 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0 Cejna Heftemal, Ya Dudyê Adarê, Pîroz be !
- Cejna Heftemal, Cejna kurdan e. Cejna Heftemal, Her sal, di 2 ê Adarê de, tê pîrozkirin.
- Wateya Cejnê; di sala derbasbuyînê de, ji bandora hemû kul û xem, ji hemû pirsgirêkan bên rizgarkirin, xwe diþon, dû re cil û bergên nû û paqij li xwe dikin. Ji deþt û çiyayên xwe gul û kulîlk , nêrgîz û beybûnan didin berhev, bi wan, bi navê 'Þîlan' kemereke xemilandî ava dikin. Du re, hemû pîr û kal, keç û xort, bi bawerî sala berê, ango sala derbas buyî, li piþt dihêlin. Di nav zerzenga 'Þîlanê' de, bi hêvîya jiyaneke nû, bi kêf û þahî gav diavêjin bihara nû û jîyana nû. 2020 Di 2-ê Adara 2020-an de, Hilbijartinên giþtî, yên Israel ê çe bu... Partiya Netanyahu, ''Partîya Likud'' 37 parlemanter hilda û di hilbijartinan de, di rêza yekem de derket. ji bo pêkanîna hukûmetê hewce bi Yek (1) kursîyek ma.
|
|
|
 |
| |
JIN HENE, JINKOK HENE
JIN HENE, JINKOK HENE
Cihan bûye zivistan
Rê û biwar rawestan
Berf û baran û bahoz
Hawîr bûye terpetoz
Çûk nikarin derkevin
Teba nema dilivin
Rê winda kir çîqê resh
Di wê roja pir nexwesh
Cihan li ber tarî bû
Ew nizanî diçî kû
Bi bez diçî, dil bi kul
Per û terî hemî shil
Ji ber serma Sibatê
Xwe avête ber latê
Pir tarîye, bû dereng
Di shikeftek resh û teng
Çîqê reshê pir bi rû
Xwe avête hindirû
Ket hêlîna kevokê
Xwe berdaye ser çokê
Kevokê kir qire-qir
Pepû, ji ku hatî vir ?
Ba, bahoz tên bi gij-gij
Cihan tevde bûye mij
Ez hatime mala te
Xwe daye ber pala te
Ej î wekî te teba
Gerek bêjî: merheba
Van çend rojan Sibate
Tim namênim li ba te
Ezê herim mala xwe
Bighêm cem hevala xwe
Lê kevokê bi xeyd go:
Na heyra, na, de o, to !
Îshev raze, sibê zû
Here bêka diçî kû ?
Ez bi tenê jina bî
Hêlîn tenge, nîne cî
Nêr hemî dest dirêjin
Xelkê siba çi bêjin ?
Cegerxwin
1903 - 22 / 10 / 1984
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-07-03 (5664 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|
|