Haber Ekle: Apocî kesên bê çek ji bo paraztina çekdarên xwe rêdikin çiyan
di Thursday, 02.September. @ 00:00:00 CEST
DIYARBEKIR, 02 / 09 / 2004 — Apociyan dest bi kampanayaeka bi navê ”mertalên bi can” kir. Duhî 35 xort rêkirin Cizîrê da paþê ji wê derê herin çiyayê Gabarê. Armanca apociyan ew e ko kesên diçin dê xwe bikin mertal ko nehêlin eskerê tirk operasyonan li çiyayê Gabarê bikin. Þer û opresayonên apocî dibêjin ew dijberin bi qerara generalên tirk û bi emrê Abdullah Ocalanî hatiye dest pê kirin. Duhî gurubeka ji 35 kesan pêk têt ji Diyarbekirê ber bi Cizîrê rê ket. Mertal dibêjin ew dê biçin gundekî Cizîrê yê nêzîkî Gabarê û paþê jî biçin Çiyayê Gabarê.
Li gor nûçeyên rojnameya tirkî Ozgur Politikayê însiyatîfgira ”mertalên bi can” platforma xortên Diyarbekirê ye. Endameka platformê, Naime Kaçak, got operasyonên dibin, agahiyên ew ji herêmê digirin dide diyar kirin ko mirov tên kuþtin û gund tên vale kirin. Kaçakê got gerek operasyon bên sekinandin û problem bi rêyeka demokratîk bêne çareserkirin.
Kriza apociyan dewam dike û hingî diçe kûrtir dibe. Piþtî Osman Ocalan bi gurubeka mezin ve ji Kongra-Gel veqeta apociyên Kongra-Gel ketin tirsa belavbûneka temamî. Abdullah Ocalan dixwaze berpirsyarên Kongra-Gel jî tesfiye bike û emran dide ewqatên xwe ko xortan seferber bikin û dest danin ser îmkanên Kongra-gel. Lê hemî daxwazên wî pêk nayên. Terefdarên wî kêm bûne. Hêdî nikare mîna berê xelkê ji bo daxwaz û armancên xwe seferber bike.
Her çenda apociyan karîn 35 xortên kurd ji bo kampanyayê amade bikin jî desteka xelkê kêm bûye. Civîn û demonstrasyonên apociyan yên li bakurê Kurdistanê bi jimareka biçûk tên kirin.
KK-Nûçe
http://www.kerkuk-kurdistan.com/
|
|
| |
 |
Têkeve |
 |
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
 |
|