 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1974 Haletê bêmirov daket ser peyka Marsê .0 02—13—18 Kanun ê 2022 — Cejna Xwedan û Cejna Rojiyên Êzî, li Kurdên Êzîdî û Kurdistanîyan Pîroz be.2009 Selîm Dîndar, þahidê Zîndana Diyarbekirê, di 02.12.2009 de, di êriþa, li ser Komele ya Cizîrîyan, ya li Stenbûlê de, ji alîyê çekdaran ve, hat kuþtin.2020 02.12.2020- Helbestvan, Sîyasetmedar û Rewþenbîrê Kurd, Seydayê Gurdilî (Mella Îmadedîn) ji ber nexweþiya korona, êvara di 02.12.2020 de, koça dawî Kir.
|
|
|
 |
| |
TAYIB ERDOÐAN BÊRÛMETE Û QATIL E !
(783 gotin) (4856 car hat xwendin) 
TAYIB ERDOÐAN BÊRÛMETE Û QATIL E ! Kurdistanîyên hêja ! Tayib Erdoĝan û Biþar Esat careke dî destên xweyên bi qirêj di roja Newrêzê de xistin nav xwîna gelê Kurd. Li Qamiþlo 3, li Wanê 1 û li Geverê 1 bi tevayî 5 ciwanên Kurd hatin qetilkirin. Bi deh hezaran Kurdistanîyan cenazên xwe pêþwazî kirin, hestên neteweyî bilindtir bû û gelê Kurd yek gav bi paþde navêt.
Kurd li hemû Kolan û Kûçên Kurdistanê bi cilbergên neteweyî, bi zimanê dayîkê û bi coþeke mezin Newroza xwe pîroz kirin. Hemû êrîþ û berûmetîyên dewleta hov nekarîn rê liber pîrozkirina Newrozê bigrê û hêvîyên gel biþkînê.
Ji bo sîyaset û kiryarên Tirk, bêrûmetî û dijminî bê sînor bûwe. Ti maf ji netewe û kêmneteweyên ne Tirkin re nîn. BI taybet miho nikarê ti hêvîyên mirovatîyê ji wan bikê.
Li hemberî gelê Kurd û Kurdistan dijmintî û kîneke hovane a taybetî heye. Mejîyê sîstem û rejîmê li dijî gelê Kurd weke betona li qalib dayî ye.
Ji bo karibin gelê Kurd bin çok bikin, tenê zêdekirina Leþker û çekûsilehên giranin. Kûltûra wan bûwe þidet, rengê xwe daye hemû alîyê sîyaset û jîyana Tirka a rojane jî.
Tirk ji bo çareserîya pirsgirêka gelê Kurd a sîyasî û neteweyî „þer“ tenê di fikirin. Heroj biryar û fermanên qirkirina gelê Kurd didin.
Di kûltûra Tirka de rêzdarî, rûmet…. û qedirnasî tenê zordestî ye, înkar e, dekûdolabin, ……, zalime û nîjadperestîya li dijî gelê Kurd û Kurdistan e.
Gelo dewleta berpirsîyarîyên wê, bingeha jîyana wan halo tijî kîn û nefret bê, çi hêvî ji wan tênkirin ?
Ma gelê Kurd Newroza xwe pîroz bikê wê dewleta Romê hilweþê ?
Hin di bêjin „Gelê Tirk û Kurd biran e.“ Ev ne raste. Biratî bi zorê çênabê. Bira heroj bi çek û silehan na bezin serserê Jin, Qîz Xort û kalên gelê Kurd.
Hikomata AKP Kolan û meydanên bajar û bajarokên Kurdistanê ji bo gelê Kurd kirine îþkencexane. Berpirsiyarê vê rewþê hikomata Erdoĝan û AKP ye.
Tayib Erdoĝan zilamekê bê rûmete, dirûwe, derewker e, dîndarekê sextekar e, Tizbehê Leþker û Kemalîsta ye.
Li dijî gelê Kurd çi ferman ji Erdoĝan re werin ew bi kar tînê. Erdoĝan ji bo gelê Kurd bûwe tehlokeyeke mezin, ew di fikirê ko zor û zilma li gelê Kurd dikê ji bo wî serketin e.
Ma qet nayê bîra sîyasî û Ronakbirên Roma Reþ bibêjin ma ev çi hovîtîye ?
Bibêjin ma vî gelê bi rûmet, jin, qîz û zarokên gelê Kurd çi kirîye ?
Operasyona bi navê „Ergenekon“ ko binçav kirina berpirsîyarê Rojnameya Cumhurriyetê Ilhan Selçuk, Rektorê kevin ê Üniversîta Stenbol Prf. Dr. Kemal Alemdaroĝlu û serokê Partîya Kedê Doĝu Perinçek û doza jibo girtina AKP yê bûwe weke sedema kûrbûna qirîzê, îþaretên gûherandina rejîmê, weke þerek hatibê dest pêkirin e û Hope hopa waye.
Lê dewlet li Kurdistanê bi hemû qûwetên xwe êrîþî ser xelkê sivîl û jar dikê deng nîn. Gelê Tirk û Kurd ji hev dûr ketîye. Hêvîyên bi hevre jîyanê nemaye.
27. 03. 2008
M. Þerif MÜÞTAK
Serif.muestak@gmx.de
Serif.muestak@gmx.de
Fermo, li vir mizeke !
Fermo, li vir mizeke !
|
[ Vegere: M. Þerif MÜÞTAK | Indeksa Beþan ] |
|
|