Celadet Alī Bedir-Xan
Celadet Alī Bedir-Xan Em dikin qala klasīkźn xwe bikin. Lź berī ewilī divźt em li bźjeya »klasīk«ź hūr bibin. Ji ber ko ev bźje bi me ne nas e. Di edebiyata miletźn ewropayī de heyamek heye jź re heyama klasīkan dibźjin. Ew heyama ko tź de žahir ū edībźn klasīk rabūne. Ji wan edīb ū žahiran bi xwe re jī klasīk dibźjin. Ewan edībźn ha teqlīdī edīb ū žahirźn yewnan ū latīnī dikirin ū li gora isūl ū qeydeyźn wan dinivīsandin; gelek bala xwe didan wan isūl ū qeydan, yani gelek isūl ū žikilperest būn. Ji edebiyatź pź ve ji her tižtī re ko di wextź kevin de ū bi islūleke bijarte hate ēźkirin klasīk dibźjin. Di warź mūsīqiyź de jī klasīsm heye. Herēi bestekarźn wź heyamź ne ji wan re jī klasīk dibźjin. Mīmariya klasīk jī heye. Xulase herēi fen ū sinhetźn ko bi wź rźzikź ve ēūne ji wan re klasīk dibźjin. Gelo di edebiyatź de klasīkźn kurdmancan kī ne? Ew kengź rabūne ū bi paž xwe ve ēi eser hižtine ?
Bersiva vź pirsiyariyź ne hźsanī ye ū jź re xebateke zor divźtin. Ji xwe ji eserźn beriya islamiyetź hesźb tižtek ne maye. Pižtī islamiyetź ji nav kurdan gelek žahir, edīb ū peyayźn zana rabūne, lź eserźn xwe bi piranī bi erebī, bi farisī an bi tirkī nivīsandine; ū ji wan milet ū edebiyata wan re xizmeteke mezin kirine. Herēī žahirźn tirkan źn mezin yźn ko serź tirkan bilind dikin Nabī, Nefhī ū Fizūlī her sź jī kurdmanc in. Yźn ko bi kurdmancī nivīsandine gelek hindik in ū wan jī bala xwe ne daye zmźn ū ēźtir kźfa xwe ji pirsźn erebī ū farisī re anīne.
Digel vź hindź ev ēend eserźn ko pźžiyan ji me re hižtine edebiyata me a klasīk ditīnin pź ū di nav wan de eserine kūr ū hźja hene. Ji xwe herēī folklora me ye, yanī edebiyata xelkź, di nav folklorźn dinyayź de bi bijarteyī dikeve rźza pźžīn. Di rohelatź nīzing de folklora tu miletī ne gihažtiye dereca folklora me.
Herēī klasīkźn me, herwekī me got ev behseke dirźj ū zehmet e, ū jź re wextekī fireh divźt. Ev ne īžź bendekź an du bendan e. Heke īro em vź bendź dinivīsīnin mexseda me ne ew e ko em li vź behsź hūr bibin ū klasīkźn xwe bisenifīnin. Bi tenź em dixwazin vź behsź vekin; bi hźviya ko hinźn din pź mijūl bibin ū tižtekī tekūz bi ser xin.
Di vź bendź de emź bź awerteyī qala hemī žahir ū edībźn kurdmanc bikin yźn ko bi kurdmancī nivīsandine. Heye ko, hinekź wan bi tenź žahirź dīwanź ne ū ne klasīk in. Bila misenifź klasīkan bi wan mijūl bibe ū klasīkan ji neklasīkan bibijźre; ū heqź herkesī li gora hźjabūna wī bidiyź.
Di vź babetź de di destźn me de tu wesīqe nīnin. Tižtźn ko ez pź dizanim, min pirź wan ji žźxź rehmetī, Evdirehmanź Garisī bihīstine. Ji milź din di kitźba kurdīzanź ūris Eleksandr Jaba de der heqź edebiyeta kurdī hin not hene. Jaba ji melakī kurdmanc re di heqź edebiyata me de bendek da bū nivīsandin. Melayź kurdmanc, ji xźra Xwedź re, benda xwe ne bi erebī, ne bi farisī ū ne jī bi tirkī, lź bi kurdmancī nivīsandiye. [Mebest ji Melayź kurdmanc Mele Mehmūdź Bayezīdī ye ū di wź demź de Celadet-Alī Bedir-Xanī nedizanī ka navź wī melayī ēi bū. Mele Mehmūdź Bayezīdī gelek destnivīs ū belgeyźn dī jī dane Alexander Jabayī, ravekirina Arif Zźrevanī.]
Ewī melayī di benda xwe de qala tarīxa būn ū wefata her žahirī jī kiriye. Lź wer dixuye ko mela di van tarīxan de žaž e. Melź ew bźī ko bi rastiya wan bizane, ji ber xwe de ū bi texmīn gotine, ū li hev siwar kirine. Digel vź hindź em gotinźn melayź Jaba weke xwe diguhźzīnin stūnźn xwe. Di benda melź de tižtine xelet hebin jī ew bend di celebź xwe de esereke yekta ye. Herweki Xanī gotiye: »Kurdmancī ye ew qeder li kar e« .
ELĪ HERĪRĪ – Di nav žahirźn kurdmanc de yźn ko pižtī islamiyetź rabūne ū bi kurdmancī nivīsandine; ź pźžīn Elī Herīrī ye. (Xwedź rehmeta xwe lź erzan bike ū heke di ser bihužtź re bihužteke din, bihužteke bijarte heye cih ū meqamź wī tź de ēźke). Li gora ko me bihīstiye gundź wī Herīr di welatź Soran de ye ū Elī bi xwe sorī ye. Lź Melayź Jaba dibźje ko Herīr di welatź Žemdīnan de ye. Me bi xwe tu esera wī ne dītiye. Dibźjin ko dīwana wī heye.
Melayź Jaba der heqź Elī Herīrī dibźje : »Žahirź berź Elī Herīrī ye. Dīwanēeyek heye, žihir ū qesayid. Herīr jī gundek e, di cihź ū nehya Žemzdīnan, di sencaxa hekariyan de, ū žihir ū ebyatź di wī jī di nźv Kurdistanź qewī zźde mežhūr ū marūf e. Texmīna ko di tarīxa ēar sedź hicretź de peyda būye ū di ēar sed ū heftź ū yekź de merhūm būye ū di nav Herīrź de medfūn e« .
MELAYŹ CŻZERĪ – Mela li cem hemī kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewēend nas e ko ne hewce ye ez wesfź wī bidim. Mela žahirekī mitesewif e, dīwana wī di sala 1919 an de li Stenbolź ketiye ēapź. Beriya wź li Petresbūrgź jī hati bū ēap kirin. Min ji vź ēapź nisxeyek li Žamź di taxa kurdmancan de dītiye. Ēapa Petresbūrgź ēapeke lītografīk e.
Melayź Jaba di heqź Melayź Cizerī de dibźje : »Žahirź diwź Melayź Cizerī ye. Eslź wī ji Cizīra Bihtan e. Navź wī žźx Ehmed e. Di tarīxa pansed ū ēilī de di nźv Cizīrź de peyda būye. Di wī wextī Mīr Imadedīn li Cizīrź mīr bū ū xweheke mīr hebū. Ev žźx Ehmed li xweha mīr ažiq būye.
Xezeliyatine zehf gotiye ū diwanēeyek tertīb kiriye. Dīwana Melayź Cizerī dibźjin qewī dīwaneke misteleh e, ū zehf li nik ekradan meqbūl e. Pažź, Mīr Imadedīn ew žźx Ehmed ceribandiye ko ažiqź heqiqī ye ū xweha xwe da ź. Žźx Ehmed qebūl ne kiriye. Ev žźx Ehmed jī di tarīxa pansed ū pźncī ū žežź de merhūm būye ū di nźv Cizīrź de medfūn e, ū ziyaretgaha xelkź ye« .
Herwekī melayź Jaba gotiye tirba Melayź Cizźrī ziyaretgah e. Ji xwe hźj di saxiya wī de welayet bi aliyź wī ve didan. Dibźjin ko mela li Westaniyź, li ber žetź Cizīrź, li ser kuēekī rūdīnižt ū žihrźn xwe dinivīsandin. Ji cizba wī kuē welź disincirī ko pižtī ko mela jź radibū jin diēūn wī kuēī ū nanźn xwe pź ve didan ū dipijandin.
Ji dīwana melź me xezala jźrīn bijartiye. Heye ko di dīwana melź de jź spehītir xezel hene. Lź me kźfa xwe ji ber gotina »Žebēiraxī žebī Kurdistan im« jź re anī.
Pir ji dīna te xerīb im xanim
Ji te ser ta bi qedem heyran im
Her bi can težnelebī lehlan im
Dil di benda giriha zilfan im
Yūsifī cirhekežī hicran im
Niqteyī daīreyī rindan im
Lew žebī daīre sergerdan im
Badenūžī qedehī hirman im
Bedel atež ji ceger biryan im
Lew perīžan im ū pir źžan im
Ažiqī nazik ū mehbūban im
Tu mebīn bźser ū bźsaman im
Gulī baxź iremī Bihtan im
Žebēiraxī žebī Kurdistan im
Ēi tebīet bežer ū insan im
Lilehil hemd ēi alīžan im
Di riya yar li rźza san im
Lew di iqlīmī sixen xaqan im
Sibehī īd e ū ez pź zanim
Ko bi kźra te seher qurban im
Xwež birīndarekī bźderman im
Carekź žefeq e rūhim can im
Ji Xwedź re veke benda beriye.
Dīnbirź hurmisalź zeriyź
Nazikź nīžkerź sirperiyź.
FEQEHŹ TEYRAN –
Melayź Jaba di heqź Feqehź Teyran de gotiye : »Žahirź siyź Feqiyź Teyran e ko navź wī Mihemed e.
Eslź wī ji qesaba Miksź ye, welatź hekariyan e.
Di tarīxa heft sed ū diwź peyda būye. »Hikayeta Žźxź Senhanī« ū »Qiseya Bersīsayī« jī mewzūn gotiye ū » Qewlź hespź rež« jī wisanī mewzūn gotiye ū zehf beyt ū ežhar jī qewī mileme ū rengīn gotine.
Ū navź wī jī di žihrź da »Mīm ū Hey« e, ū miqdarź heftź ū pźnc salan emir kiriye ū di tarīxa heft sed ū heftź ū heft da merhūm būye ū li Miksź jī medfūn e« .
Gelo Feqehź Teyran kī bū? ū navź wī, ēi bū ? Ji ber ko Feqehź Teyran leqeba žahir e ū ne navź wī ye. Ji eserźn wī »Wesfź žźxź senhanī« nik min heye.
Yź ko ev nisxe nivīsandiye di dawiya wź de bi erebī gotiye : »Qesīda wesfź žźxź senhanī ya ko Mīr Mihemed nezim kiriye temam būye, Ev mīr Mihemed bi navź Feqehź Teyran mežhūr e« . Li gora vź žerhź Feqehź Teyran mīr bū ū navź wī Mihemed bū. Lź mīrź kījan welatī ? Heye ko ji mīrekźn Miksź bi xwe bū. Ji eserźn Feqeh min ji »Wesfź žźxź senhanī« pź ve tu jī ne dītine. Ji xwe esera »Qiseya Bersīsayī« bi guhź min ve jī ne būye. Min navź »Qewlź hespź rež« bihīstiye. Bawer bikin jź re »Hikayeta hespź rež« jī dibźjin. Min hin xezel ū qesīdeyźn wī źn peregende jī dītine.
Dibźjin ko Feqehź Teyran žagirtź Melayź Cizerī bū ū li ber destźn wī xwendiye. Feqeh di wefata Melź de jź re mersiyeyek jī gotiye ū li tarīxa wefata Melź tź de bi ebcedź ižaret kiriye. Ew mersiye bi destź min keti bū lź di dema nivīsandina vź bendź de ne bi min re ye.
Lź qenc tźte bīra min ko Feqeh di mersiya xwe de dibźje »Heft eyn ū lam ji hev būn cida, žīn ū girī dīsa tź da« . Heke mirov ev pirsźn ha bi hisabź ebcedź hel kir bawer bikin tarīxa wefata Melź jź xuya bike. Dīsan ji wź qesīdź tźte zanīn ko Melayź Cizerī ji gundź Hźžetź ye.
Ji ber ko Feqeh dibeje:
Īro werin, lazim werin, cīran ū xelkź Hźžetź.
Herēī »eyn ū lam« Feqeh qala van her du tīpan di »Wesfź žźxź senhanī« de jī kiriye ū gotiye :
Miksī [1] ji wź meymestihź
Tewīl diket hīkayetź
Miksī ji ežqź sihtiye
Ev žihir vi žźx ve nihtiye
Halź xwe tź de guhtiye
ji »eyn ū lam« a hicretź
[1] Feqeh qala nefsa xwe bi xwe dike. Herwekī me got Feqeh ji welatź Miksź ye. Lź gelek li Cizīra Botan maye ū tź de xwendiye.
Gelo leqeba Feqehź Teyran ēawan bi vī žahirī ve būye. Dibźjin ko Feqeh bi zimanź teyran dizanī bū ji lewre navź Feqehź Teyran lź kirine. Di vź babetź de min ji žźx Evdirehmanź Garisī ēīroka jźrīn bihīstiye.
Feqehź Teyran diēū Cizīrź. Bi rź ve rastī kežekī hat; pev re hevaltī kirin. Midekī ēūn, westiyan, xwe dan ber siha darekź. Bihna xwe didan. Du ēūk hatin ū venižtin ser darź. Ēūk pev re dižtexilīn ū Feqeh dikenī. Kežź ji Feqeh pirsī ū got ź: Ma tu ēire dikenī?
Feqeh got: Ev adeta me ye, em feqeh holź dikenin.
Keže: Divźt jź re sebebek hebe, mirov bź sebeb nakene.
Feqeh: Xebera te ye, lź heke min ji te re got, ditirsim tu bźbextiyź li min bikī ū belakź bīnī serź min.
Keže soz da yź ko nabźje tukesī.
Feqeh rabū mesela xwe jź re qise kir ū got :
– Ez bi zimanź teyran dizanim. Tu van ēūkźn ser darź dibīnī, yekī ji ź din re dibźje, ev feqehź ha diēe Cizīre, lź nizane ko li Cizīrź serź wī dź bźte źžandin.
Keže deyn ne kir. Her diwan da xwe ū ji nū ve bi rź ketin. Gava gehižtin Cizīrź Feqeh ēū Medresa sor, keže ēū Westaniyź. Li Westaniyź xelk giha būn hev ū wek mirovine ko li tižtekī digerin diēūn, dihatin ū li erdź fedikirīn ū dipeyivīn. Kežź sehītī kir ū zanī ko remildarekī gotiye ko di erdź Westaniyź de xezīneyek heye, lź nikari bū cihź wź žanī bide. Mīrź Cizīrź jī li xezīnź digere.
Vź carź, keže kenī ū ēū nik mīr; mesela feqeh ū ēūkan jź re got. Mīr žande pey feqeh. Feqeh gote mīr; belź ezź xezīnź derīnim, lź para xwe jź dixwazin.
Mīr jī žertź Feqeh pejirand, yanī qebūl kir. Feqeh jī ēū hinek zad anī ū režand nava Westaniyź, ū xwe li paž kevirekī vežart. Teyr hatin ser zad, zad xwarin ū bi hev re žtexilīn.
Teyrekī ji yekī dītir pirsī :
– Ma kź ev zad režandiye vź derź?
– Feqehź Teyran ev zad režandiye, seba xezīnź.
– Ma tu nizanī xezīne li kū ye ?
– Belź dizanim, sibehī wextź roj hiltźt kevirź ko tavź berī ewilī lź didit xezīne di bin wī kevirī de ye.
Feqeh zivirī medresź ū nivist. Sibe zū rabū ēū Westaniyź ū pižtī ko kevirź xwe nas kir berź xwe da mala mīr ū gote wī : Ezbenī min xezīne bi cih kir.
Mīr digel xulaman rabū, hat Westaniyź, erd kolan ū xezīne derźxistin. Malekī zehf derket.
Mīr ji feqeh pirsī : Para te ēi ye bźje...
Feqeh got : Beramberź serź kežź bidin min.
Mīr got : Serź kežź bi lažź wī ve ye, em ēawan beramberź wī bidin te.
Feqeh got : Rahet e, serź kežź ji lažź wī vekin.
Anīn serź kežź jź vekirin ū danīn ser žehīnź ū li milź din hźdī hźdī zźrźn xezīnź źxistin, hetanī ko zźr temam būn. Zźr beramberź serź kežź ne hatin.
Mīr enirī ū gote feqeh : Te zanī bū ko serź kežź hinde giran e, ji lewre te ev žert bi min re kir.
Feqeh deyn ne kir, zźr ji žehīnź rakirin ū ēend kulm ax avźtine žūnź. Milź axź daket, serź kežź rabū.
Hingź Feqeh berź xwe da mīr ū got ź:
– Mīr im, min zźr navźt, zźr ji te re divźtin, tu ko xwedī xulam ū mźvan ī. Mexseda min ew bū ko ez žanī we bidim ji serź insźn girantir ax heye, ū insan bi tenź bi axź tźr dibe.
Ev her sź žahirźn ha yanī Elī Herīrī, Melayź cizerī ū Feqehź Teyran bivź nevź beriya Ehmedź Xanī ne.
Ji ber ko Xanī qala wan dike ū dibźje :
Min dź elema kelami mewzūn
Alī bikira li banź gerdūn
Bīnave riha Melź Cizźrī
Pź hey bikira Elī Herīrī
Keyfek we bida Feqiyź Teyran
Heta bi ebed bimaye heyran
Ēi bikim ko qewī kesad e bazar
Nīnin ji qimaž re xerīdar
Ezź niho hin žihrźn Feqehź Teyran bidim zanīn. Ji Wesfź žexź senhanī :
Van qisetan izhar bikim
Behsan kar ū bar bikim
Yar ū biran hižyar bikim
Da ez ji žźx dim wesfekī
Žźxek hebū ēaxź ewil
Nūrha Xwedź hel bū di dil
Sed gumreh ū dal ū midil
Bi destź wī tźn tobetź
Žźxek hebū sinhaniyan
Serdarź pansed sofiyan
Ji qesīdeke wī :
Bizan ko min yar ti wī
Dil ji birīndar ti wī
Ez kužtim yekcar ti wī
Ēi bikim ko min yar ti wī
Bź dest ū hem pa ti wī
Pir li min kubar ti wi
Ź b'xezeb xwendī ez im
Di qeyd ū bendź ez im
Zencīr bi zendź ez im
Mižtaqi rindī ez im
Ažiqź cindī ez im
Perwazi findź ez im
Xwež qed ū ehla ti wī
Cama piyala ti wī
Žūx bejn ū bala ti wī
Delala mala ti wī
Pir bext ū tala ti wī
Nīmeta ala ti wī.
Dūr ji wisalź ez im
Yar di xeyalź ez im
Īsa li erdan ti wī
Bi girt ū berdan ti wī.
MELAYŹ BATE –
Melayź Jaba der heqź Melayź Bate gotiye: »Žahirź siyź jī Melayź Bate ye. Navź wī jī Mela Ehmed e. Eslź wī ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundź di hekariyan. Di tarīxa hežt sed ū bīstī da peyda būye, ū zehf žihir ū ebyat gotine. Dīwaneke mexsūs heye, qewī qenc e, ū mewlūdeke kurmancī gotiye. Di Kurdistanź de ew meqbūl e; ū hežtź salī emir kiriye ū neh sedź hicrī merhūm būye. Di nźv gundź Bate de jī medfūn e« .
Li gora tižtź ko min bihīstiye Bate li Behdīnan ū li nīzingī Amediyź ye.
Ji eserźn Batź min bi tenź mewlūda wī dītiye. Herēī dīwan ū žihirźn wī ne, ēavźn min bi wan ne ketiye. Mewlūda wī di sala 1905 an de li Misrź hate ēap kirin. Heke ez ne žaž im ew mewlūd di sala 1919 an de li Stenbolź jī ketiye ēapź. Bi min re nisxeke destnivīs heye.
Eve ēend dūrik ji mewlūda Batź :
Hemdź bźhed bo xudayź alemīn
Wī Xudayī daye me dīnź mibīn
Em kirīne imeta xeyrel bežer
Tabihī wī miqtedayź namwer
Wī xudayī malikź milkź ezīm
Daye me mīras qurana kerīm.
Bo cemihī mislimīn ū salihe
Bo feqīrź Bate jī el-fatīhe.
AXAYŹ BŹDARĪ – Me tu eserźn vī žahirī ne dītine. Me bi tenź navź wī seh kiriye. Rawiyan gote me ko Axayź bźdarī gelek guh daye zimźn ū ēiqas jź hat ewēend bźjeyźn erebī ū farisī ne xistine žihrźn xwe. Melayź Jaba qet qala vī žahirī ne kiriye. Dibźjin ko Axa di pey Batź re rabūye. Ji lewra me ew daniye vź derź.
EHMEDŹ XANĪ – Mela Camī di heqź Mewlana Celaledīnź Rūmī ū kitźba wī » Mesnewī« de gotiye :
Men ēi gūyem wesfi an alīcenab
Nīst pźxember welź dared kitab.
Yanī : Ez di heqź wī alīcenabī de ēi bibźjim, ne pźxember e, lź kitźba wī heye.
Ev pesnekī bilind ū hźja ye ū bi her awayī li bejna Mewlana tźt.
Di heqź Ehmedź Xanī ū kitźba wī »Memozīn« de, bi min be, mirov dikare jź bźtir jī bibźje. Belź Xanī jī xudan kitźb e. Lź Xanī pźxember e jī. Pźxemberź diyaneta me a milī, pźxemberź ola me a nijadīn.
Xanī di wextekī welź de rabū ko - beriya niho bi sź sed ū neh salan - ne li cem me, lź li Ewropayź jī xelk hźj li miliyet ū li nijadź xwe hižyar ne bū būn ū zelamźn ji yek miletī hev ū dū ji bo ketolīkī an protestaniyź dikužtin. Di heyameke welź de Ehmedź Xanī bīra miliyeta xwe, bīra kurdaniya xwe biri bū ū ji kurdan re goti bū hon berī her tižtī kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdī ēźkin ū bindestiya miletźn din mekin.
Melayź Jaba der heqź Ehmedź Xanī gotiye : »Žahirź pźncź jī Ehmedź Xanī ye. Eslź wī ji tayifeyź hekariyan ji ežīreta xaniyan e.
Bi xwe hatiye Beyazīdź, di tarīxa hezarź da tewetin kiriye. Di zimanź kurmancī de Memozīn nav kitźbek ažiq ū mažūqan gotiye ū kitźbek lixet jī bi kurmancī ū erebī gotiye, navź wź Nūbihar e. Zarokź di Kurdistanź hemū di pižtī Quranź dixwīnin. Ū zehf jī xezeliyat ū ežharan ū beyt bi zimanź kurmancī gotiye. Ū di zimanź erebī ū farisī ū tirkī jī qewī mahir ū sahibi irfan e. Ū ji žierayź di Kurdistanź hemūyan jī mežhūr ū faiq e, belkī ji hemū žieran meqbūl ū memduh e. Ū dii hezar ū žźst ū sź da jī merhūm būye ū di nźv Beyazīdź da mizgeftek jī bi navź xwe bīna kiriye. Ū bi xwe jī li kenarź mizgeftź medfūn e« .
Xanī herwekī bi xwe dibźje di sala hezar ū žźst ū yekź hicrī de ji diya xwe būye.
Lewra ko dema ji xeyb fek bū
Tarīx hezar ū žźst ū yek bū
Kengź emirź Xwedź kiriye em pź nizanin. Lź gava Memozīna xwe qedandiye ēil ū ēar salī bū.
Īsal gehižte ēil ū ēaran
Ev pźžrewź gunahkaran
Xanī ji Memozīnź pź ve hin eserźn din hene. Nūbihar : ferhengeke menzūm e. Kurdī-erebī.
Xanī ji bo Nūbiharź dibźje :
Ji paž hemd ū selewatan
Ev ēend kelīme ji ji lixetan
Vźk źxistine Ehmedź Xanī
Nav lź Nūbihara biēūkan danī
Ne ji bo sahibi rewacan
Belkī ji bo piēūkź di kurmancan
Ji Eqīda īmanź :
Sifatź di sebhe ji bo zilcelal
Bizan heft in ey arifź pir kemal
Xwežī, žīn ū zanīn ū vźn ū kelam
Bihīstin digel dītī bū temam
Xanī li Beyazīdź dibistanek jī danībū ū tź de dersa zarokan bi kurdmancī digot. Di pey mirina wī re žagirtź wī Ssmaīn bīst salźn din li wź dibistanź guhdar bū ū dersźn kurdmancī tź de gotin.
Li gor atižtź ko min bihīstiye Xanī kitźbeke cexrafyayź jī ēźkiriye ū tź de qala ezman ū stźrkan kiriye. Herēend ez gelek lź geriya bim jī ev kitźb neket destźn min.
Ehmedź Xanī herwekī bi xwe gotiye Mem ū Zīn ji xwe re kirine behane ū bi vź hźncetź kula dilź xwe bi der daye, derdź miletź xwe ź ker ū lal bi ziman kiriye ū ew axivandiye.
Mem ū Zīn ji bo Ehmedź Xanī remzźn Kurdistanź, rźzikźn welatź wī ne. Xanī dibīne ko ew rźzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwīnin ū dinivīsīnin, bi rźzikźn miletźn din ve diēin, belgźn xwe źn nijadīn ji xwe tavźjin, dikevin rengźn miletźn din ū bi vī awayī ū bi rźva bindestiya wan dikin.
Seyda dibźje :
Sazi dili kul bi zīr ū bem bit
Sazendeyź 'ežqi Zīn ū Mem bit
Žerha xemi dil bikim fesane
Zīnź ū Memī bikim behane
Nexmź we li perdeyź derīnim
Zīnź ū Memī ji nū vejīnim
Derman bikim ez ewan dewa kim
Wan bź mededan ji nū ve rakim
Mežhūr bikim bi terz ū islūb
Mimtaz bikim mihibb ū mehbūb
Ewreng bikim ji nū serefraz
Da bźne temažeyī nezerbaz
Dilber li Memī bikin girīnź
'Ažiq bikenin bi derdź Zīnź
Ev meywe eger xirab e ger qenc
Kźžaye digel wź me dused renc
Ev meywe eger ne avdar e
Kurmancī ye, ew qeder li kar e
Ev tifl e eger ne nazenīn e
Nūbar e bi min qewī žirīn e
Ev meywe eger ne pir lezīz e
Ev tifl e bi min qewī 'ezīz e
Mehbūb ū libas ū gūžiwar e
Milkź di min in ne miste'ar e
Ez pīlewer im ne gewherī me
Xudreste me ez ne perwerī me
Kurmanc im ū kūhī ū kenarī
Ev ēend xeber in di kurdwarī
Memozīna Xanī di sala 1919an de li Stenbolź hatiye ēap kirin. Seyda Hemze - īro midirź dibistanźn Hesiēź ye - jź re dībaēeyek nivīsandiye. Tź de dibźje ko Xanī Nūbara xwe di sala 1094ź hicrī de nivīsandiye. Li gora vź tarīxź Beriya qedandina Memozīnź bi neh salan. Tirba Xanī li Beyazīdź ziyaretgaha xelkź ye.
SŻMAĪLŹ BEYAZĪDĪ – Melayź Jaba di heqź vī žairī de gotiye: »Žairź žežź, j žairź di Kurdistanź Ismaīl e. Eslź wī ji Beyazīdź ye, ji žagirtź di Ehmedź Xanī ye. Di hezar ū žźst ū pźnź hicretź peyda būye ū di hezar ū sed ū bīst ū yekź de merhūm būye.
Kitźbeke lixetan jī »Gulzar« nav telīf kiriye ū bi kurmancī ū erebī ū farisī, zaro dixwīnin. Bi xźrī ji wź jī zehf xezel ū ežharan ū ebyat bi zimanź kurmancī gotiye. Cehda wī mežhūr ū marūf e. Ū di nźv Beyazīdź da merhūm ū medfūn būye« .
Me Gulzara Smaīl ne dītiye; ne jī žihirźn wī. Tižtź ko em di heqź wī de dizanin ew e ko Smaīl daye ser žopa Xanī ū di dibistana Beyazīdź de dersźn zarokan bi kurdmancī gotiye.
ŽEREF-XAN – Melayź Jaba di heqź Žeref-Xan de gotiye: »Žairź heftź Žeref-Xan e, ji mīrź di hekariyan e, ū ji neslź Ebas. Di hezar ū sed ū yekź da jī li Colemźrgź ko cihź hikūmeta hekariyan e peyda būye. Ežhar ū ebyat bi zimanź kurmancī ū farisī zehf gotiye. Di hezar ū sed ū žźst ū yźkź da merhūm būye ū di nźv Colemźrgź de medfūn e« .
Me ev Žeref-Xan nas ne kir. Heke jź mexsed xwediyź Žerefnamź Mīr Žeref e, mīr Žeref ji mīrźn Bidlīsź ye, ū me tu žihrźn wī bi kurdmancī ne dītine.
MŻRAD-XAN – Me navź vī žahirī jī ne bihīstiye. Melayź Jaba qala wī dike ū dibźje: »Žahirź hežtź Mirad-Xan e ko di tarīxa hezar ū sed ū pźnciyī da li Beyazīdź peyda būye. Ewī jī miqderekī xezeliyat ū ežharan bi zimanź kurmancī gotiye ū di hezar ū sed ū nehź da merhūm būye ū di Beyazidź da medfūn e ū pažī wī ji kurmancan źdī žair peyda ne būne, heta niha« .
Herwekī me got di heqź Mirad-Xan de em tu tižtī nizanin. Li gora navź wī divźt ew jī ji mīrekźn Kurdistanź be.
Melayź Jaba -
Em wī hergav bi vī navī bi nav dikin ji ber ko bi navź wī nizanin pižtī ko hežt žairźn jorīn hejmartine benda xwe bi gotinźn jźrīn qedandiye :
»Berź zaf medaris di wilayetź di Kurdistanź de hebūn. Dikat, bajar, qeza ū qesebe ū gundan da ehlź islamź di Kurdislanź da elbete felabid medreseyek ū dido ū sisź ū belko źdī zźde hebūn ū bila derece diqet ū ihtimam ji kenarź di hakim ū ehaliyan der heqź emrź di medaris ū islaman hebūn. Li nik mezin ū piēūkź di Kurdistanź qedr ū rifta ilm ū ileman hebū.
Melayź di qewī ū zūfinūn di Cizīr, Amedī, Soran ū Sźrt ū etrafan da zaf būn. Lakin niha źdī medrese ū ilema ū xwendin di Kurdistanź de qewī kźm būye, nadir peyda dibe. Elbetde elametź axirī ye ko ilm ilema niqsan dibin« .
Kitźba kurdīzanź ūris di sala 1860ī de ketiye ēapź. Li gora vź tarīxź melayź ko em bi navź wī nizanin beriya niho bi 80-90 salī žairźn jorīn senifandine ū di heqź ilm ū zanīnź de ev tižt bi dilekī kul gotine.
SŻYEHPŪŽ – Sed heyf ū mixabin ko di heqź vī žairź hźja de em tu tižtī nizanin, ji žihra jźrīn pź ve, ya ko vź pažiyź ketiye destźn me.
Dilberek min dī bi ēavan
Sed elif pabūsī bū
Agirek berda hinavan
Žemh ū der fanūsī bū.
Žemh ū rihniya zilamź
Agirek berda di amź
Zilf ū xalźn ū temamī
Qeyd kirin mehbūs bi damź
Žerbeta žīrīnkelamź
Terkī min nadit midamź
Sed žikir īro selamź
Kir li min taze xulamź
Žerh ū teqrīrź Isamź
Fikr ū teswīrź kelamź
Reng ū elwanź di Camī
Žibhetī tawūsī bū.
Žibhetī ēavź duyengź
Qews ū ebrūyź du bengź
Mir-reyź tīra xedengź
Zilf ū xal ū xuncerengź
Kes ne dī qet wī ēi rengī
Neqžź maēīn ū firengź
Qet ne ma qet wī ēi rengī
Hikmeta Tźmūr ū lengī
Sifdera mźrź du cengź
Žźr ū mexmūr ū pilingź
Sed hezaran wek bižengź
Hikmekī kawūsī bū.
Min qebūl e hikmź rindan
Serxwež ū sūretlewendan
Lź ēi bźjim qewl ū bendan
Ketme tora lehl ū xendan
Zehmetek wan pir bi min dan
Kefže bim wek gaz ū sindan
Dil hedef kir tīr li min dan
Lź ji halź mestemendan
Bź eded cewher bi min dan
Lewmenožź can bi der dan
Xemzeyź pir mekr ū fendan
Lź li min casūsī bū.
Lź li min berda girīnź
Mihbeta wź nazenīnź
Bź sebeb ketme nivīnź
Ax ū efxan ū enīnź
Lź ji ber hisna žerīnź
Žeq bū bedra yasemīnź
Kanī hūra ser zemīnź
Carekź bźte girīnź
Ev bi xef, hal im bibīnī
Merhema bavź birīnź
Zilf ū xal ū xemrevīnź
Bo me calīnosī bū.
Zilf ū xal ū mest ū naz e
Ižweyź wan xemzebaz e
Gerdenź gerdenfiraz e
Lź ji ežqa rūyź faze
Cerd dikin ehlź mecazź
Ta sedī yasī ū qaze
Xef dibin esrar ū raze
.......
Ez ēi kim sewm ū nemaz e
Kar ū žixl ū bź niyaz e
Min ji dest tenbūr ū saz e
Dil wekī naqūsī bū.
Dil ebīr ū mest ū mīrź
Begler ū žah ū wezīrź
Da li min derbek bi tīrź
Ta li mir' nź min vebīrź
Kirme hib-ba zemherīrź
Sīne kir armanc li tīrź
Kanī mel-layź Cizźrī
Mek-kī ū Elyź Herīrī
Xanī, Žźxź Babežīrź
Bźn li dengź min feqīrź
Xemrī ū gīs ū herīrī
Žev li min kabūsī bū.
Žev dikim nalīn ū zarī
Žibhetī teyrź Biharź
Ey Siyehpūž tu xumar ī
Sahibź adab ū kar ī
Ēend Siyehpūž tu sitar ī
Lź bi ežqa dil nikarī
Dir ū yaqūt ū mirarī
Misk ū enber jź dibarī
Hespź žahź žehsiwar ī
Angeh ez pabūsī būm.
Dilberź ehlź dilan bū
Qatilź cergź pijan bū
Qasidź rūh ū we can bū.
Dibźjin leqeba Siyehpūž pź ve būye ji ber ko hewranikī rež bi xwe ve dikir, li hespekī boz siwar dibū ū kolosekī spī li serź wī bū; ū ew di nav hesp ū kolosź spī de rež dikir.
Ji žihra jorīn em dizanin ko Siyehpūž di pižt Xanī re ye. Jū pź ve Siyehpūž bi vź žihirź ji me re du žairźn din dide nas kirin : »Mekī« ū »Žźxź Babežīrź« .
AXAYOK – Gelo ev kurdź ko bi zmanź xwe bi qasī Ristemź kurd mźr e kī bū ? Belź ew axa an pisaxayek bū. Lź axayź kū derź, navź wī ēi ye, ū kengź rabūye?
Disan ū dīsan em nizanin, em nizanin. Bi tenź ēend dūrikźn wī ketine destźn me ū bi vī awayī me zanī žahirek rabūye ū leqeba wī Axayok e. Nebe ko ev ū Axayź Bźdarź yek hibin. Dīsan em nizanin.
Ev in dūrikźn Axayok yź ko bi dest me ketine :
Tawūs bi vī žiklź melīh,
Žermendeyź saqź di rež
Ew qijika gūxwer binźr
Qij qij dikit elwan im ez.
Žźrź ji heft bavź xwe žźr,
Dawayī žźrī naketin
Tūlepīsź heft kūēikan
Ewew dikit erslan im ez.
Nanź cehī tźr naxwitin
Tižtek di malź da niye
Simbźl ū ēavan bel dikit
Zobažiyź qewman in ez.
Fezl ū terīqa neqžebend
Ger ew bi žorbe germ biya
Ew dīzika žorbe di nźv
Dź žźxź Bestamī biya
Fezl ū terīqa sofīyan
Ger ew bi reh beh'ta wicūd
Ew nźriyź lehyetewīl
Dź bź guman sofī biwa
Fezl ū terīqa aliman
Ger ew bi žaža gir biya
Cismź kulindź ser mezin
Dź qazī beyzawī biwa.
Fezl ū terīqa qadirī
Ger teq teq ū žeq žeq biya
Ew žeqžeqa asī, yeqīn
Dź qutbź gźlanī biwa.
MEWLANA XALŻD – Žźx Xalid Ziyaedīn di terīqeta neqžibendī de žihba Xalidī daniye. Mewlana Xalid ji kurdźn Silźmaniyź ye. Žźx Xalid berī ewilī li Bexdayź ū di pey re li Žamź terīqeta xwe belav kiriye ū di sala 1242 an da li Žamź ēūye rehmetź. Di ēiyayź Ēilyaran de vežartī ye. Mewlana Xalid žahirekī mitesewif e; ū wī dīwaneke farisī heye. Min bi xwe dīwan ne dītiye. Dibźjin ko di wź dīwanź de ēend qesīdeyźn bi kurdī an nīvkurdī hene. Me got nīvkurdī ji ber ko Mewlana di wan qesīdan de kurdī ū farisī tevlī hev kirine. Źdī mirov nizane ew qesīde bi kurdī an bi farisī ne.
Eve qesīdeyek ji wan qesīdan :
Ēi tedbīr ey misilmanan
Kī men xod ra nemīdanem
Ne tersa me yehūdiyem
Ne gebr ū ne misilmanem
Ne beriyem, ne behriyem
Ne žerqiyem ne xerbiyem
Ne ez erkanī tebhiyem
Ne ez eflakī gerdan im
Ne ez Ēīn im, ne ez Hind im
Ne ez bilxar ū maēīn im
Ne ez milkź Iraqź me
Ne ez xakī Xuristan im
Ne ez av im, ne ez ba me
Ne ez xak im ne ez atež
Ne ez dinya, ne ez iqba
Ne ez firdewsī ridwan im
Nižan im bź nižan bažed
Mekan im lamekan bažed
Ne ten bažed ne can bažed
Ne min ez canī canan im
Ne baba me, ne dada me
Ne ema me, ne xala me
Li ser wechź ēiraya me
Dikim īro di efxan im
Ji efxana bes e salek
Ji mažūqan bes e yarek
Ji bo mihiban hero carek
Welī bim ez bi ēežman im.
MELA YEHYAYŹ MŻZŪRĪ – Min bi tenź navź wī bihīstiye ū ji min re gotine ko dīwaneke wī heye.
Dīsan rawiyan gote min ko Mela Yehya gelek bala xwe daye zimźn ū di daira imkanź de, bźjeyźn erebī ū farisī ne xistine dīwana xwe. Ēiyayź mizūriyan di ser Dihokź re ye.
MELA XELĪLŹ SŹRTĪ – Dibźjin ko Mela Xelīl di wextź Mela Yehyayź Mizūrī de rabūye. Evī melayī kitźbek heye hi nnvź »Nehcel Enam« .
Beytźn jźrīn ji wź kitźbź ne :
Tu guh dźre nitq ū beyana fesīh
Ji bo ferz ū eynan e merdź melīh
Ko īman ū islam ū sewm ū selat
Li ser malīdaran e hec ū zekat
Li ser te ji ferzan e ey nūrī can
Bizanī tu erkan ū žertź di wan
Heēī hikmź žerhź tu mihtac dibī
Ji bo zanīna wī tu minqad dibī
We lźken qe yek bź yekī nabitin
Misilmanī bź her diwan nabitin
Tū manayź žehdź ko bawer bike
Telefiz eger qadir ī pź beke.
ŽŹX EVDŻLQADŻRŹ GŹLANĪ – Ev kījan Žźx Evdilqadirź Gźlanī ye ? Xwedź pź zane. Yź ko navź wī ji min re gotiye, gote min jī ko dīwana wī di gundź Qelenderan de peyda dibe. Qelenderan di dora Mźrdīnź de ye.
HECĪ FETAHŹ HEZROYĪ – Dīsan min bihīstiye ko dīwaneke wī heye ū herwekī ji navź wī dixuye ji Hezroyź ye.
ŽŹX MŻHEMEDŹ HADĪ – Rawiyan gote min ko pźžiyźn Žźx Hadī ji Rewandizź hatine ū di Līcź de cih būne. Dibźjin ko dīwana wī heye.
ŽŹX EVDIREHMANŹ TAXŹ – Dibźjin ko Žźx Evdirehman bidlīsī ye. Tax ēi ye? Ji gundźn Bidlīsź ye, an Žźx ji taxeke Bidlīsź e dūr e, ū ji lewre jź re Evdirehmanź Taxź an »taxī« gotine. Me dīsan bihīstiye ko dīwana wī heye.
NALĪ – Ji žahirźn Soran e.
Dīwana wī di sala 1931ź de li Bexdayź ēap būye ū yźn ko dīwan dane ēap kirin biserhatiya Nalī jī tź de gotine.
Jź dixuye ko Nalī leqeba žahir e navź wī Mela Xidir e, bavź wī Ehmed Žawźs e.
Nalī di sala 1215ź hicrī de, li Žarezorź, ji diya xwe būye.
Di sala 1255an de ēūye Stenbolź ū heta dawiya emrź xwe li Stenbolź ma ū di sala 1273an de emirź Xwedź kir.
Li Stenbolź di gornistana Eba - eyūbź - ensarī de vežartī ye.
ŽŹX RŻZA – Žźx Riza jī sorī ye. Ew jī ēūye Stenbolź ū li Stenbolź di civata žahir ū zanan de gelek bi qedr ū rūmet būye. Dersa efendī ū beglerźn Stenbolź digot, nemaze bi farisī. Žźx Riza hecawekī bźeman bū. Mixabin ko tu žihirźn wī bi min re nīnin ko ezbelav bikim. Bi tenź ēīrokoke wī dizanim.
Herwekī me got Žźx Riza li Stenbolź dersa edebiyatź digot. Wezīrź miarīfź gelek ji Žźx Riza hez dikir. Lź carekź wezīr žźx xeyidand. Di mala wezīrź miarīfź de, li heywanź postź hirēekī hebū; ev post bi kayź dagirtī būn ū li ser lingan sekinandi būn. Žźx Riza pižta erna wezīr, rojekź, di dersź de qala mecaz ū kinayź dikir. Ji žagirtźn xwe re heēko mīsalek anī ū got: »Gava hon dikevin xanīkī ū li heywanź hirēekī dibīnin divźt bizanin ko xwediyź malź qereēī ye« .
HACĪ QADŻRŹ KOYĪ – Hacī Qadirź koyī Xaniyź didowan e. Ew jī weke Xanī bi derdź miletź xwe dižewitī. Žihir ū qesīdeyźn wī tev de li ser milet ū welźt in.
Ēend žihirźn Hacī Qadir di sala 1925an de li Bexdayź di bin navź »komela žihirźn Hacī Qadirź Koyī« de ēap kirine. Di wź komelź de biserhatiya Hacī jī gotine. Li gora wź komelź Hacī Qadir kurź Mela Ehmed e, di gundź Gorqeraēź de ji diya xwe būye, ū ji ežīra Zengenź ye. Lź ji ber ko di zarotiya xwe de guhastiye Koyź navź »koyī« pź ve būye.
Hacī jī weke Nalī ū Žźx Riza ēūye Stenbolź ū ketiye civata edīb ū žahirźn Stenbolź. Ji žahirźn wź heyamź pirź wan farisiya xwe li ber destźn Hacī xwendine.
Hacī dīwaneke mezin heye an hebū. Min dīwana wī dītiye; bi destnīviseke hūr qederź 800 rūpel hebū. Hacī ji dīwana xwe du nisxe nivīsandī būn; heke nisxeke wź tirkan žewitandiye heye ko nisxa din rojekź bikeve destźn me.
Ezź īro žihreke Hacī e neēapbūyī belav bikim. Herwekī me got Hacī perestižkarź Xanī bū. Hacī li ser Memozīna bavź min a destnivīs žihira jźrīn nivīsandiye.
Zemane resmi caranī ne mawe
Ēiraxi nazim ū minžī kujawe
Le dewri źme roman ū cerīde
Egerēī meqsed e, zanīnī baw e
Eman qedrź bizane em kitźbe
Le dinya źstekī hemtay ne maw
Le eyamī heyati žźxi Xanī
Le ser nisxey xet ew nūsirawe
Le layī erbabi xoy bo qedr ū qiymet
Xezīney gewher e, ū kisey diraw e
Le mecmūhi diwel, Soran ū Botan
Le sayey em kitźbe nasirawe
Le kurdan xeyri Hacī ū žźxi Xanī
Esasi nezmi kurdī danenawe.
Hacī di sala 1912ź hicrī de li Stenbolź ēūye rehmetź. Bi eqlź min li Skūdarź di gornistana Reqece-Ehmed de vežartī ye. Ez dikarim bibźjim min Hacī dītīye, lź nikarim bibźjim ez Hacī nas dikim. Ji ber ko sala ko Hacī ēū rehmetź ez hźj nū keti būm ser lingan.
ŽŹX NŪREDĪNŹ BŻRĪFKĪ – Ji eserźn Žźx Nūredīnź Birīfkī di destź me de bi tenź Ēīroka Siltan Ebūbekrź Žiblī heye. Ji xwe jū pź ve min tu eserźn žźx ne dītine.
Ev in ēend beyt ji qesīda Ebūbekrź Žiblī :
Ev bendeyī žźxī cīhan
Lazim divī sira nihan
Zahir bikim qutbī zeman
Da hon bizanin qisetź
Žźxek hebū xewsź dinź
Insan hemī jź būn xenī
Ne d'hate xab ū xwarinź
Daīm bi terka lezetź
Navź ewī qutbī žerīf
Žiblī Ebūbekrź zerīf
Yekser dibū wek mū zeīf
Daīm bi tirs ū xežyetź
Eslź terīqa žźx ēi ye
Ewil emīrī žahiye
Žźx hakimek farīsī ye
Siltanź mīr ū žewketź
Mīr˜ź nihawendī bū ew
Žahź semerqendī bū ew.
EVDŻREHMANŹ AXTEPĪ – Kitźbeke wī heye bi navź »Rewzel Neīm« tź de qala wesfźn pźxember ū mīraca wī kiriye. Kitźb mźnzūm e, ū 360 rūpel in. Kitźb di sala 1302ź hicrī de hatiye nivīsandin. Evdirehman teqlīdī Ehmedź Xanī kiriye ū di žihirekź de qala kurdmancī ū kurdmancan kiriye.
Evdirehman di beyteke vź žihirź de dibźje :
Me ev ēend lefzi žźrīn ēźkirin
Zimanź di tirkan me pź jźkirin.
* * *
Heta niho me behsa wan camźran kir ko bi nezmź nivīsandine ū xwediyź dīwanź ne. Ji van pź ve ēend mirovźn din hene ko bi žihirź mijūl ne būne lź di warźn din de bi kurdmancī nivīsandine. Emź niho qala wan bikin.
Kurdīzan Eleksandr Jaba jī di kitźba xwe de qala wan dike ū welź dixuye ko ev tižt jī jź re ewī melayź kurdmanc bi devkī gotine ū Jaba ew bi frensizī nivīsandine.
ELĪ TEREMAXĪ – Jaba dibźje ko kurdmancan heta 1000ź hicretź ilmźn dīn ū žerīetź bi zmanź erebī dixwendin. Pižtī 1000ī melayek bi navź Elī, ji gundź Teremaxź, ji qeza Miksź rabūye ū ji ber xwendinź ēū heta Bexdayź. Elī di medresźn Bexda, Mūsil, Behdīnan ū Soran de xwend ū di nav alimźn heyama xwe de bū bū zanakī serdeste. Evī Eliyź Teremaxī pižtī ko vegeriya welatź xwe rabū di gundź xwe de medreseyek ava kir ū bi zimanź kurdmancī kitźbeke tesrīfź jī ēźkir ū dersa feqehźn xwe bi kurdmancī got. Hźdī hźdī ew kitźb li Kurdistanź belav bū.
MELA ŪNŻSŹ ERQETĪNĪ – Jź re Melayź helqetīnī jī dibźjin. Xuya ye ko »Erqetin« an »Helqetīn« gundź wī ye.
Vī melayī daye pey Elī Teremaxī ū kitebźn tesrīf, zirūf ū terkībź bi zmanź kurdmancī nivīsandine. Min ne eserźn Elī ne jī yźn Ūnis dītine ji lewre min nikari bū ez hin tižtan ji wan belav bikim.
MELAYŹ ERWASŹ – Melayź Erwasź kitźbeke kiēik lź hźja nivīsandiye. Kitźba wī li ser nexwežī ū dermanźn wan e. Mela tź de qala nexwežiyan dike ū dermanź her nexwežiyź ū ēźkirina dermanźn jī dibźje. Min bi xwe kitźb ne dītiye, ez bi salūxdanź dibźjim. Dīsan rawiyan gote min ko Melayź Erwasī di wextź Evdil-Xanź bavź Bedir-Xan de rabūye. Li gora vź ū bi texmīn Mela beriya niho bi 150 salī emir kiriye. Ji kitźba wī re »Tiba Melayź Erwasź« dibźjin.
KŻTŹBEKE HŻSABĪ – Vź pažiyź kitźbeke kiēik ketiye destźn min, Kitźbeke mewzūn. Tź de qala hisabī kirine.
Ev in ēend beytźn wź :
Neh caran neh bi xwe hesźb ke biltemam
Hežtź ū yek in, tu bizan ya ez xulam.
Hežt caran ēar ēend in eya žīrīnbira
Ew sih ū dū ne herēī zźde ji te re.
Heft caran pźnc ēend in eya tiflź piēūk
Ew sih ū pźnc in da ko pź nebī xudūk.
Žež caran sź ēend in eya sahib meqal
Ew deh ū hežt in tu bizan ya pīrź kal.
Pźnc caran pźnc ēend in ey mźrź ēak
Ew bīst ū pźnc in tu bizan ey canź ēak.
Ēar caran heft ēend in tu bźje vź demź
Ew bīst ū hežt in da tu hilnegrī xemź.
Sź caran neh bo te beyan kim ya delal
Ew bīst ū heft in tu bizane ya heval.
Du caran ēar ēend in min bo te kirye xet
Ew hežt temam in der vź nezma pir xelet.
Źk caran źk źk e bizan ya nasiha
Bo feqīrź koyī bźjin fatiha.
Di dawiya vź kitźbokź de bi erebī žerhek heye. Li gora vź žerhź xwedī kitźba xwe di sala 1345ź romī de nezim kiriye; berī hevdeh salan. Gelo li kū derź? Li Tirkiyź, Iraqź an Sūriyź ?
Xwendevanźn delal. Ev nivīsara ko ji bo kitźbekź hindik lź ji bo bendekź hinek zźde ye, li hire temam būye. Herwekī min ji we re got li vź bendź ne wek bendeke tarīxa edebiyatź lź wek līsteke žahirźn me źn kevin fedkirin. Hingź hon dikarin xwe ji žažbūnź biparźzin.
------------------------------------------
Azīzan, Herekol, (1941), »Hawar«, »Klasīkźn me«, hjm. 33, rūp. 6
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafź Kopīkirin &kopībike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ū Kurdistanź daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyźn Aborī ū Avakirin, Pirojeyźn Cand ū Huner, Lźkolīna Dīroka Kurdistanź, Perwerdeya Zimanź Kurdī, Perwerdeya Zanīn ū Sīyasī, Wežana Malper ū TV yźn Kurdistane. Tev maf parastī ne. Wežandin:: 2009-03-07 (6046 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |