Kurdistana serbixwe di acendaya gelê kurd de ye
TOKYO, 15/08/2003 — Sekreterê giþtî yê Yekîtiya Niþtimanî ya Kurdistanê Celal Talebanî bo serdanekê hatiye Japonyayê û wî di preskonferansekê de diyar kir ko divêt hêzên eskerî yên emerîkî bi kêmî salekê yan du salên dî li Iraqê û Kurdistanê bimînin. Celal Talebanî got heger hêzên emerîkî niho derkevin dê kaosek li Iraqê çêbe û ew jî ne di berjewendiyên gelê Iraqê de ye.
Di preskonferansê de Celal Talebanî tekîd kir ko ew Iraq û Kurdistaneka federal û demokratîk dixwazin û got xewna kurdan ya dewleteka serbixwe nemiriye lê belê serbixwebûn niho ne di acendayê de ye.
Ji aliyekê dî ve pêlên fikra serxwebûnê di nêv gelê kurd de diherikin û qenaeta piraniya kurdan ew e ko serokên wan yên siyasî Mesûd Barzanî û Celal Talebanî jî serxwebûnê dixwazin lê belê ew wekî berpirsên siyasî niho wê aþkera nabêjin. Herduyan jî ji nêzîkên xwe û hevalên xwe re gotine hon dest pê belavkirina fikra serxwebûnê bikin û bila medyaya kurdî û raya giþtî jî aþkera minaqeþeya serxwebûnê bike.
Hesabê berpirsên siyasî ew e ko dema firseta daxwaza serxwebûnê ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve çêbû ew dê bibêjin vaye gelê kurd vê daxwazê dike û ew jî nikarin li dijî dxwaza gelê xwe derkevin. Plana dewleteka kurdî ya serbixwe ji binî ve dest pê kiriye û hêdî-hêdî wekî girê berfê kom dibe û digindire.
KK-Nûçe
www.kerkuk-kurdistan.co,m
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-09-10 (4999 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |