Bi xêr hatin ser PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
         
                Kurdish   |   Turkish   |   Engilsh  |   German

Menu
  • Rûpela Serî
  • Nivîskarên Xoybunê
  • Nivîskarên Mêvan
  • Dîrok û Kurd
  • Nexiþê Kurdistanê
  • Belavok Lêgerîn
  • Cand û Huner
  • Helbestên Gel
  • Forum
  • Ankêt
  • Nuce
  • Album
  • Slayd Show
  • Muzîka Kurdî - 1
  • Muzîka Kurdî - 2
  • Kovara Xebat Vejîn
  • Kovara Xoybun
  • Pelgeyên bi Kurdî
  • Perwerdeya Siyasî
  • Malperên Kurdan
  • Li ser me
  • Arsiva Nûceyan
  • Nivîs & Nûçe Biþîne
  • Game-Cilîp- Listik
  • Game - 36KurdishTV

  • Nivîskar

    Ali Cahit Kirac

    Belavok
  • Belavokên Me
  • PDK- ARSIV
  • Belavokên We
  • Arþiva Xoybunê
  • Arþiva Niviskaran
  • Niviskarên Derkirî

  • Helbest
  • Ehmedê Xanî
  • E. Xanî - Memozîn
  • Mela Ahmedê Cizîrî
  • Dîwana Melayê Cizîrî
  • Feqîyê Teyra
  • Celadet Elî Bedirxan
  • Cîgerxwîn
  • Ciwanê Abdal
  • Osman Sebrî
  • Alî Cahît Kiraç
  • Feqîr Ehmed
  • Ahîn Zozanî
  • Abdullah Karabag
  • Alî Kolo
  • Armanc Nerwey
  • Aydin Coþun
  • Aydin Orak
  • Agir Abad
  • Bihrî Bênij
  • Dildar Îsmail
  • Ezîz Xemcivîn
  • Fethî Gezneyî
  • Felemez Akad
  • Hemreþ Reþo
  • Hîwa Qasim
  • Hindirîn Gullî
  • Hekîm Xêlexî
  • Hejarê Kurd
  • Hekîm Xêlexî
  • Husên M. Hebeþ
  • Amade Dive !!!!
  • Leyla Þemmo
  • Kiyaksar Temir
  • Konê Reþ
  • Kovan Sindî
  • Kalê Kurdîsî
  • Mehmed Çobanoxlu
  • Mehdî Mutlu
  • M.Kewê Dilxêrî
  • Mihemed Salih Alî
  • Tê Amadekirin !!!!
  • Navser Botanî
  • Nîhad Temir
  • Royarê Tirbesipîyê
  • Seydayê Dilmeqes
  • Sebrî Botanî
  • Sediq Sindavî
  • Seyid Feysel Mojtevî
  • Þivan Perwer
  • Þengal Osman
  • Seyda yê Arî
  • Îsmet Dax
  • Î. Xelîl Þêxmusoglu
  • FeyzulleKhaznawi
  • Xizan Þîlan
  • Y. Sebri Qamiþlokî
  • Helbestên We
  • Helbest û Stranê We
  • Helbest û Stranê Gel
  • Helbestê Bêperde-1
  • Helbestê Bêperde-2
  • Helbestê Bêperde-3
  • Helbestê Bêperde-4

  • Dîroka Kurdistanê
  • Dîroka Kurd
  • Kronolijî
  • Imp. Med
  • 200 Salê dawî
  • Mervaniyan
  • Cum. Mahabad
  • Serhildanên Kurdan
  • Serokên Kurdan
  • Kerkuk Kurdistane
  • Nasîna Kurdistanê

  • Cand, Huner
  • Pêkenî 1
  • Pêkenî 2
  • Cîrok
  • Bûyerên Dîrokî
  • Gotinên bapîra
  • Tistonek
  • Dîlok
  • Durik
  • Henek
  • Kilîp û Vîdeoyê Kurdî
  • Pirs, Bersîv û Pêken
  • Çand huner û tiþt
  • Xwarinên Kurda
  • Sitran, Def û Zurne
  • Lîztik, Spielen, Game
  • Listikên Zarokan
  • Kincên Kurda
  • Edebîyata Kurdî
  • Zimanê Me
  • Perwerda Ziman
  • Perwerda Civana
  • Perwerda Zarok
  • Zarok
  • Qutîya Muzîkê-3

  • Nivîsên Siyasî
  • Kurdistana Serbixwa
  • Rêzname & Program
  • Projeyan

  • Rojane
  • Serxwesi
  • Biranin
  • Pirozbahi
  • Daxuyani
  • Sirove
  • Lekolin
  • Roj buyîn pîroz be
  • Roportaj
  • Agahdarî
  • Bang - Pêþwazî
  • Daxwaz
  • Xebatên me
  • Wesiyetname
  • Þermezar
  • Þahî û Þabun
  • Þirîgatî - Yekitî
  • Name ( Mektup )
  • Dîtin û Ramanê we
  • Civîn û Semîner
  • Ji Raya Giþtî Re
  • Xonçe, Xwençe

  • Jina Kurd
  • Tekoþina Siyasi
  • Tehdeyîyen Siyasi
  • Tehdeyîyen Civaki
  • Daxwazen We
  • Perwerde
  • Tenduristi

  • OL
  • Ola Êzîdî - Agahdarî
  • Ola Êzîdî - Nasîn
  • Ola Êzîdî - Wêne
  • Ola Zerdeþtî
  • Ola Cihû - Nivîs
  • Ola Cihû - Wêne
  • Îsa Mesîh - Jesus
  • Bibel & Jesus - Film
  • Ola Îslamî - Nivîs
  • Ola Îslam-Mewlud

  • Survey
    Hun dixwazin di vê malperêde zêdetir ci bibînin?

    Sîyaset
    Nûçe, Radyo, TV
    Dîroka Kudistan
    Cand & Huner
    Muzîka Kurdî
    Wêne ( Foto )
    Nivîskarên Kurd
    Zimanê Kurdî
    Pirtûk û Kovar
    Helbestên Kurdî
    Dibistana Kurdî
    Ansîklopedî



    Encama Pirsînê
    Pirsînên me

    Dengdan: 43299
    Nirxandin: 0

    PDK - Slide Show
  • Barzani Slide Show
  • PDK Slide Show 1
  • PDK Slide Show 2
  • PDK Slide Show 3
  • PDK Slide Show 4
  • PDK Slide Show 5
  • PDK Slide Show 6
  • PDK Slide Show 7
  • PDK Slide Show 8
  • PDK Slide Show 9
  • PDK Slide Show 10
  • PDK Slide Show 11

  • Di dirokede iro
    Rojek wek îro...

    Slide Show – Xoybun

    Muzîka Kurdî – 1

  • Muzîka Kurdî - 1

  • Muzîka Kurdî – 2
  • Muzîka Kurdî - 2

  • Photo Gallery–Xoybun

    Foto & Animasyon
  • Nîþana Azadîyê
  • Tekoþîngerên Kurda
  • Wene ( Foto ) - 1
  • Wene ( Foto ) - 2
  • Flaman û Logo
  • Anîmasyon
  • Lîztik-Spielen-Game

  • Projeyên Kurd
  • Projeyên Kurd

  • Lêgerin / Link
  • Malperên Lêgerinê

  • TV'yên Kurdistan ê.
  • Kurdistan TV - Zindî-1
  • Kurdistan TV - Zindî-2
  • Zagros TV - Zindî
  • Kurdistan TV
  • Kurdsat - Zindî - 1
  • Kurdsat - Live
  • Roj - TV - Zindî - 1
  • Roj - TV - Zindî - html
  • Roj - TV - Zindî - swf
  • MMC - TV
  • XOYBUN - TV
  • Þîn Þahî - TV
  • Êzidî - TV / Zindî
  • Malpera Êzidî-TV/Zindî
  • Rojava - TV
  • KNN - TV
  • Rojhelat- TV
  • Zagros - TV
  • Komala - TV
  • Kurd-1 TV - Zindî
  • Tishk - TV
  • Vîn - TV
  • Newroz - TV
  • Zaza TV-Flash-Player
  • Zaza-TV-Media-Player
  • Zaza TV

  • Paltalk Download
  • Paltalk Download

  • Reklam
  • Hunermendên Kurd
  • Karmendên Kurd
  • Kirîna Tiþtan
  • Firotina Tiþtan

  • Radio Xoybun
    Radio Xoybun - Dengê Vejîn ê, Amade Dibe !

    Ansîklopedîya Xoybun
    Ansîklopedîya Xoybun ê A û B, Amade Dibe !

    Partî û Rêxistin


    Medya Kurd, Ereb, Tirk
    Bijî Kurd û Kurdistan
    Malperên Kurdî, Yê
  • Polîtîk-Civak-Huner.

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Erebî

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Tirkî


  • Qutîya Muzîkê-1
  • Qutî ya Muzîkê - 1

  • Zêrzewat ( Sewze )
    Zêrzewat ( Sewze )

    Sazîyên Dijberê Tirka
    Rêxistinên Dijberê Tirka

    Radyo Zindî ( Lîve )
    7 - Radyo yên Zindî

    Qutîya Mizîka Kurdî - 3
    Qutîya Mizîka Kurdî - 4

    Kurdî û Îngîlîzî
  • Perwerde ya Zimanê Kurdî û Îngîlîzî

  • Musa | Cihû | Jewry

     
    Stranên Kurmancî : 4






    Amadekirin: cankurd


    (*) Em di vir de li ciyê (þ) (sh) bi kar tînin.

    Di vir de van stran hene:


    [ Narê, Nayê, Nazliyê, Nofa, Nûrê, Qemerê Ciwanê, Qewil (1), Qewil (2), Qewil (3), qulingo (1), Qulingo (2), Qulingo (3), qurban, Osê Zarê, Oy Oy, Payîzok, Pemedo, Pismam, Ramûsan, Remzo, Saliho, Sêvê, Sincê, Sitiya Namo, Sitiya Ni’met Axa, Siwaro, Sînemê (1), Sînemê (2), Smaîlê Xelîl, Stran, Sherefo, Sherê Jîl, Sherê mala Nasir, Sherê Mehmûdê Emer Beg, Shn, Shêx Neroz, Te d’bînim, Way lo, Weso, Xerabo, Xewna min, Xezalê (1), Xezalê (2), Xezalê (3), Xezalê (4), Xezalê (5), Xezala Kurda û Teyar Axa, Zekiya, Yadê, Xidir, Xizêmê, Xurfanê, Zeynebê, Zeynel Beg, Zirav.]

    Narê!

    Navê Nara min Sarê,
    Çavreshê ser bi sharê,
    Xwedê ji Pashê nexwesh bê,
    Esker rakir ji Darê !,

    Navê Nara min Fato,
    Kimberzîvê ji Toqato,
    Xwedê ji Pashê nexwesh bê,
    Esker rakir Bidlîso!

    Navê Nara min Xorê,
    Çavreshê, destmalsorê,
    Xwedê ji Pashê nexwesh bê,
    Esker rakir ji Torê !

    Navê Nara min Eminê,
    Çavreshê, destmalshînê,
    Xwedê ji Pashê nexwesh bê,
    Esker rakir ji Merdînê!..

    

    Nayê

    (Ha nayê!)


    Ha Nayê ha, ha Nayê!,
    Dû sozê xwe tu nayê,
    Biçûk e porbelayê,
    Serî j’ zêra hilnayê,
    Wez ban dikim tu nayê,
    Bi t’er ketim belayê,
    Ka sozê ko te dayê,
    Ç’bkim j’malê dinyayê,
    Qelena gewra m’nayê,
    Kanî sozê te dayê?.

    Havîn e l’ nav rezayê,
    Li bin sihka mêwayê,
    Te dî bû mi dî bû,
    Tu l’ ser banî xeynê bû,
    Tu b’ derziya midyetî,
    Tu b’ qezik mendelî bû,
    Tu b’ teqîkî gulî bû,
    Tu b’ xeftankî shamî bû,
    Dosta lawkê golê bû,
    Tu b’xort’ xelkê’r bengê bû.

    Keçik sêva l’ dikana,
    Ketye destê nezana,
    El’miye ramûsana,
    Xera kirin b’ dirana,
    Keçik sêva li sûka,

    Ketye destê biçûka,
    Xira kirin b’ nenûka.

    

    Nazliyê!


    Lê Nazliyê, Nazliyê!,
    Çelengê, çelebiyê.
    B’ xort xelkê’r bengiyê,
    M’j xwe’r l’çolê dîyê,
    Lê Nazo, Nazliyê.

    Rêka Herbê b’ kizin e,
    Destê Nazo b’ bazin e,
    Mêrê Nazo hakim e,
    Nazo j’ malek mezin e,
    Lê Nazo, lê Nazliyê.

    Dora Herbê b’ bacan e,
    Qirika Nazo b’ mircan e,
    Nazo j’eslê xwe’ d Sheytan e,
    Lê Nazo, lê Nazliyê.

    Nazo, Nazlî j’çolê tê,
    Lawik j’mala xalê tê,
    Lê Nazo, lê Nazliyê,
    Çelengê, çelebiyê..


    

    Nofa

    (ji dûrikên li ber tembûrê)


    Dêra Zorê yekban e,

    Kirasê Nofa kitan e,
    Memik tê re xya ne,
    Yek deshtê, yek zozan e.
    Dêra Zorê bi dikan e,
    Memkên Nofa fincan e,
    L’ serê sûk û dikana.
    Dêka Nofa file ye,
    Bavê wê misilman e.
    Dêra Zorê mezin e,
    Destê Nofa b’bazin e,
    Par qîz bû, îsal jin e,
    Hena l’ser dest û bazin e.
    Dêra Zorê biçûk e,
    Hena l’ser dest û nenûk e,
    Lê, lê, lê, lê Nofanê.
    Endîwerê paytext e,
    Ka kevoka l’ser text e,
    Kanî xortê di rext de
    Ka soz û ka te bext e.
    Nisêbînê gish jin in,
    Keçên Stilî xweshik in,
    Diyarbekrî ticar in,
    Meskenê dost û yar in.
    Memik behra xortan e,
    Memik l’gewrê gihane,
    Wek fincanê fexfûrî,
    L’serê sûk û dikana.


    

    Nûrê!

    (Lê Nûrê!)


    Lê Nûrê, lê, lê Nûrê!,
    Ziravê, bêqisûrê,
    Sê bisk j’ têla tembûrê,
    Dora te l’ ser tenbûrê.

    Bejna Nûrê ew l’ takî,
    Ba lê d’ xînê j’ hawakî,
    Bejna Nûrê shiva ter e,
    Ba lê d’xinê ji xeram û me re.

    Ezê b’ çaplê Nûrê bigrim,
    Bibim j’ nefsa canê xwe re,
    Nav dewletên ecnebiyê,
    Li ser bûye qal û sher e.

    Lê Nûrê, lê, lê Nûrê,
    Sê bisk j’ têla tembûrê,
    Sing û berê te gewr in,
    Mîna berfa li Xeybûrê.

    Lê kim dimsê Bizgûrê,
    Ezê b’ çeplê te bigrim,
    Bavêm sûka Bedlîsê,
    Lê Nûrê, lê, lê Nûrê.

    De wayê, Nûrê wayê,
    L’ te porsorê, porbeleyê,
    Destûra te lawikî,
    L’ ser cotê memka didayê.

    Tama memkê Nûrê xwesh in,
    Pirtikala li Rihayê,
    Wek shekirê l’ dor Besrayê,
    Dê wayê, Nûrê wayê.

    Lê Nûrê te kir, te kir,
    Sê biskê sor hine kir,
    Te miradê dilê xwe kir.

    Nûrê dî bû l’ Gasinê,
    Kiras-sor e wek xwînê,
    Mihbeta dila difirînê.

    Lê Nûrê, te kir, te kir,
    Te miradê dilê xwe kir,
    Te sing û ber j’ mir venekir,
    T’ a min bû Xwedê ne kir.

    Nûrê dî, banî, banê,
    Tu b’ kofî û bi k’tanê,
    Tu b’ shar û b’ kesrewanê.

    Tu b’ xeftana shamî,
    Mihbeta dila shêrîn e,
    Tu xeshîm î, tu nezan î.

    Te derî bishkoshka min vekir,
    Te l’ memkê min temasha kir,
    Min di fincana de hûr dikir,
    Mîna bû dims û shekir.

    Min b’ ser devê mezina da kir,
    Nava min hênik ne kir,
    Te tishtek bashir ne kir.

    


    Qemerê Ciwanê!



    Qemerê ciwanê !, çi shev shev e?

    e’wra li ezmana teqe‑req e,

    Birûskê lêda, kir meshreq e,
    Balê Memkê di kulmalê,

    û kulmal babê wê dibîne,

    fincana di ferfûrîne dor bi deq e,

    Dê bimesh, bimesh, Qemerê bimesh,
    Pishtî emrê Sultan Ebdil‑Reshad li dinyayê bimesh..
    Qemerê ciwanê !
    Qemerê ciwanê !, çûme Cezîra Bota, dikana pêshiyê,
    Ezê shalekî ji Qemera malê re kirrim ( bikirim ), dor bi rîshiyê,
    Ezê digel Qemera malê bigerim,

    çerx û felekê, di dinyayê bi derwîshiyê.

    Dê bimesh, Qemerê bimesh,
    Pishtî emrê Sultan Ebdil‑Reshad li dinyayê bimesh.

    

    Qewil (1)

    Çûm Bexdayê çar derî ne,
    Her çar derî qubletî ne,
    Mi dî sê siwar ji Bexdayê bi derketîne.
    Eslê wan siwara dipirsî ye,
    Ev her sê siwar ji ocaxê Bûbê Gurî ne.
    Serê simê wan siwara li ershê Xwedê ne,
    Kunrimê wan siwara li rûkê erdê ne,
    Zengûyê di wan siwara safî ji birqê ne,
    Ev her sê siwar siwarê di mala Bûbê ne,
    Siwarê pêshî Bûbê Gurî ye,
    Siwarê navê Sîn û Seydosh e,
    Siwarê diwayê Bûbê Lawên e.

    

    Qewil (2)


    Roja vê qal û belayê,
    Cehenem e digire sewdayê,
    Bav gazî dike law nayê,
    Law gazî dike bav nayê,
    Roja heshrê, rojek teng e,
    erd û ezman li me dide denge,
    Me gunehkara nedima renge,
    Hêvî Mihemed Mistefa ye.
    Ez l’ bextê te me l’ qiyametê,
    Tu ê l’ me bikî vê shefae’tê,
    Ji fedla Xwedê re, tu ê me bavê cenetê,
    Îmdad Mihemed Mistefa...


    


    Qewil (3)



    Wey me çi kir û me çi bi derda,
    Zêrê zer bû, me bi sifrê wer da,
    Me dinya girt û axiret bi der da,
    Xwelî l’serê me û kewna dinyayê,
    Tirba min î nav tirban e,
    Dilopek hatî li ser çava ne,
    Hemû j’ gunehê dê û bavan e,
    Tirba min î, li ber deviyê,
    Dilopek hatî li ser eniyê,
    Hemî j’ gunehê cîraniyê,
    Xulî l’serê me û kewna dinyayê,
    Tirba min î, teng î dirêj e,
    Têde heye markî kher û gêj e,

    Dixu goshtê îsanê bê nimêj e,
    Tirba min î l’ber dîwara,
    Mi dî mishka ban kir mara,
    Heydê emê herin goshtê îsanê rojîxwara,
    Xwelî l’serê me û kewna dinyayê,
    Kanî Adem, ka Hewayê,
    Kanî Mihemed bavê Fatmayê,
    Daîm selawata bidin navê Mihemed Mistefayê.


    


    Qulingo (1)


    Me te dî bû li ber dolabê,
    Baqa fetîl li ser kabê,
    Awir (1) didimê (2), ket ranabê,

    Canê me (3) h’eland weke shîshê kebabê.
    Hatî qulingê serê çiyê,
    Danî li deshtê xal û bîyê,

    Terkê bejna zirav nadim,

    hetta shei’r girêde ser kofiyê.
    Me te dî bû li kullakê,
    Bejnê zirave, kerîk (4) ordekê,

    Xwezî bi gava em rûnishtin tevda,

    me dizî sê rosh (5) ji felekê.

    Hatî quling ê va serheda,
    Ketme destê nisûbeta,
    Sê roj (6) mame ber qubleta (7)..

    Me te dî bû ser kehniyê (8),

    Zêr beriqî li eniyê,
    Ez meiyam, çûm pêiyê..
    Me delal (9) dî bû, me nas ne kir,
    Ji gundî û ji malî (10) me pirs ne kir,
    Teresbavê me ramîsan ne kir..
    Derê malê me û pishtê mala me bi teéwa, (11)
    Lê danî bû (12) cohtê kewa,

    yariyê min û teresbavê bi derewa..


    ‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑‑

    Têbîniyên sosin û prym:
    (1)awar (2) didmê (3) te canê (4) kerîka (5) roj (6) ro (7) bi qubleta
    (8) Kaniyê (9) Me xelqê delal (10) me gundî (11) tava ... (12) danî.

    

    Qulingo (2)

    Ev parçeyê h’eyranokê ji devzara Nûriddîn Saîdê, ku xelkê Zaxo ye,
    hatiye bihîstin û belvakirin.


    Qulingo qulingê Sîrtê,
    Eve sê shevan û sê rojane, mîrata rê tê..
    Çawa sebrê delalê min, li welatê xerîbiya tê ?!

    Herê qulingo tu xeletî,
    Berê te li zozana , pishta te li milletî,
    Heçî kesê li zozanê jorî hat û...
    Wa li min evdala Xwedê bê xefletî..

    Qulingo tu ne koçerî, tu neêsîrî,
    Xûsara (xûya sar) malik xirab li ser çengê te qerisî..
    Heçî keskê ji zozanê jorî,
    Hat û min evdala Xwedê jê pirsî..

    Îvarî ye..roj çi nema,
    Bosîye teka mêra li derê xanîkê,
    Mala babê min girtî gozel, û çema min gotê..?!

    


    Qulingo (3)


    (Kulingo)


    Lo wey lo...
    Qulingo, tu qulingê deshta vê Yemenê,
    Tu çima ji qewm û refê xwe veqetiyayî?
    Tu mayî wiha bi tenê,
    Te hêlîna xwe çê kiriye li zozanê Sherefdînê,
    Li deshta Hezargolê (îro Bîngol e),
    Li ser koshka bavê Siyabendê,
    Li ser sûra vê bedenê,
    Keçik ban (bang) dikirê lawiko!
    Mala bavê shewitiyo!
    Shevkê ji nîvbenda shevan û pê ve,
    Were tewafa sing û berê minê kalî, gewrî, bozî,
    beyazî û deqandî..

    Bila hêdî hêdî li ser te bê xûydana ber vî canî..

    Lo wey lo...
    Qulingo, tu kulingê deshta vê Mûshê,
    Xwedê hebîne, çima tu ji qewm û refê xwe veqetiyayî?
    Te hêlîna xwe çêkiriye li zozana Sherefxanê,

    Li deshta Hezargolê, li ser tayê wê kalûshê..

    Sala par vî çaxî,
    Keleshgewra min ê ji qîzan qîzek bû,

    di mala ba xwe da bû..

    Sala vê salê, ez xiyala xwe didimê,
    Sor sê biskê xwe yê narincî,

    berdane ser darê mîrata vê dergûshê..

    Lo wey lo...
    Kulingo, tu kulingê deshta Wanê,
    Xwedê hebîne, çima tu ji qewm û refê xwe veqetiyayî?

    Tu mayî bi tenê,

    Te hêlîna xwe çêkiriye li zozanê Sherefdînê,
    Li deshta Hezargolê, li welatê Kurdistanê,

    Li ser milê mîrata wê dîkanê..

    Keçikê ban (bang) dikirê, digo:
    Lo, lo lawiko!
    Kula Sham û Helebê di mala bavê keto!
    Shevkê ji nîvbenda shevan û pêve,

    were devê xwe bavê,
    boxaza qirika min î kalî, gewrî, bozî,

    beyazî û deqandî..

    Bîstikekê devê xwe têxe bin mîrata vê kitanê...

    ----------------------------------------------

    (*) Ji rojnameya Roja Nû (1943-1946), Beyrût- Lubnan.

    

    Qurban

    Yadê qurban!...
    Serê sibehê, ne tî me û ne birçî me,
    Mal mîrato, li ser kanîka Eyin Sincê rûnishtî me,
    Xelkê ashiqê malê dinê,
    Ez bi tenê ashiqê keçka fille Mêrdînlî me,
    Ha wer delal!...
    Ev çem ji çemên Biêriyê,
    Kelekvana kelek berda pê gemiyê,

    Ciwaziyê xwesh e, ji biçûkiyê,
    Belê were tewafa sing û berê, memikê Bisêriyê...
    Yadê qurban!
    Serê sibê, kew im û kewê reshim,
    Li serê xaniyê mala bavê te dimeshim,
    Wez ashiqê bejna zirav û çavêreshim,
    Belê, Gewrê! serê sibehê kewim û kewê nêrim,
    Li ser xaniyê mala bavê te diçêrim,
    Wez ashiqê bejna zirav, çavê zerim,
    Destmal sorî, pêshmal shînî, gul bi gulî,
    Kelesh Gewrê, ez koçerim, narim deshtê,
    Wez xencera zîv û zêrî nadim pishtê..
    Belê kelesh Gewrê!
    Sê cara lêxistî bû li tenishtê.


    


    Þerê Osê Zarî

    (Ji berhevoka Albert Socin û Eugen Prym-Petersburg 1878)
    Tîpguhastin: Cankurd

    Carek ji cara, car zemana
    Axa dadiya, mîro dadiya
    Mîrz Axa koçerî li Mêrgewarê Çoxarê rûniþte
    Sê biraziyê wî hene, yek Osê Zarî ye
    Edlayê keçê wî ye
    Xanê Bedlîsê qasidek çandiye
    Ji boyî xwezgîniye
    Mîrz Axa nedayiye
    Xanê Bedlîsê esker çêkiriye
    Mîrz Axa ji Mêrgewarê Çoxarê bi deraniye
    Bi zozana reviye.
    Þivanê Mîrz Axa û þivanê koçera þer kiriye
    Serê þivanê Mîrz Axa çikandin dane giriye
    Hatin konê Mîrz Axa, gotin sere me þikandiye
    Dibêjin herin Mêrgewarê Çoxarê, we çi belê xwe avêtiye?
    Mîrz Axa dey (deng) ne kiriye
    Osê Zarê rabû piye
    Sihê kona hilaniye
    Li Mêrgewarê Çoxarê çadira daniye
    Xanê Bedlîsê bihîst dey ne kiriye
    Xanê Bedlîsê rabû piye
    Eskerkî qewî li mala xwe civandiye
    Savarê Mîrz Axa kelandiye
    Gazî li Evdî xulam kiriye
    Evdî xulam þandiye
    Go here wî teresî rake bi tilingiye
    Heke ranabe bi tilingiye
    Jê re bide bi erzî ye
    Emê bînin eskerê wa Romiya
    Nav me û wî nine bêbextiye
    Evdî xulam suwar bû meþiye
    Evdî xulam çûyî ye
    Li Mêrgewarê peya bûye
    Mîrz Axa diye
    Go: Axa ji vir rabin bi tilingiye
    Heke tu ranabê, emê ji te re bidin bi erzî ye
    Nav me û wa nine bêbextiye
    Osê Zarî hatiye
    Þeqamek lê dayî ye
    Þalpêne sto jê aniye
    Evdî xulam bi erdê kiþiye (ketiye)
    Sê diran ji diranê Evdî þikandiye
    Go: de here, dem (de em) binêrin
    Zorê we terezê bajarî çiye?!
    Evdî xulam e, rabû piya
    Erê bi baskê mal vegeriye
    Dîwanê Xanê Bedlîsa (Bedlîsiya) tijî ye
    Çû destê Xanê Bedlîsê û vekiþiye
    Go: Kanî? Te Mîrz Axa bi xwe re aniye?
    Go: yeke bêdeng Osê Zarî ye
    Ewî þeqamek li me xistiye
    Sê diran ji diranê me þikandiye
    Ji me re got, go: Here, dem (de em) binêrin
    Zorê we terezê bajarî çiye
    Xanê Bedlîsê gotiye
    Go: Bavêjin hebs û zindaniye
    Te reþwet û bertîl ji wa xwariye
    Ay li min û li vê heyatê
    Gazî bikin Birahîmê xulam bire bê hézûratê
    Ji me re bibê vê kaxetê
    Birahîm xulam rabû piya
    Kaxetê di paþilê xwe daniye
    Piserê (bi ser rê) Mergewarê çûye
    Li konê Mîrz Axa peya bûye
    Mîrz Axa kanih’ (qanii’) kir, aniye
    Ay li odekê Xanê Bedlîsê rûniþtiye
    Osê Zarî bi razikî wî ye (li hember wî ye)
    Ewî du roja ma, êmê wî ne hatiye
    Ew suwar bû serê (ser rê) ketiye
    Bi baskê bajar hatiye
    Ay li bajêr peya bûye
    Hespê xwe bi xanê þandiye
    Telbê odê kiriye
    Ramên ji odê pi (bi) ser hatiye
    Ode ji zilama tijî ye
    Li nav þekala rûniþtiye
    Kesik nizanê kî ye
    Amê wî li kurcîkê rûniþtiye
    Lê nizanê Osê hatiye
    Evdî xulam hatiye
    Qehwek E’demî çêkiriye
    Ewî bi dîwanê meþiye
    Fincan di dest Mîrz Axa î koçerî ye
    Wekî fincan vexwariye
    Xulam, narîn beliþîne bi xencera
    Mîrz Axa kuþtin bi bextiye
    Ewê þeva reþa tariye
    Osê Zarî rabû piya
    Ewî derî girtiye
    Derî li me’qûdî kilîd kiriye
    Bi dîwanê hicûm kiriye
    Bîst û heft bajarî li dîwanþtiye
    Revî ji xwe reviye
    Ê~birîndar temam kiriye
    Osê Zarî rabû piya
    Gazî li xencî (xizmetkarê odê) kiriye
    Xencî manegî (mehîn) jê re aniye
    Emê xwe ser dama manegî þidandiye
    Destê xwe avêt rikêbê suwar bûye
    Kete nav sûk û çarçiye
    Xwe bi dergahê giheþtiye
    Dergevan hat pêþî ye
    Rahiþte gamê meînê, go behbiþa (bexþîþa) xwe xwastiye
    Go me behbiþa te navê, te Xanê Bedlîsê kuþtiye
    Ez hatim (hatme) heyfê wî ye
    Rahiþte þûr kiþandiye
    Yek li dergevan xistiye
    Serê dergevan firandiye
    Zengo li menagî hejandiye
    Ji bajêr û derve bi derketiye (derketye)
    Heft þergah û kemîn ji bajar û derve li ber daniye
    Þeþ þergeha û kemîn dayî ne kiriye
    Þergah û kemînê paþî tifino berdayiye
    Yek derhanê Osê ê çep ketiye
    Osê ji hespê ketiye
    Bêraqdar hêriþ kiþnadiye
    Bi ser Osê hicûm kiriye
    Ji dûr da coht (cot) demance bi ser daniye
    Tiþtik bi Osê ne kiriye
    Bêraqdan (Bêraqdar) ne nêzîk e, jê dûr e, pêþ ve hatiye
    Li baskê Osê qedimiye
    Herdu ketin (ketne) þerê þûr e
    Dilê min dadiye
    Osê þûrik li Bêraqdar xistiye
    Serê bêraqdar firandiye
    Bêraq ji bêraqdan (bêraqdar) standiye
    Bi bêraqê xwe girtiye
    Lingê sax kir rikêbê, suwar bûye
    Di dûv þergah û kemînê ajotiye
    Þergah û kemînê ji ber reviye
    Ew e Osê bi baskê mal vegeriye
    Liqayê hewarê koçera bûye
    Amê xwe teslîmê wa kiriye
    Di dû Amê wê bi mal biriye
    û hawarê bi xwe ra aniye
    Di dûv þergah û kemînê ajotiye
    Sêh zilam dî kuþtiye
    Duwazdeh çeke j iwa aniye
    Derbik li Osê ketiye
    Lê ne go (ne got) derbik li min ketiye, go: eybaniye (þerm e)
    Ewe Osê bi baskê mal vegeriye
    Hawarê xwe bi xwe ra aniye
    Bi baskê mal hatiye
    Li mal dane huzn û giriye
    Dibêjin; Elhemdillah Osê vegeriye
    Mîrz Axa jê re bi goriye
    Osê Zarî Li nav ciya razayî ye (Li nav ciya hatiye dubare kirin)
    Erê ji koçera (re) ne gotiye
    Derbik li min ketiye
    Birînê Osê xera (xerab) bûye
    Qîrên bi Osê ketiye
    Gotin: H’ale h’ewalê te çiye?
    Go: Binêrin çi li vir ketiye?
    Lê nêrîn, go: Derbik li rehnê wî ketiye
    Hakimo ji Luqmayê
    Dermên bînin ji Bexdayê
    Kitan bînin ji Besrayê
    Hakim hat li birînê Osê nêrî,
    Zanê wê bimrê, go: dermanê min lê nayê
    De hûnê xweþ bin, ew jî çû wê dinyayê
    Êlê koçera bê Mîrz Axa û bê Osê bi kêr nayê.

    

    Oy Oy!

    Emê henê çêkin,
    Emê henê di teshtê kin,
    Oy, oy, oy, oy.

    Emê li biskê bûkê kin,
    Li sinbêlê zavê kin,
    Oy, oy, oy, oy.

    Zavê çûye sûkê,
    T’ anî hena bûkê,
    Oy, oy, oy, oy.

    Zavê çû hemamê,
    Dixwîne Quranê,
    Ji bona îmanê,
    Oy, oy, oy, oy.

    

    Payîzok (*)

    ( Ev parçeya nivîsê ji tîpên erebî hatiye guhartin )
    Nivîserê payîzokan: Ebdilrehman Mizûrî ye

    Seyda Ebdilrehman Mizûrî yê, ku hozanvanekî
    Navdar e di sergotina vê payîzokê de dinivîse:

    “Naveroka [Payîzok]a evînî û berdilkî ye, di navbera kiç û kuran da.. yan kûrnêrîna dunyayê ye, bi awayekê felsefî, demê belgwerandina dar û barî.

    Rohilatvanê mezin TOMAS BOIS nivêsiye:

    Payîzok, an ku stranêd payîzê, bendêd wê kur û kiç dihavêne ber êk, demê payîzê ji zozanêd bilind têne xarey.

    Bo pishtevaniya axiftina borî, çend rêzek di nav payîzokêd gotara me da hene, basî hatina koçera diket ji zozana weku:

    Iro payîze

    Minê nekiriye kar û barê zivistanê
    Koçerêd malxirab, malêd xwe barkirine
    Ji war û kozêd vê zozanê...
    ...h.d.
    yan:

    Nîshanêd pyîzê çine ..?!
    Sêvêd sorin
    Gelî û bergeliya bigrin;

    Da koçerê malxirab neborin
    ...h.d.

    Bo kês û qafiya [Payîzoka] ço cudahî di navbera wan û stranêd dî yêd kurdî da nîne, wekî [Lawika] yan [Heyranoka] bo nimûne.

    Her hozanêd serbestin..di her benrekê da bara pitir [sê] qafiye yek digrin..carna [çar] qafiye jî.
    Evêd jêrî, qefteka payîzokêd kurdîne, li dû zanîna me, heta niho, nehatîne belavkirin:

    1) Hayê..hayê

    Wê li min hatî pîre payîzekî, bi lez û beze..
    Serkêd jorî befrê girtin,
    Xezebê xwe havêt xopanêd, kevne reze..
    Xwezî ji xêra Xwedê ra,
    Tu bûkeka mala babê min bayî,
    Min ji kirt û malê dinê eve bese.. !

    2) Hayê..hayê

    Wê li min hatî payîzekî resh û tarî,
    Dara xemla xwe werandin,
    Tavî tavî baran barî,
    Xwezî ji xêra Xwedê ra,
    Ez û bejna bilind careka dî bigehayn êk,
    Bila pashî eza rebena Xwedê bibam temashakê vî bajarî..

    3) Hayê..hayê

    Wê li min hatî payîzeka zûye,
    Minê nekiriye kar û barê vê Kanûnê,
    Serkêd bilind befrê girtin,
    Taviya xwe havête kepiyêd dêrebûnê,
    Kur û kol malo, mal babxirabo !
    Deybabêd te çima denekir,
    Wê sala par, li wargehêd wê havînê..?!
    Iro payîze wa hatiye wextê, xatirxwastin û bela vebûnê..

    4) Hayê..hayê

    Iro payîze, dilkê minê ketiye ber kesera,
    Gure bakî rabiye li (Katol) û (Kelemperê)..
    Firandiye dexl û qirikê li ser bêdera,
    Heçyê dost û yarek bi keyfa dilê xwe nebît,
    Bila çomara medhêd xwe neket, li nav dîwana, li ço dera..

    5) Hayê..hayê

    Iro payîze, minê nekiriye kar û barê zivistanê,
    Koçerêd malxirab, malêd xwe barkirine,
    ji war û kozêd vê zozanê

    Xwezîka ez bibame heval û hogirê bejna bilind,
    Di sê shevêd Kanûnê da û di sê rojêd xopana vê golanê..
    Daykê tu bi Xwedê kî serê min rebena Xwedê bio,
    Sê biskêd delal çêkî wekî kiçêd shêxa û dena demê payîzê,
    Diçne [Cemayê] tewafa [Shêxadî],
    Minê ebdaleka Xwedê digel firîkî..

    6) Hayê.. hayê

    Payîzekê li min dest da minê nekirî kar û barê zivistanê,
    Serê berûka me dixazê reshêshekî hûr baranê,
    Îro xelk û a’lem bi h’alê xwe zewicîn,
    Ez û hevala xwe biye mehelê dest ji hevdu berdanê..
    Nîshanêd payîzê çine? Sêvêd sorin,
    Gelî û bergeliya bigrin, da koçerê malxirab neborin,
    Evîniyeka malxirab û dunya û a’lemê bi sal û mehane,
    Evîniyeka min û kelesh gewra min bi kotek û zorin..

    7) Hayê..hayê

    Payîzekê li min dest da,
    Min çi ji h’alê xwe nezanî,
    Serê Somrîtkê me girtî befrê, cemedê girtî mêrg û kanî,
    Çavê kelesh gewra min bi xwe reshin, nagirin kilê Subhanê..

    8) Ax hey hayê..hayê

    Li min hato pîre payîze,
    Weyla li min ebdalekê Xwedê,
    Min nekiriye kar û barê zivistanê,
    Çiyayêd me yêd jorî befrê yêd girtîn,
    Li deshteka me ya têtin taveka baranê,
    Hesen berê xwe dayê bo wextê kepir hervandinê,
    Kiçan û kuran dest ji êk berdanê,
    Ay hoy felek xayînê, sîng û berê vê kulê, kul malbabê,
    Koz û pêwanê destê min bûn,
    Vêcar dila berê xwe bidê, ketiye benda malan û mêran,
    leqan û gezan û heramê têkvedanê..

    9) Ax hey hayê..hayê

    Bi ser me da hatiye pîre payîzeka çenda bi lez û beza,
    Taveka baranê darête ((dibarête)) deshta me ya jêrî,

    xirpakirin keprokêd evan reza,

    Ay hoy felek xayînê, sîng û berê vê kulê, kul malbabê,
    Koz û pêwanê destê min bûn,
    Vêcar dila berê xwe bidê,
    Çawa ketiye ber benda malan û mêran, leqan û geza..

    10) Ax hey hayê..hayê

    Bi ser me da hat û pîre payîze, wa li min diketin gazî,
    Taveka baranê darête (dibarête) dar û barê rengîn,
    Shenga spîndarokêd hewda, hêlane tazî,
    Kiçê malbab xirabê, tu çawa ji Xwedê natirsî,
    Eve destekê helal û beybûna ji min dixazî?..

    11) Ax hey hayê..hayê

    Gelavêja malxirab tu çenda sarî,
    Ez dizanim, daxeka te ji erdê bû, ya dî ji belgêd dar û barî,
    Pa tu bo min çi dibêjî, sîng û berê vê kulê, kul malbabê,
    Koz û peywanê destê min bûn, evroke êkê dî xarî..

    12) Ax hey hayê..hayê

    Bi ser me da hateve pîre payîze, wextê evan gêra,
    Gelavêja malxirab xwe dihelavêt nav qeshanekê stêra,
    Sîng û berê vê kulê, kul malbabê,
    Koz û peywanê destê min bûn,
    Dîsa ketîne ber leqan û gezan, ber benda malan û mêra..
    ------------------------------------------


    (*) Jêdera Payîzokan: binêr Kovara Beyan 120/1986
    (1-6) ji zardevê Hecî Emerê Bêzehî hatiye wergirtin.
    (7-9) ji zardevê Muhemmed Arifê Cizîrî natine wergirtin.
    (10-12) ji zardevê Muhemmedê Nîhariyê (M. Yasînê Bamernî) hatine
    wergirtin û ji aliyê hozanvan Muhsên Qoçan ve hatine nivîsandinê.

    


    Pemedo !

    Pemedo ne yê bihare, ne yê pehîze,
    Pemedê sheng ji mala Sila, ji xalan zîze,
    Malê xwe bar kirî, deynandî binê çiyayê Ebdilezîz e,
    Xeleliyê, mîrê Gêsan kir dîwane,
    Digazît ket cindiyan û yekane,
    Herçî tersh û talanê xeretê ((xeberê!)) Pemedê sheng bo min bînit,
    Ezê bidimê keçikekê navê wê Qeremircane,
    Ez Qeremircan im, Qeremircanim,
    Xudan û xwîshkê heft biranim,
    Digerim li koçik û li eywanim,
    Herçî tersh û xeretê Pemedê sheng ji min re bînit,
    De bila destê min bigirit,

    bigerînit hemî axêd Kurdistanê..

    Malekê ji malan pê de,
    Kurkekî bîj e, heya tê de,
    Dibêjit: Ez dê tersh û talanê Pemedê sheng dê bînim,

    sê rewê dewarê zêde,

    Dilê min pehûke, dilê min pehûke,
    Li seran têne befre, li geliyan têne pelepûke,
    Gavan û shivanê Pemedê sheng li ber xwînan vebûne bûke,
    Dilê min pexal e, dilê min pexal e,
    Dibêjit Pemedo rabe,

    tersh û talanê te birin, bi carekê,

    Ez Pemedê shengim çavbelekim,
    Xudanê Leylika gerden pehnordekim,
    Ne bêjin ev yekin, em gelekin,
    Dibêjit: Pemedo! wene, wene,
    Emê sêsed û pêncî mêrê Gêsiyan hene,
    Hemî avêtin ber bextê Leylika te ne,
    Mêra ji mêra hêvî hene,
    Sê mêra namûsa te ne,
    Mi nizanî bû, tersh û talanê te ne..


    


    Pismam

    Pismam çû bû sûkê,
    Gewrê li te dotmamê,
    Anî henê bo bûkê.

    Henê di teshtê kin,
    Ka bînin avê lê kin,
    Li simbilê zavê kin,
    Û li biskê bûkê bûkê kin,
    Û li serê xeswê kin.

    Zavayî bê hala,
    Zavê li darbesta kin,
    Ber b’ cbana de rast kin.

    Bûkê li hespê kin,
    Hevsêr di mistê kin,
    Bûkê b’ rizqê zavê kin.

    Ezê yekê bînim,

    Navê wê Emînê,
    Hestiya dihelînê.

    Zava çû hemamê,
    L’ min gewrê, l’ te dotmamê,
    Dixwîne Quranê,
    Ji bona îmanê.


    


    Ramûsan


    Mi dî bû, te dî bû,
    Nav pembûa,
    W’ez ramîsim, Her du rûya.

    Mi dî bû, te dî bû,
    Nav Tûtinê,
    Piling deyne ser qelûnê,
    Te ramîsim,
    Te xatûnê.

    Mi dî bû, te dî bû,
    Nav geneka,
    W’ez ramîsim,
    Bi heneka.


    


    Remzo!


    Rêka Midyatê teng e,
    Paçê Remzo heftreng e,
    Ramîsanek bide min,
    Êvar e l’ min dereng e.

    Qamishlokê b’ bacan e,
    Heçî Remzo nas nake,
    Tolê qîza qumandar e.

    Qamishlokê b’ bacan e,
    Qirka Remzo b’ mircan e,
    Heçî Remzo nas nake,
    Remzo dosta serjan e.

    Dêra Zorê mezin e,
    Par qîz bû îsal jin e,
    Heçî Remzo nas nake,
    Tolê, qîza hakim e.

    Dêra Zorê biçûk e,
    Par qîz bû îsla bûk e,
    Dêra Zorê paytext e,
    Fincana qehwê li dest e.

    


    Saliho

    Shêxê kûr


    Saliho pismamo lo !
    Ezê bi Diyarbekira shewitî ketim li têlê xim,
    Ezê têlê li têlê bikishînim,
    Ezê bishînim Enqera xopan, belkî efwa pismamê xwe bînim,
    De rabe lo, dilê min di dinyê de tune ye,
    De rabe pismamo lo..
    Girtiyê hefsawa lo, û sheniqandin,
    Li qoça Diyarbekira shewitî li korta girtiya,

    bin dara çinarê, bi destê neyara lo..

    Xudan xêrek di bajarê Diyarbekirê de tune,

    ku bi destê pismamê min bigre,

    ji hefsxana xwîniya derxe..

    Salih digo: Dotmanê de rabe,
    Ji devê hefsxana Diyarbekir, rabe e’ybe,
    Çunkî min digo: Tu ji malek qencî, gava xelkê bê:
    “Pismamê te sheniqandin,
    Li qoça Diyarbekirê xelkê bê qehbeta pismamê te çiye..”
    Kurê dotmamê !
    Tu dibê qehbeta pismamê min tune,
    Sê qehbeta pismamê te sebeba Kurdistanê, mada Shêx Seîde..
    Îshallah dotmamê li wê dinyê gelekî ji mi re xêr û sewabe,
    Diyarbekira shewitî bishewite, di kortê de,
    Walî û Elî Saîb, reîsê îstîqlalê pê re..
    De rabe pismamo, lo ..
    De rabe girtiyê hefsawa lo..
    Sed û yek salek îdam dawa daliqandin,

    li Diyarbekir destê dijminawa lo...


    


    Sêvê!



    Ax lê Sêvê û ax lê Sêvê!,
    Deqek shînê, l’serê lêvê,
    Sêv qubar e, b’min naxêvê,
    Ax lê Sêvê, û ax lê Sêvê!.

    M’ Sêvê dî bû l’ber avê,
    Singê gewir da bû tavê,
    Ezê bi çeplê te bigirim,
    Bavêm qeza Eyintabê.

    Rêshya sha’rê daket navê,
    Bihar hatê dar bishkêvê,
    Payîz hatî wextê keyfê,
    Havîn hatî dilaxêvê.

    M’ sêva xwe dî l’ ber dîwarê,
    Wê da bû cotê guhêrê,
    Ezê bi çeplê te bigirim,
    Te bavêm welatê jêrê.
    Tama memikê te xwesh e,
    Mîna shekirê bajêr e.

    Mi’ Sêva xwe dî l’ser xaniya,
    Tena, tena dimeshiya,
    Min dest avêt cotê gulya,
    Bi ser min de hatiya,
    Wek kevanê Bûçiya,

    Ez ketim dilim êshiya,
    Kul ket mala gundiya,
    Ji xelaf xort û nashiya..



    


    Sincê!

    M’ Sincê dî li ber berana,
    Ez xulam dev û dirana,
    Heb lûlê li nav mircana,
    Lê nema lê Sincê,
    Diran hebê birincê,
    Gulî gihane kolincê.

    M’ Sincê dî bû li ser xênê,
    Eqlê xorta difirênê,
    lê neman lê Sincê,
    Gulî gihane kolincê,
    Ramûsanê te xwesh bûn,
    Ser kehnika Eyinsincê,
    Lê neman lê Sincê.


    M’ Sincê dî bû li nav rezan,
    Tu binêr li qolan û qezan,
    Ez çûm rûke sor bi gezan,
    Lê neman lê Sincê,
    Ezê Sincê birevînim,
    Bibim welatê Çerkesan.


    


    Sitiya Namo

    Sebriyê Serhedî



    Oyo, yoyo, Mûsa Xaîno....
    Sitiya Namo digot:
    Mûsa Xaîno, bext ne wiha ye,
    Bext ne wiha ye,
    Ne bi zirta ye û ne bi forta ye,
    Ne bi gera ser xaniya ye,
    Ne bi debance qerebelo,
    Te li tenishta rastê girêdayî ye,
    Ne bi qayîshê rexta çep û rasto te girêdayî..
    Mûsa Xaîn bextê dinyayê ne wiha ye,

    Mi go: Qey tu bi mêraniyê,
    Mîna Mihemed begî, lawê Cemîl pasha yî,
    Li hinda Pira Resh, bajarê Diyarbekrê,
    Pêshiya trombêlê zabita rê girêdayê..
    Mi go: Qey tu bi i’lmê xwe,
    Mîna lawê Mela Fethulayê,
    Mi go: Qey tu bi ciwanmêriyê,
    Mîna Muchim shêxê E’rebayê...
    Shevê nîvê sheva Huseynê Gurî,
    Serwanê deva tifingek shalixî,
    Di ser tershê xwe re berdayî,
    Te dev ji Siltana Namo berda û tu reviyayî...
    Ji Qonaxa sê sae’ta çefî û egalê Mûs Xainê min,
    Mîna mijê biharê li ber çavê min xuyayê..
    Siltanê ban dikirê digo:
    Mûsa mere, Mûsa mere, rev ne karê mêra ye,
    Mûsa were mere, navê min derketiye bi navê te re...
    Mûs Xaino were, mere,
    Heger tu ê herî, darê eyneliyê deyne ji dotmama xwe re,
    Tu ê li binê beriyê li qirpînê tifinga,
    Tu li sherê qîzika Kurda binêre...
    Mûsa Xain...
    Sozê min bi qerarê te re...
    Heya erda Shama sherîf tu herî,
    Taxa Salihiyê, nav axalerên Kurdistanê, destê min bi te re...
    Heçî ji min û te ji dû sozê xwe vegerê,
    Bila kafir bi mi re, li ser dînê bêdînê here...
    Bejna Mûs Xainê min zirav e,
    Darê belalûkê shîn dibû, li bajarê Diyarbekrê...
    Li welatê Kurdistanê, li devê sûkê...
    Sitiyê ban dikirê digo:

    Mûs Xaino li te zavao, û sala vê salê li min bûkê...
    Li te hêsîro û li min pepûkê,
    Xwezila ji xeyra Xwedê ra,
    Mûsa Xainê min li binê beriyê sherkî giran bikirana,
    Bila heft sal û nîva di dû ra,
    Bi destê Mûs Xainê min bigirtana, bavêtana ser bêlûkê..
    Sitiyê ban dikirî digo: Mûsa Xaino!...
    Bejna Mûs Xaînê min zirav e, darê vê zeytûnê,
    Shîn dibû li bajarê Diyarbekrê, li welatê Kurdistanê,
    Li ber darê mîrata telefonê...
    Li te axao Mûs Xaîno û li min Xatûnê...
    Sitiyê ban dikir, digo:
    Konê Mûs Xaînê min li beravê,
    Mûsa Xaîn, çogê xwe bide erdê,
    Qayîsha kiçik mozoliyê li destê xwe bigerîne,
    Mîna xortê Kurdistanê...
    Destê xwe bavê ser darê devziravê,
    Paketa lêxî û hesin bavê,
    Heyanî ko bi ser min û te gihê gaziya mala bavê..
    Konê Mûs Xaînê min ji kona der e,
    Stûna navê zêrê zer e,
    Sala par vî çaxî, ezê ji qîza qîzek bûm,

    û di mala bavê xwe de bûm,

    Sala vê salê li binê beriyê lashê min î nazik î teze,
    Kirine nîshana guleyê zer e...
    Porê min î sor î sosinî mîna hûrikê zêra,
    Li binê beriyê li tûmê xernûbê digere,
    Bejna Mûs Xaînê min zirav e, biya sor e,
    Shîn bû li bajarê Kamishlokê,
    Li ber devê deriyê Qereqolê,
    Shîn bû li zozanê Sherefdînê,

    Li deshta Hezargolê,
    Li welatê Kurdistanê...


    


    Sitiya Ni’met axa


    Evdilhadî Mihemed



    Mûsa mere, bext ne wa ye,
    kekê Kinê mereve, bext ne wa ye,
    Êvare roava ye, soza berya ye,
    Tengaya mala nêzîka kerya ye,
    Delalê dilê mi suwar e, ne peya ye,
    Suwarê shîn bozkê tu dibê ba ye,
    Rextê enexdarê nava milê Kekê Kinê kuta ye..
    Delal mereve, Sitiya Nî’met xezala Kurda,

    birîndara pênc gulla ye,

    Xwîna sor bi ser bejna zirav quba kemberê,

    rûkê qonderê da rijiya ye,

    Delalê dilê mi bi suwarbûnê li mala Cerba ye,
    Rima mala Mehmed li ser piya ye,
    Serê rimê çar gulukê zîvîn pêda berda ye,
    Qayîsha enexdarê milê Kekê Kinê kuta ye,
    Zincîra çogê buhustekê çar tiliya,
    Ji pêxîla Kekê Kinê berjêr hêlkan daye,
    Delal xayîno !
    Ne bi gefan û ne bi gurra ye,
    Ne halbûna çefî û e’gala ye,
    Ne bi pesnandina qîzan û bûka ye,
    Kanî wexta te e’gal xwar dikir,

    Berdida nav çata herdu burya ye,
    Îro hêsîr tengî ye,
    Da’wa Ruha ye..
    Ji berê da roja qewimandinê roja mêra ye,
    Kekê Kinê mi go belkî roj biqewime,
    Tuyê hefadiyê bikê, li orta Talanê Milan û Qere Gêçiya ye,
    Delal! Mi go belkî tu Bender û Budûr û Hesenê Mihêmir,

    hersê shiyûxê Gêsa ye,

    Mi go belkî tu bi qelemê Birahîmê lawê Kora ye,
    Mi go belkî tu bi eboqatiyê,

    tu dîshcî Hesen axa, ji mala Heciya ye,

    Mi go belkî bi reîsiyê tu Mihemed Emîn,

    kekê Lamî, çîçeka Qirwalya ye,

    Mi go belkî tu bi xortbûnê,

    tu Evdilqadir Qedûrê kinik, Raî’l Elya ye,

    Mi go belkî tu bi shûfê ve,

    tu Xelîl beg reîsê Qere Gêçiya ye,

    Mi go belkî bi mêraniyê, tu Mehmûd begê Zerî,

    Xelefê mala Temir pasha ye,

    Ey xayîn ! Lawê xayîna !
    Mi go belkî bi derba giran, tu zor Birahîm pasha ye,
    Bavê Evdilhemed, shêrê serê zozên, qermîtê binê Kerbela ye,
    Xudanê cumûna giran, Iskanbashê kela Kurda ye..
    Xayîn ! Lawê xayîna !
    Çawa te terka mi Sitiya Nî’met, xezala Kurda,
    Dîrega konê neh stûnî kir û tu reviyaye..
    Sala çûnî vû çaxa, ez xwarina teyrê baz bûm,
    Îsal bûm qesasa pênc gulla ye,
    Rûresha herdu bira ye,
    Xelkê digot delaliyê dilê te tirsoneke,
    Ji ber Hesenê pismamê te reviyaye,

    Mi go te xese, rojkê roj biqewime,
    Shahidê Kekê Kinê gelek hene, daîm hefadiyê dike,
    Li orta Talanê Qere Gêçiyan û Gêsa ye,
    Ji delalê dilê mi wendê enexdarê zeng girtiye,
    Derziya enexdarê destê wî shikiya ye,
    Delal ! Mere Kekê Kinê mere,
    Bi shûnda li h’alê mi mêze ke,
    Carekê li mi vegere, êvare,
    Li min û Kekê Kinê barî berfa kehre,
    Sitiya Nî’met birîndara pênc gula ye, li erdê dev nagere,
    Mi go belkî rojkê roj biqewime,
    Tu ji ber temamê Qere Gêçiyan û Gêsa tev nagere,
    Belkî tu ne mêre, enexdarê ji mi re dîne û car dî here,
    Delal mere, Kekê Kinê mere,
    Besta Qizil-Ûzê, Ebo shaxatê shewitî,
    Bîra E’dwaniyê xwar û mar e, êvar e..
    Du suwar pêda têne xwane,
    Li ber çavên Sitiya Nî’met pir bûne çare,
    Kekê Kinê mere, bi shûn da li h’alê mi mêze ke,
    Simalê serê suwara zer e,
    Li ber çavê Sitiya Nî’met mor bûne, bûne sha’re,
    Gullê destê suwara li canê Sitiya Nî’met bûne are,
    Delal xaîno! Sitiya Nî’met, xezala Kurda,
    Dîreka konê neh stûnî bi pênc gulla birîndare,
    Mêze ke xwîna sor gulekî, bi ser bejna zirav da quba kemberê,

    rûkê konderê da anî xware..

    Xayîn lawê xayîna!

    Mi go belkî rojekê roj biqewime koma Qere Geçiya,

    ji te ra ne tu bare,

    Mi nizanî bû tu fortekê nava mala, e’gal xware,
    Delalê ne wa ye, bextê mêra de vaya ye,

    Xwedê dîne, mala heçiya ye, mala kûra ye,
    Bi destê Ubêdullah, kilê çavê Helîma kûra girtine,
    Li korta Suwêrekê girtin, avêtin binê hebisxana ye,
    Kekê Kinê mere, rûne, shehkî lêxe, yekî bavê,

    halana ewilê di xwe hilde,

    Bê ez kilê çavê Sitiya Nî’met, xezala Kurda, bejin zirave,
    Delal mere, xayîn lawê xayîna ! mere, bextê mêra ne were ye,
    Bi shûnda li h’alê mi mêze ke,

    Sitiya Nî’met, xezala Kurda, li pê te ye,

    Bîst û çar derbê enexdarê li nava te ye,
    Mi go belkî rojkê roj biqewime,

    xortên Qere Gêçiya temam ne barê te ye,

    Qet damara namûsê vê êvarê li eniya Kekê Kinê tune ye,
    Halana mêra ji delalê dilê mi ra bê fêde ye,
    Mi nizanî bû tu fortekê nava mala, e’gal xwarê tewtewe ye,
    Kekê Kinê buhara me buhareke rengîne,
    Li besta Qizil-Ûzê rabû gula li bîne,
    Kekê Kinê nereve, mi meterkîne,
    Mêze ke Husênê pismam devê enexdarê,

    û çiçika Sitiya Nî’met digerîne..

    Agirê çapliya agirekî no ye, canê Sitiya Nî’met pir diêshîne..
    Wê quba kemberê she’ra kesrewan,

    li devê enexdara xwe bigerîne,

    Pol û poshman li dêmariyên mi Fatê û Fersê vegerîne,
    Delal mereve, du derba biteqîne,
    Heger tu ne mêre, here û enexdarê ji mi ra dîne,
    Heft qeda li bedena Sitiya Nî’met keve,
    Hîn tu du korta neçûye,

    korta sisya ezê xwe ji par ra bi te gînim,

    Bi destê Sitiya Nî’met bigre mi bi xwe gîne,

    Bi oda kurê Birahîm pasha gîne,
    Halan ewwilî di xwe hilde,

    bibêje Kurda, xatûna pênsed malê Cerba,

    kevoka çeng biçînim..'



    


    Siwaro


    (Wey lo Siwaro !)



    Wey lo siwaro ! Wey lo siwaro !
    Heyran siwaro ! Çiya bilind e, ez te nabînim,
    Destê xwe davêjim baqê gul û rêhan û nêrgiza naqetînim..
    Li min û bavê min h’eram be,

    di dû çavê Îsmaîlê Eyo,

    ez tu dila li dinyayê nah’ebînim..

    Wey lo siwaro! Wey lo siwaro!
    Siwaro heyran, serê sibehê ez rabûm, min karek nekir,
    Min destê xwe di ava sar û germ da nekir,
    Min dî qereçî geriyan,
    Min ji xwe re falek vekir,
    Hatiye cewaba nexeyrê, ji min re gotiye:
    Torinê dilê te keçikê girtine,
    Bi destê Smaîlê Eyo kelepçe kirine,

    birine stasyona Diyarbekir..

    Wey lo siwaro! Wey lo siwaro!
    Siwaro ez ne li vir û ne li wê mo!
    Ezî perçakê ewrê resh ê li ser behrê mo,

    ezî hûr harana tev li bê mo,

    Ezî dosta Smaîlê Eyo, bavê Evdilqadir,

    siwarê ciwaniya shê mo.

    Wey lo siwaro! Wey lo siwaro!
    Min dî dîkê nîvê shevê, li min xulxuland,
    Smaîlê Eyo, torinê dilê min keçikê daket hewsha mezin,

    ciwaniya shînboz dixemiland,

    Siwar bû berê xwe da welatê xerîb û xurbetê,
    Ezê bi ser banê qesrê ketim,
    Min sê denga bi dû de dinûhirand..

    Wey lo siwaro! Wey lo siwaro!
    Xopana gundê me bishewitê, rê di ber re,
    Mi dî tabûra lawikên Kurdistanê,

    bihurîn di ber me re,

    Mi go: gelî xortino! ji we oxir be,

    hûnê bi kû da herin?

    Digo: emê herin bajarê Mûshê, li ser sher e.

    



    Sînemê! (1)

    Keçka gundê Sînemê,
    Tu xeyidî li wê demê,
    Shayî li dewsa xemê,
    Roja shay û dewata,
    Ez kilê çavê te me.

    Keçik rîhana l’aviya,
    Te dî bû l’ser xaniya,
    Tena tena dimeshiya.

    Mi dest avêt gerdenê,
    Bi ser mi de ditewiya,
    Weke kewanê li bûçiya,
    Xushîn ket toq û beniya,
    Keçka gunda Sînemê.

    Tu xeyidî li wê demê,
    Ez mehbûbê dilê te mê,
    Eman neman Sînokê,
    Bejn terha bihokê,
    Memik kirin wek gilokê,

    Ez l’benda te mam shev û rokê,
    Ezê Sînem birevînim,
    Ezê bibim deshta Xarokê.


    

    Sînemê! (2)
    (Yar Sînemê!)



    Taq (tak) rêhana li merge o !
    Tu b'tenê (bi tenê) meçe avê o !..
    Dest avête gerdenê,
    Xweîn ketî navêyo,
    Dikim Sînem ramîsim,
    Gune (gunah) di stoyê bavêyo,
    Yar Sînemê, Sînemê,
    Hewara rebbê a’lemê,
    Yar Sînemê, Sînemê,
    Sitara rebbê a’lemê,
    Taq (tak) rêhana li mêrge o,
    Tenê meçe helala,
    Dest avêtî gerdenê,
    Xweîn ketî xilxala,
    Dikim Sînem ramîsim,
    Gune (gunah) di stoyê hevala,

    


    Sînemê! (3)

    Ey lê sînemê, dilê min li dîn e,
    Sed carî dilê min li dîn e,
    Bajarê Misrê, bajarekî pir î mezin î giran e, mitîn e,

    Heftsed hezar melê di bajarê Misrê de,
    Berî xwe dan kitêb û Quran û Yasînê,
    Te nav Mîr Mehmûd, lawê Melikê Misrê, kir elem û xwîn e.
    Teresê melê cewab li ser cewabê,
    Ji Mîr Mehmûd, lawê Melekê Misrê re, rêka Heca sherîf dishîne,
    Bi lewnkî digot: Dostê Sînemê esker û romî ne,
    Û bi lewnkî hî digot ze’ran û hehefî ne.
    Sînemê digot: O, lo pismamo! Dilê min li dîn e, sed carî li dîn e.
    Bajarê Misrê bajarekî pir î mezin û giran û mitîn e,
    Heftsed hezar melê di bajarê Misrê de,
    Berê xwe dane ayat û kitêb û Quran û Yasînê,
    Tu wilo ji Xwedê bawer bike tishtê ko tu dibêjî,
    Li dor dotmama te de tu nîne,
    Her binêr qoda nav guhê melê tasa hemamê,

    bihûst (bîst) û çar tilî ne,

    Lê dilê! Mîr Mehmûd, êdî lê venabe..


    



    Smaîlê Xelîl


    De.. Lo lo, gidî li Smaîlo heyran!
    Talat bishewite bi mêrg û kanî,
    Lê diçêre mehîn û ciwanî,
    Shevê nîvê sheva Mihemedê Gurî,
    Shêwir û mishêwirê kushtina Smaîlê Xelîl li mala Xengo danî..
    Shand metika xwe Helikê anî,
    Li ser qesra Smaîl sekinî Helikê û teshiya xwe deristî,
    Qerara nêrdewanê girtî ji Mihemedê Gurî re anî..
    Mihemedê Gurî qerara nerdewanê bir û çûye çiyayê Mazî,
    Nêrdewanek çê kir û bi xwe re anî,
    Ji nîvê shevê û pê ve, li ber qesra Smaîlê Xelîl danî,
    Bi nêrdewanê ve hilkishiya ser qesra Smaîlê Xelîl,
    Demançe Qeredax ji qibûrê deranî,

    û li ser qehfê Smaîlê Xelîl danî,

    Heyfa kevin û nuh, bi destê xwe hilanî..
    Lawê Gurî, weleh, ez te nakim,
    Tu bi shêx bî, ez te tewaf nakim,
    Tu bi gul bî, ez te di ber serê xwe da nakim,
    Mi go: “Ezê serê sibehê herim Smaîlê Xelîl ji xew rakim,
    Ezê rahêjim misîn û leganê,
    Ezê avê li desta kim,
    Ezê bishînim Mûsil û Kerkûkê, e’bakê bînim, di nav mila kim,
    Bishînim Sileymaniyê xencerkê bînim, di ber ra kim..”

    Mi go: “Qey ezê Smaîlê Xelîl li Talatê bi zava kim,
    Bi zavayê sê roja kim..”
    Mi go: “Smaîlê Xelîl xortekî gelekî lê hêja ye,
    Ezê li Talatê bi axa kim,
    Ezê bi axayê Omeriya kim,
    Min nizanî bû, ku ezê rahêjim lashê Smaîlê Xelîl,

    di mezelê binya mala kim,

    Smaîlo xeyre, bejna Smaîlê min zirave, mîna tayê ketê,
    Shîn dibû di Talatê, li milê xetê,
    Mi dî lashê Smaîlê Xelîl danîne gasîna dêrê, li ber mizgeftê,
    Giriya kafir û misilmana bi h’alê min û te tê..”
    De.. Lo, lo.. Gidî..lo Smaîlo !
    Bejin ziravo ! nav qendîlo !
    Smaîlo heyran! ji Talatê û heya Sîtê ((sîrtê)),
    Xiyala xwe didimê, berf û baran bi kulî tê,
    Diya Smaîlê Xelîl ji aliyê Midyatê, ji gilî tê,
    Lashê Smaîlê Xelîl danîne dêrê, ber mescidê,
    Giriya Smaîlê Xelîl bilind e, li Talatê sera, sera,
    Lê dinêrim li kuleka, li shubaka, li pencera,
    Mihemedê Gurî, kero ji wan kera,
    Çawa te lashê Smaîlê Xelîl da ber xencera?!...


    

    Stran


    Sherkî ((sherekî)) dibû li Kûçe-Bano,
    li Hesara shewitî, ji kula dilê mi re bi sê ciya,
    Mi dî li ser serê Derwêsh begê,

    xwesh hat hemînê mitralyozan,

    Dengê sê payê mîratê çapliya,

    gelek shehde û shihûdê Derwêsh begê,

    Mehmûd begê gelek hene...

    Ban (bang) dikirin peyano, bavê mino!
    Mêrê çê bin, çê bixebitin,
    Emê mitralyosê dewletê bistînin,
    Emê eskerê dewletê bishkînin,
    Bila deng here sedareta Stanbolê, bigerê li hemî ciya,
    Mi dî sherekî dibû li Kûçe-Bano,
    Li Hesara shewitî, wa li we ye...
    Mi dî Derwêsh begê bi sê dengan ban dikir;
    Keko Mehmûd begê, mi dî xwesh hat dengê mîratê sûstema..
    Dengê navtêdanê kurê bava, li ser serê eskerê dewletê ye...




    


    Sherefo!


    (Were kumê xwe!)



    Ev kum ne kumê min e,
    Kumê hevalê min e.

    Silêbînê bi av e,
    Siwar û peya da nave,
    Sheref lawê Eyshikê,
    Kum qetandin bi shilfikê,
    Avêtin qeza Dêrikê.

    Silêbînê bi tehlik e,
    Sheref ban kir:
    Ev kum ne kumê min e,
    Kumê min ji hiriya berxik e.

    Silêbînê bi rê ye,
    Kum qetandin bi kêrê ye,
    Avêtin qeza Dêrê ye,
    Lo Kurdo! Were kumê xwe...

    




    Sherê Jîl
    Elî Serkêrî


    Haye li min dewrane,
    Gelî bira li min dewrane..
    Min nezanî ve, çi dewre li min..çi zemane ?
    Ev çi bende li min..çi beyane ?
    Wezê bi gera ‑ Gerdiya ketim, li min çiyayekî zozane,
    Di ser de kuhîstane, di ber de deshta Bîska li min germyane,
    Siwarbûn heftsed siwarê Kemal pasha, li Navshar ê wêrane,
    Tên û li binê vî çiyayê, serga ve deshtê, çadir û xîvetêt xwe lê vedane,
    Berî vî çiyayê Iraqe, pishtî vî çiyayê qeza Tirkane,
    Helî Maweta heta tête hida ve Girane,
    Çend rê diçin vî çiyayî, çend derî têda ne ?
    Heme qolçî û mefreze û meashxorê Iraqê,

    nobedarên xwe lê daynane..

    Ax çi bikim feleka resh felekê !
    Pishta vê çiyayî qeza Tirkane,
    Helî ser heta binê heme çadir û xîvetêt cendirmane,
    Kula mewtê bikeve li mala Memedê Petew û Kerîmê Kelêtî,
    Bo pêshiya mefreze cendirma bo hinda ve,

    serê irz û i’yalê me qaçaxa sharezane,

    Xelîlê Xoshevî ne li malê, yê li çiyayê Resh

    li hida ve Ewliya, li vê herbê bê agane,

    Nobedarê me qaçaxa tenishta wan kitriyê,

    li pêshiya wan êsyîkane,

    Di gel bangê sibêne horingenê topa,

    ringîne fikerze leq leqe tematîke,

    Li hida va i’rz û iyalê me qaçaxa kiriya tûx û dûmane,
    Li vê irz û i’yalê giran bû qarî, hawar û weylî weylî û

    yeman yemane,

    Tifinga destê Ehmedê Nihadir Cembêzare,
    Wa di destê Ebdulayê bira, birawo Elemane,
    Ehmedê Nihadir bi sê dengê gazî dikite:
    Ebdula birawo dest hilîne,
    Bi navê hakimê xwe kem,

    me çû mewla û meferet xwe nemane,

    Recaya me kekê Cemal,
    Birawo hawara me li dinyayê babê Luqmane,

    Ezê bi gera Gerdiya ketim, sibeya li min tê bayê sare,
    Tifinga destê Ebdula yî Elemane,

    Wa di destê Ehmedê Nihadir Cembêzare,

    Ehmedê Nihadir li vê herbê ne kir çi kar û bare,
    Derbeka daû li bejn û bala ye Ehmedê Nihadir,
    Bi navê hakimê xwe kim,
    Li ber pishta zirav li min qetandî darê cîgare,
    Ebdula bi sê denga gazî dikite :

    Ehmed, birawo çi di gel te kir ?

    Dibê: Birawo li bira, birayê xwe daneyne vê defterê,
    Li ser birayê te sadir bû qelemê teqdîrê û moqederê,
    Go deza tu texmîna xwe têda bike,
    Bi navê hakimê xwe kim darê cîgare,

    Li ber pishta birayê te biryê derê,

    Ma em de çi kin di gel hakimê vê beyane,
    Di gel amirê vê dewrane,

    Ez di destê xwe deme darê Cembêzare,
    Tu di destê xwe haveya qewda darê Elemane,
    Di herbekê keyn li gera Gerdiya weku herba îmamê Elî,
    û eshabêt dewre berê ku daketiya nav nihala Sîsebanê,
    Min go bira li min buye wextê desta û tekgirtinê,
    Min nizanî ve hakimê de li me kete mecalê desta û lekberdanê,
    Li vê sehmê, li vê heybetê, horingenê topa, ringînê fikerzê,
    Leq leqe tematîke, li hinda ve serê irz û iyalê me tê,
    Ehmedê Nihadir bi sê denga gazî dikit:
    Ebdula birawo, bêje irz û iyalê giran,

    didestêtxwe tek bigrin bi xwe pêk vebiçinevdexaletê,

    Ma çi bikin di gel hakimê vê beyane,
    Di gel amirê vê dewrane,
    Min go ez di destê xwe deme darê Cembêzare,
    Tu di destê xwe haveya qewda darê Elemane,

    

    Sherê mala Nasir

    De lê lê dayê, Emînê ban kir,
    Hezarê rebenê, xezebê porkurê, Nûrê, korê sha’rê..
    Lê, lê lê dayê bikin û bilezînin,
    Xwe bi diyarê serjêr û giragînin,
    Li serê baxan û beranê mala Nêsir temashêkin.
    Nemayê ji berê da sherê roja bazarê lehd e, î’da fila ye,
    Li boxê û beranê mala Nasir nayê.
    Emînê Ban kir: Hezarê, rebenê, xezebê, porkurê!
    Hêvî sed carî hêvî,
    Kanî û bestê Bishêriya shewitî, miçiqîne,
    Bîrê Hêlê xwe dane nêvî,
    Ji nîro bi shûn da li milê tapuyê,

    Li panavê Quto, li rasta Zercelê,
    Bêrimê xwînê xwedane qevdê xerzaniyê û qevdê zîvî...
    Emînê ban kir: Hezarê, rebenê, xezebê, porkurê!
    Xalidê birayê Hemîdê zava ye,
    Husnî Nûrî biçûk e, segmanê sûstema ye,
    Rizgan ji berê da li mala me axa ye,
    Hesê Bishêrî, bavê Nûrê, maqûlê koma Bishêriya ye,
    Heçiya Mehmed Eliyê Brahîm, bavê Xezebê,
    Kinê gurover, qendîla camiya ye,
    Kevrê dêra Ermeniya ye, qûça serseriya ye,
    Çira shevresha ye, gamêshê gêra ye,
    Bashê canfîda ye, serekê me hemiya ye..
    Emînê ban kir: Hezarê, rebenê, xezebê, porkurê!
    Zercel bishewite, bi genim e,
    Ji êvara Xwedê da sûstema emîryê,
    Li ser çoka Mehemed Eliyê Brahîm nalîn û him e,
    Rizganê axê ban kir Mehemed Eliyê Brahîm,
    Tu bavê min bî, tu yê îro li dev rûtê.
    Mala Nêsir Hilê, hîn nezanin, zaran in,
    Bira kozika bi Hemilînin,
    Wek xam cwaniye, ser kada teb’ û tora ne e’limin.
    Emînê ban kir: Hezarê, rebenê, xezebê, porkurê!
    Sharê lê dayê ! Dilê mi dilekî li dîn e.
    Hûn bi navê Xwedê dikin û dihebînin,
    Hûnê bîskê bikin û bilezînin,
    Xwe bi Diyarê ser jêran û gira gînin.
    Emê bîstkê li sherê boxan û beranê mala Nasir temashekin,
    Ez nemînim Bisharê Çeto ban kir:
    Hecî Mehmedê Mistê Reshkotî mêze ke,
    Pênc siwar ji jêlî tên û dilezînin,
    Yek Husnî ye û yek Rizgan e.

    Mi tu carî derbê giran ji destê wan ne dîne,
    Hema bi tirs e ji siwarê shîn, bozê siwarê pêshîn e,
    Ez nîshanê wî ji te ra hildim,
    Wa ya Mehemd Eliyê Brahîm e,
    Bavê Xezebê, kinê, gurover e.
    Rojê yoxulmê giran bi ser kozikê lawê bava de dicadînê,
    Kozê kurê bava daîm bi ser da hildishîne,
    Rojê yoxulmê giran daîm sûstemê mîryê ji destê kurê bava

    Derdixînê,

    Îro mêr be nava xwe bishidîne,
    Pa bi qedrê Xwedê bî, em îro of û xweshya xwe ji destê bavê

    Xezebê nabînin.

    Emînê ban kir:
    Hezarê, rebenê, Xezebê, porkurê!
    Îro sherçîya (sherkaran) li mala bavê min û te sher bi dûr kir,
    Shahidê Mehemed Eliyê Brahîm bavê Xezebê,

    gelek hene, bi welîn e,
    Lawê bava ra bi holbûnê,
    Çefî û e’gala re bi urtînê,
    Gamêshêgira re rahisht nava Xerzaniyê,
    Hucumî ser koza Hecî Mehemedê Mistê Reshkotî kir e.
    Kalo! Xwedê bi kul bê,
    Têkeve mala Hecî Mehemedê Mistê Reshkotî,
    Û ev dulezîzê ba file û Eliyê lawê Cibo gulakê lêxistine,
    Li bejna Mehemed Eliyê Birahîm li hêla rastê,
    Perçê cegerê bi qolon ve sor kirine.
    Emînê ban kir:
    Nûrê karê çira, mala Nasirê tefandine,
    Ûcaxê mala Nasir ji binî da kul û kar kirine.
    Emînê ban kir:
    Hezarê, rebenê!, çi bû, çi ciriya?
    Roj di nîro da shikîya,
    Ber û barûdê segmanê mala Nasir lê qediya,
    Îshev ez raketim mi xewneke nexêrê dî bû,
    Mi dî govendek bi def û bi du zorna,
    li hêshiya mala bavê min û te digeriya,
    Mi dî serê çar boxê û Berana di qazana mala bavê min û te da,
    Di qazanê holiyê bol û fire da, bi xwe dikeliya,
    Shahidê Mehemed Eliyê Birahîm bavê Xezeb gelek hene,
    Ji nîro bi shûn da li milê tapiyê hucûm kir ser kozikan

    û gelek tabûya bi kersîxê xencera tev alîyan.

    Emînê ban kir:
    Hezarê, dêranê, Xezebê, porkurê!
    Xwezî berê rokê pêshî da ez biçûma bajarê Qoce Erziroma shewitî,
    Ser dikanê taciran û va miqsîya,
    Minê bazar kira ji qîz û bûkê mala Nasir ra she’ran û temeziya,
    Minê ji her çar beranê mala Nasir ra,
    Bazar kira qeytanê kurka zencîrê sae’ta û kostakê sheshagira,
    Cebilxanek du du derbê canfîdîya,
    Shahidê Mehemed Eliyê Brahîm, bavê Xezebê gelek hene,
    Nala (mîna) zêrkî ji zêrê meh’mûdî,
    Tu bavî nav koma van mecîdiya, nala beranekî ji beranê.
    Rizayê Xalid tu todekî soringike, qenarkî bibire,
    Çelê mubareka havînê li Bîngola shewitî li Sherefdînê,
    Berde nav mîhê lebençîya (mastkira).
    Ez im, sed carî bi min ez im Bisharê Çeto,
    Bankir Hecî Mehemedê Mistê Reshkotî,
    Go mere xulama Xwedî nake,
    Di ser Evdulezîzê ba fila re,
    Ew ciwanmêra ji berê de siwarê kuheylanê nêr e.
    Mêzeke îro sê ro, sê shevê wî qediyane,
    File lawê file li shûna kozikê mala Nasir rûnishtiye,

    Gullê li shûna gullê na guhêze.
    Emînê bankir:
    Hezarê, dêranê, Xezebê, porkurê! Zercel bishewite,
    Bi darê te re shahid û shuhûdê bavê Xezebê gelek hene,
    Bankir Rizganê axa : Keko! Bi qesem be,
    Ez îro ji ber Bisharê Çeto û Hecî Mehemedê Mistê Reshkotî,

    Îsayê Mîrze nefîr a’ma welatê jorîn tev nagerim.

    Emînê bankir:
    Hezarê, rebenê!
    Bira kula Xwedê têkeve mala Hecî Mihemedê Mistê Reshkotî,
    Nefîr a’ma î mezin kushtine,
    Xalidê bira û Rizganê axa bi duwade gula birîndar e
    Û qapaxa qafê Hemîdê zava li erdê ye dev nagere,
    Ez çi bikim, kozika Mehemd Eliyê Brahîm lê teng bûye,
    Enextar di destê Mehemed Eliyê Birahîm da,
    Dîle tûtik tê da asê bûye, pê nabe sher e.
    


    Sherê Mehmûdê Emer Beg

    Abdêlhadim Mihemed


    Way lo mîro, way lo mîro..
    Li Dêrika shewitî, li van kasha,
    Eskerê mala Osmanê Resho î giran e,
    Sekinî li Dara Kero, li lata sor û li zinara sior-fena,

    swarê Delî pasha,

    Bejna Mehmûdê Emer kirin nîshana bêsh atasha,
    Edê ban kir, por kurê Medê,
    Dêrika shewitî bi qesebe ye, Dara Kero, lata sor,

    zinara sior di ser re ye.

    Bejna Mehmûdê Emer kekê Qado zirav e,

    Gul û çîçek û kulîlk û rihana yar pence ye.
    Edê ban kir: Porkurê Medê sibe bû,
    Berê shifaqê, li me ronî bû mêla sibê, li me sipî bû,
    Ji berê da orta mala Osmanê Resho û Têlî axa, neyarî bû,
    Eskerê mala Osmanê Resho, li Dara Kero, li zinara Sior,
    Li Pêshiya lawê Emer Begê cî bi cî bû kushtine,
    Mehmûd Emer; reîsê Qezakê xwîna Rûtan Ebasan,

    li serê kekê mi safî bû.

    Edê ban kir, porkurê Medê li Dêrika shewitî,

    li Baxçan û li Baxa,

    Bejna Mehmûdê Emer zirav e,
    Gul û çîçeka serê shaxa,
    Xwedê dîne mala Osmanê Resho kushtine,
    Mehmûdê Emer kekê Qado, serekê Qezakê,

    ferxê mala Têlî axa,

    Edê ban kir: Porkurê! Medê! Dilê mi letune,
    Xwedê rebî ar têkeve Dêrika shewitî,

    mala Osmanê Resho, ser û binî,

    Ji berê da, mala Têlî axa û Osmanê Resho, ji bav û kala da,

    tim dujmin in...

    Kushtine Mehmûdê Emer, kekê Qado,
    Xwîna Mehmûdê Emer Begê da ber dêla kotek jîn e.
    Edê ban kir: Porkurê! Medê! Dêrika shewitî bishewite,

    bi kevir gewr e,

    Duxana çapliyê mala mala Osmanê Resho li mabêna Kûra,
    Dirba zinara Sior kirin ewr e,
    Kushtine Mehmûdê Emer Beg,
    Li ser kekê Qado rakirin axir dewr e.
    Edê ban kir: Porkurê! Medê! Dêra shewitî bishewite, bi mêwa tirî,
    Xwedê dîne, mala Osmanê Resho, li zinara Sior, li Dara Kero,
    Li pêshiya lawê Emer Begê difitilî,
    Edê ban kir: Porkurê! Medê!
    Ez ne ketime, ber kushtina lawê Emer Begê,
    Ez ketime ber wê xemê ko meytê me ma bê Xwedî.

    


    Þênî

    (Ji berhevoka Socin û Prym – Petersburg 1887)


    (Go) Þênî deriyê hewþê me mermer e,
    Alîk sor e yeke zer e,
    Hecî nav herdu dila xerabî bike
    Ne ji ummetê pêxember e,
    Þênî me te dî bû li ser tirba,
    Qutek sor û ez bi qurba (qurban)
    Heke dê û bavê min ez dam,
    Emê rêkin dûv miterba (mitriba),
    Þênî baran hatî xumexum e,
    Delalê min li Nisêbînê ji xwe taxime,
    Derdê mi ne tiþtek e, derdê min niviþtê dûrkime,
    Þênî mi te dî bû ser bêderê
    Te (tu) tizbî bide ser xencerê
    Þênî tu were destê xwe deyne ser qubê kemberê
    Þênî mi dî li hewþê rabû piya
    Xwediyê dismalê momiya
    Þênî were destê xwe bixe li bin
    Kemberê bi xwer (re) bike bi çar tiliya
    Þênî ez têr nebûm ji gotinê
    Bejna mi hat firotinê,
    Temaþa ke kêfa dine,
    Þênî çima tu ranabê?
    Þevik raze Emero ji nîzamê berde
    Ew Mêrdîne va li jê re
    Serê Eyþê bi zêr e
    Ew Mêrdîn e bê mesîl e
    Melbûsê Eyþê ji helîl e
    Emero bi Eyþê xwe qayîl e
    Serê xwe ji balgiyê tu ranakê?
    Tu çima rîwê (rûyê) mi ramîsan nakê?
    Þênî bi reht (rext) û bi tufing e
    Þênî rabû ser bêjing e
    Þênî xwe avêt ser sîng e….
    


    Shêx Neroz

    Shêx Nerozo tu zanî,
    Ker vayî, kurtan kanî,
    Shêx Nerozo, dongizo,
    Kurtanê kerê shêx dizo!
    Ey Naroz, Naroz, Naroz,
    Kerê resh, kurtanê boz.
    Ar tûtik, bervar tûtik,
    Shêx Zîlanê, dûv rûtik.

    



    Te d’bînim

    Te d’bînim te nabînim, lê gewrê!
    Dest li gerdenê wer tînim, cana min!
    Ashiqê çavê shîn im, esmera min!
    Qîza ji xorta distînim, delala min!
    Tirsim bimrim nebînim, cana min!
    Daketî ser kaniyê,
    Shar berda ser paniyê,
    Mi ramîsanek jê xwestî,
    Ev heqê cîraniyê, delala min!.
    Riya Eyin-Tirbê bi qash e,
    Paçê Zeko qimash e,
    Hek hon Zeko nas nakin,
    Ereq vexwar serxwesh e,
    Tu dî bû, li ber dîwêr e,
    Ez ji bejnê nebûm têr e,
    Mi ramîsanek jê xwestî,
    Tirsa min ji kûçikê mêr e.


    



    Way lo.. !

    Way lo, way lo, maqûlo Romî axawo Romî !
    Mi dî tavê da bû ser xêlokê, diwanzde rima tav hilatin,
    Kula Shamê tuyê bi kul bî,
    Têkevî mala qeymeqamê, ku pê Ehmedê Berazî,
    Çawîsh û cendirmê vê Xelatê,
    Çawa bi dû Bavê Ferîd, xaçerêka Wanê kirine ta’qîbê..

    Axayê mi wiya nabe, maqûlê mi wiya nabe;
    Îrada ku li ezmanê jorîn hatibe nivîsandin, li erdê betal nabe,
    Heta fesadiya me Kirmanca hebe,
    Kes ji maqûlan û ji axeleran, li ser rûkê dinyayê xelas nabe..
    Sherekî dibû di geliyê Kêsê, li Axpînê,
    Îzzet tuyê bavê xalê xwe, tuyê destê xwe bavê heqîbê,
    Tuyê ji xalê xwe re bînî dûrbînê,
    Ezê geliyê Kêsê ji teresê Romî bikim qesabxane, gola xwînê..
    Axawo! wiya nabe, maqûlo wiya nabe,
    Îrada ku li ezmanê jorîn hatibe nivîsandin, li erdê betal nabe..

    


    Weyso!


    Weyso, wey, wesîla ye,
    Xanyê bav’ Weyso ça mezin e,
    Hina (hena) li desta, l’ ser bazin e,
    Tu par qîz bû, îsal jin e.

    Xanyê bav’ Weyso ça biçûk e,
    Hena l’ desta l’ ser nenûk e,
    Tu par qîz bû, îsal bûk e.

    Weyso, Weyso, Wesîla ye,
    Teshîrêsê gilok bada ye,
    Tama memkên te xwesh in,
    Wek xurmayê Bexda ye,
    Wek shekirê Besra ye,
    Sozek bû, mi’ b t’er daye..


    




    Xerabo !

    (O..lo Xerabo!)


    O, lo xerabo..!
    Bi Xwedê û bi pêxember tu xerabî..!
    Ez û xerabê dinê, li erdê binya mala,

    em li hev rûnishtin,

    Me gilî kirin û me gazin hishtin,
    Mi dî hêstirê çavê di reshbelek,

    bi ser sing û berê te niqutîn,

    Mi dî xilorekên devê çema, ji xwe re dimishtin,
    Teyr û tiyûrê zinaran,

    li h’alê min û xerabê min diponishtin,

    Mi dî miriyê goristana, qendelê xwe li serê xwe gerandin,

    di hindurê tirbê xwe de rûnishtin,

    Mala bavê shewitiyo!
    Mi dî bi kubara sibehê ra,
    Te derbek fedawiyê bera min da, bi azana melê ra,

    te ez ji xwe re dikushtim..

    O, lo xeabo..!
    Bi Xwedê û bi pêxember tu xerabî,
    Gava bavê min tê odê, tu ji ber ranabî..
    Malê dinyayê ne tishtik e,

    tu xesîsî, tu qîmish nabî,

    Mi sûnd xwarî, di dû çavê te ra, ez nakim mêra,

    ez kunda naynim dewsa shêra,

    ez bergîla girênadim ser alifa kihêla..

    O, lo xerabo!
    Ew Tilimizê, ew Tilimzê, xwesh Tilmizê..!
    Mi sûnd xwarî, ez terka çavê resh î belek nadim,

    heya xo ê shîn bê, qantir bizê...

    O, lo xerabo!
    Tu xerabê dinê,

    Min ji te re nego:
    Gula xwe mede bi sosinê,
    Mîka xwe mede bi bizinê...
    O, lo xerabo! .. Tu xerabî...



    

    Xewna min


    Fetûma ban ((bang)) dikirê digot: Xemrayê lê xwîshkê..!


    Shevê çûyî mi xewnek dîye,
    Serê sibehê ez rabûm, dilê min ji xewna min dixeliya,
    Mi dî du seriyê berana,

    di berosha mala bavê min û te de dikeliya,

    Serê sibehê ez bi çola Hesarê diketim,
    Mi dî dengê çapliya, qeshtînê fedawiya,
    Kozik bi hevdu ve qedimandine,
    Peyayê mala Qito çepildirêjî,
    Mala Nêsir bi qebtê xencerê Soraniya..
    Fetûma ban kir Xemrayê,
    Xwîshkê, porkurê, tirsa mi ji wê tirsê,

    ku ji mala bavê min û te bikujin beranê pezkoviya..

    Ezê rabim, berê xwe bidim bajarê paxir Ma’denê,
    Ji mirîdê shêxê Zîla re bazar bikim sifr û sêniya,
    Ezê herim bajarê Diyarbekirê.. ( neçûye serî )

    


    Xezalê ! (1)


    Bejna Xezala min minare,

    Ezê bi dua’ çûme li ser e, bi silava hatime xware.
    Ez terka çavê di reshbelek nakim heta li sîngê min

    neyêt dengê tefshûya hebîbê vê necare.

    Heyla gidiyê Xezalê, shêniyê û shepalê !
    Tu pê bi shimikê, navteng bi kemerê, pê bi xirxalê !.
    Ezê bi qurbanî qirka Kelabozê deqandî,

    pozê dev û lêvê di shekirî.

    Vê subehê ezê bi xulama bejn û balê,

    Xezala min daketî yar di gunda,

    Min sê cara xwazgînî andin mala babê nade.
    Go gelî gundiya lomê ji min û Xezalê mekin,

    Xezala min di mala babê da, pozî bilinde.

    Heyla gidî Xezalê !,
    Tu pê bi shimikê, navteng bi kemerê, pê bi xirxalê !,
    Stu bi zêryokê (( gerdenê zêrîn)),
    Ezê bi qurbana qirka Kelabozê, deqandî,

    pozê dev û lêvê di shekirî,

    ezê bi xulama bejn û balê.

    Xezala min daketî li ber gola mezin,
    Gavekê diçêrim, gavekê dibezim,
    Nobê tiriya û nobê tinha ezim,
    Ez bi êvariya sitarê gundê we me,

    subehiya seydawanê zerya ezim..

    Heyla gidî Xezalê !, shêniyê û shepalê !,
    Ezê bi qurbanî qirka Kelabozê,

    Celagê ((çingalê)) gerdenê, dev û lêvê di shekirî,

    Xezala min daket bû li vî banî,
    Go shervana minê moxûl û bêjinga xwe,

    li deshta Qîra, li ser deravê min hilanî,

    Gelyê gundiya lomê ji Xezala mi mekin,
    Çavê Xezala min ji eslê babê xwe reshin,
    Hewce nînin subeyan û êvara, Xezala mi ra bikin bargiranî..

    Heyla gidî Xezalê, shêniyê û shepalê !,
    Tu pê bi shimikê, navteng bi kemerê !,
    Ezê bi qurbanê qirka Kelabozê deqandî di pozê,

    çilagê gerdenê, dev û lêvê di shekirî..

    Go çiyaykê Shingarê bi dar û bî ne,
    E’skerê Meh’mmed Elî pasha têgde begler begîne,
    Meh’mmed Elî pasha li bextê te me,

    Xezala min berde, berxêt vê birsîne.

    Heyla gidî Xezalê !, di husnê û cemalê !,
    Shoxê û delalê !, nazê û nazdarê !,
    Xwezî bi stuyê shikestî

    bi gerdenê xalxayî min tifak Nesranî hilnegirt baya,

    ez neçû biyama ji malê..

    Go çiyaykê Shingarê barî bi zozane,
    E’skerê Meh’mmedê Elî pasha têgde gorane,
    Meh’mmed Elî paa li bextê te me, Xezala min berde,

    balê li malê da berxî savane,

    Go çiyaykê Shingarê vê bi zivîrke,
    E’skerê Meh’mmedê Elî pasha çendî jêg (jê) firqe,
    Xwedê mala Meh’mmedê Elî pasha xerab bikit,
    Xezala min girt û vê kirî li navbêna xwe û kurk (ebaye)...

    ---------------------------------------------------

    Têbînî:

    (1): " Li Zaxo hatiye bihîstin û ji aliyê Sosin û Prym ve hatiye
    nivîsandin ‑ Berhevokên kurdî ‑ 1887 ‑ Pétersburg ." û ji ber
    ku Xezal bi gelek cûreyan hatiye gotin, me hinek stranên Xezalê
    yên, ku kesin din belavkirine an bihîstine xistine vir, da ku
    xwendevanên hêja wan bide ber hev û lêkolîna xwe têde bike.

    

    Xezal (2)

    Dengbêj: Subhiyê Diyarbekrî

    Go: hey Xezal im, Xezal im,
    Xezalê çiyayê bi dar im,
    Wezê ne li jor im, ne li xwar im,
    Wez xwarina teyrê baz bûm,
    Mi nizanî bû, li min rebenê,

    ezê bibim xwarina Kundê d'kûr,

    warî winda bim..

    Qurban..Xezal im, Xezal im,
    Xezalên beriyê çar in,
    Diduyê stewr in,
    Didu bi car in ((bi yar in)),
    Her diduyê stewr, bi kêfa serê xwe digerin,
    Her diduyê bi kar, li ser karên xwe stûxwar in..

    Go: tê ji h’emamê, pile pile,
    Mi dest avêt qevda gulya, hina ile,
    Mi go keçê, dînê ka ramûsanekê,
    Go: ûna ramûsana te sala çûnî hîna kule..
    Go: hate taxa me barek tirî,
    H’eb li h’ebê, lo di gindirî,
    Xwezya min bi wê qîzê, bi wî xortî,

    Bi çavê serê xwe dî, bi dilê xwe zewicî.

    Çiyayê Mêrdînê kakil û kuncî,
    Jê firiya cotek kewê di narincî,
    Xwezya min bi wê qîzê, bi wî xortî..
    Bi çavê serê xwe dî, bi dilê xwe zewicî,
    Go: hatî taxa me bi lo..lo..ye,
    Lê digeryam shev û ro ye,
    Mi navê narînê xwe, qe nas nekir,
    Tarî navê narînê min H’emo ye.

    Bejna zirav, xwesh qanûn e,
    Gulî li ser mila bela bûne,
    Çavê min li rêya te qerimî,
    Me nizanî bû, ku mishterî li kelesh gewra min rabûne..
    Rûçkê te nanê genimî, tu ne dikenî, ne dikemilî,
    Bav û dê ya te ne wer bûn, vê qapana mezin ji ku e’limî ?..
    Mi çi gotî, tu xeyidî,
    Ava gola li me cemidî,
    Giyayê mêrga li me seridî,
    Çûna te sal îsal..!
    Terka mi kir yekê din dî..
    Navê te filan û bêvan,
    Sing û berê xelkê delal, bûne buxçikê gul û sêvan,
    Xwez ya min bi wê hîngê,
    Bisk û simbêlê min û te li hev û du bibin mêvan.

    Mi te ne dî îro du ro,
    Derî veke wer hinduro,
    Xwezya min bi wê sae’tê, bi wê gavê,
    Ez bêm keçê, tu bê kuro!!..

    Mi te ne dî îro shesh e,
    Bejnziravê te çav resh e,
    Çi wextê, ko min te nedî,
    Fincana jehrê bi min xwesh e.

    Mi te dî bû l’ser xanika,
    Mi ban te kir bi tilika,
    Mi go were keçê, dînê,
    Ramûsana xwesh e, bi dizîka...

    Ez kewek im, j’ kewê tal im,
    W’ez l’ ser zanîkê mala bavê te dinalim,
    Xelk hewceyê malê dinê, min hewceyê çavê xal im.

    Ez kewek im, j’ kewê shîn im,
    L’ ser xanîka mala bavê te dixwînim,
    W’ez çavê xwe li her wext, qonax, qonax digerînim,
    Yek li wê qamê, li wê têmtêlê qe nebînim.

    Tu li ser bana çi digerî?
    Penya çizmê meke herî,
    Tu li fermana serê xwe û li serê min digerî?...

    Mi dîtibû li binê sêvê,
    Cixare vexwar bi serê lêvê,
    Mi çi kiribû, tu enirî?
    Tu xeyidî, bi min naxêvê.

    Bejna zirav mi rahishtê,
    Ji kember kirî, bidim pishtê,
    Mala fetan û fezûla bishewite,

    Qe nehishtin, ez têr rûnim li tenishtê...

    Riya Shamê kursî mirsî,
    Her çî hat û min lê pirsî,
    J’ mi re gotin delalê te bi çi nîshan e?
    Mi got: Bi kirasê kitan, bi terpiyê nifsî.

    Ez li hember, tu di hember,
    Xwedan barî misk û e’mber,
    Heyfa ko li wê heyfê tê,
    Keçik gewr e, lawik esmer.

    Mi te dî bû, li ber sefê,
    Tizbî qet’ya kete kefê,
    Xelk evdalê malê dinyê,
    Ez ewdala çoka rastê,
    L’ bin Mishefê...

    W’ez nexwesh im, ta digirim,
    Roj bi rojê xirabtir im,
    Heke carek te dibînim, ji doh û pêr, ez çêtir im.

    W’ez nexwesh im, were ser min,

    Guhê lihêfê hilde, têkev ber min,
    Eger dê û bavê min gotin,
    Kiyê ne kiye?!..
    Ezê bêjim:
    Hekîmê Luqman hatê ser min,
    Navbira min û te dîwar e,
    Pihnek lêxe, bîne xware,

    Heke dê û bavê min gotin:
    Kiyê ne kiye?
    Ezê bêjim: Yabo!..Yadê!..
    shev resh e, diz hezar in..

    -------------------------------------------

    Têbînî:

    (1) Binêr: Rojnameya Roja Nû (23.08 û 30.08.1943) Beyrût-Lubnan.

    

    Xezalê ! (3)

    Bejna Xezala min minar e,
    Ezê bi dua’ çûme li sere, bi silava hatime xware.
    Ez terka çavê di reshbelek nakim heta li sîngê min

    neyêt dengê tefshûya hebîbê vê necare.

    Heyla gidiyê Xezalê, shêniyê û shepalê !
    Tu pê bi shimikê, navteng bi kemerê, pê bi xirxalê !.
    Ezê bi qurbanî qirka Kelabozê deqandî;

    pozê dev û lêvê di shekirî.

    Vê subehê ezê bi xulama bejn û balê,

    Xezala min daketî yar di gunda,

    Min sê cara xwazgênî shandin mala babê nade.
    Go gelî gundiya lomê ji min û Xezalê mekin,

    Xezala min di mala babê da, pozî bilind e.

    Heyla gidî Xezalê !,
    Tu pê bi shimikê, navteng bi kemerê, pê bi xirxalê !,
    Stu bi zêryokê ( gerdenê zêrîn),
    Ezê bi qurbana qirka Kelabozê, deqandî,

    pozê dev û lêvê di shekirî,

    Ezê bi xulama bejn û balê..
    Xezala min daketî li ber gola mezin,

    Gavekê diçêrim, gavekê dibezim,
    Nobê tiriya û nobê tinha ezim,
    Ez bi êvariya sitarê gundê we me,

    subehiya seydawanê zerya ezim..

    Heyla gidî Xezalê !, Shêniyê û shepalê !,
    Ezê bi qurbanî qirka Kelabozê,

    Celagê (çingalê) gerdenê, dev û lêvê di ekirî,

    Xezala min daket bû li vî banî,
    Go shervana minê moxûl û bêjinga xwe,

    li deshta Qîra, li ser deravê min hilanî,

    Gelyê gundiya lomê ji Xezala mi mekin,
    Çavê Xezala min ji eslê babê xwe reshin,
    Hewce nînin subeyan û êvara, ji Xezala mi ra bikin bargiranî..
    Heyla gidî Xezalê, Shêniyê û shepalê,
    Tu pê bi shimikê, navteng bi kemerê,
    Ezê bi qurbanê qirka Kelabozê deqandî di pozê,

    çilagê gerdenê, dev û lêvê di shekirî..

    Go çiyaykê Shingarê bi dar û bî ne,
    E’skerê Meh’mmed Elî pasha têgde begler begîn e,
    Meh’mmed Elî pasha li bextê te me,

    Xezala min berde, berxêt vê birsîne.

    Heyla gidî Xezalê !, di husnê û cemalê !,
    Shoxê û delalê !, nazê û nazdarê !,
    Xwezî bi stuyê shikestî

    bi gerdenê xalxayî min tifak Nesranî hilnegirt baya,

    ez neçû biyama ji malê..

