Mîrê Min Selleheddîn
Mîrê Min Selleheddîn Silav ji tere Mîr Selleheddîn
Bi te dikin serbilindayî û tekoþîn
Te bilind kir navê Kurdan
Û ala biratiytê û aþtiya gelan
Lê mixabin îro gelek te dikin sucdar
Ku tu bû sedema bindestiyê û azar
Dibêjin heg Selleheddîn çekra dewlet
Em îro nediman û nedijiyan bindest
Û Kurdistan tune ji ber ku çê nekir Selleheddîn
Ew tenê xebat û ser dikir ji bo Filistîn û Milîstîn ...
Didim wan bersiv bi devekî germ
Hîç û qet ji wan nakim þerm
Yek, berî Selleheddîn li ceme hebû imparatorî
Kurd xwedî text û tac bûn û jiyan dikirin bi azadî
Ola me Zeredeþtî bû
Xwedayê me Ezdanê yek bû
Sed sal jiyan kir imparatoriya med
Bidestên qirejî firsan wenda bû erd
Em ketin bin destên Firsan
Wenda bû mulk û Kurdistan
Gelo!kî sucdar bû ? Kiyaksar imparatorê me ?
Yan Zerdeþtê kal û Zeredeþtî ola me ?
Bi xwe me wenda kir imparatorî
Perçe bûn û amede bûn bo bindestî
Piþtre Selleheddîn çê kir imparatorîk Kurdî .....
Jiyan dikirin têde her netew bi aþtî û azadî
Bi olên cûda wek Êzidî, Misilman, Mesîhî, Cuhî
Li her der bû hakim û hukmê kurdan
Li Sudî û Yemen û Orþelîm û Azerbeycan
Kurd zordariyê hîç qebul nakin îro be yan dema Selleheddîn
Ji ber wê me nedîd dijî Selleheddîn ti tekoþîn
Hilweþiya dîsa imparatoriya Kurdan
Kurd perçe bûn Mîr û Mîristan
Gelo!kî bû sucdar Selleheddîn Eyubî ?
Yan misilmantî ku rizgar kir miletê pêþketî ?
Yan em kurd yê ku nebûn yek dest û kirin þerê birakujî ?
Du, bikin hindik wek ku kir Selleheddîn
Ji bo rizgarkirina kurdistan bikin hinek tekoþîn
Ku sedem misilmantî be kominîst û ataîst ji mer çi kirine
Heg sedem Selleheddîn be serokên partiye çi bi ser çi xistine
Sedem emin ku em ji hev perçe bûn
Bi navê demoqrasiyê xwedî gelek partî bûn
Bidin riya Selleheddîn
Bikin ji bo azadiyê tekoþîn
Çi Misilman çi Mesîhî çi Êzidî
Çi Sunî be Þiî be Bê Ol be
Azad kin xaka Kurdistan
Û bikin demoqrasî û aþtiya gelan
Her bijî giyane te mîro di bihuþte sermedî
Tu ne tenê ji bo kurdan lê ji dinyayêre sembola aþtî
Sonde ku ez bidim riya azadiyê û aþtiyê
Xelas kin Kurdistan û bighên serfiraziyê
15. 03. 2006
Kiyaksar Temir http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-04-15 (5154 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |