Bagera stemê
Bagera stemê Xakê;
bawer neke
tucaran durî te bikevim..!!
Xakê;
dûrî te dil windayî me..
helbesteke nexwendî,
di pirtûkek bê nav de me..!!
Dareke pel weþiyayî
li daristaneke jibîrkirî me,
deþta gundekî bêkes im..!!
Xakê;
heger ne roka te ba
kî dê min bibîne?
Xakê ger li bin roniya te bim;
bi çavên kor tême dîtin…
Bi zimanê lal tême xwendin.
û bi guhên kerr jî, tême bihîstin..!!
Xakê;
tu bi bihna xwe
þalê zivistanê
ji min re dirêsî...!!
Bi wê evîna pak û boz
ji serma demtariyê
min diparêzî..!!
Bi ciwaniya siruþta xwe
bi keskesora awiran tu min dipêçî..!!
Xakê;
di gulistana jiyanê de gulek bûm
destê nezan min ji dilê darê çinî;
di tuneleke tarî de
di guldanke teng de bicîkirim..
Ba ji ser min birrî..
û rengê rokê ji min dûr kir..!!
Matmayî dimînim,
ko bi çavên tûj dinere û ji min dipirse:
gulê çima tu diçilmisî?
Xakê;
dema çav li te ketim ;
þahî ji min re bû çeng pê firyam;
Mîna kevokê bi asmana ketim..
Firiyam û firiyam
nema li sînor û asoyan rawestiyam..!!
Li xwe hay hatim,
min li dora xwe nerî
min naskir;
ko basikên min
bi henaseyên evîna te hatine girêdan..!!
Xakê;
nema ditirsim..
ez jî weke te
bi hêz im,
li ber bagera stemê nalivim..!!
29. 10. 2006
Helbesta : Ahîn Zozanî
Dema weþana helbestê, 28. 04. 2007
Ahîn Zozanî http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-04-28 (5173 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |