Kazim Özdemīr Serhildanźn Gelź Kurd ū Berdźla Azadīyź – 3 Serhildana Žźx Mehmūd Berzencī :
Serhildanźn Gelź Kurd ū Berdźla Azadīyź – 3 Serhildana Žźx Mehmūd Berzencī :
Di sala 1919’an da žźrź Tirkan ź xwe azadkirinź bi rźzanīya Mistefa Kemal destpźkir. Ji 19.05.1919’an virda źdī em Iraqź ū Sūrī bi dewleta Osmanī ū komara nū a Tirkīyayź va girźnadin. Ji vź tarīxź ū virda serhildanźn Kurdan źn li Iraqź an dijī Ingilizan an jī dijī Ereban ēźbūne.
Li Iraqź serhildana pźžīn di sala 1919’an da ji alīyź Žźx Ehmed Berzanī va li herema Berzan dijī Inglīzan ēźbū. Žźx Ehmed Berzanī, eskerź Inglīzan ji Berzan deranī ū Kurdan ēend zabitźn sīyasī ź Inglīzan kužtin. Di destpźka Payīzź da ev serhildan ji alīyź ordīyźn cezakirinź źn Ingilīz gelek bi zehmetī ū xwīnrźjan hat temirandin.
Belź li Iraqź žerź azadīyź roj bi roj xurt dibū. Silźmanī wek meqerź (ordugah, merkez) hereketź azadīyź ū Kurdźn welatparźz, rewženbīr ū zanayźn wź demź bū. Hakimtīya Birītanyayź li Iraqź bź astengī cī xwe girti bū. Belź Kurdan dewletek azad dixwestin ū ji bo vź dewleta azad damezirīnin li hev dižźwirīn, xebat dikirin. Di vź xebata azadīyź da bź žik ū žiphe, bź dijīderketin Žźx Mehmūd Berzencī serī dikźžand ū rźzan bū.
Žźx Mehmūd Berzencī di roja 20 ź meha Gulanź sala 1919’an da li Silźmanī serhilda ū eynī roj Silźmanīyź fetih kir. Hereket ji nižkźva destpźkir ū serkevtinek qenc ket destźn Kurdan. Kurdan Zabitźn Inglīz źn eskerī ū sīyasī teslim girtin ū hin ji wanan hatin kužtin. Di ēend rojan da Žźx Mehmūd Berzencī, herema Silźmanī bi temamī kir bin hakimīya xwe. Cīyźn ku Žźx Mehmūd Berzencī kir bin destźn xwe temamīya bažūrź Kurdistan ne bū ū parēeyek biēūk ji bažūrź Kurdistan bū. Žźx Mehmūd dixwest temamīya Bažūrź Kurdistan bike bin destźn xwe ū dewlet Kurd damezirīn e. Serkevtinek mezin jī dijī Ingilīzan sitand. Žźx Mehmūd Berzencī serxwebūna temamīya Bažūrź Kurdistan ilan kir ū xwe jī hakimź (Qeralź) Kurdistan beyankir.
Žźx Mehmūd Berzencī, ala Kurdistan bilind kir, ala ku īro li ēar parēeyźn Kurdistan hatiīyź qebūlkirin, kir ala Kurdistan. Pereyźn Kurdistan deranī, pūlźn poste ū źn demxeyźn rismź xwe li ser wan derxist pīyasź. Rojnameyek bi navź Kurdistan da ēapkirin ū belavkirin. Birayź xwe ź biēūk Žźx Qadir Berzencī kir serokwezīr ū hikūmatek danī. Evdilkerīm Alakayī ku bi bawerīya xwe File bū kir wezīrź Malī, Hacī Mistefa Paža kir wezīre Perwerdīyź. Salih Zekī Beg jī bū serokkumandar.
Di destpźkź da īžź Žźx Mehmūd Berzencī gelek baž ēū ū di gelek žer ū karan da bi serkevtī bi pźž va ēū. Gelek ežīrźn Kurd jī, xwe dan alīyź Žźx Mehmūd Berzencī. Žźx Mehmūd bi serok ū rźberźn Kurdan ra peyvendī danī. Bi serokź Žemzīnan nevīyź Žźx Ibeydila Seyīt Taha, bi Simko ra ku li Iranź dijī dewleta Iran žerdikir, bi Žex Ehmed Berzanī ra hevbendīyźn qenc danī ū xwest yekītīyek li bažūrź Kurdistan lihev bīne. Belź lihevanīna yekītīya Kurdan wek her dem ū zeman tižtek pir zor ū zehmet e. Žźx Mehmūd Berzencī di vź daxwaz ū armanca xwe da nikaribū serkevtinek bike dest.
Ingilīzźn ku hź li Iraq bi temamī hakimīya xwe bi temamī tedarik nekiribūn. Ketin nav merhezan ū ji bo žikźnandina Žźx Mehmūd planźn bi fetil ū fźl ēźkirin. Pźžī ketin nav ežīrźn Kurdan, di dijī Žźx Mehmūd da bi derew ū iftiran xapandin, cepeyźk ēekirin. Di du da ordīyźn Hindistanī źn Ingilīz di bin kumandarīya T. Frezer da žandin ser Žźx Mehmūd Berzencī. Li ser erdź bi top ū tifingan, li hewayź jī bi firokźn žer girtin ser herema Kurdistan a azadkirī. Bajar ū gundan him ji jor va him jī ji jźr va bimbe kirin. Wewetźn Ingilīzan ji źn Žźx Mehmūd gelek zaftir būn. Mifrezeyźn Žźx Mehmūd di bin vź bimbe ū berikbarandinź da berxwedanek hźja dan, belź nexapin nikaribūn dijī firokan žer bikin ū žikestin. Žźx Mehmūd jī birīndar źsīr kete destźn Ingilīzan. Belź Silźmanī ne diket. Pižtī źsīrbūna Žźx Mehmūd jī žervanźn wī bi qehremanī 15 roj berxwe dan ū roja 03.08.1919’an serhildan bi temamī hat perēiqandin.
Li gorīy qanūnan pźwist bū mehkema eskerīya Birītanī Žźx Mehmūd mehkūmź idamź bikir. Belź Žźx Mehmūd Berzencī, di nav Kurdan da gelek bi rūmet bū ū Kurdan jź zaf hezdikirin. Sedem vź yekź ku Ingilīz li bažūrź Kurdistan nekevin nav dozźn zor ū zehmet ū tengīyźn nikaribin ji nav derkevin, Žźx Mehmūd ji bo 10 salan žandine Hindistanź nefīyź.
Di roja 23.08.1921’an da Ingilīzan Emir Feysal ibnī Hiseyīn el Hažimī derxistin ser text ū wī qeralź Iraqź ilan kirin. Kurdźn Kerkokź, Silźmanīyź ū piranīya Kurdźn Bažūr dijī qeralīya Feysal derketin ū dengźn xwe dijī bilindkirin. Ežīrźn dora Rewandizź dijī Inglīzan serhildan kirin. Li Bažūrź Kurdistan heta nīvź sala 1922’an serhildanźn giran dijī Ingilīzan dom kirin. Žerźn gelek giran ji alīyź ežīra Hemavend bi alīkarīya ežīrźn din li herema Helepēź ū ežīra Berzanī ū źn din li hźla Ēemēemalź ji meha Ēilan heta xilazīya meha Gulanź sala 1922’an hatin amadekirin. Kurdan bi qehremanī di van žeran da berxwe dan.
Ingilīz dijī Kurdan ketin tengasīyź. Dixwestin xwe ji vź tengīyź derźnin. Ji alīyź din va li Tirkīyź dewletek nū dihat damezirandin ū mecbūrī bi vź dewletź ra dan ū sitandina li ser peymanek zexim bź ēźkirin. Xebatźn giran ji bo peymana Lozanź ēźdibūn. Ji dewletźn nū ra hidūdźn nū nū dihatin danīn. Ingilīzan dixwestin Mosil ū Kerkok tim di bin bandora wan da bimīne. Žźx Mehmūd Berzencī ēewa min got insanek bi nav ū deng, bi rūmet ū hźja bū. Ingilīzan xwestin ku Žźx Mehmūd alīkarīya wan bike. Žźx Mehmūd pźžī ji Hindastanź di Źlūna sala 1922’an da anīn Kuweytź ū ji wź jī di roja 30’ź meha Cotmehź sala 1922’an da anīn Silźmanīyź. Belź Žźx Mehmūd neket bin emrź Ingilīzan. Dema hate ser erda xwe, meskenź bav ū kalan dīsa xwīna azadīyź di demarźn wī da kelijī ū dijī Inglīzan ser dananī. Žźx Mehmūd Berzencī serź meha Mijdarź xwe qeralź Kurdistan ilan kir. Birayź xwe Žźx Qadir kir serokwezīr.
Ilankirina dewleta Kurd bi tenź li ser erda Silźmanī ū hawīdosź Silźmanī bi awayek tengī ma. Li temamīya bažūrź Kurdistan nehat firekirin. Qirelīya Žźx Mehmūd, di parēekī biēūk da ma hepiskirī. Belź žert ū emareyźn serxwebūnź hatin cī. Ēapkirina pere ū pūlan, civandina bźž, bac ū qemēūran (vergī), di rismīyźtź da qebūlkirin ū ilankirina zimanź Kurdī, ēapemenīya Kurdī ū welat sazkirin, pir ū nexwežxane avakirin sifetź temamkirina dewlet danīnź būn. Belź ev bitenź, nikaribūn dewleta Kurd xurt bikin. Ev qeralīyeta Žźx Mehmūd Berzencī ji alīyź tu dewletźn cīhanź va nehat qebūkkirin. Tu dewletek alīkarī ne da vź dewleta nū. Demek dirźj emir nekir ū ji ortź rabū. Dewleta Žźx Mehmūd Berzencī dīsa jī rola xwe līst. Rźēźk di dīroka Kurdan da hižt.
Ev dewlet antī emperyalīst bū. Ev antī emperyalīstī di dewletź da cīyek qayīm girt. Ne qeweta sīyasī ū ne jī qeweta feodalī rīya antī emperyalīstīya Kurdisdan ne da guhartin. Emperīyalistźn Ingilīz rola Žźx Mehmūd bi temamī ne nirixandin ū dixwestinźn Žźx Mehmūd bikin xizmetkarź emperyalīzmź. Belź Žźx Mehmūd bi qerekterek zexim vź daxwaza Ingilīzan avźte serź sergo ū di xizmet gelź xwe da žerź xwe domand.
Žźx Mehmūd, tu car nebūye aletź līstika Inglīzan. Ewī di žerź pźžerojź da di rīya armanc ū teqtīkźn xwe da, micadela xwe berdewam kiriye. Idara Bexdayź a Ereban ū planźn Ingilīzan ji gelź bažūrź Kurdistan ra tehdīdek mezin anīye ortź. Žźx Mehmūd Berzencī wek camźrek, pźžerojźn xwe dītī ye ū li himberźn van tehdītan derketīye. Belź dīsa jī Ingilīzan imūda xwe winda nekirin ū dixwestin, wī ji bo plan ū mafźn xwe qezenc bikin. Žźx Mehmūd ji bawerīya xwe bi qasī misqalek dūr ne bū ū xwe nźzī mafźn Ingilīzan nekir. Ingilīzan di dawīyź da fesadī ū nakokī xist nav ežīrźn Kurdan ū ežīran li dijī Žźx Mehmūd kirin nav xirabīyan.
Niviskarź Ingilīz Edmonds di pirtūka xwe da dibźje: “Nakokī ū dubendīya ku Ingilīzan dijī Žźx Mehmūd pźk anīn bažūrź Kurdistan ji serī hetanī lingan ū neynūkan ji hev parēe kir ū pežkiland.”
Hereketź Žźx Mehmūd Berzencī di nav ēon ū hatinan da heta sala 1930’an berdewam kir. Žźx Ahmed Berzanī alīkarź hereket ū serhildanźn Žźx Mehmūt Berzencī bū.
Roja 30.06.1930’an peyman di nav Ingilīzan ū dewleta Iraqź da hat imzekirin. Bi vź peymanź Iraq digihīžt serxwebūnź, belź mafź Ingilīzan bi fireyī dihat parastin. Ev peyman tim heqźn dewletbūna Kurdan ji ortź radikir. Kurda daxwazźn xwe bi sedan nameyan ji Yekītīya miletan xwestin. Ingilīzan seba van daxwazźn Kurdan berpirsīyarźn xwe ū źn Erebźn Iraqź žandin Kurdistanź. Belź źdī kesekź Kurd ji Ingilīzan bawe nedikir ū bawerī nema bū.
Roja 6 ź Źlūnź sala 1930’an tź li Iraqź hilbijartina parlamenź bihata ēźkirin. Xelkźn Silźmanī ū źn herema dor Silźmanīyź hilbijartinź parlamenź boyqot kirin. Di eynī rojź da mitīngek li darxistin. Polosan hicūm xelkź kirin. Xelk jī dijī polosan dest hilanīn. Polźs žikestin. Esker hat alīkarīya polźsan. 20 kesźn Kurd hazin kužtin ū bi sedan hatin birīndarkirin ū girtin. Kurda vź rojź “Roja Rež” ilankirin.
Sedem van būyźran Žźx Mehmud Berzencī ji Iranź kete hidūdź Iraqź ū ala serhildanź dīsa nū hilanī, bilind kir. Žer di nav eskerź Iraqź ū alīkarźn Žźx Mehmūd Berzencī da destpźkir. Žervanźn Kurd, mifrezeyźn cezakirinź źn Iraqź žikźnandin. Ingilīz dīsa ketin dewrź ū alīkarīyek mezin dan eskerźn Iraqź. Firokźn žer ji sibź heta hźvarź bimban režandin ser gelź Kurd, bajar, gund ū xanīyźn wan. Žźx Mehmūd Berzencī ū serokesker Mehmūd Cewdet serlźdana Yekitīya Miletan kirin, halūpergal, perīžanī ū belengazīya gelź Kurd anīn ziman. Belź ji alīyź din va serhildan ū berxwedana gelź Kurd bi awayek židdet dimežī ya. Di dawīya sala 1930’an ū destpźka sala 1932’an da gelek žer di nava Kurdan ū hevkarīyźn Ingilīz ū dewleta Iraqź da ēźbūn.
Qewetźn Ingilīzan ū dewleta Iraqź ji qewetźn Kurdan gelek zaftir ū tekniktir būn. Kurdan di van žeran da gelek can windakirin, belź dīsa dest dananīn ū bi qehremanī berxwedana xwe kirin. Firokźn žer źn Ingilīzan ji roja 17.01.1931’an heta roja 21.01.1931’an bi žev ū roj žervanźn Kurd, gund ū bajarźn wan, zaro ū zźēźn wan ji jor va bimbe kirin. Belź dīsa jī nikaribūn Kurdan bižkźnin. Di bihar ū havīna sala 1931’an da Kurda ēend derban li eskerźn Iraq ū Ingilīzan dan. Di ēīyayź Avromanź da žerek herī zor ū giran ēźbū. Firokźn žer eman nedan Kurdan ū bimban ji jorvan wek baranź li serserź wan barandin. Kurda bi dehan mirī li ēīyayź Avromanź hižtin ū bi alīyź Kurdistana bin destź Iranź va kižīyan. Di hidūd da eskerźn Īranź hźvīya Kurdan būn ū dema Kurd ēon hidūt, eskerźn Īranź li ser wan berikan barandin.
Mehmūd Berzencī di nīvź Gulana sala 1931’an da bi Ingilīzan ra xwest hevpeyvandinek ēźkir ū ēū Penevīnź. Pižtī hevpeyvandinź di demek kin da Žźx Mehmūd ēū Silźmanīyź. Ingilīz ji Žźx Mehmūd gelek fikaran dikirin ū dizanibūn ku ji alīyź gelź Kurd va kesek bi rūmet ū qenc tź hesibandin. Ji bo ku cardin Kurd li dora wī necivin ū serīhilnedin, roja 02.06.1931’an Žźx Mehmūd bi balafirź birin Bexdayź ū ji wź jī birin bažūrź Iraqź bajara Urź.
Kazim Özdemīr
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafź Kopīkirin &kopībike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ū Kurdistanź daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyźn Aborī ū Avakirin, Pirojeyźn Cand ū Huner, Lźkolīna Dīroka Kurdistanź, Perwerdeya Zimanź Kurdī, Perwerdeya Zanīn ū Sīyasī, Wežana Malper ū TV yźn Kurdistane. Tev maf parastī ne. Wežandin:: 2009-03-06 (4863 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |