Colin Powellî rê vekir – malzemeyên þerî hatin
di Wednesday, 02.April. @ 20:21:58 CEST
» TIR barên emerîkiyan di ser Dihokê re dibin Hewlêrê
DIHOK, 2/4 2003 — Wezîrê derve yê Emerîkayê Colin Powellî îro li Enqereyê di preskonferansekê de got ko Emerîkayê û Tirkiyeyê li hev kirine û Emerîka dê bikare erzaq û cebilxaneyên pêwist bo hêzên xwe yên eskerî yên li Kurdistanê di ser Tirkiyeyê re rêke baþûrê Kurdistanê.
» TIR landroverên emerîkiyan ko ji Tirkiyeyê anîne li Hewlêrê vala dikin
Wisa diyar e Tirkiye û Emerîkayê berî ko Colin Powell biçe Enqereyê li hev kiribûn ji ber hindê her îro 25 TIR-an barên emerîkiyan anîn Kurdistanê û di ser Dihokê re birin û derbasî Hewlêrê kirin.
Medyaya tirkî û biyanî dibêjin Tirkiye rê nade ko Emerîka tankên eskerî û sîlehên giran di ser axa Tirkiyeyê re bîne Kurdistanê.
Serkaniyên dîplomatîk dibêjin cardî jî Emerîka dê piþtî vê lihevhatina nû gelek sîleh û cebilxaneyên pêwist di ser Tirkiyeyê re bîne Kurdistanê. Wekî nimûne barên ko TIR-ên îro anîn Kurdistanê ne erzaq lê belê 40 tirimpêlên landrover in ko mirov dikare sîlehên giran li ser wan girê bide û bo þerî bi kar bîne.
KK-Nûçe
|
|
| |
 |
Têkeve |
 |
|
Xwe bêpere REGISTER bike!. Bibe endamê malpera me û ji taybetîyên malperê sûd werbigire. Pêþdîtin wek dilê xwe biguherîne. Bibe xwedîyê beþek serbixwe û bikaribe bi bikarhênerin din ra baþtir ragihîne
|
|
|
 |
|