Xaka min
Xaka min Xaka min
dibêjim
"Pilingê avê" ket!!
Xaka min
dibînim
mijgûlên Pincar û Endeko
li riwên buharan geþ dibin...
Dobelan û Kavkulîlk
serê xwe der didin,
pencereyên xanim û xatûnan
li ser gulistanan divebin!!
Xaka min
karwan berê xwe didin te
keriyên Xezalan
bi serbestî li mêrgên te diçêrin…
Seyranên evînê
dest pê dikin
giya, kulîlk û kerbeþ
sînoran digihînin hev!!
Tajî li dûv Kîvroþkan
ta bi bomban jî gav dikin…!!
Kew,Tivîlk û Werdek,
her çar asîmanên te dibirin !!
Xaka min
zimanê gul û sosinan
di rûyê te de dipeyivin…!!
Her tiþtî dibêjin
vebûna xunc û piþkojan
rengareng
Pinpinîkên þermê
serbest dikin..!!
Evîna min î xilmaþ
çav vekirin
dûrbîna mestiyê ji dest ket
bê ahîn
li salên "xela û cela"
bi oxira bê veger
girê strana xwe daweþand… !!
Xaka min
li dor mûm û fenerên
zayîna nû,
dilê min bû sih û sîwan
weke yarekê
bi xemla bûkaniyê
spî û gewherê keçîniyê
bi wê taca roniyê
min te dît..!!
18. 10. 1999
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Hetev Ne Leylan
Dema weþana helbestê, 22 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-22 (4970 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |