 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1964 Di navbera Genaral Barzanî û Serokê Iraqê Ebdulselam Arif de agirbest hat îlan kirin. 1703 Li Japonya erd hejiya, 200 hezar kes mirin.2013 Di 02.02.2013-ê de, Mela Osman Seîd'ê yekem rahênerê Hêza Pêþmerge li Komara Kurdistanê, li qezaya Çoman koça dawî kir. ''Osman Seîd di destpêka sala 1920-an de li qezay Bulanik ser bi bajarê Mûþê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, di nav artêþa Tirkiyê de pileya wî ya serbazî hebû, piþtî ku di sala 1945-ê de li ser Kurdîtiyê tê girtin, ji zîndanê direve û bi Mela Mistefa Barzanî re dikeve têkiliyê û li Komara Kurdistanê meþqê (ders û taktîkên leþkerî) bi Hêza Pêþmerge dike.''0 2 ê Sibat ê, Cejna Çileya Zivistanê, li Kurdên Êzîdî û Kurdistanîyan Pîroz be.
|
|
|
 |
| |
Helbesta, Ciwanê Abdal : TÊRBÛN
(217 gotin) (5013 car hat xwendin) 
TÊRBÛN
Giyanê min tev miþt soz û gulin
Maç û gotin û simbilin,
Avise bîlan û biyebana min
Îro û sibe ji do û pêr û herro,
Mixabin.. têr nabe ev dil ji xwe
Têr nabe ji mirç-ramûsanêd tovî,
.. Li ser ava qermiçandî
Di quntaxa kêlîka xwe de tiye,
Û dev di pêsîra rokê de tariye,
Û di kaniya berfa dipijive
Ji aþtiya sipî taziye,
Haho yarê .. têrbûna min tuneye
Qe çi dêwim ez
An evîn bi xwe dêwe ji xwe,
Çawa agirê findê vedimire, vêdikeve
Çawa havîn li zevî dixîne ku hiþkbike
Piþtî buhurtina payizê
Þîn kat-dibe li deþt û buhara,
Haho,
Çawa ne-têrî çêdibe li dilê tolaz
Li dîwar û zevî û destê silavê
Li kevir û þitil û awirê çava ,
Qe stranek xweþe ev jîn û jiyan
Qe stranek geþe ev vîn û viyan,
Jiber têr nabe ev dil ji xwe û birçî ye
Têr nabe ji ramûsanêd xuristî..
Ciwanê Abdal http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
|
[ Vegere: Ciwanê ABDAL | Indeksa Beþan ] |
|
|