GEWRA MÝN
 
 
 
 
         
    GEWRA MÝN    bi mijgulên xwe
 xwidana eniya min
 vemalîne
 hestên min
 di bêdengiya xwe de
 koçber in
 li þevereþan
 rondikên xeman
 diniqutin 
 hembêza bêxewiya min
 xêrnexwezan
 ax û nalîn
 li qolinca xewnan
 siwar kirin
 dilop dilop keda min
 mijandin
 axa bedenê diheje!!
 li germa havînan
 ciwanî dîl girtin
 min
 êþ û tirsa dilê xwe
 kedî kir
 li biharan
 gula Gulpik çilmisandin
 li berbangan
 çûkên beytik
 hevparên sirên  êþa min in
 carnan
 peþkên barana sibê
 ji rûyê min xemgîniyê 
 difirîne 
 bêhna yasemînan 
 li giyanê min direþîne
 carnan
 ewrên tarî xwe dispêrin
 ber deriyê qefesê
 bêhn li min diçike
 peyv nîvco dimînin
 hevok diqurmiçin
 helbest
 di gewriya pênûsê de
 difetise
 pênûs jî
 di êþa helbestê de
 dilerize
 çavbirçî û binaran
 kîn û nefret
 di dûmanê cixara min de
 meyandin
 sebir bû gule di devê lûle de
 rojan
 ez miþextî tenêtiya þevê
 kirim
 çingîna bayê reþ
 di guhên min de dinalê 
 giyanê min 
 bi lapûþkên hovan 
 tê naperûçkirin
 ez
 kaptanê keþtiya deryaya
 ramanên bêbinî me
 li nav çar dîwaran
 bi neynokên dilê xwe
 hêviyan dikolim 
 gewra min
 ji lehiya bedewiya awirên xwe
 qultek av bide
 lêvên min yên ziwa
 
 
 
  Stockholm,  04. 07. 2006
 Xizan Þîlan 
 22. 12. 2006 
 
              
     Xizan Þîlan            http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf 
 
  http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg 
 
   http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg  
 
 
 
 
 
   
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-12-22 (4727 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |