Hewraman
Hewraman De rabe, em biçin hevalno
De rabin, Xuþk û birano
Li hêvîya meye çiya yê Hewraman
Bo azadîcan, boy rizgar be Kurdisatan
Hildin Ala Rengîn
Derman kin Kurdî birîn
Bikin tim tekoþîn
Erzan bidin sorî xwîn
Ka em biçin, hevalo zû
Jiyan tijeye mij û dû
Xweþ bikin li dayikê rû
Jiyan li me bibe nû
Nêzîk bihar tê
Nêzike dawiya rê
Ji bîr bikin, êþên berê
Kurd serbest be, wek berê
Nemîne bi hêsir jiyan
Xelas bin êþ û jan
Biçînin li herder gulan
Ji nûve rakin ala kurdan
Ewrê reþ wenda bibin
Çavê dayikan zûha bibin
Ew dem Kurd azad bibin
Keç û xort pir þa bibin
Pir xweþe jiyana azadî
Hêjaye giyanê xwe ber bidî
Milet xelas dibe ji bindestî
Navê Kurdistan bibe sermedî
Rabe hevalo rabe
Halê me pir xerabe
Koletî ji mer nabe
Bê tekoþîn xak aza nabe
Li dijî dijmin, bikin berxwedan
Hîç newestin û nekin rawestan
Bêjin yan Kurdistan, yan neman
Bang dikim ez, ji dilê Hawraman
Rojavayê Kurdistan, Bajarê Qamiþlo
01. 12. 2006
Kiyaksar Temir kiaksar2@yahoo.com
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-12-01 (4788 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |