Ji bo Xunava paygeh
Xunava rondikan, nîvê gelê min!
tu na barî, ziwa çav ma ne kehnî
Girî na bê xunava xweþ bibarê
bi dilsarî xunav nadê ti canî
Ken û þahî ne, yên ťavê didin dil
diçênin hevhilanîna giyanî
Keça ķurd: zend li zendê xort bipêçe,
bibîne , nûh-behara xisrewanî!
ji ťava hor tu nuh hilma xwe germke
qeþa gel wergerê ava jiyanî
Ji dawa dîn divê tu derķevî zû,
herî jor cem sitêrên tim li banî.
Tu hiþtin mêþinek ťov, ŝed mixabin! ,
ji millet pûçkirin nîvê ciwanî.
Li te bisk û du sêvên te kirin bar
tu tev pêçan bi reþ paçên li xanî
Bi van reþperdeyan kuþtin evînî
tu hiþtin dûr veþartî û biyanî
Evîna xort bi jeĥrîket ji serma
revandin bû ji xoratan re ziyanî
þeref daket ji birca serfirazî
rewaca xwe di navranan de danî
çi namûs e ewa kêran li dilxê
jiber hevmêtina millet-rewanî?
Ji ķû hat ev bela hiþ bê qelem kir
li ser çavên me qeťrana xwe danî.
ĥeta ķengî emê binçar bimênin
þeva reþ ma, hewar, hora me ķanî
Dê û bavên me ola xwe guhertin:
ji dîndarî serî danîn hesanî
Dibêjin xwendina qîzan ne baþ e;
li malê ber bimênê tim kebanî
Bese guhdariya van gotinên þaþ
bi ya min bik keça ķurd bê giranî
Ne va çend sal bi ya wan bû gera te?
Ne va hên tu nexwende û nezanî?!
Ji jîna xweþ pî û destê te burrîn
ne hiþtin bê te dengê vî žimanî
Ji nû çavê te ruĥnî dît tevan got:
"Fedî nakê keça ha por deranî".
Tu guh aŝêke . rê ya rast ne berde !
Ne tirŝe! tu ne bê dost û xwedanî..
Ew in yên þaþ û poþman û serî hiþk
heger rastî te barê xwe hilanî
Dibistana te ye derman û merhem
jibo derd û birînên vî zemanî
Heger rastî beheþtê tu dixwazî
qelem rê xweþ dikê þel û xuyanî.
Ji pêtê þoreþa zîwer divêxê
Tu vê þiĭrê bibîne niþtimanî
* * *
Dr Feyzulle Khaznawi
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-06-12 (4939 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |