LANETA DEMSALAN 
 
 
 
 
         
 
 
    LANETA DEMSALAN      li jiyana kevzgirtî
 ahenga janê me ez
 ji çiçikên xemgîniya serdeman
 meya êþê dimijim
 li kolanên xerîbiyê
 lehengê tenetiya hilmgirtî me
 li rêzên rûpelan
 hevokek bênoqte me
 li tariya mij û dûmanan
 peþkên baranê me
 di movikên gerdûnê de
 xaçepirsek neferisandî me
 li þevistana bêdengiyê
 sîwarê peyva me
 li kûrahiya pêlên bîranînan
 noqî deryaya keseran dibim
 bêhna nîkotîneke tevzînok
 xwîna laþê min
 rapêça ye
 li þev û rojan
 girtiyê oda xwe me
 êþ û tirs
 mêhvanê koþka giyanê min in
 li kemîna tofana îxanetê
 bûm nêçîrvanê nêçîra xwe
 pêþeroja xwe
 di qalikê hêviyên þikestî de
 vediþêrim
 di axîna kul û kederan de
 biyaniyê derûna laþê xwe me
 westîbûna temenê xwe
 di melûliya awirên dilberê de
 
 vedihesînim
 xeyalên þevên newêrek
 li sergêjiya qêrînan
 di xwe de qurmiçîn
 hest
 li nav lepên laneta demsalan
 di hêsirên veçiriyayî de
 dibehicin
 raman
 li bêxewiya bawîþkên xopan
 di gewriya xençereke tûj de
 dixeniqe
 hêlîna xem û xeyalên xwe
 di nalîna helbestan de
 ava dikim
 êdî min
 di azadiya vîna xwe de
 daxweza nefsê kuþt
 bêhna bayê mirineke bêwext
 ji firnikên min
 difûre
 werin
 gora cendekê min
 di awaza stranan de bikolin
 bi axa def û zirneyan
 binixumînin
 
 
  Stockholm,  12. 02. 2007 
 Xizan Þîlan 
    xizan_silan@hotmail.com    
  Dema weþana helbestê,  10. 05. 2007 
 
 
       Xizan ?îlan            http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf 
 
  http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg 
 
   http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg  
           
  
 
 
 
 
 
   
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-05-10 (4941 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |