PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Kilamên Meresê - 3


Xezal :
_____________

Hawer hawer, de hawer xezala minê hawer hawer hawer.......
Ey min xezala xwe wenda kir, le serê çîyayê bilind, lê hayê hayê hayê...
Ezê nizanim k’ez kuda herim, ezê çirbikime, lê hayê hay hayê.....
Hay xezala min hay le minê hayê, oy.......
Ezê degerim gund be gund, dê hayê, xezala min dê hayê hayê hayê......

Ey le minê oy, ezê je vî welatî çûme
Ey dora xezala min bûye çayir û çîmen, xezal hayê hayê hayê....
Ca min mêzikir ku xezala min tuni ne......
Ezê nizanim k’ez çirbikime, dê hayê hayê, xezala min hayê hayê.....
Ezê kuda herim oy le min derdo, xezala min lê hayê hayê hayê.....

Ey le minê hayê, hayê hayê hayê, lê hayê hayê hayê.....
Min go xezala min hên nahatîye, ê be birin e hayê, dê hayê hayê hayê ....
Ey le minê berxê xwe de dû degerine, hay le minê, xezalê hayê hayê hayê.....
Min derdê xezala xwe mêzikir, hay lê, hayê hayê hayê.....
Xezala min be birin bîye le serê çîyayê bilind e, de hayê, xezala min hayê, dê bûkê hayê....

Hay le minê hayê hayê , dê hayê hayê....
Ey xezala min le serê çîyayê bilind hiþtin oy le minê......
Ax ne heval e, neyê tiþtin, dê hayê hayê, xezala min hayê oy....
Bira çûr bibine çavê wî awcî hayê, dê hayê hayê hayê .......
Ca ku lêxistin xezala min kuþtin, dê hayê, hay le min, xezal le min
Bûkê le min, hevalê le min oy oy......
Ezê bimirime sewa te hayê, hayê hayê, dê malxirabê hayê, xezala minê hayê......


*****



Canê :
_____________

Çavê te hine reþ in
Çavê te hine reþ in
Lê lêvên te hine xweþ in
Carê virda mêzike
Hine rindike baþ in
Carê virda mêzike
Hine rindike baþ in
Lê lê lê lê lê canê
Lê lê lê lê qurbanê
Lê lê lê lê lê canê
Way way way heyranê

Çavê te çavê maran
Biskê te qulbê karan
Çavê te çavê maran
Biskê te qulbê karan
Dawetan deng hindike
Ezê lêxim be daran
Bavê te tu neday min
Ezê lêxim be daran
Lê lê lê lê lê canê
Were were qurbanê
Eylê eylê, lê canê
Ez heyranê canê te

Were rindikê were
Dilê xwe nedî çare
Were rindikê were
Le dil min nedî çare
Eger ku tu neday min
Þan le lê weri qansêr e
Eger ku tu neday min
Þan lê were qansêr e
Lê lê lê lê lê cana min
Way way way way mala min
Ax lê, ax lê qurbanê lê
Lê lê lê lê cana min

Way lê way lê, lê rindê
Rinda min baþa gundê
Way lê way lê, way rindê
Rindê min baþa gundê
Tu destê xwe bide min
K’em bikiþin govendê
Tu destê xwe bide min
K’em bikiþin govendê
Way lê way lê, lê canê
Lê lê lê lê qurbanê lê
Were were mala min
Ax lê, ax lê canê min


******


Îwikî Çur: :
_____________

Ew ji Bazarcix, ji gundê Bozlar e. Li heremê wekî kilambêj tê nasîn. Kaseta wî jî gellek kevn bû û kilamek jî bi temamî me nikarî binivîsin.

( 1 ) :
______

Lê lê ezî le kesî nakin tu qahran
Ezî sewê wê degerim dîsa le kevir û daran, oy yar oy, oy yar oy, yar oy
Kor bîyê ku te vê royê þorê min nayne þunê
Tê þan bimîni le þunê waran, le ber dîwaran
Oy, yar oy, oy yar oy, tu zalimî yar oy, tu xayinî yar oy
(...)

( 2 ) :
______

Ez goçê vê dîsa de rê kim oy oy oy...
Keçê, ezê goçê vê de rê kim, aman aman
K’ez þanê aqilekî de serî vê kim lêy lêy lêy
Go ez qurbano carkê were
Ezê te le malê me de xewê kim oy oy, aman aman

Kor bîyê te silavekê je min ra þandî ye, oy oy...
Te rinda xwe de arî xwe da þewitandî ye, aman aman
Ez qurbano vê be min meke
Te dîsa xewê le min temirandî ye oy oy oy, ez çir bikim oy
(...)

( 3 ) :
______

Ey yar sebra dilê min yar, yar yar yar...
Ezî nakim sala vê salê, ji karê vê dinyê je hewesa vê fêrigê delal ra eza çima tu karan nakim lê lêy lêy
Ezê, serî sibê berî birangê, de ber derîyê malê bavikî te ra herim-werim
Be þiqe þiqa tizbîya kehrebarînê, de amacê þîrînê xelkê ra ezê xwe le ba kim lêy lêy lêy
Ku tu be vê jî razî nebû, ezê dakevme Entaba þewitî, oy ...
Je hewesa xwe û vê ra, ezê darekî darê tembûrê Bursê peyda kim lêy lêy lêy
Ezê serî sibê, berî birbangê, le fîte fîtê þivanan, le qîye qîyê xorizan, le kule kula dewkulan, le hole hola (...) , le þîre þîra bilbilan, le qupe qupa kewan
Ezê be darî tembûrê, be çar kilaman, herim xelkekî xwe’yî kîbar û dîlber ezê je xewê rakim lêy lêy lêy...
Tu destê xwe de destê min ke oy, ezê te le yaylan, le ser kanîyan, le ber dilavan, le bin darê merxan, le devî neqewan, le sîya korkoran, le devî nalan oy oy ...
Ezê, vê de qufikekê kim, be pîyê xwe’y çepê va kim, le serî sibê le xwe ra mîna keweke marî têrekî têran av kim lêy lêy lêy...
Be dengekî bang kir go were, ezo de ser te ra le tuya mezi nakim
Ez qurbano eza yalê te bernadim, ezê peþîyê derd û kulê xwe û te bela kim oy oy oy...
De were carkê hevalê xwe bibîne, ezê degîrim, ezê derdê te be destê xwe derman kim lêy lêy lêy, yêdîbelayê lêy lêy lêy, qapiemelê lêy lêy lêy, sînebayêkurê lêy lêy lêy oy oy
De were malê bavê xwe þewitîyê lêy lêy lêy, mehkum kirimê lêy lêy lêy oy oy...
(...)

( 4 ) :
_____

Le ser þorekê ezî le vê be qahrim oy oy, yarem
Kor bîyê weleh îna bike, lal bîyê weleh îna bike oy oy
Ezî be dû te î wergîme, întîzar im oy oy
Keçê were ba tu a min bî, bûkê were nasa min be oy oy
Ba gundî we tim î berzî bi oy oy...
Ê bûye kozê ortê polê
Keçê ezî ke têlekê bikiþînim dîsa le yalî Ýstembolê,oy oy yarem
Çûm ke carkê vê bibînim, çûm ke carkê vê bibînim oy
Ê delîzi le serî dolê
Were were ba tu a min bi, were gelîn ba tu a min bi oy oy
Va gundî rezîl î tim le þunê oy oy

Kîrvê go çi, tu werg bike, kîrvê kîrvê tu werg bike
Carkê were bejnê xwe’yê delal le ser min va tut ke oy oy
Navkê min je te çir kirîye
Be destî min bigir min de ci ke oy oy

Ev destê vê çirgê germ in, ev destê te çiqend ê germ in
Tema te þîrê þekir anîye ber min, lê lê yarem oy oy
Min go carkê min de ci ke, lêy lêy þîrin min de ci ke oy oy
Destê xwe bavêje ber min oy oy..

Hêndî bese were vira, hêndî bese were vira
Tu bê xwangê ez bêm bira oy oy

Te le kîjan mektebê xwendî ye, te le kîjan mektebê xwendî ye
Te lawikî le dû xwe degerandî ye lêy lêy yarê
Rindîyê te serî te bixwe oy
Te xewê le min tewirandî ye oy, lêy lêy mere, kor bîyê mere(...)

( 5 ) :
______

De werin qalê min û vê mekin
Herin-werin dîsa pêþîyê derd û kulê min û vê vekin oy
Lêy lêy were k’em hêndî xwe be yek kin oy oy...
K’em va îstemezan be qurbana xwe kin oy oy...
Aman lawik ez yaxê te bernadim oy oy...

Ezê malê vê je xwe ra be durax kim
Ezê dilî rindan je xwe ra be baxçe be bax kim oy oy...
Ez qurbano de carkê were malê me bibe nivan le min oy ...
Ku tu nat oy, ezê vê je xwe ra be merax kim oy oy...
Aman lawik ez çir bikim oy oy(...)

( 6 ) :
_______

De lê lê min go kîbarê ezî ke dîsa werim, xelkê xwe’y delal je xewa þîrin rakim
Oy k’ezê pêþîyê derdê vê bûkê xelkê, k’ezê tema le wîlayetên Turkîye, k’ezê mînê destanekî bela kim lêy lêy ...
Te be dengekî bang kir go, lo lo hevalo tema le berê da eza le yalî te me, eza le yalî te me oy...
Ez qurbano qayitsiz be, eza le ser te ra le tuyan mezi nakim
Oy lê lê min carkê were, derdê xwe je min ra bibê, je te ra ezî doxtur im, ezî hekîm im
Ezê derdê te fêrîgê xelkê, be destî xwe derman kim oy oy , oy aman oy aman oy(...)

( 7 ) :
______

Oy lo lo qeda le mino dê carkê were malan, ma nivanî
Tema ez qurbano hevalê je te ra doþek danî oy...
Lê lê yarim namku min je te çi kirîye oy...
De were eger ku dilî me’y sadiqe, îna mebe be qûlî vî zemanî oy...

Lo lo were lawik ez nê bilmez im
Ýsal salê le çendane, ezê le dû te debezim oy...
Qê eza de canî te de ne qahr im, ne qerez im
Lo lo ez qurbano de carkê were, ez heyrano
Sewday le canî te ez im, ez im ez im, ez im barê min giran giran ez im
(...)

( 8 ) :
_______

Lê lê de rabe, de rabe de rabe narîna min de rabe, je xewê rabe
Herê carkê were xwe be keleka min de, ar be bedenê ketê ku dalxa dilê min jî þa be
Be dengekî bang kir go lawik o, je berê da eza le yanî te me
Ez qurbano, dilê minî le te be rokê têr nabe
Lê lê de yar yar, lê lê de yar yar ...
(...)

( 9 ) :
______

Lo lo go lawiko, ezê le ber te degerim, ezê te nabînim
Oy delalo min carkê ekî dostan nedî, k’ez carkê silavekê je te ra biþînim, le min le min oy...
Keç keçê, eger ku tu be dekenî ar be bedenê katê
Ku min je kir ezê heyfê xwe le te helînim oy mere, oy mere sebirsizê mere, derd giranê mere
Herê go lawiko, rêkê dostan rêkeke dûz e
Ez qurbano were tema îþev dîsa mala minê îsiz e le min le min
Lo lo ezê je berê da le yanî te me, tu þorê xirab qe nebîze
Huro le çerp û çeryan e, lê sewê te ezê degîrim
Oy dê carkê were hevalo, be min ra têr bilîze
Oy dê were ez qurbano dê were, tema eza le yanî te me oy...
(...)

( 10 ) :
_______

******




Aman Aman :
_____________

Va çi ye ku tu be min dekeye
Were rûnî le malê me, aman aman
Weleh bûkê îna bike, lêy lêy
Evê k’ez dekiþînim giþk sewa te ye, lêy lêy yarim

Go ez mirim lawik mirim
Ez le rev te, ezê be xatir im oy oy
Kî debê çi bira bibê, aman aman
Le rev te ezê be xatir im oy

Çima em dilî xwe le hev têþînin, lêy lêy yarim
K’em silavan je hev ra biþînin oy oy
Be ber bay kesî mekeve, yarim yarim
K’em be te va hev neterkînin oy oy, lêy lêy were ez çir bikim

Dorê malê we giþtik kevirin lêy lêy
Oy keçê em be te va, le rev hev pirê be xatir in, aman aman
Çi debê çi bira bibê, lêy lêy yarim
K’em le xatirî hev newirin, aman aman, keçê weleh ba tu a min bi

Keçê ev memleketê we çitolî memleket e, aman aman
Ez çûm, ku ê nixweþ e qe nê rehet e, oy oy
Qê berê ezî te dezanim, aman aman
Ê le dû min wergî be hesiret e oy oy

Lê lê yarim, keçê yarim, aman aman
Le dor rindan î be întizar im, oy oy
Ser þorekê le vê qahrim, lêy lêy yarim
(...)

*******




Oy Yar Oy :
_____________

Dego lawiko hên ezê ber miraz im
Ez qurbano ezê le te timê be hêrse be naz im
Oy yar oy oy yar oy
Ez heyrano dê carkê were min bibîne
Hela k’eza îstega xwe le te bixwazim
Oy yar oy, oy yar oy
Tu zalim î yar oy, tu xayîn î yar oy

Lêy lêy eza le kesî nakim tu qahran
Ezî sewê vê degerim le kevir û daran
Oy yar oy, oy yar oy
Kor bîyê ku te vê royê þarê min nayne þûnê
Tê þanê bimîni le þûnê waran, le ber dîwaran
Oy yar oy, oy yar oy
Tu zalim î yar oy, tu xayîn î yar oy(...)

( 11 ) :
_______

Keçê ezê goçê vê de rê kim, aman aman
K’ez janê aqilekî de serî vê kim, lêy lêy
Go ez qurbano carkê were,
Ezê te le malê me de xewê kim oy oy

Kor bîyê te silavek je min ra þandîye oy oy
Te rindîya xwe de arî xwe da þewitandîye, aman aman
Ez qurbano vê be min meke
Te dîsa xevê le min tewirandîye, oy oy...
(...)


Karayilan Hasan: :
_____________
Ji Bazarcixê, ji gundê Milan (Milyanlý) e. Em li ser wî tu agahdarîyên din nizanin.

( 1 ) :
_______



Lê lê ku talyake me hebûya, hebûya
Malê me le qarþîyê malê we bûya
Lê lê ba xelk heta îþ û karê xwe biçûya
Ax bira tim çavî min sewê Xwedê le bejnê te bûya

Lê kîrvê k’ez rokê mirim têr rakeve
Ku tu be rûyê tirbê min da hat û çû, bê lawiko songîya dînê topal ev e
Lê lê rezîl qe le te eyan nabi, oy oy
Ku le serî min Xwedê ro bir debi þev e

Keç keçê min lêxist le perde û têl e
Le yanî te va xirab mêzi nakim be tu sêl e
Lê lê were destî xwe de destî min ke, k’em serî xwe hilgirin herin
Ku çê pirskir bira bibên: herdû ê xirab bûn me dane ger je vê hêl e

Keç keçê derê k’ez te be bîrê xwe tînim
Çima xwe je bîr dekem le wê demînim
Lê lê min zanîba min tu nada tu kesî, oy oy
Min haj jê çi bû k’ezî le songîyê de dû te hay hesretan bikþînim

Lê lê je yaylan da bakî sar tê
Dê rabin oy, xelkî yad tê
Lê lê ku memleket be bîrê min dekevi, oy oy
Çima gurbetîyê þewitî le min zor tê

Lê lê je min ra wîne avekê
K’em qoniþmîþ bin gavekê, oy oy
Keç keçê ku tu le minê pir giran e
Çima ezî sewê Xwedê hesret mame le silavekê

Lê lê te canê min î teva kirîye
Hela were doxrî bibê, min sewê Xwedê je te çir kirîye, oy oy
Keç keçê be malî dunyê va xwe nekiþîne
Hela k’em carkê herin le nav mezelan çex bin, ma heta hûro kîjan qûlî Xwedê malê dunyê rezîl be xwe birîye, oy oy

Keç keçê malan barkir çûne waran
Lê lê ku hêþin kir kevir daran
Lê lê kîrvê were k’em je vê gelyê herin, oy oy
Ku canê me xwar miþk û maran

Yar pir mere Kîvir gir e
Ku silavek þand tu hilgire
Lê lê be qûlî nayînî îna nedebû ye, oy oy
Ne dil dezani, ne xêtir e

Lê k’em je hev rûbeyar bin
Yar k’em be ser hev da xar bin
Lê lê were k’em tu hayê de dilê xwe’y rezîl da nelin
Emê royekê be malê axê sar bin
Heta ku ro le min wer bû
Ku çavê min î le bejnê kibar bû
Lê lê min ev sevda je bîrkiri bû, oy oy
Dîsa kul û burinê min der bûn

Keç keçê ezî debên tu nê ker e
Va çi bela va çi þer e
Lê lê zata sewa te serê min î de belê da, oy oy
Qe nebi je xewn û xeyalê min here

Keç keçê ez hatim min rêya malê we nedî
Dijmin ek bû, bûyîne sedî
Çavê dakê te birijin
Ku mêrkê kotî le singa te kire xwedî

Keç keçê berê malê we yî kuda
Ý xayî naki je min va, oy oy
Lê lê çûr bîyê min ev sevda je bîr kiribû
Te be silavekê dîsa be bîra min anî biþunva

K’em je hevra lê du yarîn
K’em le boqê hev denalîn
Lê lê jirkî k’em je hev be dûr ketin
Tubê burinne dijminan kelîn

Lê lê mala we yê le vî banî
Min tevda mêrge û kanî, oy oy
Ezê be qurbane rok û wê înîyê bim
Ku min le malê we qehwak vexar be nivanî

Lê lê le hêlê gundî me çîyakî mergî mezin
Lê deçêri karik bizin
Min rideke xwe wenda kir
Usti be gerden pî be bazin


*****



Kanî Kanî :
_____________

Keçê kanî çûr bîyê kanî
Malan bar kir le ser danî
Te kulek le dilî min peyda kir
Tuyê ke le songîyê biki çi dermanî

Keçê mala wê le devî nalê
Be qurban e te hevalê
Ezê be qurban e xelkî rind bim
Ku îþaret be min de be desmalê

Keç keçê ku mala bavê tê le dawya di bûya
K’ez hatim ku tê le su bûya
Çûr bîyê ku min tu hilgirta
Zalim çîye be dostê min bûya

Keçê çem e çûr bîyê çem e
Berda terim bang dekem e
Weleh te je yar bîr nakim
Heta k’ez le dunyê heme

Keçê hewû çûr bîyê hewû
Dîsa dalxa yar min rabû
Lê lê rezîl je hemberê te va
Weleh canê min teva bû

Lê lê veger tu teri kuda
Min î le boxa te ri da
Ba ew roya qe nê je wê royê bîya
Ku min je te hezkir je rokê kuda

Lê le serî bulîndan, le serî tûlan
Xweþ tê heshê kewan ê bilbilan
Çima vêsta be bîra min hat
Lê lê kîrvê gundê Milan

Tu çi dekî hezkirina te carek bû
Lo ev bela be çî minê gerek bû
Sewê ku min tu xirabi be te nekiri
Na tu le hendê xwe debê qê eva ne mêrek bû

Meremet ke virda were
Ezî mirim le hember e
Lê lê çûr bîyê hên î le ser soza xwe me
Rezîl je te çi xeber e

( 2 ) :
______


Gundî hana gundê me ye
Qe ku tuni sed xane ye
Yar were k’em sarilmîþ bin
Kal bûn û pîr bûnê heye

Daweste le devî kunê
Ku ba le por xi wîni binê
Xar be k’ez çavê te paç kim
Solixa min werîye þunê
Oy de here tu bûka xelkê
Tu çû ez hîþtim be tenkê

Rinda min çû be nala Teng da
Seri þuþtîye biskan reng da
Xelkê giþkan je hev hezkir
A me herdûyan çi zû deng da

Ezî hatim deri vede
Dest le min bûne cemed e
Veqend le ber te degerim
Tu nê je dînê Mihemed e
Le deþta me germek kelî
Berfa serî bulindan dehelî
(...)

( 3 ) :
_____

Ev çi îþ bû ev çi îþ bû
Ku berfa çîyan tîþ be tîþ bû
Lê lê sewa ku me herdûyan je hezkiri
De gunê me ra mîrê tirban xortlemîþ bû

Lê vî feqîra’y le ku bû
Ý le dosta xwe’y le su bû
Sewa te nebû sewa çê bû
Porê serî min gi ispî bû


*****




Oy De Yar Yar :
_____________

Oy meke, ez qurbanê meke, lê ez rezîl kirimê meke, ez surgîn kirimê meke, heqsiz kirimê meke
Heqsizê meke, sutsizê meke, qelbsizê meke, wîjdansizê meke
Keç kêçê ezî le boxê te be çîyan û banîyan, kevir û daran û mêrgan degerim meke
Lê lê çûr bîyê, ku çav rijîyayê, meremet û wîjdanê Xwedê le te tuni, ku tu bêku lawikekî xelkê be þev û ro, tî û birçî le çîyayê hêlê gundê Milan, Bûgan û Dêlhîz degeri, le min yar...
Keç keçê be þevê, be nîvî þevê þirpe þirpê baranê, fîre fîrê bê, destê min le ser min bûne cemed, tilyê min le kevir û daran dekeve
Ezî hatim mêratê derî gomê le min veke
Oy lê lê berê xwe bibizdîne destê mine mînê cemedê de sing û berê xwe ke
Min sewê Xwedê le singê xwe da de xevê ke
Ku þefaqê avêt min je xevê sibê rake
Ku xasîyê te heqsiz go: ew çî ye, bê qey î avekê dexwazi, þivanek e, le min yar...
Oy de yar yar, de yar yar, lê lê rezîl kirimê de yar yar, de yar yar, heqsiz kirimê de yar yar

Oy lê ez qurbanê le hêlê me çîyakî wergî gir e
K’ezî be serî vî çîyayê ketim, be dengekî min bangî te fêrîga xwe dekir e
Lê lê çavan çûr bîyê, guçikan kerr bîyê, zimên lal bîyê, pîyan çolax bîyê, jûnîyan fêlç bîyê, goþtê te tuni xwîna sur e
Ku tu silave Xwedê nade min radebire
Gerîbe dunyê ku av be rêya Þamê gê, tu je tî bimire
Ku hat roka mirinê serkunkê qalibê sabûnê, gurmika herîyê, tasek avê, axa van kendalan
Meyrê felega qaxpe, le hespê xwe nî were le qarþîyê me dawire
Wê hingê evê giþkê je hev rabire
Ê heqê te teslîmî te ki, ê heqê xwe me je me helgire, le min yar yar
Oy de yar yar de yar yar, lê lê rezîl kirimê de yar yar, heqsiz kirimê de yar yar, de yar yar, mehkum kirimê de yar yar.

Kerro û Memoþ: :
_____________
Li ser kasetê “Kerro île Mamoþ” hatibû nivîsîn. Di kasetê da tenê dengek hebû, lê em nizanin ka kî ev kilama jêrî distêre.


*****




Oy Werin Aman Werin :
_________________

Oy zivistan e keçê bahar e, zivistan e keçê bahar e
Xwedêy be ser min da î tê xare oy oy
Mêrkî turîst ku le ku heye, mêrkî turîst ku le ku heye
Ý mînê pezî ku kes hilnagiri î jar e oy
Oy werin malno werin, nam ku le çi emê jar in

Emê mînê dolkê hûr in, mînê hêsîran dor be sûr in
Wele emê nê nêzik in, aman emê nê nêzîk in
Emê je hev pir ê dûr in ax
Oy werin aman werin, nav gurbetê em usti xar in

Rêyên turîstan giþtik þev in, oy rêyê turîstan giþtik þev in
Kes nizanin ku le ku radekevin, wax
Mînê însanî vay wehþî, mînê însanî vay wehþî
Gi je qanûnê derevin, wax
Aman werin min bikujin, aman werin min bikujin
Emê mînê surgînê gêj in, wax

Ku îþsizan kincê rind le xwe kin, ku je pî xwe ra bazingan çêki oy
Ku sê man biçaliþi hezar merqî bidi
Þan yekî çavaçix jê ra paseportê çêki
Aman werin yanilmîþ mebin, oy werin aldanmîþ mebin
Þan giþtik je hev û be hev ra bin oy
(...)


Mistî Çur: :
_____________
Ew bi xwe ji navçeya Semsurê, a bi navê Golbaþiyê ye. Navê gundê wî jî Qewan e. Lê wî her kes Meraþî dinase, ji ber ku ew tim di nav Kurdên Meraþî da, di nav Kurdên Meraþî da jîyaye. Salê wî niha nêzîkî pênce ye. Dengbêjê herî popîler e di nav Kurdên Meraþî da. Kilamên ku dibêje jî kilamên ji alîyê Meraþê ne.


*****





Lê Anê :
_____________

Herê, keçikê go lê anê lê anê, lê anê lê anê zalimê anê
Lê lê go serî min be qurbanê, lê lê anê tema min go ez cîranê
Lê lê tema dayê ez heyranê, kurmê mînê henaran tê kelyanê
Oy oy oy, ey oy... lê anê lê anê lê anê, zalimê anê oy...

Lê lê go anê tema min go, werne minê vê mekirê
Tema min go anê, ku hine mînê mine qeder reþ hene
Ba werin k’em duzilmîþ bin le sirê
Erê oy, tu nikanî keçikê xwe be min dî, k’em destê xwe de destê hev kin
K’emê devê xwe badine bajarê Dîyarbekirê oy oy oy...
Ey oy, lê anê lê anê, lê anê lê anê zalimê anê

Heta wê hingê hatim, ku daka keçikê le pêþîyê min dawestîye min pêra got dêze
Çavê xwe rijyanê dêze, lê lê min go mere pêþîyê te firêze
Tema min go carkê çerx be yanî min sêwî Xwedê mêze
Heta wê hingê tema çexbû le yanê min mêzi kir, min mêzi kir ku çiqastir eke be bêze
Paþê ez tirsîm min go, keçikê xwe nadi min ezî be dekime mesqere ye
Maþelah dêzê min gurçîyek ser bez e oy oy oy, ey oy ...

Heta wê hingê ez hatim, ku dîsan ê le pêþîyê min dawestîye
Lê lê min pêra go pîrê, lê zalimê pîrê
Herê go, Misto kudera mine pîr e, carke dîn mebê pîrê
Be min ra bê xam tuþtîrê, bê surexurme wek hevîrê
Oy oy oy, oy derdo oy derdo oy derdo, zalimo derdo oy ...


*****




Were Lê Lê :
_____________

Lê lê were lê lê, were lê lê were lê lê, were lê lê were lê zalim lê lê oy
Lê lê were k’em duzilmîþ bin le rêzê, tu be min de qetî sozê
Lê lê tema min go k’ezê te beme Ýçmê , wele ezê te bigerînim le Qirxgozê oy oy
Were lê lê were lê lê were lê lê, îçmecîya min bira ez bimirim oy oy

Lê lê min go dê rabe were lê lê, were lê lê were lê lê were lê lê, lê çîlê bira ez bimirim
Ezî le ber derî me, ê ranabi ê be ser min da bû kevirê bîçmê
Ê le mine le suye ê dibê Misto te ez carkê nebirime Ýçmê oy, oy wax le min çav reþa min oy...
Lê lê min go tu derdê xwe bikiþîne vê zivistanê îçmecîya min, vê zivistanê
Tu rabe destê xwe de destê min ke, ezê havînê te carkê beme Ýçmê Albistanê oy oy
Were lê lê were lê lê, were lê lê tema îçmecîya min bira ez bimirim oy oy...

Lê lê bira dilî meriyan be hev ra dil bi, îçmecîya min bira dilî meriyan be hev ra dil bi, ba tûrê parsê le serî mil bi.
Ba ewî tijî kirix û nanê gilgil bi, ba binî tûr de heft deran da qul bi
Mepisxanê Meletyê bira þûna min bi, serî royê hevalê bira pênc mîlan je min ra curm bi
Were lê lê were lê lê, were lê lê îçmecîya min bira ez bimirim oy oy ...

Lê lê min dem dî min dewran dî, îçmecîya min dem dî min dewran dî
Min rindekî be argan dî, çeqelekî çîyan dî (...)


*****





Lê Zalima Min :
_____________

Lê lê malê xwe þewitîyê, min go esmera min, ey dîlbera min rabe
Ezê xwe de qapî malê bavî te da serjêkim
Tema min go ezê bavî te îdam kim, serî bavî te jêkim, way le min
Ezê te beme duyînsalonê , lêvê te boyax kim, tirnaxê te oje kim
Oy oy oy zalimê oy oy oy, ax esmera min oy oy oy...

Lê lê me be te va hûrik hûrik deda nazan
Esmera min me be te va hûrik hûrik deda nazan
Sewa fîstanekî te ez çûme bajarê Ýstembolê, ketime heyþtêûpênc mexezan
Dê hevalno hînê le min îna nakîye, Xwedê tu kesî nekî destî bilmezan
Ez bimirim oy oy, way zalimê le min oy oy...

Lê lê dilê minê bûye va temûra lê saz e
Oy rabe k’em be rêkevin, maþelah aydinlix e, çîk eyaz e oy oy
Ezê te be me nav pasajê Ýstembolê te bigerînim mexeze be mexeze
Ku kîjan tiþtî bîrîncîye , qede le minê tu je min bixwaze, ez bimirim oy yo...
Oy oy, way le min Fêrîda min oy oy...

Lê lê malê xwe þewitîyê min go rabe, tu ne qiçikekî tuyê mezin e
Oy hevalno, sevgîlyê min a ku eþqê min firîye ser e, ê dest be bazin e
Lê lê þevê çûyî min xewneke xwe dî, zalimê min be xewn dî
Ku ê te je min ra dexwazin e, bira ez bimirim oy oy...
Oy oy oy, oy way le min zalim oy oy...

Lê lê malê xwe þewitîyê tema rabe
Esmera min rabe, min go dîlbera min rabe, lê rabe lê rabe, zalimê rabe
Lê lê min go zame le te le devî halê, qede le minê bêxe qunderê, de pêke solê
Sewa xatirê te zalimê, ezê royekê werime Ýstembolê oy oy..
Oy oy oy, oy le min zalima min oy oy...


******





Zilxe :
_______

Lê lê va çend sal in me hevdû nedîye, were k’em carkê qoniþmîþ bin lê lê oy
Carkê were ser têlefonê k’em qoniþmîþ bin lêy lêy lê off...
Lê lê were ez hesiretê te me k’em taniþmîþ bin lêy lêy, lê zalimê lê lê oy oy..
Lê lê tême, tême tême tême, lê lêy Zilxe ezî heta rev te tême oy oy...

Lê lê ezî heta rev te tême lê lê, lê oy ...
Herê malê xwe þewitîyê, ez qe rokê be þevê heta xewnê te nême lêy lêy oy
Lê lê ê tema têye bi hêrsekîye lê lêy oy, ezî dekime qahre, ezî ke heta rev te nême oy oy
Lê lê ez çûr im, ezî tême lê lêy Zilxe, lêy lêy oy oy....


******




Jinikek Qafesiz :
_____________

Oy min go ke carkê herim, bira ev qafesiza na le mal e, hevalno tema min go ke herim bira ev zalim na le mal e
Ez çûm ku ê yolmê deçinîye, ezî pêra narime sere, jinkeke je qêfe normal e oy oy oy...
Hey malê xwe þewitîyê, tema heta ku tu terî yolmê xelkê deçinî, carkê were ter û temîz odê me bimale yo
Oy de were were, lê zalimê ez heyranê, be çalimê were oy oy...
Oy lê lê min le te nedî tu defer e, qeda le minê min le te nedî tu defer e
Were destê xwe de destê min ke, k’em herine Ýswiçrê dereke be qezence, be pere oy oy...
Qeramî bavikî tey giran e, tu qeramî bavikî xwe nakiþînî, weleh bavikî te mêrkekî recber e
Ez bimirim oy, oy le min zalimê ez heyranê, be çalimê oy oy...

Malê xwe þewitîyê, ku aqilî te hebi tu sewê îþê xelkê þaþ nabi
Tema min go, tu her ro her ro be firêzcîyê xelkê ra kaþ nabi oy oy...
(...)




Qedir Talî :
_____________

Qedir talî, qedir talî
Le pêþîya min bûye qere çalî
Ezê je dest vê qedirê kûva herim
Newû, nefiltîm je vî halî oy
Ezê je dest qedirê kûva herim
Ez nefiltîm je vî halî oy...

Xwedê be min da þaþkirin rêka malê
Derdê min ê pir debine sal je salê
Xwedê be min da þaþkirin rêka malê
Derdê min ê pir debine sal je salê
Aman hevalno hiþin je min loman mekin
Ezî yarelime be qamê, be qalê oy...
Aman hiþin je min loman mekin
Ezî yareli me be qamê, be qalê

Ê têye berfeka hûr e, arelixê bîna sûr e
Ê têye berfeka hûr e, arelixê bîna sûr e
Aman hiþin je min loman mekin
Ev lawika ekî be qusur e oy
Je min qeder reþî loman mekin
Ev lawika ekî be qusur e oy...


******




Darî Tembûrê :
_____________

Hey lê yar, ezî salan le vê salê, çima je karê vê dinyê tu karan nakim lê, lêy lêy...
Ezê sibeda berî birbangê, de ber derî bavikî te ra herim werim
Ba þirqe þirqa tizbîyek kehraber bi, ezê debakim, de yar yar, esmera min de yar yar, de yar...
Eger, ku tu be wê jî razî nebû, ezê dakevme bajarê Entabê þewitî
Ezê darekî xwe’y temûrê, je darê Bursê je xwe ra peyda kim oy oy...
Ezê sibeda berî birbangê, de ber derî bavikî te ra herim werim

Le fîte fîtê þivanan, le kule kulê dev kulan, le qîye qîyê xorizan
Ezê xelkekî xwe’y þîrînî dîlber je xeva sibê be darî tembûrê je xevê rakim lê lêy lêy oy...
De rabe, qeda le minê tu nikanî rabi destî xwe de destî min ki...
Ezê te yayle be yayle, kanî be kanî, le devî nalan le serî neqeban
Le sîya kurkor û le þevan, nîvê þevê le qonaxan te bigerînim oy oy...
Qawûtsiz be, lawiko qawûtsiz be, qeda le min(...)


*****




Lo Lo Lawo :
_____________

Lo lo lo, lo lawo lawo lawo, lo lawo lo lawo, delalo lo lawo
Herê min go çelengo segmano, Xwedê je min ra dawo
Lo lo delalo min go bi þevê keleþ, bi ro î axawo
Tema min go çavê min le bejna te kîbar mawo oy oy...

Herê go delalo, te kingê be min, go herê min be te ra go nawo
Hey lo lo delalo tema min go te bîrden je jar da cewaba dosta xwe dawo,
Lo lo lo lawo, lawo lawo lawo, delalo lawo
Lo lo lo lawo, lawo lawo lawo, çelengo lawo oy oy...

Herê min go anê bira delal bata malan, ma nivanî
Tema ku min jê ra serjêkir berxê ber kozê, dolê wê mîkê wî beranî
Ku teres bavê gotî anê dolê wê mîkê, wî beranî
Eza bêm lo bavo lo bavo lo bavo, kevirê dizan le çengê keto, çenge rût bû lo zalim bavo

Kûçikê te kûçikekî ney heydar bû
Þivanê te þivanekî xevbar bû
Xwedanê bîstûpênc e ser sêlê û kodikê têleme bû
Tonê sibê çû konê çîyayê Qerajdaxê, dor êvarê je min ra nanî oy oy ...

Lo lo delalo were malan malê me bo nan e
Lo delalo, min go çirê mê vêxistin e, arê mê dadan e
Lo lo delalo, meke be tarê jinebîyan e
Sor memikê bûne sor e sipî, je canî meriyan ra merez û tan e oy oy...

Lo delalo têkeme torî keçikê dehûpênc salî
Sor memikê bûne sor e sipî je canî merîyan ra, mînê va sêvê Meletî îlaç û derman e oy oy...
Lo lo lawo, lawo lawo lawo lawo, delalo lawo
Lo lo lawo, lawo lawo lawo lawo, çelengo lawo oy oy...

Anê bira delal bata le pêþîya mala me dawestîya
Bira tasek avî sar le min, de lo Xwedê tim bixwasta
Bira min tasek avî sar be destda
Tema min go bira delêl çavî xwe be min ra qirkira, bira min pê ra lêvê xwe bigezda oy oy...

Hingê qaplanê qaplanbegê mêrê felegê, Ezraîlê ku le heqê be tenê
Bira bata le mêrata dinê, heqê xwe le min de lo Xwedê tim bixwasta oy oy...
Lo lo lawo, lawo lawo lawo lawo, çelengo lawo oy oy...

Anê konî delêl konekî reþî Erebî ye
Tema min go de paþ da dukan e, dayê de ber da çarþî ye
Tema min go konî delêl mêrat bimîni
De mêran da î þên e, de jinan da î bêbermalî ye oy oy...

Lê lê anê huro dîsan delêl î hêr e hêr e
Tema min go berdaye pêþî alonî kerî î nêr e
Oy dayê weleh nizanim, ku delêl þer e, nizanim ku xêr e, nizanime ku xêr e oy oy ...


*****




Hemþîre :
_____________

Min be xevn dî, ku ezî be te ra bûme heval û cîran e oy...
Meraxê min meraxa hemþîrane
Hemþîrê min eke mînê tankêrane oy, oy derdo oy...
Hemþîre qurban hemþîre, hemþîre heyran hemþîre
Hemþîre, hemþîre qurban hemþîre
K’ez paçî te kim je te ra wînim þîþak bîre

(...) le devî holê
Tu je min ra bûye porteqeleka Dortyolê
Sewa hemþîrakê ezî ke herime Ýstembolê
Hemþîre, hemþîre heyran hemþîre
K’ez paçî te kim je te ra wînim þîþak bîre
Hemþîre qurban, hemþîre

Ku hine mînê min be derd hene, ba derd û kulê min bila kin oy oy
Ku hun be þorên min dekine, doxtur û giþtan je pîyasê rakin oy
Qastila bên emê nixweþ in, nixweþîyê be mane kin oy
Herin le þunê doxtoran bira hemþîre we meyane kin oy oy

Ba dehûpênc muxtar werin arakê
Bira le serî min bibînin çarekê
Ku hun þedekine wînin baþhemþîrakê
Hemþîre baþ hemþîre, hemþîre qurban hemþîre


*****




Fatoþ :
_____________

Te wê royê neynika xwe da min, te go Misto ba neynikê te je min ra heyda bi
Ê Fatoþ min tavilê zanî ronakya je ber min wenda bi oy...
Kor bîyê were le kelekê min runî
Çiqas bibê bihnê mîyan le gur be feyde bi
Ýnþala, eger te ez hilnegirtim
Fatoþ wêrem le te peyda bi oy oy
Aman yadim Fatoþ Fatoþ
Tu be ser min da xar bibe oy serxoþ serxoþ

Min wê ro paçî Fatoþê kir, go mêro ku tu nemînî le tu ocaxan
Nebû ez têr nebûm je raketina rindan û qucaxan
Mekin ba Fatoþ de kelekê min ra heri weri
Oy k’ez têr mêzikim de bacaxan oy oy
Aman þewtîm Fatoþ Fatoþ
Tu be ser min da xar be oy serxoþ serxoþ


Mistî Hecî Mamê : :
_____________
Ew ji Bazarcixê, ji gundê Sofîyan (Sofularuþaðý) e. Li ser wî em tu tiþtê din nizanin.


******




Wayê Wayê :
_____________

Lê lê were cîran be rîyan keve, be rîyan kevim
Oy oy be tûman bim de çîyan kevim, de çîyan kevim
Xwazikî tu nixweþ bibûya, nixweþ bibûya
Werkî, ku min bigota mekin k’ez de bin pîyan kevim
Wayê wayê, de bin pîyan kevim

Kal bûm, kal bûm, kal bûm qurban ez kal bûm
Ezê þîrin çima tal bûm, çima tal bûm
Keçê çûr bûyê je rûyê te da, je rûyê te da
Ewê çitolî bêheval bûm, bêheval bûm
Wayê wayê, bêheval bûm

Here avê k’ez werme rîya te, werme rîya te
Tu daweste k’ez rûnîm le sîya te, le sîya te
Tê xwazîkê hesiretê, hesiretê
Oy ba be ser min da bata bûka xelkê
Wayê wayê, bata bûka xelkê


*******




Lo Lo Dilo Rezîlo :
_____________

Lo lo dilo rezîlo, min go tu je dilan çitolî dil e
Lo lo heqsizo, tu je dilan çitolî dil e, çitolî dil e
Wextekê ku tu bigeri, le ser kanîyê hana ber be çîm e, ber be çipil e
Ber be çipil e, ez qurbano ber be çipil e, oy...
Lêy lêy le ber merxan, le ber kadînan
Ez qurbano tu hezdeke ku tu bigeri le Holikê Besikan, le Kortê Pîrê
Hana be gul e, be sunbul e, ez qurbanê be sunbul e
Min go: dakê cîp nêrind e, keçik çiqende rind e qurban
Gotin: te nebîstîye eke be lez û mil e, lê heqsizê lez û mil e
Lêy lêy, qarþimde salenip durme qurban
Lo dêyîpte, (...) le Kortê Sîlme, le Kortê Sîlme, lê heqsizê le Kortê Sîlme
Ýna bike ezî je te pir hezdekem qurban, lê lê xayînê(...)
Mîna þarê hanî eskerîye, lê heqsizê eskerîye
Çima nade mine, roka hana be rokê qurban
Lo lo ku me konê xwe vedekir tu le mêratê alet meþeryê
Le alem meþeryê, were lê lê, heqsizê lêy lêy
Lêy lêy dilî min baxçake qurban, bejnê te dareke mine hana fîdan
Qe nebe be min mekene, wextê tu dekeni, dîdanê zêrînî ê þewqê dedine findan
Dedine findan, lê zalimê dedine findan
Dilî xwe mêþîne qurban, ku ev bejnê haye kîbar le te bû
Tu nizanîye ku je hendê te kêm nabin gelen û gîdan
Lêy lêy ezî þaþ debim qurban, ke kuda herim
Wextê zîyaretan, wextê hîdan, dilê dilê wextê hîdan
(...)


*****




Lêylî Lêylî :
_____________

Min degot hêndî be te ra deynakim
Oy ez te le qemî xwe hey nakim
Heydaka te le rev min tuni, aman aman

Xwe je min ra mepesine
Oy, lêy lêy singê te yê le hêsin e
Tuyê bûye gawireke serî çîyakî, aman aman
Tuyê le ser þorekê nasekine, lêylî lêylî
Heta ku tu sûretî xwe le min tirþ deke, aman aman
Darekî xwe helgire, le ber bisekine lêylî lêylî

Sawa çavan le min þev e, aman aman
Oy, muþterîyê te bûne pir e
Ezî be dilî xwe xirabim, aman aman
Tê lê ez qurbanê, tu je hemberê min mere
lêylî lêylî

Here lê lê obe gezan, aman aman
Oy, xasi meger le firêzan
Wextê tu xasi geryayî
Be ningê te degirin mêratê kurm û kêzan
Lêylî lêylî

Çê bang kir tu weçend bezya , aman aman
Oy, pîyê min de bin serî te da tezya
Weçend salê je te çûne, aman aman
Je te nema ev bilmezîya
Lêylî lêylî

Te ez kirim hal je halan, aman aman
Pir negerandim le nav malan, oy oy mala minê
Oy hevalno hun mekin loman
Min wenda kirîye serê hevalan
Lêylî lêylî

Were juni be rîyan kevim, aman aman
Oy be tûman bim de çîyan kevim
Xwazikê tu nixweþ bibûya
Min bigota mekin k’ez de bin pîyan kevim
Lêylî lêylî


Perwanî Ýsmaîl: :
_____________
Ew Albistanî ye. Zêde agadarî li ser wî di destê me da tune. Li ser kaseta wî „Aþýk Pervani“ hatibû nivîsîn. Ji ber ku di kasetê da navê wî Perwanî Ýsmaîl tê gotin, me jî ew nav nivîsî. Xêncî vê kilamê di kasetê da Tirkî jî dibêje.


*****


Îmam Hûsêyn :
________________

Zalimî ku jinên Ehlîbêyt tazi li devan nadin
Berêva feqîyan bervî Þamê gi vegerandin
Serê Ýmam Hûsêyn desthev da direvandin
Wax Hûsêyn......
Ez feqîrê li welatê Qirim
Çola xerîbîyan bê dîþlix e, bê hewir im
Ez çitonî sewa Ýmam Hûsêynê mazlûm da nagîrim
Wax Hûsêyn, wax Hûsêyn, Þah Hûsêyn...
Deþta Kerbelayê bi tenê maye Hûsêyn.

Sakîne dibê ez dest zalim Yêzît da yarali me
Em Ehlîbêytê îro qereli ne
Alîyek mir alîyek ez nizanim li ku ne
Wax Hûsêyn, ax Hûsêyn, Þah Hûsêyn...
Wax Hûsêyn, Þah Hûsêyn....

Keþîþ serê heft lawkê xwe daye, serê Ýmam Hûsêynê mazlûm neda ye
Zeyneb anê berê xwe berbi qiblê vegerandîye
Wax Hûsêyn .....
Bang xwedê dike, dibê nizanim Ýmam Hûsêynê mazlûm li ku ye
Wax Hûsêyn, Þah Hûsêyn....
Ax Hûsêyn, wax Hûsêyn....
Deþta Kerbelayê bi tenê maye Hûsêyn......

Zalim Yêzît jinên Ehlîbêytê tazi anîne meydanê
Zeynel Abîdîn avêtine zindanê
Sakîne nexweþîyê peya dike, dibê nizanim Ýmam Hûsêynê mazlûm kanê
Wax Hûsêyn .....
Em yarali ne, em Ehlîbêytê îro pir yarali ne
Em îro sewa Ýmam Hûsêynê mazlûm pir yarali ne.

Sakîne dibê em dest zalim Yêzît da yarali ne
Em Ehlîbêytê îro bexti qereli ne
Alîyek mir, alîyek ez nizanim li ku ne
Wax Hûsêyn, Þah Hûsêyn......
Em îro Ehlîbêyt sewê te digîrin
Ax Hûsêyn, Wax Hûsêyn ....

Perwanî Ýsmayîl feryad diki
Sewa Ýmam Hûsêynê mazlûm bang Xwedê diki
Ax Hûsêyn, Þah Hûsêyn .....
Ez feqîrê li welat dûr im
Çola xerîbîyan bê dîþlix e, bê hewir im
Ez çitolî sewa Ýmam Hûsêynê mazlûm da


Pîr Duran Soysüren: :
_____________
Li ser kasetê ev nav hebû, lê yê ku ew kaset dayî min, tu agahdarî li ser wî nizanî bû. Lê ji navê wî eyane ku ew pîr e, an jî dede ye.


*****




Anê Anê Nizan’m Çima :
_____________

Anê anê ez Doxan im, anê çûme yanî rê da
Anê anê ez Doxan im, anê çûme yanî rê da
Þerpa surê de serî da, zêrê zerî de usti da
Anê anê nizan’m çima
Ez xwarimteva kirim dêdîqodîyê de gund da
Anê anê nizan’m çima

Deþta Zarê deþtek pan e
Yarê lê xweþ kirin du-sê zava
Madem dilê te le min tune bû
Te çima le malê bavê xwe kirim þivan e
Anê anê nizan’m çima
Ez xwarim teva kirim dêdîqodîyê de gund da
Anê anê nizan’m çima

Diçim Sêvasê, þevek mam le otêlê
Yarê destana me daxilmîþ bû le Þîrînêlê
(...) ez edresa rindikê xwe jî baþ nizanim
Min jêra yazmîþkir mektub û (...)


Pîr Husêynî Sadiq: :
_____________
Me tu agahdarî bi dest nexistin. Ji nav eyane ku, ew jî pîrekî ji nav civata Kurdên Elewî ye.


*****



Heval Em Hevalê Hevin :
_____________

Heval em hevalê hevin, mal be ber yaylan dekevin
Em je hev be dûr dekevin, em be bîrê hev dekevin
Aman aman, em je hev be dûr dekevin, em be bîrê hev dekevin
Oy le min le min, le min le min le min oy...

Bakî têye bayê barê, hal mezinê be sewê te çûme Zarê
Mêrkî dostê wî nê û narê k’ez silav kim wê hevalê
Oy le min le min, le min le min oy(...)


*****




Aman Dilo Dost e Yar e :
_____________

Dost je dostan ra deyax in
Hemi baxçe hemi bax in
Aman aman
Hem sultan in hem çirax in
Aman dilo dost e yar e

Dost vêdostan nasewirin
Ya dost ya dost
Be malî dinyê nadewirin
Aman aman
Dost le rîya dostan demirin
Aman dilo dost e yar e

Dostî sax î le rev heve
Aman aman
Hemi be ro hem be þev e
Aman dilo dilo
Kar û zerar tev li heve
Aman dilo dost e yar e

Rêkê dostan rêka pan e
Aman aman
Qûl le dostî xwe dezane
Aman aman
Þêst cîhat î le mekan e
Aman dilo dost e yar e

Heval em hevalê hevin
Mal be ber yaylan dekevin
Aman aman
Em je hev be dûr dekevin
Em be bîrê hev dekevin
Aman dilo dost e yar e

Dostî sax î mîna royê
Deþta hîva qudretê
Aman aman
Mîna ava le çavîyê
Aman dilo dost e yar e
Mîna ava le çavîyê
Aman dilo dost e yar e

Rêkê dostan rêka dûz e
Oy oy oy ...
Bang kir ku dost bibîze
Aman aman
Qûl feqîr e zêdesiz e
Aman dilo dost e yar e
Delalo

Were lo... lo lo delalo virda, virva qurban virda
Aman be gêzî da mere de lawo, malê me de paþ gir da
Bimrim ez ...
Aman tu le mala rindê degerî, mala rindê de xanîyê gir da
Were malan delalo bimrim ax ...
Aman delalo qurban were malan, tu çimay dil gir e
Bimrim ez ...
Aman rokê felekê le qapîyê me daêwire
Aman delalo hingê le vê wextê le hev rabire
Bimrim were malan aman aman (...)



Þah Sultan: :
_____________
Navê wî ê fermî Mehmet e. Em paþnavê wî nizanin. Wekî ku ew kesê ku kaset dayî min dibêje ew niha nêzîkî pênce salîye. Þah Sultan ji gundê Nergele ye, gundê Nergele jî girêdayî Albistanê ye. Ew di nav Kurdên Meraþî da tê nasîn. Gor agahdarîyên destê min, ew niha li Franse‘yê dijî û kasetên wî yên Kurdî ku li studyoyê hatin qeyd kirin jî hebûne.


*****



Fadîme :
_____________

Dilî min þûna te ye , î her ro be dalxe ye
Dilî min þûna te ye, î her ro be dalxe ye
Te je milanda kirin, tu çima ê be sevda ye
Yar Fadîme Fadîme, can Fadîme Fadîme
Carkê were malê me

Ezê tim le çîyakî bim, le yaylan be bakî bim
Ezê tim le çîyakî bim, le nav gulan be bakî bim
Je xatirî te rindê, ezê be êþqîyakî bim
Yar Fadîme Fadîme, can Fadîme Fadîme
Dakê te yê zalim e, ê nizani be halî me

Le Nergele baxçe ne, le Qaþdaxê yayle ne
Le Nergele baxçe ne, le Qaþdaxê yayle ne
Keçikê ergen le yaylan, ê time be dalxe ne
Keçikê ergen le yaylan, ê time be sevda ne
Yar Fadîme Fadîme, ez heyranê Fadîme
Carkê were gundê me

Fadîme were malê me , carkê bihn ke gulê me
Fadîme were malê me , carkê bihn ke gulê me
Le vê buharê ku weri, dîsa were yaylê me
Yar Fadîme Fadîme, yar yaylecî Fadîme
Yar bêrîcî Fadîme, ez heyranê Fadîme

Þahsultanî sêrsiz e, tu eke wîjdansiz e
Þahsultanî sêrsiz e, tu çiqase dînsiz e
Þorê dakê xwe meke, eke pire ersiz e
Yar Fadîme Fadîme, can Fadîme Fadîme
Tu çiqase zalim e, carkê were gundê me
Yar Fadîme Fadîme, can Fadîme Fadîme
Carkê were malê me, ez heyranê Fadîme


*****



Gulîcanê :
_____________

Çi kanîyeke le ber dîyêr e
Avê sar e weke çêr e
Were were Gulîcanê
Mêrkî ku miradê xwe hilnanî
Bi dest bigrin bavêne êr e
Ax le minê Gulîcanê

Le Meraþê miþmiþ debûy ne
Dendikê xwe xweþ debûy ne
Were were Gulîcanê
Ku keçik lawkê rind le ku hene
Qedirê xwe reþ debûy ne
Ax le minê Gulîcanê

Derîyê we de derîyê me da
Ku min girt te çima veda
Were were Gulîcanê
Sewê ku me je hev hezkiri
Ev çi arê ku de merîyê te da
Ax le minê Gulîcanê

Dilî min î be birin e
Gulîcan tu êsîr kirin e
Were were Gulîcanê
Le qûlî zemên nemîni
Ku be gencî dert min kirin e
Ax le minê Gulîcanê

Baran barî le erdê neket
Þerpa te le malê me ket
Were were Gulîcanê
Ku dakê te got ku ka þerpa te
Bê le kinc þuþtinê be ber avê ket
Ax le minê Gulîcanê

Gulîcan bejnê xwe de bake
Porî xwe be serda þe ke
Were were Gulîcanê
Bese Þahsultan þewitî
Be vî sevday min din meke
Ax le minê Gulîcanê
Merhemet ke Gulîcanê


*****



Dostê 1 :
_____________

Dostê çîyayê Qaþdaxê lê, ber be dar e
Dostê çîyayê Qaþdaxê lê ber be dar e
Bûkê avê yaylê me yê sar e, de were lê lê ez heyranê
Ax ê le avê hesret e
Qurban ê dilî min dekîye ker e, de were lê lê le te nemayê
Le Qaþdaxê sosin debûy ne, dostê le Qaþdaxê sosin debûy ne
Wextê yaylan hêþin debûy ne, de were lê lê yaylecî yarê
Ê ku je giþtan baqiltir
Weleh sewê dostan din debûy ne, de were lê lê tu ne dostî
Dî Nergelê baxçe û bax e, dî Nergelê baxçe û bax e
Dostê dilî min je te ra durax e, de were lê lê bejn ziravê
Ku du dilan je hev hezkir
Ez qurbanê le nezerê heq nê yasax e, de were lê lê mehkumê yarê
Le Ambarê gul debûy ne, dostê le Ambarê gul debûy ne
Keçikê rind vê dil debûy ne, de ax le minê vê dilê yarê
Ê ku je hev hezdekirin
Weleh le hêlê me rezîl debûy ne, de were, lê lê rezîlê yarê
Seqaldutanê le amac e, dostê Seqaldutan ê le amac e
Bûkê rêkê ber ê be wîrac e, de were lê lê de rê da were
Ez bû me Þahsultan þewitîm, dostê ez bû me Þaxsultan þewitîm
Weleh eþqê te je min ra derman e
Dostê eþqê te je min ra îlac e, de were lê lê melhema minê


*****



Dostê 2 :
_____________

Dostê bakî daran dehejîni
Avê curnan deçelqîni
Dostê min ev je te recû nekir
Ku tu be sevday min bipeqîni
Were were bejn ziravê
Qirxinîyê dilî xwe bavê

Dostê mektubekê yolemîþ ke
Navî xwe le ser yazmîþ ke
K’ez bêm dostê, tu bê heval
Dijminê me Çetlemîþ ke
Were were bejn ziravê
Su ketina dilî xwe bavê

Dostê tu be çam be lê, ke be merx bim
Tu be mî be lê, ke be berx bim
Ez qurbanê, heta ku em je hev têr bûn e
Tu be gul be lê, ke be ax bim
Were were bejn ziravê
Qirxinîyê dilî xwe bavê

Dostê tema tu de dalxa min bû
Tu delala dilî min bû
Dostê poþmanîya paþê pera nake
Lê lê, berê aqilê tey le ku bû
Were were bejn ziravê
Le su ketina dilî xwe bavê

Here dostê lê te ez kujtim
Te ez destpê kirim le dunyê hîþtim
Þahsultan bû ye berfa çîyayê Qaþdaxê
Te ez helandim tu ne hîþtim
Here dostê le te nemîni
Tu mirazî xwe hilnîni
Were were bejn ziravê
Tu qirxinîyê dilî xwe bavê


*****



Bese Dinê :
_____________

Be vî sevdayî min din meke
Zalim hêndî merhemet ke
Were were Bese dinê
Ku min de ser te ra de çê mêze kir
Tu hingê be serevde ke
Were were Bese dinê

Besê min eke esmer e
Bejnê xwê be zêrî zer e
Were were Bese dinê
Wekî dîn ê pire rinde
Bazi aqilî xwe’y kehr e
Were were Bese dinê

Bengekî le çengê te ye
Heyfa min ê le sîngê te ye
Were were Bese dinê
Qehran be bavkî xwe meke
Sebeba te dakê te ye
Were were Bese dinê

Porî te î çiqas reþ e
Ev dengkirinê te’y pir xweþ e
Were were Bese dinê
Zalim ê ku em je hev kirin
Dexwazim þan xwîn vereþe
Were were Bese dinê

Þahsultanî be sevda ye
Î le rîya te perwane ye
Were were Bese dinê
Tu be min ra erê biwê
Min le rêyê te serî xwe da ye
Were were Bese dinê
Were were Bese dinê
Tu yara dilî minî
Were were ez heyranê


****



Dostê 3 :
__________

Dostê te dî ku le me çir kirin
Ustîyê min û te xar kirin
Tu doste min û te tune ne
Were k’em sewê hev bimirin
Were were yarê yarê
Garîbana ustî xarê

Tu çiqas eke xayîn e
Were carkê min bibîne
Ku tu dosteke sadiqane
Be vî sevday min meþewtîne
Were were yarê yarê
Garîbana ustî xarê

Dakê te yê melamet e
Bihna te je rahanê me tê
Ez sewa te þewitîm yarê
Hêndî were merhemet ke
Were were yarê yarê
Garîbana ustî xarê

Tu çi haye din û zirt e
Were le Þahsultan bipirse
Te ez mîna Kerem þewitandim
Zalim je xwedêyî xwe bitirse
Were were yarê yarê
Garîbana ustî xarê


*****



Esmer :
__________

Ro hilatîye de sibê da
Oy lê ezî din bûm de derdê te da
Kirîv tu bûya malê te biþewitîya
Ku te carkê derî le min vekir Xwedê dada
Wax le min le min, zalimê le min
Wax le min le min, be çalimê le min

Payîz hatîye hêndî sar e
Zalim, ku derdê te eke ê min hezar e
Zatan xelkî be hewesa dilê xwe ra dekeni, delîzi
Garîp çima ustî min û te î xar e
Wax le min le min, ustî xarê le min
Wax le min le min ,bêxeberê le min

Te ez din kirim be vî aqilî
Kevirekî dedim ser vî dilî
Xirabîya min û te je Xwedê ra çi bû
Ku ez deþewitim tu denalî
Wax le min le min esmer le min
Wax le min le min, bextreþ le min

Çima tuneye çara me
Ca Xwedê bigê be cara va
Ku mêrkekî le dunê miradê xwe hilnanî
Le dunê yaþeme ê heram e
Wax le min le min, esmer le min
Wax le min le min, min tu nedîya le min


******



Zalimê :
__________

Lê lê tu le çîyakî, ez le çîyakî
Zalimê ba lêdixe her hewakî
Lê lê sewa ku min je te hezkiri
Kirîv tema te ez kujtim be sevdakî
Ey ey ey , lê zalimê ey ey ey .....

Lê dostê çîyayê Qaþdaxê ekî bilind e
Zalimê têda têne goça gund e
Xelkê ku çêl û çûrne xwe hene
Je heq da dostê minê eke rind e
Ey ey ey, ez qe tune bim lê lê lê.......

Lê lê çîyayê hana rê de ber ra
Zalimê çavreþ bûrî de ser ra
Dostê ez ê ber dunê pir degerime
Ez be qerarê dilî xwe, tu rindan nabînim de ser te ra
Ey ey ey , ey sebeba min ey ey ey .......

Dostê were k‘em be hev ra rût û cerm bin
Ku em mîna Esli-Kerem de ser hev da ar bin
Ey ey ey, ey lê lê sebeba Þahsultanê ey ey ey ......


******


Parek ji kilamekê :
_____________

(...)
Dostê te Þahsultan pir rezîl kir
Te be eþqê xwe êsîr kir
Lê tu çiqase nanûxwêsiz bû ye
Ku te hevalîya me zû je bîr kir
Heywax bûkê le rîndîya te
Dilê min keta bejna te
Ez þewitîm yar sewa te oooy(...)


*****



Dostê 4 :
__________

Dostê çûme serî çîyayê Qaþdaxê oy.....
Lê lê min mêzi kir le yalî Bînboxê
Dostê ku dilî te jî mîna dilî min e oy.....
Lê lê were Turkîye be ûçaxê oy......

Dostê çûme serî Çalanqelê oy.....
Lê lê min mêzi kir le yalî Nergelê
Min go dostê were em ê hevdune oy.....
Lê lê min çare nedî le te tembelê oy.....

Dostê ez deketime orta dîyêkî oy.....
Lê lê min tu pirsî je almancîyekî oy.....
Dostê sewa te le nav êlan megergisin
Qurban ezî bûme serserîyekî oy.....

Min go lê lê esmer were va ya te nebû oy.....
Lê lê heyfa minê le rîndîya te bû oy.....
Kalno-pîrno je Þahsultan loman mekin
Tema ev sevday berê î le serî we bû oy.....


*****


Dostê 5 :
_____________

Dostê tu çima je min radebiri
Derdekî çaresiz te bigiri
Were were Pêrîþanê
Dostê heval mînê te nabin
Mêrkî dost ê le rîyê hev bimiri
Were were sextekarê
Were were berdîwarê
Dostê here le te nemîni
Tu miradê xwe helnîni
Dostê te ez þewitandim
Te ez de keviran firandim
Sûçê min je te ra çi bû
Te ez de dora xwe gerandim
Dostê here le te nemîni
Þan tu belê xwe bibîni
Here here pêriþanê
Dostê þorê ku de ulîyan da maye
Kesî gorî dilî xwe nabîni
Were were pêrîþanê
Were were dert giranê
Were were mal neketê
Ar be gundî bavê ketê
Dilî har î min depeqîni
Ý min de keviran defirîni
Were were pêriþanê
Dostê te emrê minê teva kirîye
Tu miradê xwe hilnîni
Dostê here le te nemîni
Þan tu belê xwe bibîni
Were were ustî xarê
Here hêstir kirne xarê
Þahsultan î be tenêye
Tu çima carkê virva nêye
Were were pêriþanê
Dostê ne royê min ro ye
Ne þevê min þev e
Giþtik seba te bela ye
Were were pêriþanê
Were were dert giranê
Kirîvê here tu kîrvayê
Here here le te nemayê
Here here pêriþanê
Here here dert giranê


******



Ax le min yarê :
_____________

Oy lê..... oy.....
Dostê çel qirix ê je hev hezdekin
Ê terin tim qalê hev dekin
Were yar.....
Lê lê ez heyranê adetê hêlê me ne
Ê dilê sadiq jehev dekin
Were yar.....
Ax le min yarê, le min yarê
Gerîbê yarê..... oy.....

Oy lê..... oy.....
Dostê her ku ez serî xwe datînim
Ezî te be xewn debînim
Were yar.....
Dostê lê rind le vê dunê pirin
Ezî degerim tuye mînê te nabînim
Were yar.....
Ax le min yarê, le min yarê
Mehkumê yarê..... oy.....

Oy lê..... oy.....
Dostê avê Nergelê le ser dilan þeqand
Çaxa ku ez dehatim, te çima de dû min da deda hesretan
Were yar.....
Lê lê mala talya xirab biþewitînin
Ku gurbetî je me ra kirîye wetan
Ax le min yarê, le min yarê
Mehkumê yarê..... oy.....

Oy lê..... oy.....
Dostê ew çi qewaxe ku deverd keti
Ba lêdixe qol deqeti
Were yar.....
Ez heyranê tu xêrxwaze min û te tune ne
Were k’em destî xwe de destî hevkin
Herin je vê memleketê
Were de yar, were de yar.....
Ax le min yarê, le min yarê
Mehkumê yarê..... oy.....

Oy lê..... oy.....
Dostê were k’em herin yalî baxan
K’em rûnin le sîyê qewaxan
Lê lê wîjdansizê merhemet ke
Te Þahsultan kujt be meraxan
Ax le min yarê, le min yarê
Mehkumê yarê..... oy.....
Selmanî Milanî:

Ji Bazarcixê, ji gundê Milan (Milyanlý) e. Tu agahdarîyên din di destê me da tune ne.

( 1 ) :
_____

Baran barî hûr hûr weþand
Hevalno van cotkaran bêder reþand
Oy ezê malê vê gurbetîyê biþewtînim
Tema de gencîyê da porê serê min tûm weþand

Vê temûrê çi lez e lez e
Hevalno ezî lêtêxim be endeze
Oy je ber destî vê yoksulyê da
Oy îçî dilî min giþtik kul, giþtik merez e

Anê were halî min bibîne
Sebrê dilî rezîl wîne
Oy vê gurbetîyê zalim
Je kezeba min teri xwîn e

Axzê malan pêda yazi
Hevalno pêda terim bazi bazi
Oy vê gurbetîye omrê me teva kir
Gencîyê da me hilnanî tu mirazi

Hevalno werin k’em çolê Bazarcixê be riz kin
Oy werin k’em biçinin wînin be gurz kin
(...)
Hun herin derdan je însanî be derd pirs kin

Wî min go: rêyê gurbetîyê rêka dirêje
Hevalno, ku ê xil û xar e, ê be wîraj e
Vêsta dîsa di vî efkara ra be bîra min hat
Go jar rahan e, ber beraj e

Min go çem e, anê çem e
Pêda teri bang dekeme
Je sixintîyan je duþuncan
Weleh ezê nizanim k’ez le dinyê çima hême


*******



Hevalno :
_____________

Ezî je dunya xwey bêzgînim
Timî vêsyayî uzgînim
Ez je duya xwey bêzgînim
Timî vêsyayî uzgînim
Oy mekin denge min mekin
Ez guleke pire ezgînim, oy

Hêstirê minê be îçerî minda terin
Hevalno werin k’em quþanmîþ bin carkê be çîyê bilind da herin
Werin xelkê minî çîlekeþî û feqîr
K’em carkê be destî hev bigirin le heqê xwe bigerin

Min go kanî, anê kanî
Malan bar kir le ser danî
Hevalno min derdê xwe je bîr kiribû
Vêsta dîsa be bîra min anî

Ýçerî min î be derd e
K’ez bibêm tu gubeserde
Ýçerî min î be derd e
K’ez bibêm tu gubeserde
Dîlegê ku ez dexwazim
Ezî dewêm gurbetî hêndî yaxê min berde

Ezî be burunim be qamê, be polê
Hevalno ezî nizanim ku derdê me je çi pir debin sal je salê
Ezê malê vê yoksulîyê biþewtînim
Ýna bikin ku le ber me nîvaka rêya malê, oy oy

Rêkê terim rêka dûr e, le min da barana hûr e
Rêkê terim rêka dûr e, le min da barana hûr e
Ezê malê vê yoksulîyê biþewitînim
Le îçerê min açmîþ kirîye buruneke kûr e

( 1 ) :
_______

Hêstirê min bûne kanî bûne baran
Hevalno ê dekevin le kevir daran
Ezî je þansê xwe da dadegirim
Ez le tu kesî nakim tu qaran

Ezî ke baxçakî xwey gulan venim
Oy k’ez barî giran le sîrtê xwe nim
Hevalno ku derd û kulê min têne bîrê min
Ezî dewêm ke runîm tim bigirîm qe nekenim

Ezî le dar î le çê me
Le nav çûlo, le nav gê me
Havalno hun gubeserdin
Ke tim a talya xwe dewêm e

Oy ku dalxê dilî min radebi
Oy çima le van deran bela debi
Hevalno ku derd û kulê min têne bîrê min
Weleh dest û pîyê min sar debi

( 2 ) :
______

Le min barî berf û baran, heyat bûye suka daran
Le min barî berf û baran, heyata min bûye çûka daran
Evê ku vê yoksulîye be min kiri
Ez je bîr nakim tu caran

Canê min teva bû tu nema, bûye qûma berî çeman
Canê min teva bû tu nema, bûye qûma berî çeman
Oy le vê gurbetîyê zalim
Le min ranabiri zeman

Hîv hilatîye hîva martê
Þewqa xwe dayîye kortê
Hevalno derd giþtikê zor in
Ýlem gurbetîyê le min zor tê

( 3 ) :
_____

Dilê minî wer denali, dilê minî wer denali
Hevalno umrê min bûye axê xali
Yoksulî were hêndî tu yaxê min berde
Tu çima le pêþîya me bûye qere çali

Trên hatî hêdî giran, trên hatî hêdî giran
Hevalno nesekinî le koprî û piran
Wî ezî nizanim me le vî Xwedêyî çir kirîye
Ber çavkê me za nebû je hêstiran

Bê þan vê talyê me yêrmîþ bi, bê þan vê talyê me yêrmîþ bi
Oy destîyê avê kanyan suzilmîþ bi
Ez le talyê xwe ney guman im
Bê þanê ingê te yêrmîþ bi, oy

Ne ro le min ro ye, ne þev þev e
Hevalno ne ro le min ro ye, ne þev þev e
Weleh dîsa derdê min azmîþ bûn je serî da
Wî mêrkî ku derd û kulê xwe heyî le ku ye
Tu mêzi bike ustî xwey xar e, pîkê de berhev e

Oy mekin dest le min mekin, oy mekin dest le min mekin
Hevalno dîsa derdê min le van deran bila mekin
Oy nifira Xwedê ku le me bûyî
Gotîye herin je derd û kulan çavê xwe je hev mekin

Carkê xar be be ser min da, carkê xar be be ser min da
Oy îna bike min canê xwey de boxa te da
Le ber Xwedêyî xwe bigere
Çima xar nabi be ser me da, oy

Dê baxçakî dor be sênc e, dê baxçakî dor be sênc e
Boyu uzun bêli înce
Çiqend sal de salan herin, dilî rezîl timî gênc e
Çiqend sal de salan herin, dilî rezîl timî gênc e

Ez im ez im heval ez im, mi go ez im heval ez im
Oy be çîyan ketim wer debezim
Ku derd û kulê min têne bîrê min
Weleh îna bikin ezî mirinê xwe dexwazim

Tacim Dede: :
_____________
Ew ji gundê Qenterme(Kantarma), ji Albistanê ye. Bi xwe dede bû û gellek kilamên wî yên Kurdî hebûn; lê di destê me da mixabin tenê kilama jêrî heye.Her usa wî gellek kilam û beytên Tirkî jî çêkirin e. Hunermendên wekî Arif Sað, Yavuz Top û gellekên din bi xêra serê wî, bi kilamên (beytên) wî û bi mamostetîya wî bûn hunermendên bi nav û deng. Piþtî ku di salên heyþtêyî çû ser heqîya xwe, ew hunermendên bi nav û deng her tiþt înkar kirin.


******



Kurdî-Tirkî :
_____________

Of le minê aman ezî nizanim ke çi bibêm ji xwe bi te ra
Cîp gênclixi minê tê de ber me ra
Weleh zemanê meyî têye dilo, hevalo
Zemanî çû ye le me rawirî ye, emê mayîn e de bin xelkê ra
Yêri Tacim Dede çareni ara, emek, zahmet çekme nafîle yere
Vâla cahîl olan gelmez bu meydana, bu yola
Ýkrarina sadik erenler gelsin, dostlarim gelsin, yoldaþlarim gelsin
Ah... sað selamet yetîþsîn gelsin oy....

Çok zaman Dünyayi hevesle gezdîm, hevalno, hevesle gezdîm
Baktim þeyhul þeyhul þeyhul olana
Vala noksanliðimi bîldîm dilo usandim, bezdim
Cümle alem güzel kötü olan ben, dilo le min
Haþa benden medanet varmidir, benden sana senden üzme varmidir
Vala Mecnun‘le Leyla’da üzme varmidir
Herkes yarî île aþik kalan ben, yalaniz kalan ben
Oy dilo oy dilo, oy dilo de ser te ra
A berê, gêncîyê tê de ber me ra
Lê lê ne avekim k‘ez rabirim,
Hevalê tu rê be min de k’ez rawirim.

Xêroyê Albistanî: :
_____________
Li ser kaseta wî „Elbistanlý Hero“ hatibû nivîsîn. Lê wekî ku di hin kilaman da derbaz dibe, dibe ku navê wî Mistî Malê Çolêx be. Ji ber ku gellek dengbêjê heremê gava kilaman dibêjin navê xwe dixin nav kilaman. Ger ew kilam ne ya wî denbêjî be jî navê xwe dixin nav kilamê.


******




Were lê lê lê lewendê :
_____________

Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê
Kew sibeye gewrê sibeye, hesa dîkan qebe ye
Kew sibeye gewrê sibeye, hesa dîkan qebe ye
Huro dîsa kes tune ye, kêf kêfê min û te ye
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê

Milê xwe bide milê min, dengê xwe bide dengê min
Giran giran bikiþîne vê govendê, ez bernadim heta nimêja sibeh
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê
Kew sibeye gewrê sibeye, hesa dîkan qebe ye
Kew sibeye gewrê sibeye, hesa dîkan qebe ye
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê

Çûme Heleb carek, çûme Heleb carek
Min anî þekir barek, min anî þekir barek
Derê ku yar-qîz têda min dedayê sahanek
Derê ku yar-bûk têda min dedayê leganek
Derê ku yar-pîr têda min dekire qurban misqalek
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê
Were lê lê lê lewendê, were lê lê lê gewendê
(...)

******




Dilo dilo :
_____________

Oy de dilo, dilo oy, dilo dilo dlio, rezîlo dilo
Oy de dilo, dilo oy, dilo neçaro dilo, rezîlo dilo, goçero dilo
Oy þewitîyo dilo, tu nemawo dilo, ar pêketo dilo, dilo dilo...
Hevalo tu roka hanê tu je mala xwe, mala xwe, mala xwe
Þewq û çamirxanê xwe deda dinê, hevalno dilê min î le vê ye, birano dilê min î le vê ye...
Oy birano, sibe da zû da, serî gundê Zîyaretê, zîyaretxanê ketim...
Go minî mêzi kir, goçeke minî werge giran ê tê ye, goçeke minî werge giran ê tê ye, dilo..
Go ku kalekî minî nodûneh salî, piþt qiloz î ketîye le dû goçê î tê...
Go ku deçûye ku ye (...) î tê ye...
Oy de dilo, dilo tu nemawo dilo ar pê keto dilo, dilo....
Oy birano çê xwedana pîrekê, carekê dakevin pêþîya goçê
Got ku ezê be dengekî bang kim, ev goça çê ye..ji kuva tê û kuva teri..
Ev goça çê ye, ev goça çê ye, ev goça çê ye...
Be dengekî bang kir got kalo, xalo...
Kalê go kûçikî kûçikan, min de gornî bavê teno, tu merhemet nakî je min ra debi ku kalo, xalo
Ezî ketime le dûka çê, k’ezî tême le peya çê, ezî ketime le dûka çê, k’ezî tême le peya çê
Kalê go kûçikî kûçikan, min de gornî bavê teno, tu merhemet nakî je min ra debi ku kalo, xalo Piþtê minî qiloz e mîna mêrtegê, didanê minê weþîyan e je mêrat temîzlixiyê
Dil dilo, dilo tu nemawo dilo...
Kalê bang kir go kûçikî kûçikan, min de gornî bavê teno, tu nizani ku ev goça kê ye...
Ev goça Xecê Þakir e, xezala le dî we, gula le gepirê, çîçeka le mehlane..
Tewra kavira qirara xwe da ye benda hîvê, tew dilo dilo...


*****




Lo lo lawo :
___________

Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo
Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo, delalo lawo
Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo
Tu serxoþekî lo, ser le ba wo
Here lawo, lawo lawo lawo, lawo

Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo
Tu çingê hatî mala me wo
Here lawo, lawo lawo lawo, lawo
Min je te ra çi degot ku tu soze min le te nato
Were lawo, lawo lawo lawo, lawo
Were lawo, lawo lawo lawo, lawo

Tu çingê hatî malê me wo, lawo lawo
Here lawo, lawo lawo lawo, lawo
Te cewaba dostekî dîn çawa dedawo
Te cewaba yarekî dîn çawa dedawo
Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo
Delalo lawo, lawo lawo lawo, lawo
Gerîbo lawo, lawo lawo lawo, lawo

Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo
Gir e gir e gir e, delalo gir e
Le hêlê vegirtin e konê reþ î gir e
Gir e gir e gir e, delalo gir e...
Were k’em giþtik xwe be yek kin
Min haj çi ye ku ocaxê kalkê xizir e
Lo lo lawo, lawo lawo lawo, lawo

Lê virda virda virda xezalê virda
Destê xwe be destê min de, k’em herin hêlê çîyayê gir da.
Virda virda xezalê virda, virda virda dealê virda
Delalê virda virda, virda virda, xezalê virda
Were k’em herin rûnin le sîya kêvir da
Lê virda virda virda xezalê virda

( 1 ) :
______

Min go rê ye rê ye rê ye, xelko rê ye
Min go rê ye rê ye rê ye, birano rê ye
Huro dîsa xelkekî þîrîn giran giran pê da tê ye
Min go rê ye rê ye rê ye, xelko rê ye
Huro dîsa xelkekî þîrîn giran giran pê da tê ye

Anî anî anî, keko anî heta ku mala le xwe na
Bar kir de ser me ra çîya û banî
De bin me ra mêrge û kanî, anî anî anî, xelkno anî
Tema e ser me ra çîya û banî, de bin me ra mêrge kanî
Heta ku mala xwe bar kir, mala rindê çû le ser danî
Ez nizanim ku huro dîsa çûye kîjan yalî
Tema mala min þewitand, konê min danî

( 2 ) :
______

Lê lê hawû hawû, malxirabê hawû
Le ber nalan, le yaylan sewa te devikê min je tinan za bû
Lê lê hawû hawû, malxirabê hawû
Yanê qerara ku me dayî hev yanê eva bû
Lê lê hawû hawû, malxirabê hawû
Le ber nalan, le yaylan sewa te devikê min je tinan za bû

Lê lê hawû hawû, malxirabê hawû
Tu kanîka minê werg ber be ta bû
Xelkekî minî þîrîn xwe berda kewsera, a fîstanî sur û kurdikî mawû
Hawû hawû malxirabê hawû, tema min go devikê minî je tinan za bû
Min dî ku tasikek avî sar anî bervê min rabû
Aqilê min wergerîya bênê min rabû


*****




Can canê :
__________

Lo lo cano cano cano cano, k’emê dakevin deþtano
K’emê biçêrînin naxirê ga no, k’emê hilkevin serî yaylano
K’emê rûnin le serî avka kanîya no, k’emê bikin kêf û zewqan, vegerîyano
Lo cano cano cano can qurbano

Lo lo cano cano cano cano, tu þîrînî þebabo, tu kinikî þeytano
Tu bû berfa bilindano, tu bû çîçeka serî çîyano
Tu bû sosina ber mêrgan û kanîyano
Lo lo cano cano cano cano, can qurbano

Lê lê canê, canê canê canê, qede le minê canê
K’ezê be qurbanî herdû çavanê
Te þerpe girêdaye, þerpe le yanê, Mistî Malê Çolêx hilgir qedanê
Were canê canê, þîrînê canê, canê canê canê, can qurbanê

Lê lê canê, canê canê canê, tema tu bû sereka rindanê
Tu bû tembûra dest sazbedcîyanê, tu bû tutuna kêfçîyanê
Tu bû neynika destê cahilanê, Lê canê canê canê, can qurbanê
Were canê canê, þîrînê canê, canê canê canê, can qurbanê


******




Goçerê :
__________

Hevalno huro dîsa min xeberê goçera xwe hilanî, le Qapiçamê bar ke
Yaweþ yaweþ xwe be ber deverê ra, de paþ Teran ra, de qarþîyê Topala da
Ê be wêda xwe berde were le ber mala Nasirî Delik, le gundî Narlîyê, le bindîla Delhizê
Way de bar ke, bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke...
Rê dûrê tu kuva teri, tema hêlê Nasirî Delik le vir e lê lê...
Way de bar ke, bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke...
Lê lê bar ke bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke, porqutê bar ke, be fîstanê nalyonê bar ke
Devî xwe be yalê yaylan ke, devî xwe de kanîyê sar ke...
Tu Mistî Malê Çolêx je xwe ra be heval ke lê lê ...

Min go le nav natîyê, le nav natîyê, fîstanî qut e le hêlê çokê
Hevalno huro dîsa min xeberê goçera xwe hilanî, le gundê Narlîye bar kirîye
Bar ke yaweþ yaweþ xwe berde, be bin Delhîzê ra, de qarþîyê Xidiran ra
De Mezelî Xelîlan ra, le bindîla þekokê
Way de bar ke, bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke...
Rê dûrê tu kuva teri, tema Mistê Malê Çolêx î le vir e lê lê...

A le tapê a le tapê, ê degerî dîsa le çîyan, çûye malê apê
Ê degeri le ser çardaxê be xapxapê
Min huro dîsa xeberê goçera xwe hilanî, yekî go bar deke, yaweþ yaweþ xwe be berde
De Aþî Rûtê ra, de kanîyê Qeselê ra
De here dinê, tema le bindîlê Milan, le qûna tapê
Way de bar ke, bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke...
Rê dûrê tu Mistî Malê Çolêx û Êlî Çolêx be xwe ra be heval ke lê lê ...

Hevalno hûn huro dîsa werne murîvan, malxirabê tu rûmenî le ber gunîyan
Min dîsa xeberê goçera xwe hilanî, ha le wê le tapê
Yekî go bar deke, yaweþ yaweþ xwe berde, de Pirê Mistê ra
De Qerexanî Gêdîgê ra, de wer dîne le Nala Gunîyan, le bindîla Qulîyan
Way de bar ke, bar ke, goçerê bar ke, fodilê bar ke...
Rê dûrê tu kuva teri, tema Mistê Malê Çolêx î le vir e lê lê...

Lê lê mere mere, goçerê mere, fodilê mere, por qutê mere
Sînga te bû pendirê tere, ba Mistî Malê Çolêx te bibîni hingê here
Were canê canê canê, qede le minê canê
K’ez bibim qurbanê helqê çavanê canê...


******




Xezalê hêlî can :
_____________

Xezalê te kir min kir, delalê te kir min kir
Were were eynî nola te goti min kir
Xezalê hêlî hêlî, xezalê helî can

Xezalê te kir min kir, delalê te kir min kir
Were were eynî nola te goti min kir
Xezalê hêlî hêlî, xezalê helî can

Le Qersê dukan vekir, le çarþîyê qundir çêkir
Le Qersê dukan vekir, le çarþîyê qundir çêkir
Bazara qundirê te kir, bazara qundirê te kir
Uciz uciz bazar dekir, min je bîr kir nav çênekir
Delalê hêlî hêlî, xezalê helî can

Xezalê te kir min kir, delalê te kir min kir
Were were eynî nola te goti min kir
Xezalê hêlî hêlî, xezalê helî can
Le Qersê dukan vekir, le çarþîyê fîstan çêkir
Le Qersê dukan vekir, le çarþîyê fîstan çêkir
Bazara fîstanê te kir, bazara fîstanê te kir
Uciz uciz bazar dekir, min je bîr kir yaxe çênekir
Delalê hêlî hêlî, xezalê helî can

Xezalê te kir min kir, delalê te kir min kir
Were were eynî nola te goti min kir
Xezalê hêlî hêlî, xezalê helî can

Le Qersê dukan vekir, le çarþîyê fîlar çêkir
Le Qersê dukan vekir, le çarþîyê fîlar çêkir
Bazara fîlarê te kir, bazara fîlarê te kir
Uciz uciz bazar dekir, min je bîr kir panî çênekir
Delalê hêlî hêlî, xezalê helî can


Xwarzê Meçûlî: :
_____________
Agahdarîya ku di destê me da ew e, ku ew xwarzê Aþiq Meçûlî ye. Xêncî vê agahdarîyê li ser wî, tu agahdarî di destê me da tune.


******




Lêylim Lêylim :
_____________

Dego te le çavan le min þer e, aman aman
Bisk le rûyê te bûne per e, heval heval
Te le çavan le min þer e, aman aman
Tê lê lê bisk le rûyê te bûne per e, aman aman
Lê lê k’ez be dilî xwe’y xirabim, aman aman...
Lê lê ez qurbanê tu le hemberê min mere
Oy oy mirim Eþê mirim
Here lê lê obe gezan aman aman
Oy here lê lê sihêl gezan, heval heval
Lê lê mal xirabê xasi meger le firêzan, lêylim lêylim, lêylim lêylim

Hîva ronî weke çîra, aman aman
Oy teþîyê hilgir were vira, aman aman
Lêy lêy dilê te le min tune bû, oy oy aman aman
Tê lê lê k’ez bêm xwangê du bê bira, lêylim lêylim, lêylim lêylim
Here lê lê obe gezan, aman aman
Here lê lê xayîn heval, aman aman
Lê lê zalim te emrê minî xwarî, lêylim lêylim, lêylim lêylim


*****




Here Lê Lê Obe Gezan :
_____________

Ber derîyê oy oy we’y be dar e, ber derîyê lê lê we’y be dar e
Tê lê lê ez qurbanê rind degerin oy oy ber êvar e
Ýna bike tim sewê te, îna bike oy oy tim sewê te
Lê lê zalim dilî minî je dunê î sar e
Here lê lê, lê lê obe gezan, here lê lê sihêl gezan
Xasi meger oy oy le firêzan

Barê hatîye oy oy wexta þiv an, barê hatîyê lê lê wexta þiv an
Tê lê lê ez qurbanê, þivanan pez berdaye oy oy ser dilavan
Xar be xar be oy oy k’ez paçi kim, xar be xar be lê lê k’ez paçi kim
Oy lêvê qeytan, oy oy helqê çavan
Here lê lê, lê lê lê namayê oy, here lê lê, lê lê lê nemayê
Behêl ketîyê lê lê, lê lê por weþyayê

Dego dilî minî oy oy mîm e mîm e, dilî minî lê lê mîm e mîm e, oy
Tê lê lê ez qurbanê, cîlwan meke oy oy taciz bûme oy
Gotin rinda te dayîn e, gotin nazlîya lê lê te dayîn e oy
Tê lê lê ez qurbanê, k’ezî rûniþtim degîrime
Here lê lê, lê lê obe gezan, here lê lê lê lê rinda minê
Behêl ketîyê lê lê, lê lê por weþyayê


*****




Wax Le Min Zalim :
_____________

Oy dego be rê bibim, be rîyan kevim
Be tûman bim de çîyan kevim
Be rê bibim be rîyan kevim
Tê lê lê ez qurbanê be tûman bim be çîyan kevim
Lê lê ba zarûyekî çeli nîv bim, oy de nav sing û bera kevim
Wax le min zalim le minê
Ax le minê, ax le minê
Lê lê zalim heywax debêm heyfa minê
Way le min zalim le minê

Oy dego here avê werme rîya te
Tê lê lê ez qurbanê, tu daweste k’ez rûnîme le sîya te
Here avê werme rîya te
Oy ez qurbanê tu raweste k’ez rûnîme tim le sîya te
Hên xwazikî hesiretê
Lê lê ez qurbanê, be ser min bata çilpika xwîya te
Wax le min zalim le minê
Ax le minê ax le minê
Oy heywax debêm heyfa minê
Wax le min zalim le minê


******




Aman Aman :
_____________

Dego le neqeban le gedîgan , aman aman
Lê lê ez qurbanê, tu çex mebe mîna kewan, aman aman
Ku çî keîtye arelixa min û te ye, heval heval
Oy ba nemîni le seweban, aman aman

Kal bûm kal bûm rindê kal bûm, aman aman
Kal bûm kal bûm dîlber kal bûm, aman aman
Oy je eþqê te reþ û çal bûm, aman aman

Oy ez qurbanê wer kem heta dî we baxan, aman aman
K’em rûnin le sîya qewaxan, aman aman
K’em singê xwe be ser singê hev din, aman aman
Tê lê lê ez qurbanê mîna fîncanê ser tewaxan, aman aman


*****





Daniþ :
________

Lê lê Daniþ xalîyê be der be mane ke, xalîyê be der be man e ke
Tê lê lê ez qurbanê tu derî der le min veke
Çî çi debê lê lê bira bibê, çî çi debê Daniþ bira bibê
Lê lê ez qurbanê min bigir be de xwe qûca xwe ke

Oy nazli dilî min î dêre dêre, dilî min î lê lê dêre dêre
Tê lê lê ez qurbanê kurmê dêr je dêr ne xêr e
Nazli tu rîya min mêzike, lê lê nazli tu rîya min mêzike
Lê lê Daniþ weleh nîyeta minê le jêr e

Dîyar Baba ye, Qoç Baba ye, Qoç Baba ye lê lê Dîyar Baba ye
Por da hêlê lê lê xeber gîhaye
Xelkî le îþ û karê xwe ye oy oy, xelkî le îþ û karê xwe ye
Mirîye mirîye mirîye, Daniþ mirîye oy oy
Dilî minî lê lê be yolmê cê ye, dilî minî be yolmê cê ye
Be çinînê lê lê paþî nêye oy

Hember malan oy oy ber be çem e, hember malan tim tim ber be çem e
Lê lê Daniþ k’ezî bange lê lê te dekeme
Çî çi debê lê lê bira bibê, çî çi debê bira bibê
Lê lê Daniþ tu a min bû, lê lê k’ezê te me

Lê lê Daniþ ku çê nehîþt k’em hevdû hilgirin, ku çê neliþt k’em hevdû hilgirin
Ba nemîni tim tim le seweban
Oy oy zalim, oy oy xayîn, oy oy kor bî, oy oy...