    Go çiyaykê Shingarê barî bi zozan e,
    E’skerê Meh’mmedê Elî pasha têgde goran e,
    Meh’mmed Elî pasha li bextê te me, Xezala min berde,

    balê li malê da berxî savan e,

    Go çiyaykê Shingarê vê bi zivîrk e,

    E’skerê Meh’mmedê Elî pasha çendî jêg (jê) firqe,
    Xwedê mala Meh’mmedê Elî pasha xerab bikit,

    Xezala min girt û vê kirî li navbêna xwe û kurke...


    ---------------------------------------------------

    Têbînî:

    (1): " Li Zaxo hatiye bihîstin û ji aliyê Sosin û Prym ve hatiye
    nivîsandin ‑ Berhevokên kurdî ‑ 1887 ‑ Pétersburg ."


    


    Xezal (4)


    Dengbêj: Subhiyê Diyarbekrî
    Go: hey Xezal im, Xezal im,
    Xezalê çiya yê bi dar im,
    Wezê ne li jor im, ne li xwar im,
    Wez xwarina teyrê baz bûm,
    Mi nizanî bû, li min rebenê,
    Ezê bibim xwarina Kundê d'kûr, warî winda bim..
    Qurban..Xezal im, Xezal im,
    Xezalên beriyê çar in,
    Diduyê stewr in,
    Didu bi car in (bi yar in),
    Her diduyê stewr, bi kêfa serê xwe digerin,
    Her diduyê bi kar, li ser karên xwe stûxwar in..
    Go: Tê ji h’emamê, pile pile,
    Mi dest avêt qevda gulya, hina shile,
    Mi go keçê, dînê ka ramûsanekê,
    Go: Shûna ramûsana te sala çûnî hîna kule..

    Go: Hate taxa me barek tirî,
    H’eb li h’ebê, lo di gindirî,
    Xwezya min bi wê qîzê, bi wî xortî,
    Bi çavê serê xwe dî, bi dilê xwe zewicî.
    Çiyayê Mêrdînê kakil û kuncî,
    Jê firiya cotek kewê di narincî,
    Xwezya min bi wê qîzê, bi wî xortî..
    Bi çavê serê xwe dî, bi dilê xwe zewicî,
    Go: Hatî taxa me bi lo..lo..ye,
    Lê digeryam shev û ro ye,
    Mi navê narînê xwe, qe nas nekir,
    Tarî navê narînê min H’emo ye.
    Bejna zirav, xwesh qanûn e,
    Gulî li ser mila bela bûne,
    Çavê min li rêya te qerimî,
    Me nizanî bû, ku mishterî li kelesh gewra min rabûne..
    Rûçkê te nanê genimî,
    Tu ne dikenî, ne dikemilî,
    Bav û dê ya te ne wer bûn,
    Vê qapana mezin ji ku e’limî ?..
    Mi çi gotî, tu xeyidî,
    Ava gola li me cemidî,
    Giyayê mêrga li me seridî,
    Çûna te sal îsal..!

    terka mi kir yekê din dî.... ( neçûye serî..)
    -------------------------------------------

    Têbînî:

    (1) Binêr: Rojnameya Roja Nû (1943-1946) Beyrût-Lubnan.


    



    Xezal (5)

    ( Ev parçe yê strana kurmancî min ji devzarê Eliyê Heyder girtiye. Berê jî Dr. Husên Hebesh ev stran ji dev wî bihîstiye û di nivîsara xwe ya ku bi navê “Çend stranên folklorî” sala 1987'ê li Bexdadê bi tîpên erebî belav kiriye. Eliyê heyder, ku niha li Almaniya dijî, kurê dengbêjekî hêja ye ji herêma Çiya yê Kurdan li rojava yê Kurdistanê )

    Ay lê xezal, lê lê xezal evdal,
    Sêrke li bajarê Diyarbekirê kofxara;
    Li bajarê Bexdadê va sêvgula, va minara.
    Belxa Sûsê, deshta Heranê, dev suwara
    Mala min danî Nûr a Elo, Keça Muqsî Papo,
    Sereka rinda, çira shevresha,
    Bînxweshka xurta, lewenda bûka,
    Dêmguliya, ser bi pera,
    kum bi têla, enî bi riba,
    Birî qeytana, çav beleka,
    Lêv tenika, diran hûra,
    Ziman zirava, çeng qilûça,
    Guh bi guhar, sitî bi zêra,
    Dest heneya, ling bi xirxala...
    Xezal, evdal, te mala min danî va hafa xara,
    Ji êvara înê, sheva bext û miraza,
    Te agir berda hundirê mina,
    Te pishta min da dîwara.
    Ay , Ay ,Ay Xezal, evdalê te me...
    Fîstan zerê, fîstan sorê,
    Mala bavê te ji mala me da ferqe, hewderê,
    Te ez kushtim bi wê keserê,
    Rojekê ji roja Xwedê,

    xwe bide ber xemla kurmanciyê,

    Xemla giran, û ji jor da holbê, werê,
    Ez li bîra Xwedê me, bila kulek di mala bavê te kevê,

    mînan kula sala berê..

    Te h’alê min ne hêsht, u’mrê min çû bi wê kulê, wê keserê,
    Min bi teresê bavê te nikanî ,

    belkî Xwedayê jorî li heq wî bi derê,

    Ay, ay, ay Xezal, evdalê te me...

    Ay lê evdal ! bila Diyarbekir bishewitê, li aliyê tewrî jêre,
    Ne bazirganê Hind û Hindistanê nemane, gisht ketinê,
    Sîng û berê xelkê minî fodil û bûkînî,
    Sîngê kal î gewr, Xwedêyo! sîngê nûrî,
    Nej’ min ra ne dibû telk çi bûna hiwêlk mirdîsa,

    hincasa Mêrdînê,

    Hulma Kuslerê, hingivê Sîrtê,
    Bastiqê Cêrmîkê, xurma binî Bexdadê,
    Zebeshê Diyarbekirê, qawînê golê Merashê, sêva Qeyasê,
    Xwedêyo ! ne sîng û berê nûrî,

    ji min ra ne dibû bîstanik ji bîstanêd shimamoka,

    Li qurma Qerejdaxê, li nav goçerêd U’merîka,
    Di bin bûz û leylana hishîn da,

    Rengdayî, ketî mecalê xwarinê ,
    Lawok ashiq bê , keçik bengî bê,
    Dilê herduwan li hev hebê,
    Teresê bavê temah’kar bê,

    Tolê dayê fitnekar bê,

    Çav li çar kêl û kepeka çê bê,
    Bila werê mecalê diwanzde pismama, bi shîng shîngê shûran bê,

    ber serjêkirinê,

    Bila werê mecalê heft bira pî kulapçekirinê.
    Bila werê mecalê bavkî kal, dayka pîr,
    Qor qora " Yasîn " xwendinê,
    Xulî bi nav çavkirinê.
    Ay ,ay , lê, lê , lê Xezal, evdalê te me.

    Erê ! Xwedêyo ! ne min bal û zêna xwe dayê,
    li ber mala bavê Nûra Elo dibê,

    gump-gumpa defê, totoya zurnê,

    lîliya keçan û bûkan,

    haw-hawa sîwaran, deh-duha lokan,

    Xwedêyo ! ne xelkê min î fodilî bûkên sîwar dikirin,
    Pêlkên sor û mor davêtin nav tok û mehfan,
    Dibirin ji yekî ne meriv ra,
    Ji kobkikî nav malan ra,
    Ji teresekî nav gundan ra,
    Ji dêlbijkî mejvan ra,
    Evdal ! di pê te ra, agir bi hundirê min ket,
    Mala min shewitî, ûcaxê min kûr bû,
    Di pê te ra, evdal ! min pishta xwe da ber kevira,
    Derdê eshqê da bû ser derdê mirinê,
    Ay, ay, ay evdalê te me...
    Fîstan zerê, fîstan sorê,

    Fîstan sorê, dol bi dolê,
    Ûshta xatrê te salikê û shesh mehan
    Li ber mala bavê te ez bûm shivanê çolê,
    Te ez har kirim û dîn kirim, te ez berdam çolê,
    Ez nizanim serî xwe ku da ragirim,
    Ku da herim ji dest te tolê ?
    Ay, ay, ay evdalê te me..lê , lê...

    Lê lê Xezal !, evdal !
    Bila Diyarbekir biewitê dar bi bedenê,
    Sîng û berê Nûr a Elo, keça Moqsî Papo.
    Ji min ra nedibû mastê cemedê,
    Ne dibû mastik ji mastê goçeran,
    Ji meha biharê, ji kela yekan,
    Ser shekir û bin xurme ne,
    Ay, ay, ay evdalê te me...

    Lê, lê Xezal ! evdal !
    Xumirtî lêketî li çiya û baniya,
    Li mêrg û dûza,
    Li çem û kaniya,
    Ne min digo: bejna Nûrê ji min ra,

    zirave wek minara mizgevta,

    Sitiyê evdalê wek shîshê lêvdorê,
    Seba xatrê Nûrê ez bi qurban,

    koma esmera û zeriyan,

    çê û xirapan gitan,

    Ay , ay , evdalê te me, lê, lê....
    Lê lê Xezal ! Mêrdîne, xwesh Mêrdîne,
    Di ser ra çiyaye, di bin ra kanîne.
    Li serê xelkê min î fodilê bûkên salik kîbare,

    Gul bi gul dor bi çîne,
    Sê gul di ber ra kirrîne :
    Yek sor, yek sipî , yek rengîne,
    Li nava xelkê min î rindik kemberek zîvîne,
    Çaprazê kemberê bi hev xistîne,
    Poz qule, tê da têlek têlkarîne,
    Ezê bal û zêna xwe didimê, dîsanî bextê min î reshe,
    Ezê çêkesikî ji ku bibînim, bi çeplê min bigre,

    bavêje ser pishta bergîrkî,

    bervê min bigerîne,

    Cihê keçan û zeriyan, hêdî hêdî min pêgihîne,
    Ay , ay evdalê te me....

    Li serê xênî mêr û jine,
    Li binê xênî ez û tune,

    û destê xwe bi dest î min de,

    em herdu bi hev ra birevine,

    Wextê xelk û a’lem rastî me hatin û pirsîn:

    " ma hûn ku da derin, direvine "?

    Emê bibênê : " loma mekin !, emî li ber qanûna

    Mustefa Kemal direvine ".

    Ger înan nekirin, emê bêjin:
    " Em herdu xûk û birayê hevdu ne,

    bavê me yeke,

    dayîka me dudu ne".

    Xelkê bêjin : " na welle, hûn yar û dostê hevin,

    bi hevra direvine".


    


    Xezala Kurda û Teyar axa (*)

    Ji ber ku min xwast çende rengên strana Xezalê bidim nasîn, min dît ku wê çêtir be, em parekê ji “Xezala Kurda û Teyar axa” bixin ber van parçeyên dinê û bi taybetî ya Eliyê Heyder. Xezala Kurda ji aliyê Dr. Celîlê Celîlî ve sala 1985 li Ermenistanê di pirtûka “Zargotina kurdê Sûriyayê” de hatiye çapkirinê. Ev stran jî ji devzara stranbêj û tembûrvan Adî yê Hesnecar e. Ew jî mîna Eliyê Heyder xelkê herêma Çiyayê Kurda ye. Dr. Shukir Mustefa ev parçeya hêja bi tîpên erebî bo govara “Beyan”, hejmara Hizêrana 1986'ê amadekiriye. Min ev parçe ji vê stranê ji tîpên erebî wergerandiye, lewre hêvîdarim, ku çewtî û shashî kêm bin.

    Stran:

    Ehmed axayê Mendî, bavê Xezala Kurda û Zor Elî axayê Tîmarî bavê Teyar, emê ji we ra bêjin, herdu birayê hevdune, Bê hevdu shîvekê naxun û gelekî hej hevdu dikin, dûreyê zarokê wan zewicîne û hîn ji hevdu cihê nebûne û di raya hevdu da ne, gelek tifaqa wan bashe bi hevdu ra.

    Salekê xela heywan û însan bi ser wan da hat. Gelekî halê wan sherpeze bû. Zor Elî axayê Tîmarî ban kir go:

    - Lawo! birê min ! Xelaye û eshîra me girane, û eshîra wan jêr dibêjin eshîra Menda, eshîra me girane, em li kîjan erdî daynin, kes nikare berê me hilîne. Emê bivin (bibin) du perçe, nîvê eshîrê tu bi xwe ra biv, nîvê eshîrê ezê bi xwe ra bivim, heta gi însanin li ber barê me rabin, karbin rehmê li me bikin, me vehevînîn (bihewînin).

    Birê wî go: - Birê min! Bê te nabata min nabe. Wextê tu ji cem mi herî û ez herim, xezo hene, sher hene û îsh hene û xelk timaya malê me dikin, wellehî, bê Ehmed axayê Mendî bavê Xezala Kurda em nikarin biqedînin li çola.
    Go: - Dibê, ya em gish biqelin.

    Civa dan bala xwe. Êvarê bi hevdu ra shêwra xwe kirin û rûnishtin ji xwe ra we’dekî bidin bi hevra.

    - Êvarê, Go:- Dibê firsan û egîtê Menda nemînin, gish li odê bicivin, emê ji xwe ra bishêwirin. Herdu birê mezin rûnishtîne.

    Ê, hê, herê, herê, herê, herê, herê, herê, herê, lo...
    Herê, mîrê mino, dilê min li yane,
    Belê, begê mino! dilê min li yane,
    Eshîrê Mendê eshîrekî zehfî mezin girane,
    Wê rojê herdu ji hevdu bûne du perçe,
    Nîvê dîsanê danê du Zor Elî axayê Tîmarî, bavê Nazlîxane,
    Dîsanê hersal vî çaxî xortê Menda,
    Shev lê dixistin li pozê qunderane,
    Û destê xwe davêtin quborê demançane,
    Ev bûne shivanê colê miyane..
    Erê, erê, erê, erê, erê, erê, erê, lo...
    Erê, erê, erê, mîrê mino, lo
    Ê, begê mino, dilê min li yane,
    Wezîrê mino, dilê min li yane..
    De bi ser wan da hatî xela û celakî ezîmî girane,
    Heçî Zor Elî axayê Tîmarî, bavê Nazlîxane,
    Qelbê li hudûdê pîrkan axayê Êzîdxane,
    Bê bav û nahêle teyr teyraniya,

    xwe deynin li mêrg û çayîr û Êzîdiyane,

    Wê rojê dîsanî, nîvanê shevan û pêva, helalê wan kûmishî erdê,
    Dên û bala xwe dayê dîsanî gul û nefel çar tiliyane,

    Konê reshî erebî çerxandin erdê,

    bûyî shingînê gumgum û misînê qehwane,

    Mij û morana qehwê dîsanê ewr digirtin li ezmanê heftane,
    Sibê qîz û bûk derketin dêran kone, dîsanê ji xwe ra pishtiyane,
    Belê, begê mino, terqînê dîsanê dêwa, kolpînê dewmeshkane,
    Hema wê rojê gelekî kêfa wan tê,
    Dibên:- Ya rebbî Xwedê tea’la em xistine fireyê,
    Li hudûdê kirîfê me Pîrkan axayê Êzîdxane..
    Herê, herê, herê, herê, herê, herê, herê, lo...
    Herê, herê, herê, mîrê mino, lo,
    Ê, belê, begê mino! dilê min li yane,
    Herê, mîrê mino, dilê min li yane,
    Dîsanê wê rojê Pîrkan axayê Êzîdxane dinêrî,
    Gi çi konekî bê edet, dîsanê êlekê danîne,
    Li hudûdê Pîrkan axayê Êzîdxane..
    Bêbavo xûn bi pêsîra xwe va dî,
    Go: - Ezim Pîrkan axayê Êzîdxane,
    Ezraîl, Cibraîl melkemewtê nikare biqedimin erdê me,

    Erdekî bi xudane,

    Ev zalimane ya xerîbin, ya hesabê mêra nakin,

    li erda xwe da ne,
    Lawo, bighê wana, bê konê kê ne, bê sual û bê cewab danîne,
    Li hudûdê Pîrkan axayê Êzîdxane, lo..
    Herê, herê, herê, herê, herê, herê, herê, lo...
    Herê, herê, herê, mîrê mi, lo,
    Herê, mîrê mino! dilê min li yane,
    Belê, begê mino, dilê min li yane..
    Wextê van suwarê kirîfî me Êzîdiya hatin digotin:
    -Xêre? We helane hûn nizanin ev erd dîsanê xwedî hene,

    ser van erdê hane.

    Go:- Lawê mino, nexeyidin, em zilaminî xerîbin,

    Weke teyrê çehvgirtî me danîne li vê erda hane,
    Heger Pîrkan axayê Êzîdiya acize,
    Bi xatirê we, emê konê xwe barkin,
    Em zalmê xerîb, weke teyrê çehvgirtîne,

    emê barkin ji erda xudane,

    Em bi xwe tu car û tu car di erdê xelkê da asê nabin,
    Em zilamnî xerîbin, heger acizin,
    Dîsanê emê sibê êlê xwe barkin, bimeshin ji vî erdê hane.
    Herê, herê, herê, herê, herê, herê, herê, lo...
    Herê, herê, herê, mîrê mi, lo,
    Herê, mîrê mino! dilê min li yane,
    Belê, begê mino! Dilê min li yane..
    Evan feqîra wextê vegeriyan,
    Dîsan digotin ji Pîrkan axayê Êzîdxane,
    Digo:- Axayê min, bi xwedê devê me negeriya,
    Em ji wan ra tu cewabê bivin, hingî ji me ra galegalek gotin,
    Jêr dibêjin Ehmed axa, dîsanê, Zor Elî axayê Tîmarî,

    bavê Nazlîxane,


    Dibê, eshîrê me, eshîrê Menda, eshîreke girane,
    Bi ser me da hatî xela û cela girane,
    Me dinya kêl û pêjing kiriye,
    Xwe girt li nav û dengê kirîfê xwe, pîrkan axayê Êzîdxane,
    Hema vê mehê nikare li ber barê me rabe, li erda xudane?
    Herê, herê, herê, herê, herê, herê, herê, lo...
    Herê, herê, herê, mîrê min, lo,
    Herê, mîrê mino! dilê min li yane,
    Belê, begê mino! Dilê min li yane..
    Wextê ji Pîrkan axayê Êzîdî digotin, digo:
    - Îja (îcar) a wan kete stiyê me, bi qesem navê Xwedane,
    Ê me dîsanê edeta êl li ser êl dayne,
    Mal li tenishta malê dayne, biezimîne ezîma girane,

    Wê rojê dîsanê evan go:- Emê we bi ezmînin,
    Van go: - Na, welleh, heq li ser me ye,
    Êzîdî, em we bi ezmînin li ser erda hane,
    Dibê wê rojê dîsanê Pîrkan axayê Êzîdxane,

    dikete nav eshîrê Êzîdxane,

    çiqa xortekî munasibî, paqijî, cindî hebe,

    civandin li dîwana girane,

    Sed berxê dîsanê temam serjêkirin dîwana girane,
    Ban (bang) dikir:- Xuwa min, Zelîxatûnê,

    bejin û bala zirav bide mee’dana zêrane,

    Newq weke shitlek rêhane,
    Çehf weke du steyrê qorkê (xorkê),

    hiltê mêzîna li ezmanane,

    Bêbavê, tu divê subhanella,

    ya rebbî, tu dibê ro nedîtîye li heyata alane,

    Herê, herê, herê, herê, herê, herê, herê, lo...
    Herê, herê, herê, mîrê mi, lo,
    Herê, mîrê mino! dilê min li yane,
    Belê, begê mino! dilê min li yane...
    --------------------------------------

    (*) Bo teviya stranê, binêr li “Beyan” hejmara hizêran 1986'ê.

    


    Xidir


    Hey Xidir, Xidir, Xidir,
    Li ser minara ban dikir,
    Her ji du riwa tim li vir.

    Xidir hilosh bilosh,

    Teres lawê kerfirosh,
    Xidir tê û dilezîne,
    Ba li bêrîkê dixîne,
    Ji xelkê weyê micîdî ne,
    Hemî rishk û sipî ne.

    Xidir çû ye Mêrdînê,
    xwe ji eshq û dila dihejînê,
    Xidir çû sûka kera,
    Nan kirî bû b’deh pera,
    Li Mêrdînê, kir xela,
    Çavê teres li teshxela.

    Hey gidî, gidî lo Xidir,
    Her ji du riwa tim li vir.

    


    Xizêmê!

    Derdê Xizêmê,
    Tîrka li bana,
    destê min kin bû,
    Ne g’ha guhara,
    Belê ez dinalim,
    Ji derdê keleshyara,
    Xizêm winda bû,
    Der ban û bana,
    Xwediyê xizêmê,
    Xizêm winda kir,
    Tev li zencîrê,
    Tev li zencîrê,

    Ez hatim Cizîrê,
    W’ez çûm Cizîrê,
    Xizêm winda bû,
    Tev li zincîrê,
    J’ derdê keçika,
    Binê’ ez bêhal im, ji derdê keçika re.

    Ez dinalim,
    Ji derdê xwediy xizêmê’r,
    Ez ketim vî halî,
    Xizêm winda bû, tev li zencîrê.

    Ez diç’me Cizîrê, Cizîra Bota,
    Xizêm winda bû, l’ govenda xorta,
    Ez xizêmê nadim, bi sê gayê cota,
    Xizêm winda bû, tev l’ zencîrê.

    Ez d’bême odakê, odake tije,
    Fincanê qehwê, erdê dimije,
    J’ derdê xwedi’y xizêmê’r,
    Ez ketim vî halî,
    Xizêm winda bû, tev li zencîrê.

    Diçime odakê, odaka vala,
    Fincanê qehwê erdê dimale,
    Hey la ez nexwesh im,
    Te çi huwal e,
    Ji derdê xwediy’ xizêmê’r,
    Ez ketme vî halî.

    

    Xurfanê!

    Doy, doy, Xurfanê...!
    Xirbê Qeplo bilindcê,
    Kurika Çeto Altincê,
    Dimsfirosh in Kermêtî,
    Shikêft pir têde Kersivanî,
    Serê diyar de T’afî,
    Kundê shkêra Zihnî,
    Du bîr têde Mercî.
    Hatim aliyê vî alî,
    Qamkutik in j’xwey Golî,
    Ardê cehê Metînî,
    J’bo gelaciyê Biyêrtî,
    J’xewa shevê ra Merzikî,
    Gundê mezin Mehsertî,
    Çîm werqilê di Qelaçî,
    Keçkê di xweshik Ziyaretê.
    Ez hatim aliyê vî alî,
    Serê diyêr de Êdwî,
    Ser bi ribê Rishmilî,
    Hek tu l’jinê çê digerî,
    dakev tixûba Rengî.
    Jinê d’bî (jinebî) xwedî sêwî,
    Xwediyê ta’b û sêfilî,
    Mi heft sala shivanî,
    Û m’hheft sa;a gavanî,
    Nanê heqê jinik bî.

    


    Zekiya

    Eman, eman Zekiya,
    Ez xulam bisk û guliya,
    Bihna misk û e’nberê,
    Ji memika fûriya,
    Te dî bû l’ser xaniya,
    M’ dî bû l’ ser xaniya,
    Tena, tena dimeshiya,
    Mi dest avêtê xebxebê,
    Bû xushîna mûriya,
    Ez ketim dilim êshiya,
    Bi ser mi de ditewiya,
    Wek kevanê li Bûçiya,
    M’ devê xwe xist gerdenê,
    B’ ser devê min de h’eliya.
    Ramûsan pir shîrîn in,
    Wek shekirê elbika,
    Mînayê qeymaxê miya,
    Tim l’ serê biharê,
    L’ber beg û mîrzaya,
    Eman, neman Zekiya.
    Mi Zeko dî l’ber dî wêrê,
    Mi dî shewqa kirikê,
    Dayê cotê guhêrê,
    Mînayê serik penêrê,
    J’mehbetê ez nebûm têrê,
    J’kê tirsê û j’kê newêrê,
    Tirsa wê j’ kûç’kê mêrê.
    Eman, eman Zekiya,
    Ez xulam bisk û guliya,
    Bihna misk û mehwerdê, (gulavê)
    Ji memika fûriya.

    Mi Zeko dî l’ber neqebê,
    Çêkir fitla qesebê,
    Kulê Zeko giran bû,
    Da ser derdê kezebê,
    Eman, neman Zekiya,
    Ez xulam bisk û guliya.
    Zeko zînê seyranê,
    Kewoka qehwexanê,
    Li wî siwarê, li meydanê,
    Kêroshka tajî berdanê,
    Ne kushtin û ne gihanê,
    Rû sohir ji ramûsanê,
    Li ser dîn û îmanê.

    

    Yadê!

    Delîlê Yadê!,
    Ez mêr nakim, mêr tu nîne,
    Ez axa nakim,
    Zilmê û qayîshê dikishînê,
    Ez shêxa nakim,
    Erê shêx in, cilê wan shîn e,
    Qelbê wan resh e, wek tenî ne,
    Ez shivana nakim,
    Tim daw û dêlê wan bi herî ne,
    Ez gavana nakim,
    Tim ling qelishî ne,
    Ez mela nakim,
    Tim bi qelem û dewêtkê,
    Qayîsha xwe dikishînin,
    Ez dowilmenda nakim,

    Mal genî ne,
    Ez feqîra nakim,
    Li ser çavê xwe nagerînim,
    Ezê dakevim binê beriya jêrî,
    Yekî e’rebê çeng sipî ji xwe re bineqînim,
    Bila mêra bikuje,
    Gelha li mala bavê min vegerîne.

    



    Zeynebê!

    Eman, ne man Zeynebê!,
    Li ser sha’ir qesebê,
    Bila tembiya min li te bê,
    Li civanê miqate bê,

    Ji xewka shêrîn ranebê.
    Eman, ne man lê Zeko!,
    Tu bi qedrê rebê xwe ko,
    Tu ê bishkoshkê xwe veko,
    Devê min di memkê xwe ko,
    Ez zarok im, nezan im,

    Bêdiliya lêwik me ko.
    Eman, ne man Zekiya,
    Berfa bi shev bariya,
    Li ser zimana heliya,

    Ez ketim dil im êshiya.
    Kul ket mala gundiya,
    Ji reshka re û rîsipî ya,
    Ji xilaf Xort û nashiya.

    


    Zeynel beg

    Xalid Salih Shino


    Sergotina X.S. Shino ya, ku li gel beytê bû:

    Ev beyte êke (yeke) ji wan beytên egereka olî (ayînî) têda diyar diket, yanê egereka bisurmantiyê (musilmantiyê) û deq bi deq ya hatiye nivîsîn bê çi destkarî û destvedan û çaxê vê beytê bara (behra, para) pitir dizvirîte sedê nozdê, yan mirov dishêt bêjît çaxê mala Bedirxanî û hozanvanê wê yê hevçerx biye (bûye) digel çerxê vê binemalê.

    Ev beyte ya ji mirovekî hatiye wergirtin bi navê (Hesenî) li gundê Spîndarê li roja 17.01.1982, he jî gotinêye, ku jiyê vî mirovî pitir bû ji pêncî sala û li havîna 1985 dunya ron ya lê tarî bûy.

    Gelek ji rêzên van beyta bi dubarekî kirîne, lê min wesa nivîsî wekî deq û bê çi destkariyên biçûk jî.

    Ma Zeynel begê nezan e,
    Ma Zeynel begê nezan e,
    Av negirte sêrcixan e,
    Ne xarin tam û tea’m e,
    Dê heta neh roj temam e,
    Ma ji zad û av û nan e,

    Dê hella hella Zenel beg,
    Ma barîkellah Nûrî beg,
    Ma sed aferîn Xalid beg,
    Dê Tiyarî çi d'kafirin,
    Ma Tiyarî çi d'kafirin,
    Ma wextê ashîtê digrin,
    Ma jor da di kelê difikirin,
    Dê wexte dê mêra girin,
    Ma Mîroy lawê Bedkarî,
    Ma Mîroy lawê Bedkarî,
    Dê wa digot Xalidê Bedkarî,
    Digel Nûrî begê Hekarî,
    Derbas be li pêla Nizarî,
    Here nik qewmê kufarî
    Here nik qewmê kufarî
    Tu sulhê bîne û êkcarî
    Dê were bo Xalidê Bedkarî,
    Ma digel Nûrî begê Hekarî,
    Derbas bû li pêla Nizarî,
    Hatibû nik qewmê kufarî,
    Dê sulhê keyn û êkcarî,
    We'm sulhê nakeyn û çi carî,
    Dê qeshe û dîshoshe bashe,
    Sûn (sûnd) xarî bi Incîla resh e,
    We'm dê mîr keyne kelesh e,
    Dê Xalid begê ray lê kirî,
    Ma shêrê sor ray lê kirî,
    Ma qeshe yê di qesrê kirî,
    Mayê... vekirî,
    Di neqeba dêrê helbirî,
    Dê ashîtê xwesh ashîtê,

    Ma çend mêrgin hindkanî tê,
    Ma............... ya tenge,
    ".................. naçîtê",
    Dê ashîtê bi xir e û ber e,
    Bo çirfîna bazin zer e,
    Dê Zeynel beg ser esker e,
    Dê Zeynel beg ser hewal e (hevale),
    Ma Zeynel beg ser hewal e,
    Wî agir berda qewal e,
    Dê wavka ( avka ) mezin xwe xar e,
    Dê cabê bigeyne Bedirxan,
    Ew xudanê qewmêd giran,
    Dê Bedirxanê resh rabe,
    Ma meyter vana dada bû,
    Dê toza li Elemînê rabû,
    Ma eskerê minê bidome,
    Dê li Dêrgulê cema bûne,
    Dê li Dêrgulê cema bûne,
    Ma xishya bûn Kurd û Rom e,
    Dê yê li Dêrgulê hatine xar,
    Ma bi qelem û be hejmar,
    Ma sed û bîst û çar hezar,
    Dê yê li Dêrgulê birêket in,
    Ma Shernexê bi berê ket in,
    Ma Cizîrî eshîret in,
    Ma Tiyarî di bêferset in,
    Dê hella û hella û Bedirxan,
    Ew xudanê qewmêd giran,
    Ma dê li kuyrê danin dîwan,
    Ma dê li Dêrgulê birêketin,
    Ma Elemînê bi serketin,

    Ma Shernexê bi berê ketin,
    Ma Cizîrî eshîretin,
    Ma Tiyarî di bêfersetin,
    Ma cabê bigehîne Çeliya,
    Ma dalê bigrin geliya,
    Xilas neken Tiyarîya,
    Dê ew Çelî ne d’busirmanin,
    Ew xaîn bûn digel Bedirxan,
    Wa rê dabû Tiyarîyan,
    Dê hella û hella û Bedirxan,
    Ew xudanê qewmêd giran,
    Ma dê li kuyrê danin dîwan,
    Dê li Elemînê birêketin,
    Ma sera û kotira serketin,
    Ma Shernexê bi berê ketin,
    Dê Cizîrî eshîretin,
    Ma Tiyarî di bêfersetin,
    Dê sera û kotira ya bi gûnî,
    Ma Tiyarî ye û kes nabînî,
    Dê kuryê di babê diwerînî,
    Dê sher kete Sêf Seyda,
    Dê vekeyn tola Seyda,
    Dê ev kafirêd li nik çelek,
    Wan Seyd birbûne helek,
    Wan Seyid yêd sinsila pak,
    Wa Seyid yêd sinsila pak,
    Ma sera û kotira birêketin,
    Ma Kevrê Dêrê biserketin,
    Dê Shernexê biberketin,
    Ma Cizîrî eshîretin,
    Ma Tiyarî di bêfersetin,

    Ma melîk Simaîl çi kir,
    Wî berk û derman hazir kir,
    Dê gelek esker telk bir,
    Ma gelek esker telk bir,

    Dê Kevrê dêrê ya bi gûnî,
    Ma Tiyarî ye û kes nabînî,
    Dê kur yê di babê diwerînî,
    Ma Kevrê dêrê bi tîsî,
    Ma çirfe çirfe û birîsî,
    Ma kur li babê napirsî,
    Dê Kevrê dêrê bi rîvas e,
    Eskerê besin heyat e,
    Xilas neken dîn xilas e,
    Dibêjin li Kevirê dêrê asê bûn, pîrejinekî heft kur hebûn,
    xwe îxtiyar kirin û dane bi dîv ve heta li sorê derketîn.
    ----------------------------------------------------------
    (*) : Têkiliya vê parçeyê bi Bedirxaniyan re heye.

    

    Zirav

    Zirav, Zirav, Zirav lê lê,
    Hay keçkokê ziravê,
    Ev zirava bi ta û derzî,
    Hay keçkokê ziravê.

    Te d’go ax, mi d’go xwezî,
    Hay keçkokê ziravê.
    Konê bav’ te mezin e,
    Hay keçkokê ziravê.

    Ez geryame li serî û b’ nê,
    Hay keçkokê ziravê.
    Stûna navê j’ hesinê,
    Hay keçkokê ziravê.

    Hûn bimînin di bextewarî û xweshiyê da, ta derketina birrekî dî ji (Strana Kurdî), bi alîkariya Xwedayê gewreban..

    Bonn, 13.04.1999 z. CANKURD




    http://www.kurdayeti.net/Stran4.htm











    Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.

    Weþandin:: 2003-11-24 (11237 car hat xwendin)

    [ Vegere ] | PRINTER


    | PDK-Baþur | PDK-Baþur | PDK-Xoybun | PDK-Rojhilat | Kurdistan Media | Xebat |


    PDK - XOYBUN.Com 2003 All Rights Reserved
    Email : xoybuncom@yahoo.de
    _______________________________________________

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Download !!!

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    _______________________________________________

    Content û Naverok


    _______________________________________________

    Pêlê Logoyên Li Jêr Bikin ! Press the Logos Below !


    Open Society Foundations


    Clinton Foundation


    Bill & Melinda Gates Foundation


    Rockefelleer Foundation


    International Monetary Fund (IMF)


    Office Of George W. Bush


    Bush Foundation


    George W. Bush Foundation


    IBRD - IDA | World Bank Group


    Rockefeller Capital Management

    _______________________________________________

    _______________________________________________


    Private Bank - Deutschland Frankfurt

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Neue, Biligen und Große Wohnungen Zu Vermieten.

    Gratis Strom und Heizung für Mieter.

    _______________________________________________


    _______________________________________________


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Pîzza, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Kîosk, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Tabacco

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________



    Kurdistan, ''Þerab bi kurdî xweþ e''.

    _______________________________________________



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.

    _______________________________________________


    Wodka Stepanoff - Doppelkorn - Weinbrand und etc

    _______________________________________________






                    
    Google