 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1939
Zelzela Ezirganê. 40 hezar kes mirin.2011 Di encema êriþên Balafiren Þerî, yên Tirkan de, yên li nîzikê Gundê Roboskê (Ortasuyê), li ser sinorê Herema Kurdistan ê, di êvara 28.12.2011' de, komek Civanên Kurd Þehîd bun, piranîya wan, 15 û 20 salîbun... 0 Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), Ya 27—28—29 ê Berfenberê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), Cejneke kurdan e. Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ya Binê Salê), her sal, di 27—28—29 ê Berfenberê) de, tê pîroz kirin.
Kurdên Zerdûþtî, Êzidî, Alevî, Misliman û hinek Gelên Arî jî, Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Pîroz dikin...
Cure bi cure coþ û þahî bi niman û þanoyê bi navê 'Glor a Sîr' Xewreyan ji firûnan bi Sênî yan tê derxistin , di nav Sênî yan de xewre tê hûrkirin dûre Dew ê bi sîr û rûn ê nivîþkê qelandî tevde li ser tê rijandin. Piþtre tê belavkirin. Ji pêve 'Gaxend' tê wate ya "Sifre ya Dewlemendan". Roja dotir, ango roja dawî yê, Hebikên Hinarê li der û dor tê reþandin, ji bo bibe sal e ke biderahmetî ( bi bereketî ).
Di vê roj û þevê de, ji sal a bihurî merivekî kal rîberdayî û ji bo sal a nû, jî keçeke ciwan, bi milê hev de digerin û di çin derîyên malbatan. Ji bo hin pere û kelûmel berhevkin. Roja dotirê, ango roja dawî yê, bi wan hemûyan, bi hevdû re, mîhrîcanekê amade bikin.
|
|
|
 |
| |
Êþ û Birîn
Seyid Feysel Moctevî
( Êþ û Birîn )
[1] - bistînin
Êþ û Birîn
Ba û baranêl me da bûn
Sir û sermayêl me da bûn
Em kirin ah û girîn
Rah û çarê me nemabûn
Kes û karê me nerabûn
Em kirin derd û birîn
Xwîn du çavê me dibarîn
Pîr u kalê me dikalîn
Em kirin êþ û evîn
Qudret û hêzim nemabû
Derd û rencande tewabû
Em kirin bêkeyf û hal
Hîvîya mej ma hewal
Þew û rojêl me xeyal
Em kirin bêhizr û gêj
Ser û sirrê me teva bû
Roh û canê me nemabû
Em kirin bêbext û yar
Ser û pêyê me þikandin
Reng û rûyê me helandin
Em kirin bêdest û pê
Gulê baxê me verandin
Dil û cergê me helandin
Em kirin dax û keser
Reh û rîþê me qetandin
Zevî û varê me çerandin
Em kirin bê zevî û var
Nan û doyê me birandin
Rê û resmê me þêwandin[1]
Em kirin bênan û do
Qesr û burcê me çevandin
Milk û malê me rewandin
Em kirin bêmilk û mal
Av û kanîl[2] me çikandin
Rohnîya çawa rijandin
Em kirin bêçav û kûr
Milk û warê me çerandin
Destê mel desta qetandin
Em kirin bêbêr û war
Li der û deþtan bezandin
Destê mel zarya qetandin
Em kirin bêdeþt û der
Qelemê destêm þikandin
Kaxeza namê dirandin
Em kirin bênar û nûr
Destê mem zînê qetandin
Þîrîna ferhad rewandin
Em kirin bekrûkê kûr
Bax û baxatê me sotin
Þîr û mastê me firotin
Em kirin bê þîr û mast
Bi mere vehþî digotin[3]
Cêl û mîyê me didotin
Em kirin vahþî,nezan
Dilhinavê me disotin
Herçi wan xastin digotin
Em kirin bêdilhinav
Ga û cotê me firotin
Destrenjê me disotin
Em kirin bêga û cot
* * *
[1] - Beyn birin
[2]- Kûre kirina kanîya pê simîtê ( çîmento ) bi destê beisîyan
[3] - Turkan digote kurda turkê serê çîya ( vehþî )
Bajêrê Senendec li Li Rojhilatê Kurdistan ê
Seyid Feysel Mojtevî
sayedfaysal@yahoo.com
mojtavy@hotmail.com
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-12-26 (4872 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|
|