TEXTÊ DÎLBERÎ
TEXTÊ DÎLBERÎ
Îro li textê dîlberî, ya Rebb! Çi Þîrîn esmer e?
Jê nabitin min dil birrî, ew dîlber e, yan dilber e?
Dil gorîya canane ev, hem dîn û hem îmane ev
Hem lutfû hem îhsane ev, hem law û hem gerden zere
Kakul ji ber tacê bi zerr, ta ta wekî perr têne der
Ser eskerê tîpa teter, serdar e yane serwer e
Ya Rebb hebîna reng feleq, horî teteq dagirt Þefeq
Ya belg û netrik, ya wereq, ya qiÞt e,yana çenbere
Ew turre, ya keyso ne ew, zencî ne, ya hindo ne ew
Þutrî ne, ya Þeb‘bo ne ew, ya toxê Þahê sencer e
Ebrû ne yan cotek hîlal, Hindû ne yan nîÞan û xal
Keysû ne yan Hezret Bîlal, meÞxûlê Ellah ekber e
Çav in gello? Ya serxweÞ in, ya kafir in ya dilreÞ in
Bêmar in ew ya nexweÞ in, yan nêrgiz û cadûkher e
Ruxsar e, ya Rebb! Ya qemer, guftar e ya Rebb! Ya guher
Ew qend e ya Rebb! Ya Þeker,ew suhd e yane xebere
Ew rûn e yan gulbergê al, alal e, yan dêma bi xal
Qendîlê Nûra Zulcelal, mir’at e yana mezher e
Dêm, ÞûÞe nûra heqq di nav, dev xunçe ya Þirîn gulav
Rux, sorgula rengîn xunav,xal, misk e,nîÞan Anber e
Lêv in gello? Yaqûtê can, yaqûte,ya qûtê rewan
Ya qutîya durca diran, yan hewza ava kewser e
Ya Rebb xetê reyhanî ye ser sûretê Qur’an’î ye
Yan xatema sultanî ye, mir’at e, yane menzer e
Xal in gello ya fulful in, ew arid in yan sorgul in
Em aÞiqin, yan bulbul in,zîkrê wî werda ehmer e
Ew gerdena Þubhê Þemal, ser çesmeya ava zelal
Qarûreya xemra helal, ya Þîse ye, yan mermer e
Ya Rebb! Qeda zîba ye ev, yan Ke’be ya Îsa ye ev
Yan Mescîdul-eqsa ye ev, yan sidre, yana er’er e
Ya Rebb! Dilê dîwane ye, yan alimê ferzane ye
Yan bulbulê wêrane ye, yan Ûd e,yana mîcmer e
Ew Xanî yê dildade ye, meÞreb ji rengê bade ye
Derdê wî, yarek sade ye, lew her zeîf û rengzer e.
Ehmedê Xanî
Berhevkirin : Abdurrahman Durre
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Fermo, li vir mizeke !
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2002-12-06 (6314 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |