 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1071 Di dîrokekîda hinek heremên Kurdistan ê di bin dagirgerîya Bîzansanda bu. Dagirkerên îro berê wexta navê wan Selçuqlî bu. Ew bi navê Þerê Melezgîrê cara pêþîn 26. 08. 1071 da hatin Kurdistan ê. Selçuqlî car caran nikaribun bi þervanê Kurdanra þerkin, biraderên xway Moxol bi êriþ danîn ser Kurdistan ê.
...1071 26.08.1071, Selçuqlî, cara yekem, di 26.08.1071 da, bi navê Þerê Melezgîr ê, hatin Kurdistan ê û paþê jî wekê Dagirker li Kurdistan ê man. Bimire Dagirkerên Kurdistanê...
|
|
|
 |
| |
çend nimûne ji helbestên Seydayê tîrêj
Çend nimûne ji helbestên Seydayê tîrêj
Hate hundir
_______________________
Hate hundir ew ji niþkave li min çoglerizîn
Ji piyan ketme bi carek dest û pê tev tevizin
Rist û birbisk û guhar û gerdenî xemla giran
Lê dixun tud bê ji malbat û nijadê hur mizîn
Wek memê hundir û jer li min bûn wekî baxê dimir
Cejn û Newroza min e kubê civan hatiye zîn
Em ketin warê evînê bê hiþ û sewda diman
Wek beko gundî û ciran li min û xar qelizîn
Bes li dun xayê ji mer iþq û evînî sosrete
Pêjn û sawêrek ji kûbê em ji tirsad qovizîn
Bi gilî û gazinan derdê xwe mej hevre digot
Dil li me bûye birîn hestî li me tev derizîn
Pêþmerge
____________________
Em hemî pêþmerge ne
Em li xwe pir ewle ne
Serfirazîyê duxwazin
Em ne ben û kole ne.
Milletê Kurd namirê
Qet ji vê rê nagerê
Her wekî Tîrêj dibê
Çax û dewranê me ne
QULINGO
________________________
Qulingê min çima îro
Bi qîrên tê ji germiyana
Bi ceng û bask û perwazan
Berê te wa li zozanan
Li te rê dûro, westawo
Ji heval hogiran mawo
Berê te her li berjor e
Dikî gazî li pê wana
Bi vê qîrîn û hawarê
Xem û derdêm te tev rakir
Birînên dil te axaftin
Bi wan êþ û kul û jana
Gelo ma qey tu dilya ye
Ji germa kerbela jaro
Di vê cihê bav û bapîran
Welatê berf û barana
Welatê kanî û ava
Welatê wa çem û mava
Welatê çîçek û baxa
Welatê mêrg û çîmana
Welatê fêris û mêra
Cihê comerd û camêra
Welatê kaniya zêra
Cihê petrol û mircana
Welatê bilbil û bazan
Welatê þalûr û qazan
Welatê dîlber û nazan
Welatê ebr û qeytanan
Wealatê kovî û þêran
Welatê xêr û hem bêran
Welatê gol û avgêran
Cihê Medya û Mîtana
Weyaxud tu evîndarî
Dixwazê dîtina yarê
Di gel hev ku bikin seyran
Di nîv bax û gulîstana
Li te mizgîn qulingê min
Qonaxa te ne pir dûr e
Bi yek firê tu dighê cem
Di nava erd û ezmana
Ne wek rengê min diljar î
Ji gist û dîtina yara
Me çeng û bask û per nîne
Ku wek te bighêjim wana
Ji Yezdan ez dikim hêvî
Tu bighê meqsed û wara
Bi dilþahî li hev rûnin
Li ser darên di qizwana
Bi xwedê kî qulingê min
Tu raweste hela carek
Ji te'r bêjim du sê peyvan
Delalê ber dil û cana
Berê te ger li Amed bî
Tu xweþ deynî qulingê min
Li kêla þêx Seîdê kurd
Bidî ber deng û fîxana
Bikî qêrîn li ser gorê
Ku kuþtî pêk ve bin dorê
Silavê min li hemyan ke
Heval û hogirê wana
Silavê min bikî dîsa
Li kurdê ameda rengîn
Li wa girtiyên di riya millet
Di çal û hepsa û zindana
Eger tu diçî Mehabadê
Li nîv gorê þehîdan deyn
Bibêje Qadî û Seyfî
Hezar rehmet li ser wana
Berê te ger li Serhed bî
Weyaxut Dêrsim û Sason
Li zozanê þerefdînê
Li Agrîdax û Sîpana
Silavê min li kurdan ke
Çi xort û qîz mêr û jin
Li xakî kurd û Kurdistan
Li birc û xan û eywana
Bibêje ku gelek Tîrêj
Ji bo we tim pesindare
Belê ma çi bikî ew gêj e
Ji ber van çerx û dewrana
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-08-11 (5203 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|
|