Peyam
Peyam Bi barana peyvên nermîn re
rewanê pejalekê
li deþta bihna min diveje..
bi nerînekê tenê
te hevokên çalak
ji berbejna hiþ
bi hêsanî dotin…
Di firoka çil saliya temen de
hîn jî tu serekcana evîn î
awir tevnehûn in..
hêj li hev dibanin
qeymaxê li ser peywendiyê girt
bi tu labûtî hilnabit*..
Bi ciwaniya cegera ciwan
mê ya min
ji bayî bêtir tu nizingî min î..
Doz û daxwaz ewr in;
bi baweþîna kenê te re
tên û diçin..
pesindarî bi xwe dirame;
tu kî yî?
razekî cîgirtî
di bin heft qatên mejî de yî
lîstik bi pîroziya evîna te re
gunehkarî û metirsî ye..!!
Di demekê de pêximberî lê nîne
tu dikarî peyamê
ji dest her firiþtî birevînî….!!
14. 09. 2005
Pejal : þaxa ji ber koka darê diveje.
Peyam : peyxam: name.
Labût : ew ya ko misasa cot pê tê paqijkirin..
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-04 (4828 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |