NALîNA BÝLÛRA MÝN
NALîNA BÝLÛRA MÝN Nalîna bilûra min...
dengê xwe weke çem û rûbaran berde,
binal e, biqîr e, bikene, bigirî û bistrîne.
geh bibe dengê evînê,
geh bibe dengê þoreþê,
geh evînê biqîr e û bistrê,
geh þoreþê...û
geh jî bibe dengê bilûra þivên.
Nalîna bilûra min...
ku kevir jî di ser serê min de bibarin,
ku hemû jiyan berevajî bibe jî,
hemû gulê gulîstanan hiþk bibin jî
tu nesekine nalîna min,
tu binal e bilûra min.
dengê xwe ber bi ezmana ve berde.
Nalîna bilûra min...
ji Asmîna min a qontara çiyê re bêdeng nemîne.
bi dengê xwe wê av bide bilûra min.
bibe sebra zarokên çiyê û
bi dengê wan yên zelal re bilind bibe
û hey bilind bibe...
bilbil û kew digirîn ji ber nalîna te.
dengbêjan ji xwe ne xeyîdîne bilûra min.
Nalîna bilûra min...
bûkên teze birevîne bi dengê xwe
agir berde dilê zavayên nû.
jîn bide bexçeyên gulan bi kulîlkên cur bi cur.
bila niqutek hêstir nekeve ji çavên bûkan.
tov bavêje axa sor
ji bo hemû zarokên rûken.
Nalîna bilûra min...
bizanibe ku zarokên esmer û rûken
herdem li te guhdarin û bi te dijîn.
AYDÝN ORAK http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-07-03 (5020 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |