PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Çend Helbestên Kurdî


Hey dinyayê :
_____________

Her tiþt dimire, tu her tiþtî dikuje
Min nizanibû hey dinyayê
Çavên reþ ji qetra þevan
Lêvên sor bûn ji xwînê
Hey dinyayê hey dinyayê
Wez ji xwe re kuþtim vê dinyayê

Dinya bi xwe kelik ken e
Kelik girî ye û yek bîrhatin e
Dema þeva diçe bi zû
Þevê min diçin wekî rojê
Hey dinyayê hey dinyayê
Wez ji xwe re kuþtim vê dinyayê

Min navê te çand di nava axa sor
Û li ber sinbilan hey dinyayê
Hêviyeke biçûk bi min hebû
Te ew jî kuþt hey dinyayê
Hey dinyayê hey dinyayê
Wez ji xwe re kuþtim vê dinyayê


*****



Rastiye :
_____________

Rastiya te ev bû, rastiya min ev bû
Lê min nizanibû, evîn ne ji dil bû
Hey were were nazika min were
Vî dilê biçûk bibe ji xwe re

Nazik bedew e þubhetê kewê
Lê ken derew e sed heyf li te bû
Hey were were nazika min were
Vî dilê biçûk bibe ji xwe re

Te digot ez ya te me, tim li benda te me
Dûrî ne xem e, ev soza te bû
Hey were were nazika min were
Vî dilê biçûk bibe ji xwe re

Gotin: Osman Hemo


******



Tenê tu zanî :
_____________

Tenê tu zanî, kanî gul û kulê min
Gava min te hembêz kir li ber derî berî maçê
Nizanim di nav dûmanê de winda bûn
Van ji bîr bûn, gava tazî bûn ser livîna xewê

Çavên min bi kul in
Kulên min ji dil in
Min berê dilê xwe li ba te ji bîr kir
Min bi þîr venek
Ser holka pelê payiza evîna te
Dil di destê de te kuþti ye
Bi xinçerek ji berfê
Windayî me li qiraxê lêva te
Li xewê digerim

Û tu di tenahiya xwe de belav dibe
Belkirinek ji singa gotinên tozê
Û kerwanên evîndarên te ber bi ezman dibin
Bi destên sipî ji bo te
Û strana axê mabûna me saz dikin
Kewa minî belek di nav tariya dîwaran de
Xew nabe bê çira çavên te

Gotin: Rehîmo


*****



Çûkên germê :
_____________

Çukên germê li ser berfê
Winda kirin warê ew lê
Hêlîn tev de vala man
Hin jê nefirîn û ji rej man
Xerîbî sar e dayê

Bûm nêçira xerîbiyê
Bûn qiralê tenahiyê
Xincera di singa min de
Min dike sed birîndar
Xerîbî sar e dayê

Þahiyên min bi sînor dike
Zeviyên min bê dar dike
Min ditirsîne min tune dike
Xwêhdana þevê li min zûwa dike
Xerîbî sar e dayê

Gotina Abbas Ahmed


******



Heyv tarî ye :
_____________

Þînewî þînewî lê didin çavên te
Rivina agir ne
Ba jî har dikin
Ger kor bim, bilî te bo kesî dîtir nebim
Têkçûyî bim heger
Can yê min e
Xewn ya min e
Ma xelkê çi jê ye
De were heyv tarî ye

Ji kûçik birçîtir ji mar tazîtir
Talan û derbedan hat û rawesta bim
Li dergehê te heger
Ma heye natêrbuna min
Tew mîna dildariyên min
Runiþtine nivîskar dinivîsînin fermana min
Ma çi dibe de were heyv tarî ye

Çar alî min veþara pûþtan e
Rû dostane ken dostane
Ji cixareya min hildibe
Ji eniya min radimîsin
Dizivirim dizivirim
Rê her girtî ye
Mirina min hatiye
Wusa bi min neke
De were heyv tarî ye

Helbest: Ahmed Arif


*******



Qirayis :
_____________

Layê mý serê xo biye vece mý zerê aþiron ra
Remnaye týlýsýmê herdê dewresê mý remnay

No ke vesneno
Ke mý vesne lao
Haqo tý mearê kesi ser de
Qýrayisê mýno herd asmen de canê beno

Saýre mý saýr bi wayirê desdê jano bi
Astarê Koye Tuzugi bi
Doyê waro rüye asmen ra

No ke vesneno
Ke mý vesne lao
Haqo tý mearê kesi ser de
Qýrayýsê mýno herd asmen de canê beno

Qese : Ahmet Aslan


*****



Meso :
__________

Meso, meso, meso royê mý ra mevece meso
Sebýr býke, meso esqê mawo rez býreso
Dina hiraya teynayinê xýravýna, meso
Meso, yarê ez rew mýron, sey manenay, meso
Meso, meso ... meso ...

Meso meso, zeriya mý ca meverde, meso
Mircýka mý meso, tevera puko, ðezebo, meso
Mý rê to re kes star nêbeno, meso
Meso wuli serdýçinay ez ben feqir, meso
Meso, meso ... meso ...

Meso meso, dormê ma bêbextiya, meso
Heliya býnato pinê, meteristere meso
Kune ta ra beni kou serde, meso
Per o payê tu sýkýne, zerya mý bervena, meso
Meso meso ... meso ...

Qese: Kamer Söylemez


*******



Ey Dêrsimê :
_____________

Êy Dêrsimê, êy Dêrsimê
Çi halê me heya niha
Dujminê me, bavkujê me
Runiþtîye mala me da
Em kar dikin, xebat dikin
Tiþtek tune mala me da
Êy Dêrsimê, êy Dêrsimê!

Êy Dêrsimê, êy Dêrsimê
Çi halê ew he ye niha
Kanî Cemo? Kanî Memo?
Civîn heye Gundê me da
Kanî Tifing?
Xençera þeng
Çima nîne destên we da?
Êy Dêrsimê, êy Dêrsimê!

Êy Dêrsimê, êy Dêrsimê
Çi rewþ e ew heya niha
Zêr zane û zor zane
Devê Tifinga mor zane
Her bêje gel, em þer dikin
Bo Kurdistan me can fîda
Êy Dêrsimê ,êy Dêrsimê

Gotin Ali Baran


*****



Warne dahatê :
_____________

Def û Zirnê lêxine
Qeflê li hev bicivîne
Dengê dengbêj þîrîne
Qîz bûkan bicivîne

Lawno warne dahatê
Kurno warne dahatê
Dahata kurê Metê
Bîrnakim heta hette

Dengbêjê kale kale
Bûk bedew e law ê xal e
Zava can e ne kal e
Emrê Bavan bîst sal e
Lawno warne.......

Hemu bêjin bimbarek
Hemu bêjin pîrozek
Roja îro pir can e
Dilxwazî û miradek
Lawno warne .....

Defçîyo li defêxe
Zurneçîyo de lêxe
Xismê me yê teze ne
Yek Mele ye yek Þêx e
Lawno warne ....

Gotin : Baran


******



Ezê yekî bigrim :
_____________

Ezê yekî bigrim li tewn û teþiyê de
Ezê yekî bigrim li rixi û reþiyê de
Eze yekî bigrim li zewq û sefalixê dunê da
De lê lê hayê… lê hayê...

Lo lo çavê yekê gilor e reþ û belek e
Bejna yekê zirav e wek hurî û melek e
Zimane yekê þêrîn e li ba þekirê þamê vemeke
De lê lê hayê… lê hayê...

Lo lo bavê yekê beg e, wezîr e
Bavê yekê bi zêr û zîv e pir malxur e
Bavê yekê li gundê me þivan e, gavan e pir feqîr e
Lê qiza wî emra dilê min e lo lo hayê

Gotin : Ali Baran


*******



Demê demê :
_____________

Demê demê demê,çi xweþ e demê
Werin hevra bigrin, em eþq û semê
Cema me þûna ehlîbeytan e
Sema me tehre çel Qirxleran e
Rêya me rêya deh û du îmaman e
Xizir hazir û nazir li ser riyan e
Demê demê demê, çi xweþ e demê
Werin hevra bigrin, em eþq û semê

Heftê û du millet hat ser Cîhanê
Alem ji yek nuxdê tev peyda bûye
Dunya bakî nîne qe ji kesan re
Aliyek peyda bûye ji Kurmancan re
Demê demê demê,çi xweþ e demê

Emê biratî bikin rê û tevdîr,
Emê ne bin hêsirê ber zulmên mîr
Ê bên zemanên bi kêyf û bi nûr
Ê rabe zemanên,tarî û zuxûr

Gotin: Baran


*******



Zeryê zeryê :
_____________

Zeryê zeryê lê tu zer î
Desmala dor bi morî
Li ber kendalan rûmenî
Doce dase bi runi

Malan barkir goç bi rê ket
Zeriyam giran giran dû ket
Heta Zerê çû diyarda verbû
Agir bi dile min ket

Me îsal çandiye cehek
Mera nemaye mehek
Gurz bi gurz biçînin bînin
Bînin di bêderê kin

Çiyayê hember pir bilind de
Pûþiyê hilîn por di bin de
Zerê destê min ji te nabe
Tu desmala xwe bi min de

De ha lêxin de ha hûrkin
Bînin li destêr kin
Hûr hûr bihêrin em bi nan kin
Zarok û zêçan terkin

Baran barî tene tene
Vana rêçê min û te ne
Yê ku bûn sebeba min û te
Ew dijminê wî xadê ne

Gotin û Muzîk: Ali Baran


******



Eman eman :
_____________

Ez xerîbê ustî xwar im
Dil da kul im kûr dinalim
Dikim nakim we nabînim
Êdî jar im ezî kal im

Eman eman eman
Çiya girtî berf û dûman
Ez pê ketim derdê giran
Nabînim çarê û dêrman

Ew çi hal e ez dizanim
Xelkê bindest im xizan im
Welatê min tev þewitî
Êdî kesek pê nizanin
Eman eman.......

Dest bi çek li ser Çiya bim
Sebê welat can bidim
Dixwazim welat rizgarkim
Êdi nikam ez kal im
Eman eman....
Gotin : Fedayî Baran

Em þer naxwazin
Em naxwazin wî derdî
Þer bikeve tev erdî
Naxwazin rê bikþînin
Çavê Qîzê û desgirtî

Em dibên nebînin
Þertê wan bihebînin
Em naxwazin kal û pîr
Li ber dîyara bimînin

Em naxwazin þera va
Hew dûrkevin Bûk-Zava
Naxwazin rê bikþînin
Çavê Dîya,çavê Bava
(Dîsgotin)

Pirsa me yê þert ew e
Dinyayê de þer nebe
Dilê axîn û cahîla
Tim wext melûl nebe
(Dîsgotin)

G otin : Ali Baran


*****



Destê ma :
_____________

Wortê kar û Xebatî de
Araq kûto çarekê ma
Wortê Zeran û þemendê
Destê ma Dayê destê ma
Destê ma Dayê, Çene,Çene
Weyve, Weyve destê ma...

Top û Tûfongu vîrazimê
Kamî ra Eskêrî ma kamî ra?
Bindestî de ma bîya kole
Destê ma Dayê,Dayê destê ma
Destê ma.....

Destê xo bidi destê ma
Poþta xo bidi poþta ma
Bere Zordestu dêmdîmê ma
Destê ma Dayê,Dayê destê ma
Destê ma Çene çene..

Gotin : Ali Baran


******



Bûkê :
_________

Çavê bûkê hebê tirî
Heb li hebê ne dibarî
Bûkê hat li min rabirî
Min di dû da berda girî

Lê lê bûkê çav reþ bûkê
Rindik î wek Kewokê
Xaþik î wek þemokê
Ez dimirim tu çi dikî

Bûkê ware em herin Dirban
Mal û milkêm hemî te ra
Seba xatirê te dilberê
Gayê sûrik dikim qurban
Lê lê bûkê…….

Baran barî erd þil nekir
Rojê lêxist erd ziwa nekir
Seba çaven reþ û belek
Eþîrê Dersim hevdu qir kir
Le le bûkê……

Gotin : Ali Baran


******



Lure :
_________

Lure ezo tora hevalimi
Na koanre peyarimi
Eskerî dismenî amo
Dakilami mara çi wezeno
Lure lure lura mina
Çim burî qeytan nemina

Lure to qiçay nezanay
Ewro sondi çay berbenay
Apê to kodi ceng keno
Piyê to hepisde makumo
Lure lure lura mina
Çim burî qeytan nemina

Çemê Muzirî de gonî sona
Nagoni goniya hevalana
Dismanê ma Koledariyo
Namê werekemî Azadiyo
Lure lure lura mina
Çim burî qeytan nemina

Gotin : Ali Baran


******



Þîrîna min :
_____________

Ava nevalan xuþe-xuþ e
Þîrîna min kinca diþo
Dinale giran nexweþ e
Roj bi roj can lê dikiþe

Þîrîna min þîrîna min
Ne bîramin mirina min
Tu þîrîna ber dilê min
Heta destê te lê nekev
Qe xweþ nabe birîna min

Ez negano çi biyarî
Þîrîn derdê xo wacerî
Baran qedayê to bicerî
Fîstanê sorik bi narî
Þîrîna min sirina min
-Dîsagotin-

Þeva çûyî mala me bû
Heta sibê qala te bû
Seyd Riza rêbere me bû
Çemê Muzir tew candek bû
Þîrîna min þîrîna min
-Dîsagotin-

Gotin : Ali Baran


******



Ax baba :
_____________

Çûme diyarê bêderan
Ketim nav cema rêçbêran
Him cot dikin, him av dikin
Bûa mîr û beg û Axan

Ox ox ox ox Axbaba ye
Wa çi eþq û çi sevda ye
Cila reþik xwe werdaye
Wa çi hale çi sevdaye
Dem dem dem dem...ox ox

Tu Tembûr î ez perde me
Tu Axa yî ez kole me
Li ber derîyê we sêvî me
Ne kenîme ne þa bûme
Ox ox ox ox Axbabaye....

Ew kaniya ji kevir e
Çel xayinan av lê bire
Wekê karê me karkiran
Xelas nabe, venamire
Ox ox ox ox Axbabaye...

Gotin : Ali Baran


*******



Dilêm loy loy :
_____________

Dilêm loy loy dilêm loy loy
Dilêm ezê hatim lo tu ne li mal î
Tu qicik î ustî xwar î
Ez qazî me tu kurê xal î
Delaliyê dilê min tim û tim têm tu ne li mal î
Xazike tu malxe bûya ez bermalî
Dilêm loy loy dilêm loy loy ..lo siwaro

Delaliya dilê min tu bihatana ji derda
Ezê hûrik hûrik rabûyama ji berda
Mi ji delaliyê dilê xwa ra têr xeberda
Dilêm loy loy dilêm loy loy
Xazike tu malxe bûya ez ji te ra bermalî
Dilêm loy loy dilêm loy loy ..lo siwaro

Delaliya dilêm þîrîn þîrîn têm tu ne li mal î
Ezê rabim ji te ra daynim cî û berpalî
Delaliyê dilê min ne sax î hûrik hûrik kur dinalî
Delaliye dilemin tim u tim tem tu ne li mali
Xazike tu malxe buya ez bermalî
Dilêm loy loy dilêm loy loy ..lo siwaro

Gotin : Ali Baran



*******