Xizan Þîlan :   KOLANÊN BÊWÎJDAN 
 
 
 
 
   
   
    KOLANÊN BÊWÎJDAN    
 kolanan 
 di bêwîjdaniya xwe de 
 berê xwe ji min guhartin 
 derdora azadiya min 
 bi têlstîriyan 
 dorpêç kirin 
 roj
  ji min dizîn 
 roj 
 min ji min didizin 
 û ez 
 firotim feleka qehpik 
 di binçengên þevên tenetiyê de 
 veþartin 
 bi nalînan 
 bi axîn û keseran 
 nixumandin 
 baskên hêvîyên salên min 
 þikandin 
 ber bi toza bîranînên 
 lanetbûyî ve firandin 
 bîra tirs û xofê 
 di dilê min de afirandin 
 tofana zîpikan 
 bi ser min de barandin 
 kolanên bextreþ 
 di xwîna zikreþiya xwe de
 gevizîn 
 lê 
 dest û piyên dilê min jî 
 di poþmaniya gavên xwe de 
 lerizîn 
 Çeqelên kolanan
 li îstgeha giyanê min ya dawî 
 bi awirên zexelane 
 li hêviya xwekujiya min
  rawestiya ne 
 di guhên min de ewte ewt in 
 û bi laþê mirina min 
 mijûl in 
 ronahiya rojên min 
 di asoyê çavên min de 
 kor kirin
  roj 
 ji ber gavên min 
 sersem û sermest dipekin 
 û di korta çavên min de 
 winda dibin
  pêþeroja min 
 mîna lehiyek bêxwedî 
 ber bi þopên nediyar ve 
 diherike 
 li nav lepên kolanên bêwîjdan 
 di bêçaretî 
 bêkesî û bêdengiya xwe de
  difetisim 
 di goristaneke bêgor de
  li navbera mirin û jiyanê 
 dilikumim 
 dûpiþkên kolanan 
 di qesr û qonaxên giyanê min de 
 cîrîdan davêjin 
 û jehra çavnebariya xwe 
 di çermê min de berdidin 
 temenê min bûye 
 xweliya li ber lingên 
 zaliman 
 rûpelên parsiyên min 
 di bin dagirtina 
 qelemê êþan de 
 dîsa qîrçe qîrç in 
 kolanan ez spartim 
 paþila þevên wêran e 
 mîna kusiyê 
 di qalikê xwe de veþartî 
 di qefesa zîndana 
 oda xwe de girtî me 
 mîna masiyê bê av 
 li qeraxa þîpa xwîna xwe 
 diperpitim 
 li nav aþîta temenê xwe 
 can dikêþim 
 bîhna mirineke bêwext 
 ji henasa min difûre 
 bi hawara min ya bêdeng re 
 berbangên asîmanê 
 digirîn û diqêrin 
 pêlên bahoza çemên vî bajarî 
 bi xem û xeyalên 
 dil û kezaba min re 
 rovî rakirine govendê 
 
  Stockholm, 12. 12. 2005. 
 
     Xizan Þîlan            http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf 
 
 
 
 
 
 
   
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-02-21 (5116 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |