  | 
Di dirokede iro | 
  |   
 |  
Rojek wek îro... 0  Bayê baþurê tê.1946  UNESKO ava bû.
 |   
 |   
 |  
  |   
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 |   | 
Serhildana Kurdistana Baþur li destpêka buhara sala 1991 
  (666 gotin) (12076 car hat xwendin)    
 
 
  
              
    Serhildana Kurdistana Baþur li destpêka buhara sala 1991         Li 2 Tebaxa 1991 rijêma Iraqê welatê Kuwêtê dagîrkir. Ji ber dagîrkirina Kuwêtê cîhanê bi þêweyekê giþtî nerazîbona xwe dîyarkir. Neteweyên Yekboy ( NY ) abloqa aborî dana ser welatê Iraqê. Welatên Yekbuy yên Emrîka ( WYE ) li 15 Kanuna duwem 1991 delîvê herî dawîyê da Iraqê ku welatê Kuwêtê bicih bihêlît. 
 
 Ji berku Iraqê pêgirî bi biryara WYE nekir, WYE û hevpeymanên wê neçar bon biryara cengê li dijî Iraqê rabigehînin û li 17 Kanuna duwem cengê destpêkir. Ev cenge bi navê cenga duwem ya Kendavê hate navkirin. Hêjay gotinê ye 33 welatan piþikdarî di vê cengê da kir. Evê cengê heta Adara 1991 vekêþa. Di encamê cengê da Iraq ji layê leþkerî û aborî ve zoor lawaz bo. Eve bo rêxweþker ji bo gelê Kurd û xelkê Þîe ku xwe ji bin destên stemdarê diktator Seddam Husênî rizgar biken.
 
 Li baþurê Iraqê û Kurdistana baþur serhildanan destpêkir. Li baþurê Iraqê Þîa dest bi serhildanê kir, lê belê Emrîka hêzên xwe ji wan deveran vekiþandin û di encam da serhildana Þîa þikest îna. Li seranserî Kurdistana baþur jî serhildanê despêkir û di mawê ji mehekê kêmtir da Kurdistana baþur hate rizgarkirin. 
 
 Di wî demî da hêzên pêþmergên Kurdistanê ketin di nav bajêran da û li gel xelkê xweragir hemu deverên herêmê ji Beesîyên xwînmêj paqiþkirin. Bajêrkê Ranîye êkemîn bo ku çekê pêþmergey ketîye singê dojminên xwînmêj. 
 
 Ew jî li 5 adara 1991 hate rizgarkirin û ket di bin destên pêþmergên qehreman da. Piþtî rizgarkirina bajêrkê Ranîye bejêrên dî yên Kurdistanê yek bi yek hatin rizgarkirin. Di demekî da berê rijêmê û hêzên leþkerî yên Beesîyên gorbegor carekadî kete Kurdistana baþur û xelkê Kurdistanê bi neçarî ve Kurdistan bi cihhêla û beref Kurdistana bakur û rojhelat ve çon. Eve koçe bi Koça Milyonî tête navkirin. Di demekî da Kurdên baþurê Kurdistanê vegerîyan ve ser cih û warên xwe û Berey Kurdistan ( Enîya Kurdistanê ) dest bi erkê xwe kir. Piþtî evê çendê perlemanê Kurdistanê û dezgehên mîrî û wezaret ji hatine damezrandin. 
     
   Bajêr û Bajêrkên baþurê Kurdistanê li gel roja azad buna wan :         Raniye 5 Adara 1991
      Silêmanî 7 Adara 1991
      Helebçe, Çemçemal, Pîremegrun  8 Adara 1991
      Þeqlawe 9 Adara 1991
      Taqteq, Xelîfan, Rewanduz, Qerehincîr, Koyê, Kifrî, Herîr, Dîyana, Çoman,
      Haciomeran, Mêrgesor 10 Adara 1991
      Hewlêr 11 Adara 1991
      Akrê 12 Adara 1991
      Zaxo 13 Adara 1991
      Duhok 14 Adara 1991
      Kerkuk 21 Adara 1991
 
 
 
  * * *  
 
  Dema weþana nivîsê :  02. 04. 2008
  Welat :   Hollanda 
  Bajêr :  5223 – BK’ S-Hertongenbosch 
 ( 5223 – Den Bosch )
 
 
  * * *  
 
 
 
             Fermo, li vir mizeke !            http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf   
 
  http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg 
 
   http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg  
 
  
  |      
  [ Vegere:  Hekîm Hirorî | Indeksa Beþan ] |  
  |   
 |