Rêbendan
Seyid Feysel Moctevî
Rêbendan
( Hezar le cêy evrazeve le cêy sîmirx û razeve )
( Be kolê befrî tazeve xûnkarî rêbendane ev )
Hewar hewar Hesen hewar disa me bû sira neyar
Dibîte çille ey eman dibîte evr û bager ev
Rêkên me hatne girtinê me rizqê zarûka nema
Gul û giya derext û dar bê ser sida diçone xev
Xevek þirîn bi saliha ku derkevin biharekê
Bihar kete derengiyê vekî gelê me xev de ev
Bi dengê bagera mezin hiþar nebûn nebûn xeber
Ku bagerê þikandi ev çinar û peltê pir li hev
Li ber biçavê alemê ketin zevî û xem nebûn
Kesê çi xem li bu ne bû û girye zari qet li ev
Meger zemîn û asiman bi rundikên vekî guher
Bi salihati pir ji xûn diken girîn û þîn û rev
Girê didet hemû rehan diket kifin çiya û deþt
Bi Agirî û Bîsitûn li Mûþ û Helgura bitev
Diken sipî libas û rû bi teiziya meha mezin
Ku rû li darê kir sipî li zilmê roj diket bi þev
Bibare befrê zû bizû henaseyê Hesen biþû
Seyid li dil kulî bibit gula bi xûn biket bi Sor
Senendec, 24. 01. 2005
Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê
Vezn : mefaêlon mefaêlon mefaêlon mefaêlon
Behr : hezec mosemen meqbûz
Seyid Feysel Mojtevî
sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2005-02-26 (4809 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |