LI ROJHILAT
LI ROJHILAT
Shev resh û tarî, bahoz û bandev
Nakevî dest me: ne razan ne rev
Hewrên rêzanî tarî û giran
Berfê bibarî, yan gulebaran ?
Em reshhewravin kevneperestî
Tênin bîra min dîlî, bindestî
Dar bikevî dest mirovên xwînxwar
Dîsa dimênin birçî û hejar
Karê me dibî veshartin û rev
Tavê nabênin bi rojê em tev
Tênin ber çavan dijûn û lêdan
Shemaq û qamçî, kawçûk û zindan
Pêlên zordestî wek lehî û çêm
Xwe berdin ser me xum-xum û lem-lem
Di ber xwe dibin bîr û serbestî
Pashve dishkênin nûjenperestî
Tên perçiqandin tev destûr û rist
Raserî me tên ev kevnepirist
Benda Azadî li xwe napirsî
Belkî ez shashim, ji wan natirsî
Tarîx û abor, herdu di gel me
Eger bitirsin ji bo me sherme
Badîhewane ev tav û bahoz
Eger em rabin hemî dibin toz
Vane, shiyarbûn cotar û karker
Dijmin têshênin bê ceng û bê sher
Çiqas bimênî ev cihan bê deng
Bê sher, bê kushtin, be halan û ceng
Em her diçin pêsh, dijmin diçin pash
Bê av digerin ev dolab û ash
Sermayeperest, tev top tavêjin
Nabênin îro çawan sergêjin ?!
Ew çi talan û çi ceng û pevçûn
Bila xwesh bikin hemî cî û shûn
Hemî em mirov bibin wek bira
Cî nedin diza, rê nedin gura
Cihan xwesh bikin tev bax û bihisht
Ne shûr, ne xençer, ne derf û ne xisht
Keser nemênî wek min dilbirîn
Ev dinya xweshe, dinya Cigerxwîn
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-03 (5249 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |