Xizan Žīlan :    KESERAN VEDŻXWŻM
 
 
 
 
   
   
    KESERAN VEDŻXWŻM   Serpźhatiyźn nependī
 di dirindeya daristana giyanź min de
 vežarti 
 xem ū xeyalźn bizdonek
 li tenetiya ževan
 tźn pźžwazīya min
 di bźhntengiya xwe de
 tźm guvažtin
 mij ū dūmana erjeng
 dežta mźjiyź min 
 girti ye
 aramī ū hźviyźn min
 li talana jiyanź
 dīl hatin girt  in
 min
 bźēaretiya kežtiyź
 ber bi kersaxa asīmanź xwe ve
 zivirand
 berź xwe ber bi qibleya lalež ve
 diguhźrim
 li ževerežźn žilf ū tazī
 rondikźn ēavźn Dilberź
 diniqutin
 dilź min yź birīndar
 nīgara Dilberź
 li pźžangeha bźxewiyź
 radizźnim
 žewqa finda melūl
 di helbesta xwe ya nīvco mayī de
 direqisīnim
 kolanźn hinavźn min
 toza bīranīnan
 vedižźre
 roj
 li neēariya xwe 
 di dilź min de winda dibe
 li vī bajarź xopan
 pelźn salnameyan
 di kīn ū nefreta xwe de
 diwežin xwarź
 dengź kemana dilžewat
 di asoyź ēavźn min de
 govendź digerī ne
 stźra dilź min
 rondikźn xeman dibarī ne
 bi lźvźn serxwež
 pźsīrźn hestźn tawanbariyź
 dimijim
 bi piyalan 
 ax ū keseran vedixwim
 li kortalźn tenetiya min
 ževerežan
 di mestbūna xwe de
 kevzgirti ne
 qalikź jiyana kavilbūyī
 bi neynokźn giyana xwe
 diqežirīnim
 ji raperīna pźlźn kambax
 difilitim
 li nav baskźn bayź rež
 werdibim
 ji temendirźjiya xwe 
 digirīm
 ji rapźēana mirina bźwext re
 li daholź dixim
 ēend caran di xwe de
 hatim kužtin ū zindī būm ?
 
  Stockholm, 14. 03. 2006 
 
        
     Xizan Žīlan            http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf 
 
  http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg 
 
   http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg  
 
 
 
 
 
 
   
 
 Mafź Kopīkirin &kopībike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ū Kurdistanź daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyźn Aborī ū Avakirin, Pirojeyźn Cand ū Huner, Lźkolīna Dīroka Kurdistanź, Perwerdeya Zimanź Kurdī, Perwerdeya Zanīn ū Sīyasī, Wežana Malper ū TV yźn Kurdistane. Tev maf parastī ne. Wežandin:: 2006-05-26 (4990 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |