demekê derbazbûnê heye û Yekîtiya Ewropayê arîkariya dewleta berendam dike ko hiqûqê xwe li gor yê Yekîtiya Ewropayê nû ve bike.
Çaxê em berê xwe bidin pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê û tirkan rewþeka xerîb derdikeve ortê. Yekîtiya Ewropayê pêwendiyeka berendaman di gel tirkan heye lê daxwaza hiqûqê navxweyî li tirkan nake. Yekîtiya Ewropayê ji endam û berendaman dixwaze ko maf û kulturên hemî miletan bên paraztin û xurt kirin. Prensîbekî esasî yê Yekîtiya Ewropayê hebûna îmkan û firseta wek heve. Yanî gerek hemî guruban îmkan hebe tesîrê li îqtidara siyasî bikin. Bikarin bibin hakimê dewletê. Lê ji bo tirkan berevajiyê vê helwestê têt qebûl kirin. Yekîtiya Ewropayê arîkariya tirkan dike ko ew kurdan ji ortê rakin. Yekîtiya Ewropayê arîkariya milyarên Ewro dide tirkan. Proje û planên tirkan fînanse dike. Lê heta niho projeyek tenê jî ji bo kurdan amade nekiriye û destek nedaye kurdan.
Li gor hiqûqê navxweyî yê Yekîtiya Ewropayê silam jî li tirkan nayêt kirin. Tirk bi qesabxaneyên þerjêkirina kurdan û þkencexaneyan meþhûr in. Hemî dezgeh û rêxistinên navneteweyî dizanin tirk çi dikin. Dokument û raporên Yekîtiya Ewropayê þahidên van tiþta ne. Lê Yekîtiya Ewropayê bi tirkan re bazara endametî û berandametiyê dike.
Kurd 35% ji niþteciyên Tirkiyeyê ne. Yekîtiya Ewropayê 35% an ji niþteciyên Tirkiyeyê bi zilekê hesab nake. Bi generalên sivîl û eskerî yên tirkan re peymanan mohir dike, bi tirkan re hesab û planan amade dike. Ew û tirk planên serbirîna kurdan amade dikin. Van planan jî goya bi navê dostaniya kurdan dikin.
Verheugen Elmaniye. Elmanyayê çekên kîmyayî, teknîka çêkirin û bikaranîna çekên kîmyayî da Sedam Hisênî. Sedamî ew çek li himber kurdan bi kar anî û encam çi bû diyar e.
Elmanyayê heman çek daye tirkan jî. Tirk bo çêkirin û bikaranîna çekên kîmyayî perwerde kirine. Elmanya arîkariya tirkan dike ko kurdên li Elmanyayê asîmîle bibin û bibin tirk.
Hindek kes û hêzên li ser navê kurdan tevgerê dikin, bi zanîn yan jî nezanîn, dibin pergalê siyaseta kirêt û qirêj ya tirkan û Yekîtiya Ewropayê.
Kurd ne mecbûr in guhdariya Gunter Verheugenî bikin. Hediyeya Yekîtiya Ewropayê û Gunter Verheugenî bo kurdan filîmî porno yê bi kurdî ye.
Li Diyarbekirê hediyeyên layiqtirê Yekîtiya Ewropayê hene. Lê belediyeya Diyarbekirê dikare filîmê pornoya bi kurdî bike diyarî û bide Verheugenî. Da parlamenter û berpirsyarên Yekîtiya Ewropayê seyra filmî bikin û bibînin ka wan çawa bi ”þerê dijberiya kuþtina ji bo namûsê” jin û keçên kurd azad kirin û kirin fahîþe.
Mewla Benavî
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
| |
 |
Têkeve |
 |
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
 |
|
|