HÛN' ÝN YÊN KU KED Û PÎVANÊN ME DE
HÛN' ÝN YÊN KU KED Û PÎVANÊN ME DE Digerînim bar û bîderan bi çend hezar çavên zîldanê,
Bi çirûskan dan bêjing, cewher in, breþînin ber û ber !
Hatin wezinandin, bes breþînin, stûyê min bin wan de
Þikestiye, ew giraniyên we ne di ked û pîvanên min de.
Digerînim weke kareka xezal- bêkes û bêmal- ber malan
Yara min ne hembeza min de ye, di bin sînga min de ye.
Hinekan got: bê cil e, bê hiþ e; parsok e, kîsê xwe jî heye
Yekê jî got: solçiriyê min, bi destek birêþa dara a xamekê
Ji wan hinekan jî got, yên ku derdên dilan de hêj diþebitin:
Yara vî kesî winda ye, yên ku di sînga wî de kêþ û axîn in.
Digerînim birêþa rewþa xwe wekî kesekî bi bawarî, bêxem.
Min ne got, guhdarî kir; rewþê got: min bîder ne çand, erdê
Yên rêçên me de ne ceh û genim in, ne jî nîsk in û garis in;
Sosin in, simbil in, nêrgîz in, asmîn in..., ji bo wan, hemiyan.
( Sewta Berbangê )
Abdullah Karabag
15. 11. 2006
Abdullah Karabag http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-11-15 (4817 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |