PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Helbestên curbe cur - 6


Eba Reþo :
____________

Eba reþo ho ho ho lo eba sûrme kuro boz
Dibînê lawkê mi da kirme kirme lo lo kuro
Jina çi têkeve destê kotîyê mêra ne tê kuþtin li dara
Dunyayê ne tê berdan
Çiqa zûlme eman eman eman gidî
Hêdî bajo, siwaro ez bi tere

Eba reþo ho ho ho lo eba kezî
Kuro eba li nava ca dihejî lo lo
Kuro ew agirê di dilê mi da diþewite
Hêvîya min heye ji Xwedê çîkekî
jê bifire dilê te jî eman eman eman
gidî hêdî bajû siwaro ez bi tera

Eba reþo ho ho ho lo eba tazî kuro
Tu pê bi pê di ser serê min û bavê mira
Hati lo lo kuro lawo te ne ez kuþtim,
ne ez revandim li serê rê û dirba kirim
fena kewek petî eman eman eman gidî
Hêdî bajû siwaro we te ra

Gotin : Dengbêj Reþo
Herêm : Serhed



******



Mîrê Min :
____________

Mîrê min, mîrê min mîrê min...
Heyla dayê çavê xwe digerînim nagerênim kanê Þêxê min
Mîro de rabe bi çiyayê Bîngola þewitî diketim ji dilê min û tera bi mije lê bi dûmane,
Lê belkî agirê kulê têkeve mala Misto Kemale
Çawa rakirin fermana serî Kurda
Birîna serê Þêxan û melane hela binêr meclîsa Enqerê de dayê lê lê hev
civyane
Ji bo xeniqandina Þêx Seîd efendî bavê Þêx Elî Riza temamê mebusa wê qirar dane
Hela rabe binêr li tivingê destê teresê cendirmane, lawo mêzebike li sîtemê milê wê polîsane
Ez çûme Diyarbekira rengîn min bala xwe dayê temamê sofî, mirîda lo lo hev civyane
Xorta piþta xwe dane dîwara, dibarînin hêsirê belek çavane
Mi gotî keko ez nizanim çi bû, çi qewimî, çi cirîya?
Ji mi ra digotin mala te xirabe tu nizanê dunzde heb milletwekîlîyê Tirkan, li Bitlîsê lo lo hev civyane
Rakirine fermana serî Kurda dayê birîna serê Þêxane.
Þêx Seîd efendî anîne Diyarbekirê li ber bendane,
Bend avêtin qirika Þêx Seîd efendî ewê gavê teze min zanîbû xwelî li nava çavê me hemyane...
Mîrê min, mîrê min, mîrê min, mîrê min...
Le dayê wezê çave xwe digerînim nagerînim nizanim kanê Þêxê min?

Mîro de rabe bi çiyayê Bîngola þewitî diketim lo lo ha bi ceye
Agirê kulê têkeve mala Misto Kemal çawa rakirê fermana serê Þêx û Mellê me ye
Hele rabe Eskerê Misto Kemal derketê ji çiyayê Bîngolê tê ji pale tokan da dayê firqe bi firqeye.
Kesekê tune cewabê bide Celalîya li peyê Silêmanê Ehmed dayê bavê Ferzende ye
Jêra bibêje mala te xirabe Þêx Saît efendî birin Dîyarbekir li ber benda
Bend avêtin qirika Þêx Saît efendî
Þer’a dînê Nebî Mihemed Peygamber evê tiþtê qebûl nakin, di nava me de pir gune ye...
Mîrê min, mîrê min, mîrê min....
Heyla dayê çavê xwe digerînim, kanê Þêxê min...

Herêm: Serhed
Çavkanî: Dengbêj Zahiro



*******




Mîr Beg :
__________

Lo lo Mîro bejina bavê Mîrbegê min zirave pepuk ezim ji taka rihana li dev beyara hey were hey were...
Mîro ne mij’ tera digo neke bi gura alaybegê sozê Þêxê wara.
Pepûk ezim berê bavê Mîrbegê min dan bajarê Stembola þewitî dûrê dera be
Destê min nagê jî Mîrbegê min derbaskirin ji sindaqê bîstûçar duwale ecnebî li nav neyara hoy were hoy were...
Eman were eman were...
Mîro ne mi ji tera digo bi gora min bike
Ne ji berê da Rom xayîn e me dixapîne
Ax ez dimirim dimrim lo wez nemînim
Ez ditirsim bimirim lê bavê Mîrbegê xwe nebînim.

Lo lo Mîro bejna bavê Mîrbegê min zirav e pepûk ezim ji tak rihana
Ro bi ro ye iro li kêleka milê bavê Mîrbegê min dihatî dengê borîna delu Qasoye, hoy were ê hey hey hey were hey were.
Eman were eman were mîro min ji tera digo tu bi gura min bike neçe lezke ha lezke were. ax ez dimirim ez dimirim Ax ez dimirim lo wez nemînim ez ditirsim dawîya dûnyayê mirine hewî ez bavê Mîrbegê xwe nemînin Lo lo Mîro vê sibê walîyê Mûþê mistesarê Bilîsê rûniþtin bi hevra þêwirkirin bi xayînî þandin pey bavê Xelîlê min ji mal siwarkirin di nava qîz û bukên Xûytira derbas kirin. Mîro nê mi ji tere digo xema neke xem xirave çiqas qeyd û zincîr Sultan Ebdulhemîd Paþa hebûn mi bihistîye pepuk ezim giþt ji bo xatirê mala me çêkirin hazirkirin hey were hey were ...
Eman were eman were...
Mîro ne mi ji tera digo bi gora mi bike Rom xayîne me dixapîne Ax ez dimirim lo wez nemînim ez ditirsim bimirim dawiya dinyayê mirine bavê Mîrbegê xwe nebînim....

Herêm: Serhed
Çavkanî: Dengbêj Þakiro



*******




Hêy lê ( Xezal ) :
________________

De hey lê hey lê...
Were heylê heylê heylê... ku heylê.
Delê lê... bedewê minê Xezalakî rakir ji desta Muþê,
Berê xezala min ketî Hazro û Diyarbekir,
Kêleka Xezala min ketî Meraþ û Entabê,
Xezal derbas bu berya vê Mêrdînê
Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim
Apo xezal guneye li çira xezal diketî destê Roma xayîn
Tirk û Ereb û Ecem li ser Xezalê kombune,
Rûyê wana bi kenîn, devê wan bi xwîne,
Apê min gazîkir digo sûnva herin xezal bêxweyî nîne
Hey lê, hey lê hey lê hey lê...
Were hey lê hey lê hey lê ...
Delê lê bedewê minê xezalek rakir
Ji Qazgol û Bingolê Sûsar û Tekmanê
Berê xezala min ketî Patnos û Tutaxê,
Kêleka xezala min ketî cepheyê Ûris
Xezal derbasbû li bajarê Simko welatê Kurdistanê,
Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim
Apo xezal guneye çira diketê destê roma xayîn,
Tu gazîke li kal û pîrê Kurda
Bira bibêje keç û xortê hemî bi xezalê bêne îmanê
Hey lê hey lê, hey lê hey lê, ... Were hey lê hey lê hey lê... Were hey lê hey lê hey lê hey lê...
Eman hey lê hey lê hey lê...
Delê lê bedewê minê Xezalek rakirî ji Kerkûkê ji Kirmaþanê,
Berê xezala min ketî Zaxo û Dihokê
Keleka xezala min ketî Qamiþlokê, Amudê, Afrînê,
Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim:
Apo xezal guneye çira xezal diketî desta Roma xayîn?
Tu qazîke li keç û xortê Kurda, bibê ne Xezal li benda we hemî ya sekinîye Hey lê, hey lê hey lê hey lê hey lê ku hey lêê...

Gotin : Dengbêj Maruf


*******




Gorî :
________

Gorî gorî gorî kuro mala gede lawkê min li taxa jorîn. Mala mi bi xulama bejn û bala zirav li ew lazê þîrîn law lingê xirxal qirika bi morî gorî gorî gorî goriya teme Gorî heyran mala gede lawkê lo min pês girê lolo law welle ba tê ji baranê xirabtire kuro çît û perdê konê mala bavê min girane lawo þirîtê kona rana gire ew kesekî fesadîya min û lawikê min bikin law belkî derguþa li ber pêsîra wan bimire
Gorî gorî gorî gorî ya teme
Gorî heyran hatî gundê me Xeftanê
Jina min xeftanek kirî ji kewa
Xwera bi sed û sî û sê bizinan
Xeftanê kewa min kine
Nagire zenda zer bazinan
Gorî gorî gorî gorî gidî

Çavkanî: Dengbej Huseyno


*******





Ha Kuro Mermere :
_________________

Ha kuro mermere lo, wî kuro mermere
Ha kuro mermere lo, kanê mermere
Tê da digere lo, marê ser zere
Kêrsimê keçika lo, kê li kembere
Ha kuro tutune lo, þewitî tutune
Ha kuro tutune lo, þewitî tutune
Tê da digere lo, marê ser cune
Kêrsimê kalan lo, kîs û qelune
Ha kuro saçaxe lo, wî kuro saçaxe
Ha kuro saçaxe lo, wî kuro saçaxe
Tê da digere lo, marê qaçaxe
Kêrsimê xorta lo, kêr û biçaxe

Herêm:Serhed
Berhevkar: Maruf



*********




Yar Wezo :
____________

Yar wezo birîndarim min bavên zozana
Yar bavêjin ser min qetê organa
Yar derdê hewîyê, êþa dirana
Yar wezo nexweþim, min bavêjin mesila
Yar bavêjin ser min, qetê qesîla
Yar derdê (kula) hewiyê, êþa pêsira
Yar wezo nexweþim, min bavên odeyo
Yar bavêjin ser min, qeta cileyo
Yar derdê hewiyê, êþa dilêyo

Herêm: Serhed
Berhevkar: Maruf



*******




Ha bi derenge (Selîmo lawo) :
_______________________

Ha li me çikir wî li me çikir
Lawino baranê li me çikir
Îniyê lêkir þemîyê vekir
Eceb dinya xirab nekir.
Ha li hewaye wî li hewaye
Konê Evdalo li hewaye
Qeyd û benda girêdaye
Bavê bukê xweþ axaye
Ha bi derenge wî bi derenge
Bavê bukê li me derenge
Pêsya siwara çû bi heft renge
Li bavê bukê nema renge
Gotin û muzîk: Gelerî

Herêm: Serhed
Berhevkar: Maruf



******




Evdalê Zeynikê :
_______________

Evdal dibê qolingo bihar e bi ser me da
Me qîrîne dibê per û baskê qolingê mi þikestîne
Çavê Evdalê Zeynikê kore rê nabîne kesek
Xwedan xêr tune bi destê Evdalê Zeynikê
Bigere bavê ser ocaxa Þêx Badîne belkî dûakê bixwaze ji xaliqê alemê rebê jorîn
Xwedê çavê Evdalê zeynê saxke, per û baskê qolingê min bicebrîne
li min wayê li min wayê
Temo lawo felek xayîne bi bavê tera cibikim nayê rayê
Temo lawo bihare dilê bavê te ha bi naze.
Bavê te korbûye,li pey koç û kerîya digere gaz bi gaze.
Kesekê xêrxwazê xêra tune bi destê Evdalê Zeynê bigre bavê li ser ziyareta Hacî Elî, Þêx Þeref sehîdê
Mixakomê li ber derê Þêx Miaze.
Li min wayê li min wayê way Ax limin wayê limin wayê Temo lawo felek xayîne bi bavê tera cibikim nayê rayê
Temo lawo birek qîz û bukê cemaldîna cêrê wan li milan bu mesîya bun kanîyê.
Bûkekê esilpîs di navda hebû dikenîya digo eva kalê korê peritî kîye
Keçikek esilzade di nav da hebû go qîzê Tu korbibî tu nasnakî, eva Evdalê Zeynê bavê Temo siwarê gogerçîne
Dengbejê Surmelî Mehmet Paþa lawo korbûye ketiye feqîrîyê.
Kesekî xêr xwezî xwedanî xêra tune bi destê Evdalê Zeynê bigre bavê li ser rêka vê kanîyê.
Li min wayê li min wayê ax limin wayê limin wayê.Temo lawo felek xayîne bi bavê tera çibikim nayê rayê

Çavkanî: Dengbêj Sidiqê Resula


********




Xezal Xamirpet :
_______________

Xezal heyran wezê xezalim xezala çîyayê Xamirpêtê me
Ezê qîza Xiyasim delalîya Xasê û Ax Cemîlkê me
Xuþka Selman gula li devî rê me
Hoy...Xezal, hoy Xezal, hoy Xezal....
Xezal heyran me çikir lo me çinekir
Meyê ji bona doza Kurdistanê þer girankir
Heyfa bav û kala me ji dujmina derkir
Ano û Memo û Sefkan ji bona doza Kurdistanê canê xwe fedakir
Hoy Xezal, Hoy Xezal, hoy xezal...
Xezal heyran wezê diçûme Tekmanê wê liyane
Li þer serê hersê gêrîlayê ARGK,bavo þer girane
Leqe leqê topan, tifing û firokane
Ano û Memo û Sefkan
Bu þehîdê Serheda Kurdistanê
Hoy Xexal, hoy Xezal, hoy Xezal...

Gotin : Dengbêj Maruf


******




Hoy Can Canê :
____________

Hoy canê canê canê
Hoy canê canê canê
Tu namirî bi ramusanê
Hoy can canê hat buhurî
Hoy canê canê canê
Hat bi desta da elba tiri
Can canê canê canê
Bi ramusané tu namirî
Kotîyê mêrê te bi qurbanê
Dîsgotin
Hoy can canê tê ji Xarpêtê
Sing zozanê Xamirpêtê
Can canê canê canê
Te law kuþtin xewka kê tê
Kotîyê mêrê te bi qurbanê
Dîsgotin
Hoy can canê te ji xweziya
Can canê canê canê
Sing zozanê wan moriya
Can canê canê canê
Te law kuþtin bi laqirdiya
Kotiyê mêrê te bi qurbanê

Herêm: Serhed
Berhevkar:Maruf



******




Lê can :
_________

Lê can lê can lê canê lê lê can
Ewrê resê Nîsanê lê lê can
Hur hur taviya baranê lê lê can
Kon maye li ber wêranê lê lê can
Lê can lê can lê canê lê lê can
Serê malê me bi kaye lê lê can
Çivîka ka vedaye lê lê can
Cemo li ser rê razaye lê lê can
Min payînek lê daye lê lê can
Ji xewka þirîn bazdaye lê lê can
Lê can lê can lê lê lê can
Mêrê Cemo eskere lê lê can
Sê ro maye teskere lê lê can
Jêra hate xebere lê lê can
Teskerê bigre were lê lê can
Heyrana singê zere lê lê can

Herêm:Serhed
Berhevkar: Maruf



********




Sîpanê Xelatê :
____________

Kî here axa Tetwanê
Wê bibîne çîyayê Sîpanê
Cîwarê Sîyabend û Xecê
Xeml û rewþa Kurdistanê
Sîpan Sîpanê Xelatê
Bilindbûn çiqas li te tê
Gulên te gulên cennetê
Ava te ava qudretê
Sîpan sîpane, sîpan sîpanê
Sîpan sîpane xelatê
Sîpan sîpane, sîpan sîpanê
Sîpan sîpane xelatê

Te kul û xem pir dîtîye
Zilm û zorî buhurtîye
Xwazgîniyê xweþ te girtine
Soz û peyman wan dane

Sîpan Sîpanê Xelatê
Bilindbûn çiqas li te tê
Gulên te gulên cennetê
Ava te ava qudretê
Sîpan Sîpane, sîpan sîpanê
Sîpan Sîpane xelatê
Sîpan Sîpane, sîpan sîpanê
Sîpan Sîpane xelatê

Çîyayên te tev bilindin
Kurdan xwe tum lê girtin
Ji bona serxwebunê
Ala jîyanê hildin

Sîpan Sîpanê Xelatê
Bilindbûn çiqas li te tê
Gulên te gulên cennetê
Ava te ava qudretê
Sîpan Sîpane, sîpan sîpanê
Sîpan Sîpane xelatê
Sîpan Sîpane, sîpan sîpanê
Sîpan Sîpane xelatê

Gotin : Dilovan


******




Evîna me :
____________

Carekê tu guh bide min
Tê zanibî vê êþa min
Ji derd û kulan dinalim
Ber evîna te yara min

Evîna me bi rûmet e
Pir pîroz û bi qîmet e
Lê dilê me bi hesret e
Evîn jîyan bo welat e

Ax dilê me qet nabe xweþ
Bo me nema jîyana geþ
Were ez û tu bi hev re
Biçirînin van ewrên reþ

Gotin : Kurdo


*****





Lo lawiko :
___________

Lawiko qurban tu deþt î ez zozan im
Tu þivan î ez bêrîvan im
Tu Wan î ez Axramar im
Tu Ararat î ez Sîpan im
Tu Memê yî ez Zîn im
Tu Dewrêþ î ez Edûla
Tu Nêçirvan î ez Xezal im
Tu Siyabend î ez Xeca Zerîn im

Were lo lo… lawiko
Evîndara te me lo lo were lo lo

Lo lo... lawiko
Lawiko qurban binya mala me
Tê ye ava þîn e
Kuro gede tu were
Destê min bigire
Ji xwe re birevîne
De dibê nav gund û bajar
Kolan-kolan, kuçe-kuçe bigerîne
Heçî ji te pirsî go ew kî ye
Bêje evîndara ber dilê min e
Lo lo… mihebeta te me lo lo

Gotin: Nürüvet Cacim


******





Xerîbî :
____________

Nav xerîbiyê bê qîmet e emrê min
Her tim her gav tu yî di nav bîra min
Bê te dayê gelek zor eji bo min
Ez xerîb im tu mayî di destê dujmin

Dayê rabe birînê min derman ke
Eger bimirim hêvî dikim kirar ke
Cîkî bilind ser Sîpanê min heq ke
Li kêleka Xecê û Siyabend min çal ke

Nav xerîbiyê sitûxwar perîþan im
Bi hezaran wek min bê cî û bê war in
Dilêm kerba dayê ji bo te dinale
Gelo kengê ezê bêm hembêza te

Gotin: Temûrê Telê



*******




b>Heval heval :
____________

Tari bu ezman roj xuya nayê
Kul û xemê min civiyan sebra min nayê
Çavê min digerin dayê Mizgîn tune ye
Gotin ew jî bû stêrk bar kir ji dinyayê

Heval Heval! Hevala me
Tu sorgulêk li baxê me

Em tev rewiyên doza te
Bila bê xembi dilê te

Sekinîne lê dayê avên van çema
Weþiyan pel dayê zu ketin ji dara
Nabuhurî ev roj dayê bûye wek sala
Mizgîn bu janek dayê ket hemû dila

Bêhna te tê Heval ji van hemî gula
Denge te tê Heval ji serê çiya
Buye helbest digerî li ser zimana
Bû roj heval hilatî li þeva

Gotin : Diyar


*****





Welatê min :
____________

Welat çendi þêrin e
Tevde gul û nesrîn e
Axa Bav kalan e
Goriya te me welatê min

Tu þêrina li ber dila
Welatêmi welatêmi
Tu delala li ber dila
Welatêmi welatêmi

Çemê te ji avên berfa
Kaniya te ji dilên çiya
Revine xemên dila
Goriya te me welatêmi

Gotin : Hozan Zozan


******





Wey Dinyayê :
____________

Ey dinyayê tu bêbext î
Te zalim anîne ser textî
Me roj nedî ti çax û wextî
Para me ma tim bindestî

Wey dinyaye, Wey dinyaye
Ar pekêtê, derd lêketê

Me ked da te gelek salan
Te em xistin paþila guran
Bi guran re kirin bira
Lê wan em xwarin gelek caran

Me got bira tu bi xêr hatî
Gur fem nakir ji biratî
Dev vekirî, diran sutî
Binêr çawa kir biratî

Gotin : Diyar


*******




Doza Me Namirî :
____________

Hey dijminê me yê har
Tu çi dikî barebar
Em vê dozê barnadin
Eger ezman jî bê xwar

Tu çiqas bikî hovî
Ê li me xurt dibe hevî
Ger bixwazî nexwazî
Emê azad bin li dawî

Doza me namirî
Jîn dibe li her derî
Dernayê tu carî

Hey dijminê me yê salan
Tim wiha naçe dewran
Ev car dora te ye ferman
Tu bi rindî naye iman

Bila dinê xira be
Ger welatê te nebe

Bila mirin bi xêr bê
Eger jîn azad nebe

Gotin : Diyar


*******




Riya Azadî :
____________

Riya em dimeþin hewar û çetin
Gelek bi rê ketin hinek ji wan ketin
Pir heval stêrk bi ruyê ezman ketin
He gelek þêr in hevi û xelat in

Ev riya jînê
Sor bûye bi xwînê
Wê ji me re bîne azadiyê

Bazên li ser latên xwedanên çiya
Xwe berdan nava deþt û geliyan
Ketin nav axa þîn bûn bi hezaran
Bûn bela serê xayin û neyaran

Helbest : Dîyar


******




Gula min :
___________

Yar dilêe min de girtî
Ez hêsirê þeveke lal im
Bi ser dil de dinalim
Tu di bira min de yarê yarê

Tariya þevê de çum xar
Dil buye tar u mar
Bê te nabe nabe yar
Tu di dilê min de ye yarê

Hîv tune xwiya nabe
Ditirsim îþev sibe nabe
Li ku ma ev roj dernayê
Çi buye bi vê dinyayê

Þevên reþ bila herin
Rojên geþ tim yên me bin
Ez û tu li ba hev bin
Heta mirinê yarê
Tu gula ber bêhna min
Tu evina dilê min
Him derd û dermanê min
Ax belayêa serê min

Gotin : Diyar


********




Ditirsim dayê :
____________

Çi bû dayê çi bû çi bû
Çima jiyan ji vir rabû
Me gundekî çi þen hebû
Çima îro tev xira bî

Ev dijminê me yê hovane
Em derxistin ji gundê me
Agir berdaye malê me
Disan nuh kirin kulên me

Ditirsim dayê ez ditirsim
Li vir kesekî nenas im
Agir têkeve mala Romê
Ez ji gundê kirin kulên me

Li þun maye pîrekî bi gopal
Piþta wê xûz lê bihurîne sal
Gund wêran e kesk nîne li mal
Ew jî tenê maye bê hal
Ditirsim day ez detirim
Ditirsim li xeribiyê
Ditirsim car din te nebînim
Herdu destên te ramusim

Gotin : Diyar


******




Bira Huseyîn :
____________

Di þevek lal de û reþ tarî
Ta xatir ji me xwest li dû xwe hiþt derî
Sal û wekt buhurîn û dem zivirî
Çerxa felekê li ser serê me gerî

Ax bira Huseyn cigera min
Tu berxê dayka min þêrê gelê min

Dibêjin rojek meha havînê
Dîsa destxwînen artêþa romê
Te hiþtine di nav gola xwînê
Te kirine mêhvanê vê dinê

Rêçên te li dora çemê Munzurê
Bêhna te ji çiyayên Dersimê
Çavê min li te digerin her derê
Bê te jiyan ne xweþ wek mina berê

Gotin : Diyar


*******



Tîna Rojê :
____________

Çavên te wek morî
De razê lorî lorî
Ev þevên reþ û tarî
Roj derew e bimirî

Gurên har li hev kirin
Ev dinta reþ kirin
Ar þeref ji bîr kirin
Dile me birîn kirin .

Lê nabe berxêm nabe
Roja me tari nabe
Bi tîn u þewqa wî
Bexta me ronî dibe

Ey teyrên li ezman
Pêlên avê çeman
Bigrin bibin bi xwarê

Vî dibe bê derman
Biçin her bi roja me
Bibin dilê me
Bêjin halê me
Bê wi nayê sebra me

Gotin : Diyar


******




Rindeka Dersimi :
________________

Xebera asmadere asme vecero
Min u yarê sero melemamin yakero
Astere asmeni sade canê mabo
Siliya sepeliya usarê ma sero bivaro

Erê dilê le le uy delalamin
Erê dilê le le uy roalamin

Sevdamo yarê sano meqise cacimi
Ez kerde mecnun rindeka Dersimî
Welamin sanara ze nakeremi
Zindane miri poyina ze Memeali

Gorin : Delîl Xidir


******




Narinê :
__________

Min ji teyran teyrik di bu
Narinê narinêe narina min
Þekirê þerinê bermaliya min
Li ezmanan xwengi bû

Narinê narinêe narina min
Þekirê þerinê bermaliya min

Zava siwarê hespê boz
Li meydanan rakir toz

Govendeki li darxinin
Buka me bi rêxînin.

*******



Qederê :
_________

Te dî te dî rindam te dî
Rindam li qarþî ye te bela xwe dî
Min ji vê dinê qet xêr nedî
Oy oy oy qederê
Oy oy oy qederê
Ketiya serê min qet ne derê

Va çi gund e di kortê da
Mala axê di ortê da
Çirak sor pêdikeve
Ser mala ku rindam tê da

********



Esmerê :
__________

Lê lê rindê lê lê dînê
Ez helandim vê evînê
Gelek bedew u rind min dîn
Ji te xweþiktir tine li dinê

Êdi ezê ji vir herim
Çav û biryan ji kêra kilkî
Esmerê lê yarê çavreþê lê lê yarê

Ez nizanim tu çi dixwazî
Te ez kirim ta û derzî
Þev û rojan li pey te mirim
Dîsa jî tu nebîyî razî

Tu kafirî nay îmanê
Çi bikim dîsa mam bi tenê
Ji çavê min wek baranê
Ne hêstir xwîn dibare
Avaz:Yilmaz Erþahin

Helbest: DÝYAR


******




Dayê welle nabe :
________________

Dayê wale nabe dayê bile nabe
Dayê serem dêþe welle xewam nayê

Dayê qeler yeke wale dudu nabe
Daye welle nabe dayê bile nabe
Daye derdê yarê ji dilêm dernaye
Daye serêm dêþe welle xewam nayê

Dayê evar bûye welle sibê nabe
Daye welle nabe dayê bile nabe
Yar xewa kûr da çima hiþiyar nabe
Daye serêm dêþe welle xewam nayê

******



Way lê Salê :
____________

Were Salê were Salê
Oxirsizê be berxe xirab malê
Ji xalke re gul u biherake rengîn î
Ji min evlada xwedare payizekî zor u zuhayî

De were Salê were Salê
Oxirsize be bexte xirab male
Wele ez kal nabunm van Salên
xerîbiye emre min xwarî

Were Salê de tu kulbî bikevî mala xaîn
û bêbextên ve dinyayê
Çawa destê min qutkirin ji heval û hogira
Ez bûme beniþtê ser zimana wek gura
van çol û çiya bi tenê

Weyle Salê oxirsizê bê bextê xitrab malê
Wale ez kal nebun ev Salên
xeribiyê emrê min xwarî

Helbest : Çarsincax


*******




Gulê Gulê :
____________

Gulê Gulê delale Gulê
Weka ava zelale Gulê
Ez heyrana bejna te Gulê
Beje tu qîza kêyî Gulê
Gulê diçe guniya Gulê
Digere li ber çiya Gulê
Ez qurbana bazina Gulê
Tu delalya gundiya Gulê

Gulê diçe sosina Gulê
Derdixîne bazina Gulê
Ez heyrana bejna te Gulê
Ketiya destê nezana Gulê

Helbest : Serhed


******




Bilbilo lo:
___________

Bilbil ser þaxê çi xweþ dixwîne
Rist û helbesta ser diweþîne
Dilê bilbil bi kul û birîne
Wek min hejar e gezey dixwîne

Bilbilo lo, koçero bilbilo
Bilbilo lo xerîbo bilbilo
Bilbilo lo mehkimo bilbilo

Helbesta bilbil çi xweþ ji dil tê
Axîn û nalîn ji cîgeran tê
Ew jî mîna min li zora wî tê
Hêlin xirabu xwîn ji baskan tê

Bilbilo lo, koçero bilbilo
Bilbilo lo xerîbo bilbilo
Bilbilo lo mehkûmo bilbilo

Wek min xwînî ye koçer û jar e
Li ber xirabû hêlîn û war e
Pepûk maye ew berê çare
Þûna ristê wî mexel bu mar e

Bilbilo lo, koçero bilbilo
Bilbilo lo xeribo bilbilo
Bilbilo lo mehkimo bilbilo

Helbest: Hejar


*******




Axatiriye :
____________

Axatiriye, Axatiriye
Cîra honde bîya tarîye
Car rojî amu meymanîye
Dewe bîya gerecîye

De ezo ezo ezo ezo
Wiy xerîv ezo
Na dîna de, bira ez bekeso

Serê bonî de vas rewîyo
Ez heyranê çim u burîyo
Na dina de zuke tevera merdo
Bizone ke bira gerîv merdo

Velg risiyo, bira na payizo
Mezela ma kam
Xevere bide bira Serdarî
Qeyda derdê zerê ma vazo

*******




Xalo :
________

Ero xalo,xalo
Emego tholo
Neçi cencê ma merdê
Kamî marê bîaro?

Taê koê de mirenê
Taê dewê de berbenê
Taê remenê þonê
i ke mendê, se benê?

Ero xalo,xalo
Emego tholo
Neçî cencê ma merdê
Kamî marê bîaro?

******




Bira Saano :
____________

bira Saano, bira Saano
Saanê mi gulçiçegê koê Muzirano
way leminê Muzirano
serranê Saanê mi persenê
hona domano, way leminê domano

bira Saano, bira Saano
Saanê mi gulçiçegê koê Muzirano


oo ki mavzer dest di koan di gêreno,
way leminê gêreno
oo ki taburan xirabi keno
way leminê keno

bira Saano, bira Saano
Saanê mi gulcicegê koê Muzirano

Vatox: Enver Çelîk
Het: Xozat



*******




Bûka çiya :
____________

Heylê xezalê xezalê
Tu þahê rind û zeriyan
Hey delalê tu çend rind î
Wekî gulên ber kevîyan
Ezê te bibim boy welat
Bûka çiya bûka çiya
Him ji bo te him boy welat
Dil û cergê min heliyan

Birûskê da serê çiya
Qîrîn kete nav gundiyan
Çavê belek ketne xewê
Êdî ranabin ser piya
Emê dinyayê bihejînin
Bûka çiya bûka çiya
Bila boy gelê Mediya
Yek carek rabin ser piya

Derdê xwe ji kî re bêjim
Hem bê war im hem bê ziman
Li çar dorê me neyar in
Romî, Ereb û Ecema
Kesek hewara me nayê
Ma bindestî para me ye
Bûka çiya bûka çiya
Heta çend salan, çend zeman

*******




Mirin hate ber mala me :
_______________________

Mirin hate ber mala me
Bila were jê natirsim
Helebçe brîna teze
Geliyê Zîlan, warê Dêrsim
Hey hey...

Roj li me bûn þevê tarî
Karê me ew e çekdarî
L’ welatê me jiyan nema
Çarekî ji kî bipirsin
Wey wey...

Evîna li ser dilê min
Yej ew e, yek jî gelê min
Derdê xerîbiyê zor e
Agir berbûye dilê min
Hey hey...

Çare û hêviyek digerim
Derdê xwe ji kê re bêjim
Wekî tavîngê baranê
Rondikê çavan dirêjim
Wekî teyrê baskþikestî
Ranabe dest û milê min
Wey wey...

Xaka me sem û seyran e
Warê rêwî û karwan e
Çavê dinyayê l’ser me ye
Herkes ji me re heyran e
Hey hey...

Çi kuþtin e çi ferman e
Bo çi brîn bê derman e
Wekî em hatin dinyayê
Jiyan bo jîna însan e
Wey wey…

*******




Min dil da xelkê ji xwe ra bir :
_________________________

Min dil da xelkê ji xwe ra bir
Evînam’ þêrîn þekir
Nizanim ezê çibkim
Dilê min pêt û agir
Wekî kewa firandin
Fermana min derandin
Lê hewara min nayên
Ne heval û ne hogir

Ma qey ewqas hêsan e
Tu diçî min dihêlî
Ezê bibim pûþiyê reþ
Serê te bibim xêlî
Te digo ez ya te me
Heta dinyayê he me
Ez bikevime gorê
Lawo tu ji min re kêl î

Bihar hate warê me
Vebû nêrgiz û lale
Çavê min l’rêya te ma
Dil ji boy te evda e
Heval im dilbirîn im
Ji dil de cîgerxwîn im
Hesreta evîna te
Dilê min nale-nal e

*******




Cîran melhema dilê min :
______________________

Cîrana min zaf delal e
Li ser sûreta wê xal e
Min dil dayê ev çend sal e
Ew kula dilê heval e

Oy eman brîndar im )
Cîran melhema dilê min )Dîsgotin
Dema çavêm dibîne )
Namîne derd û kulê min )

Tu wek kulîlka bihar î
Ji bo te xweþ e dildarî
Binê stêrkê, þevê tarî
Gel te xweþ e evîndarî
(Dîsgotin)

Evîna rind û bedewa
Xewê þevan naxe çavan
Bes dawiya emrê min hat
Ne tu bûyî bûk ne ez zava
(Dîsgotin)

*******




Leter e Leter e :
____________

Leter e Leter e lê
Lêblê kinê lê lê
Sed mal bi defter e
Þerbet Þêrîn e ez naxum
Ser piþtê kember e lê
Lêblê kinê lê lê
Weka zêrê zer e
Þerbet Þêrîn e ez naxum

Amed e Botan e lê
Lêblê kinê lê lê
Meskenê xortan e
Þerbet Þêrîn e ez naxum
Li deþta gewerê lê
Lêblê kinê lê lê
Bihar e sêyran e
Þerbet Þêrîn e ez naxum

Ka werin dîlanê lê
Lêblê kinê lê lê
Govenda giran e
Þerbet Þêrîn e ez naxum
Ji bona azadî lê
Lêblê kinê lê lê
Gelê me þervan e
Þerbet Þêrîn e ez naxum

Leter e Leter e lê
Lêblê kinê lê lê
Leter e Leter e lê
Þerbet Þêrîn e ez naxum

*******




Hey lawo hey bira :
_______________

Dayik rûniþtin li ber dîwaran
Sor-gewez bûne avê rûbaran
Werin çend rojê dinya derewîn
Ji hev ra bibin wek xuþk û bira

Hey lawo hey bira hey lorî lorî
Hey lawo dil û can ji we ra gorî
Malê me zozan in, hewþê me zinar
Ji ber derd û kula dilêm bûye pare-par
Keç û bûka reþ girêda wa hewar hewar
Li warê dûr boy gula sor bûme evîndar

Gelî xemgîna derdê me zor e
Dijminê xayin wek marê kor e
Ronîkê çavan nikarim bigrim
Çekê delalan bi xwîna sor e
Dîsgotin

Tîrêjên da ser riya me
Ji boy rizgarî li ser piya me
Ewrê reþ-tarî ji ser me rakin
Jîyan wê xweþ be wek hêviya me
Dîsgotin


********





Yaro yaro :
____________

Yaro yaro, yaro yaro
Xýzýr tu wezo marê biyaro

Ezo sono na çeverde
Yaro rýndek saci verde
Ax yaro yaro yaro yaro
Xýzýr tu wezo marê biyaro

Puþiya rýþiyê serde
Yaro delal boni verde
Ax yaro yaro yaro yaro
Xýzýr tu wezo marê biyaro

*******




Way Delalê :
____________

Serê xwe rakin hevalno
Býnêrin çiyayên me
Li meydana li kolanan
Xerakin Koþkê Þahan

Way delalê xweþ hevalê
Býmeþin serê çiyan

Agirek pêxin hevalno
Fermana van zordestan
Egitên me, mêrxasên me
Xerakin koþkê maran

Way delalê xweþ hevalê
Býmeþin serê çiyan

Way delalê xweþ hevalê
Býmeþin serê çiyan

Gotin : Murat Batxi


********




Niyo :
_________

Dýzdeni meke haq esto
Duzgýn Bava cail niyo
Ma rê comerdo dosto
Xýzýro khal teyna niyo

Herediyais qe rýnd niyo
Pêrodayis esqê mý niyo
Çor roj dina meraz meke
Cuyais zu roze niyo

Qýrê qýra bijêkuna
Zýrê zýra na heruna
Qorê qora na manguna
Naxýr bêwayir niyo

Qimet býde jiar u diari
Meke çênê persê sari
Zu hewari zu suari
Qulê heq bêçek niyo

Bêbextiye qeder niya
Jivêna to çare niya
Urze ra momi ra cýfiye
Waxtê rakotêne niyo

Çênê meke gýraniye
Ho vira meke výrraniye
Rojiê, ni yenê sonê
Haq teyna haqê to niyo

Gotin : Kamer Söylemez


**********