 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1961 Li Komara Tirkiyê Qanuna Bingehîn hatê derxistin.1937 Alî-Þêr ( Arþêr ), di 9 Tirmeh 1937 ê, roja Înî yê, li nîzikê Gundê Kafat ê, di Þikeft ê da, ji alî yê Mistoy Sur ê ve tê Kuþtin. Zeynel jî, Zarîfe Xanimê û birarzî yê Alî-Þêr (Arþêr) dikuje. Paþê jî, serê wan hersîyan jê dike û dive dide Tirka. Cehþikan dawî li jiyana General Alî-Þêr ( Arþêr ) û General Zarîfe Xanim ê anîn.
|
|
|
 |
| |
Dayikên Roja Þemîyê ...
(138 gotin) (4570 car hat xwendin) 
Dayikên Roja Þemîyê ...
Her roja þemîyê
Û berbanga sibê
Li wan kolanên bêhîs û bêyom
Li meydanên bêdeng
ji pêy êþ û kulên dilê xwe
di ketin rê..
Ew zivistanên mirovkuj
Serma, ba û baran
zora wan nebir tu caran !
Nêrzbun
Lêdan
hatin xeberdan
Gef nexwerin û gotin:
-êra meydan..
û dengê xwe kirin yek
Bubun Pepukek
keser bi kur lorandin..
Û gotin û gotin:
-Ez lawikê xwe dixwezim
-We çi anî serê camêrê min
-Ka delalîya dilê min
-Dayêka min bidin min
-Keçika min berze buye
-Em li zarokên xwe digerin
-Em ewan sax ango mirî ju we dixwezin..
Polêsên cinawir
segên dev bi xwîn
Rêbirrîn.
Di vê roja þemîyê
Û berbanga sibê
Zor û zulum û lêdan
hatin xeberdan
Dayêkên roja þemîyê
Canê xwe bi didanê xwe ve kirin
Bi tilîlîyan ve berxwedan
....
Doz mezine
Pevçun xwînîye
û rê dirêje
Disa ezê þerê Dayêkên Þemîyî
bikþînîm mîna evînê
xurîya biþkuyê dilê xwe
Wê pêþkêþ kim bo rojên delal..
06. 05. 2005
Adil Duran
|
[ Vegere: Adil Duran | Indeksa Beþan ] |
|
|