Zeriya min ! Dema xatir ji te dixwazim..
Zeriya min ! Dema xatir ji te dixwazim.. Zeriya min !
Dema ku ez xatir ji te dixwazim;
Bê hêz û melûl
Dibim
Girnijandin û ken
Ji min di revin
Hêsir di çavê min de
Kom dibin
Tiliyên dest di lerizin û
Bi tirs, silavên xatirxwestinê ji te
Dixwazin..
Zeriya min !
Dema ez dêmê te winda dikim;
Di nav bahoza xewin û xeyalan de
Di mînim
Can, di nav rewrewk û leylanê de
Li ber ba dibe
Þîhîniya hespan
Di hinavê min de
Li dahola dûrbîniyê
Dixîne û
Dem, firehtirîn qunaxan
Di navbera min û te de
Ava dike..
Hingê Zeriya min !
Agirê bêrîkirina te
Min di sotîne û
di êþim, pir di êþim
Rojan di êþînim
Roj min di êþînin..
Û wiha xwe jibîr dikim
Xewin min ji bîr dikin û
Toþî kul, xem û bêrîkirina te
Dibim..
Zeriya min !
Di dûrbûna te de
Þahiyên min yên dûr
Jibîr dibin
Þîn û þadiyên min dibin
Wek hev û
Êdî nema cûdahiyê di navbera
Ken û girî de
Razan û þiyariyê de
Dibînim û
Ji neçarî
Ez ala têkçûna xwe ji dostan re
Bilind dikim...
Erê Zeriyê
Eve halê min ?!
Bi hêvîme
Di dûrbûnê de
Tu nebe hevpara jiyana min
Tu deriyê dilê xwe ne qepitîne
Tu bi min re nekeve þeran de
Tu çûk û çivîkan ji nav buhara min
Ne qewirîne û
Perperîkan ji ser gul û kulîlkên min
Ne firîne ...
Ji xwe bi wan
Ez sebra xwe tînim
Ji ber ku tu ji min re
Kaniya evînê ye
Nanê hêviya ye û
Xwêya jiyanê ye .
Qamiþlo, Konê Reþ
Konê Reþ http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-04-05 (4902 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |