Xizan Þîlan :    TENETÎYA ÞEVÊN MÝN
 
 
 
 
   
   
    TENETÎYA ÞEVÊN MÝN    
 
 di hembêza þevên tarî de
 li bêdengiya þevên xwe 
 dîsa rûniþtim
 bi tena serê xwe
 ketime nav xem û xeyalan
 nav kûrahiya
 ramanên xwe
 kûr û kûr
 diponijim
 xilmaþ bûn çavên min
 westiya mêjiyê min
 xemgîn û dilþikestî me
 rûyê min reng avêtiye
 mîna guleke zer û çilmisî
 dikim qêrîn û hawar dîsa
 di bêdengiya þevên xwe de
 li tenetiya þevan 
 bi tenetiya xwe re
 
 carnan 
 coþ dibe
 agirê sewdaya dilê min
 haþ dibe
 mindalê nava hundirê min
 reþ dibe
 birîna kulên min
 geþ dibe
 þewata cîgera min
 û li ber pozê min
 dûmanê cixarê
 di valahiyek 
 tenha de me 
 li ezmanan
 çiqes xweþik 
 wiçe-wiça çivîkan
 Heyv dibiriqî
 Stêrk diçirisin
 û direqisin 
 li dora min
 di bêdengiya þevên min de
 li tenetiya þevan  
 bi tenetiya min re
 
 li aliyê din
 li ser miriyan dilorin
 hêstir dibarîn ji çavan 
 dengê hawarê
 dihat guhê min
 weke hawara strana 
 Egîtekî mêrxas û gernas
 dil bikeder û xemgîn dibim
 azar û êþ û tirseke bixof
 di dilê min re girti ye
 di bêdengiya þevên min de
 li tenetiya þevan 
 bi tenetiya min re
 
 ez tî me
 dibim av
 ji bo lêvên ziwa bûyî
 ez birçî me
 dibim nan
 ji bo zikên birçî
 ez sêwî me
 dibim bav û dayik
 ji bo zarokên bêkes 
 perîþan û belengaz im
 ma yên têr çi fam bikin
 ji halê min?
 ez diqefilim
 dibim agirekî germ
 ji bo mirovên ku 
 ji sermayê diricifin
 ez tarî me
 dibim þewqa 
 çireke diçirisî
 ji bo þevereþên kor
 di bêdengiya þevên xwe de
 li tenetiya þevan 
 bi tenetiya xwe re
 
 dîsa gurpînek dihat
 ji nava dilê min
 mîna kaniyan
 coþ dibim 
 geþ dibim
 dixuþim û diherikim
 min sînor nema dinasî
 di gelek astengiyan re
 derbas dibim 
 Tembûr û stran 
 helbestên min
 bi xwe dihesiyan 
 þîyar dibin
 di bêdengiya þevên min de
 kilameke evîna azadiye
 dest pê dikir
 ew strana 
 çîyayên min e 
 bûk û zava    
 bêriya Welat 
 hesreta ziman 
 ew strana rastiya
 dîroka Kurdîstana min e
 min axîn dikiþand
 di bêdengiya þevên xwe de
 li tenetiya þevan 
 bi tenetiya xwe re
 Ey heyv!
 û stêrkên ezmanan!
 dixwazim ronî bikim
 rûpelên dîrokê
 yên tarî û veþartî
 bi saya þewqa we
 finda min 
 bi coþ vêdiket
 diçirisî
 ronahî dida 
 çaraliyên min
 li ber min kaxiz
 di destê min de pênûs
 dîsa ketime nav 
 deryaya xem û xeyalan
 dinivîsim 
 ji feleka xayîn re
 di bêdengiya þevên xwe de
 li tenetiya þevan
 bi tenetiya xwe re
 
 bêhn tengî heye
 di giyana min de                                         
 dil û kezeb
 li min peritandine
 ji pîstê min nabin
 bi min re
 dimeþin
 min dixwast def bikim
 tune bikim 
 lê nediçûn
 gelo ev qedera min e?
 rastî û duristiya min e?
 min 
 xirabî çi ye 
 bextewarî çi ye 
 nedizanî
 gelo
 wate ya jiyanê çi ye?
 hê min 
 tamek ji jiyanê negirtiye
 dê ezê koç bikim biçim 
 ji vê Cîhana derewîn
 çavên dilê min 
 tijî dibin
 kelegirî min digirê 
 lê nikarim
 bigirîm
 ev rondikên çavên min
 bi kuderê de çûn? 
 kenekî biyanî 
 li ser lêvên min
 ev ken û girîna min
 ya bi kurdî
 bi ku de firîn? 
 
 dipêyivim 
 bi piste pist
 bi xwe re
 dikevim nav hewldanan
 bi dilê xwe re
 bi canêþ   
 hêrs
 tirs   
 hêvî  
 û heyecan
 bi hest û kovanan re  
 dijiyam ez
 di bêdengiya þevên xwe de
 li tenetiya þevan 
 bi tenetiya xwe re
 
  dilo
 “ew keçikên bejinzirav
 û pordirêj,
 xezal û bedew û delal
 dê govend û dîlanê bikþînin
 û bireqisin û kilamên 
 þahiyê bilorînin bi hevre
 di bin germahiya tava Rojê de..” 
 
 ax ax xirabno! 
 ne rojên min!
 we þevên min jî
 li min nebexþandin
 xewa min ya þîrîn
 li min revandin
 di hizûr û rehetiyê de
 min bihêlin 
 di nav xirabiya we de
 diperpitim 
 
 di kûrahiya dilê xwe de
 rêwitiyê dikim
 erdema
 di dilê min de
 veþartî
 bibînim
 pê bigrim 
 derxim asta herî bilind
 belê 
 bi erdem û dil pak
 mîna çîvîk û çiyan azad
 mîna pêlên deryaye bi coþ
 mîna çîçekan bêhnxweþ
 mîna feriþtan 
 cansivik, diltenik
 giyanpaqij dibim ez
 di bêdengiya þevên xwe de
 li tenetiya þevan  
 bi tenetiya xwe re
          
 
  Stockholm, 14. 01. 2003. 
 
 
     Xizan Þîlan            http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf 
 
 
 
 
 
 
   
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-03-18 (5003 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |