 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 0 Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Ya 12—13—14—15 ê Çile yê, Pîroz be !
Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Cejneke kurdan e. Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), her sal, di 12—13—14—15 ê Çile yê) de, tê pîroz kirin.
Kurdên Zerdûþtî, Êzidî, Alevî, Misliman û Hinek Gelên Arî jî, Cejna Gaxand (Cejna Kalê Ser Salê), Pîroz dikin...
Cure bi cure coþ û þahî bi niman û þanoyê bi navê 'Glor a Sîr' Xewreyan ji firûnan bi Sênî yan tê derxistin , di nav Sênî yan de xewre tê hûrkirin dûre Dew ê bi sîr û rûn ê nivîþkê qelandî tevde li ser tê rijandin. Piþtre tê belavkirin. Ji pêve 'Gaxend' tê wate ya "Sifre ya Dewlemendan". Roja dotir, ango roja dawî yê, Hebikên Hinarê li der û dor tê reþandin, ji bo bibe sal e ke biderahmetî ( bi bereketî ).
Di vê roj û þevê de, ji sal a bihurî merivekî kal rîberdayî û ji bo sal a nû, jî keçeke ciwan, bi milê hev de digerin û di çin derîyên malbatan. Ji bo hin pere û kelûmel berhevkin. Roja dotirê, ango roja dawî yê, bi wan hemûyan, bi hevdû re, mîhrîcanekê amade bikin.
|
|
|
 |
| |
KOLEDAR Û MîLîTANÊ DiREWÇîN
(145 gotin) (5506 car hat xwendin) 
Çend milyon qonax, xirav kir wek diheka.
Welatparêz man, li metrapolê Tirka.
Ji ber koledar, xwa veþart, li quncika.
Silav li peran, ne li ruya û çavan.
Reþber, karker, xudîyê Mirîþk û Dîka.
Wan xudî kirin. çêlek, pez û berxika.
Bun sîyasetvan, man bê lor û çortika.
Silav li peran, ne li ruya û çavan.
Bi direwa dan rê, bi kal û pîrika.
Tev hev, dev berdan ji war, mal û punika.
Leriz boy perê gelan û pir boy marqa.
Silav li peran, ne li ruya û çavan.
Li paytextê Avrupay, dan du þêxika.
Boy warê xwa, ne reqisî bi defila.
Welat parêzîya wan, wekê heneka.
Silav li peran, ne li ruya û çavan.
Hat Ewropa gavanê, ga û golika.
Hinek ji rê derketin, dani lotika.
Her yek, cihê, cihê bun mîrê welata.
Silav li peran, ne li ruya û çavan
Ali Cahit Kýraç
alicahitkirac@yahoo.de
09.11.02
|
[ Vegere: A.Cahit Kirac / Helbest | Indeksa Beþan ] |
|
|