Haber Ekle: Verheugen dê di heyva Îlonê de bê Amedê
di Saturday, 04.September. @ 00:00:00 CEST
BRUKSEL, 03 / 09 / 2004 — Rapora ku dê qedera Tirkîyeyê dîyar bike, li ber qedandinê ye. Danûstendin û serlêdanên di çarçoveya amadekirina vê raporê de jî her berdewam in. Hat ragîhandin ku endamê Komîsyona Yekîtîya Ewrûpayê Gunter Verheugen dê bi vê mebestê, di heyva Îlonê de bê Amedê. Li gora agahdarîyên ku hatin wergirtin, Verheugenê berpirsîyarê berfirehbûna yekîtîyê dê tevî þandeyeke taybetî, di 6ê Îlonê de Amedê zîyaret bike.
Weneyê : Endamê Komîsyona Yekîtîya Ewrûpayê Gunter Verheugen
Di þandeya Verheugenî de, herweha dê nûnerê Yeyê yê li Tirkîyeyê balyoz Hans Jörg Kretschmer, gerînendeyê qelemê yê taybetî Christian Danielsson, berdevkê çapemenîyê Jean Christophe Filori û serokê yekîneya berfirehbûnê Martin Harvey jî hebin. Li gora ragîhandinê, Verheugen û þandeya di bin berpirsîyarîya wî de, dê Beledîyeya Amedê jî zîyaret bike.
Weke tê zanîn, Verheugen dê rapora xwe ya di derheqê Tirkîyeyê de, di 6ê Cotmehê de dîyar bike. Verheugen li ser vê pirsê di rojnameya almanî Die Weltê de got ko ew ê di rapora xwe ya li ser Tirkîyeyê de, problemên heyî bi awayekî pir zelal dîyar bike û komîsyona Yeyê dê li ser bingehê rastîyên heyî, lê binere bê Tirkîyeyê hemû krîter bi cîh anîne, an na. Verheugenî îdîa jî kir ko rapora ko ew ê pêþkêþ bike, dê adil û bêteref be.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com
|
|
| |
 |
Têkeve |
 |
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
 |
|