Dego hîv hilatîye oy yapisiz e, low low hîv hilatîye yapisiz e
Low low þewqê daye low, çîyayî îsiz e oy
Min rindeke xwe wenda kir, min Daniþek xwe wenda kir
Low low ez qurbano, nizanim ku kuder be guman e oy

Dego temûr tu çima naxwînî, oy temûr tu çima naxwîn
Lê lê arî cîgerê min qe danînî oy
Dilê te le min tune bû, oy dilê te le min tune bû
Bê ez qurbanê çima serî rûyê xwe werg degirî
Aman amam aman, kor bîyê aman

Barê hatîye wexta xwe bîye, oy bejna zirav kuda teriye
Lê lê zalim her ku tu de ber min ra hatî, her ku tu de ber min ra hatî
Lê lê zalim avê de gewrîya min da narîye oy
Here lê lê obe gezan, here lê lê sihêl gezan
Xasi meger le firêzan, oy here lê lê yadêl gezan

Barê hatîye wexta þiv an, barê wexta þiv an
Ez qurbanê þivanan pez berdaye ser dilavan
Xar be xar be k’ez paçi kim, xar be xar be k’ez paçi kim
Lê lê zalim lêvê qeytan helqê çavan, lêvê qeytan helqê çavan
Here lê lê zalim yarê, here lê lê xayîn yarê
Lê lê te ezî kirim întizarê, ezî kirim întizarê oy


******




KÝLAMÊN HÊLA MELETÎ :
_____________

Gerîp Dost: :
_____________
Gerîp Dost Meletîyî ye, ji eþîra Balîyan e, gundê wî girêdayî navçeya Kurecîkê ye. Ewî çend kasetên xwe yên ku di studyoyê da hatin qeyd kirin jî hene. Ew di wan kasetan da bi Tirkî jî distêre.

Lorî lorî :
_____________
Li ber derî li ber derî
Dak rûniþtî bû bulxur deherî
Li ber derî li ber derî
Dak rûniþtî bû bulxur deherî
Je lorîkê xeber tune
Nizanim çi hate serî
Lorî lorî berxêm lorî
Xevê xweþ be çavê morî
Lorî lorî berxêm lorî

Bav çû le kerî rawestî
Be þev û ro nadewestî
Bav çû le kerî rawestî
Be þev û ro nadewestî
Xeber hat ku lorîk mirye
Je pêda ket danewestî
Lorî lorî berxêm lorî
Xevê xweþ be çavê morî
Lorî lorî berxêm lorî

Lorî je dergûþê xuþî
Hîn benika radekiþî
Lorî je dergûþê xuþî
Hîn benika radekiþî
Ciranino loman mekin
Je birçîyan þîrê xwe kiþî
Lorî lorî berxêm lorî
Xevê xweþ be çavê morî
Lorî lorî berxêm lorî

Lorî lorî berxêm lorî
Xevê xweþ be çavê morî
Lorî lorî berxêm lorî
Lorî lorî berxêm lorî
Xevê xweþ be çavê morî
Lorî lorî berxêm lorî


******




Kanî kanî :
____________

Kanî kanî av sar kanî
Kanî kanî av sar kanî
Malan bar kir li çîyan danî
Feleg mala te biþewti
Min mirazê xwe hilnanî
Feleg mala te biþewti
Feleg mala te xirav be
Min mirazê xwe hilnanî
Ez gerîb im ez vêkes im

Malan bar kir çûn yaylan da
Malan bar kir çûn yaylan da
Genim zer bû je seryan da
Jirkî xezala min çûye
Bûme sêwî ber deryan da
Jirkî çavreþa min çûye
Bûme sêwî ber deryan da
Derd giran im, derd giran im

Dewran dewran bûkê dewran
Dewran dewran bûkê dewran
Hîv helatîye je nav ewran
Ne ez hezkirim, ne kuþtim
Te tim ez dame ber keviran
Ne ez hezkirim, ne kuþtim
Ne ez hezkirim, ne kuþtim
Te tim ez dame ber keviran
Ez gerîb im, ez vêkes im


*****




Husne Canê :
_____________

Tu fîstanan le xwe meke
Be ser xwe da mêzî meke
Tu fîstanan le xwe meke
Be ser xwe da mêzî meke
Omirî min dewpênc salî
De dû xwe da teva meke
Aman aman derd ortaxi

Were lê lê Husne canê
Husne bûka Kistikanê
Dane Kistikan be þeþ manê
Were lê lê derd giranê
Were lê lê Husne canê
Husne bûka Kistikanê
Dane Kistikan be þeþ manê
Were lê lê hal bîlmezê

Çir kiryê oy, çir kiryê oy
Fîstanekî sur kiryê oy
Çir kiryê oy, çir kiryê oy
Fîstanekî sur kiryê oy
Fîstanî te serî te bixwû
Lawkê xelkê din kiriyê oy
Were lê lê derd giranê

Husne Husne, Husne canê
Husne bûka Kistikanê
Dane Kistikan be þeþ manê
Were lê lê derd giranê
Husne Husne, Husne canê
Husne bûka Kistikanê
Dane Kistikan be þeþ manê
Were lê lê derd giranê

Kerîyek pezî min le kertê
Bêrîciyê xwe le hember tê
Kerîyek pezî min le kertê
Bêrîciyê xwe le hember tê
Ku dilî merîyan le hevdû bû se
Le rê û yolaxan bervî hev tên
Aman aman derd ortaxi

Were lê lê Husne canê
Husne bûka Kistikanê
Dane Kistikan be þeþ manê
Were lê lê ez qurbanê
Husne Husne, Husne canê
Husne bûka Kistikanê
Dane Kistikan be þeþ manê
Were lê lê derd giranê


Kasým Durmuþ: :
_____________
Ew ji Kurecîgê(Kürecik), ji gundê Harûnan (Harunuþaðý) e.


******




Ba le te nemîni :
_____________

Qedir întizarke, lê ne yazyeke
Qê je hev hezkirin lê ne dizyeke
Ba le te nemîni
Revandinê te derevînim
Êloxluyeke , ekê êlqiziyeke
Revandinê te derevînim
Êloxluyeke, ekê êlqiziyeke

Talya me qirix çû, lê je Xwedê da
Þa bibe vê talyê belakê têda
Were k’em qawiþmîþî hev bin
Ev çi halî ku em têda
Were k’em qawiþmîþî hev bin
Ev çi halî ku em têda

Lê min bage te kir be dengekî
Zalim te sevdê dil kire cengekî
Ba le te nemîni
Teselîya te je Qêsim neket
Welleh te her ro kire rengekî
Teselîya te je Qêsim neket
Te her ro kire rengekî

De tu mere, tu be wêda
Zalim ezî nexweþ im lê de erdê da
Ba le te nemîni
Tu carkê were min zîyaret ke
Halî ku nazlî te tê da
De tu were min zîyaret ke
Halî ku nazlî te tê da

Min kanîkê nav þîlanê
Tiji bû ava baranê
Ba le te nemîni
Cîrano we le çê dîye oy, le çê bîstiye
Ê le batêxi zêrî nîþanê
We le çê dîye lê, le çê bîstiye
Ê le batêxi zêrî nîþanê

Wer wetanê te lê viraye
Qurban gula rastîyê ta ta ye
Ba le te nemîni
De tu were lê rev min rûnî
Je canê te ra pir mefaye
De tu were lê rev min rûnî
Je canê te ra pir mefaye

Oy lê lê dilê minî yane yane
Î le mela jari, le duduyan e
Ba le te nemîni
Je ekê ra dîsa qe dil tuni
Î le Fatikê yî yane yane
Je ekê ra dîsa qe dil tuni
Î le Fatikê yî yane yane

Bê, hatim çûm ber derê we da
Te bejna zirav ray min neda
Ba le te nemîni
Dê tu xar be, lê be ser min da
Ev çi halî ku em têda
Dê tu xar be lê, be ser min da
Ev çi halî ku em têda


*****




Oy le min oy oy :
_____________

Lê lê min go, dîsa dilî min Qawirmê Gir e
Zalimê malan je îçi barkira
Welleh nifira ku le te bikem
Þanê tu nexweþ bî, ez doxtur oy
Oy le min, heywax heyfa gêncîya min
Oy le min oy oy....

Zalimê, min go îsal virda were ezî tême
Lê lê yan ez werim, yan ez nême
Hevalê tu de qusurê min memîne
Welleh ez xizmetcîyekî dest xelkê me
Oy le min, dilî rezîlo le min
Oy le min oy oy....

Aman, min go îsal virda were k’ez te bibînim
Zalimê k’ez qûcê xwe de te werînim
Lê lê ez teva bûm tu nemam
Welleh ezî hesretê te dekiþînim
Oy le min, heywax heyfa gêncîya min
Oy le min oy oy....
Heywax bûkê le rindîya te

Te dî ku te çi kir
Te sevdê dilî min pir kir
Lê lê te degot ku min rindîyek kir
Te biruna min melem nekir, oy oy...
Heywax bûkê le rindîya te
Oy dilê min keta bejna te
Ez þewitîyam yar sewa te, oy oy...

Qurban þanê tu be sevday min kevî
Þevê Xwedê ranekevî
Welleh mêrkî ku bilind defiri
Ê paþê alçax dekevî
Heywax bûkê le rindîya te
Oy dilê min keta bejna te
Ez þewitîyam yar sewa te, oy oy...

Zalim ro helatîye je sibeda
Heval baxçê we gulek de nav da
Welleh me be gêncî tu tam nedî
Dê tu were k’em bimirin be serhev da
Heywax bûkê le rindîya te
Oy dilê min keta bejna te
Ez þewitîyam yar sewa te, oy oy...

Lê te Qasimê xwe pir rezîl kir
Te be eþqê xwe êsîr kir
Welleh tu çiqas eke nanûxwêsiz bî ye
Te ew rona zû je bîr kir
Heywax bûkê le rindîya te
Oy dilê min keta bejna te
Ez þewitîyam yar sewa te, oy oy...


******




Yarî yarî bûkê yarî :
_____________

Le hêla me êtibar e
Le dilî me tuni çare
Welleh ku însanî rind le ku heye
Tim talîyê qirix e, ustî xwe’y xar e
Dê yarî yarî, yarî yarî
Yarî yarî bûkê yarî
Berfeke sar le me barî

Welleh ezî din bûn de dest vê da
Ez bûme destan de dev xelkê da
Lê lê min mirazê xwe helnanî
Min tu ro nedî je berê da
Dê yarî yarî, yarî yarî
Yarî yarî bûkê yarî
Berfeke sar le me barî

Lê lê talîya min qirix yêrmîþ bû
Cîgera min tîþ be tîþ bû
Dê tu were k’em le rêy hev bimirin
Omrê min û te çûrmîþ bû
Dê yarî yarî, yarî yarî
Yarî yarî bûkê yarî
Berfeke sar le me barî

Were Qasim î le te be sûye
Î nizani ku tuyê le kuye
Ezî dewêm ne ku rind le Dinê teva bûn
Qurban meraxa dilî min tu ye
Dê yarî yarî, yarî yarî
Yarî yarî bûkê yarî
Va çi berfê ku le me barî


******




Bela serê min :
_____________

Çirkim je destê te bûkê da
Te serê xwe’y de belakê da
Qurban çirkim je destê te bûkê da
Te serî xwe’y de belakê da
Te Qimeta xwe nizanî
Tu rezîl bûy de destê xelkê da
Te Qimeta xwe nizanî
Tu rezîl bûy de destê xelkê da

Zalim cûnê te çir bî ye
Sevdê dilî te rabû ye
Heval çûnê te çir bî ye
Sevdê dilî te rabû ye
Welleh Qasim ney baqil e
Î be eþqê te dimirye
Gerîb Qasim ney baqil e
Î be eþqê te dimirye

Ev çi qewaxê le devî kertê
Bay lêtêxi tal deqetê
Ev çi qewaxê le devî kertê
Bay lêtêxi tal deqetê
Em be te va le vê hêlê neketne kar
Tu destî xwe de destî min ke
K’em herin je vê êlê, je vê memleketê


******




Yarî yarî bûkê yarî - 2 :
______________________

Çavê te ne çavê te ne, je dûr je dûr reþ dekene
Çavê te ne çavê te ne, je dûr je dûr reþ dekene
Çavê te serî te bixwû, omir le meryan debene
Çavê te serî te bixwû, omir le meryan debene
Dê yarî yarî, yarî yarî, yarî yarî bûkê yarî
Va çi berfê ku le me barî

De ber derî we ra terim, giran bayn ke ez ney ker im
De ber derî we ra terim, giran bayn ke ez ney ker im
Tu sozeke sax be min da, k’ez be eþqî te bigerim
Tu sozeke sax be min da, k’ez be eþqî te bigerim
Dê yarî yarî, yarî yarî, yarî yarî bûkê yarî
Va çi berfê ku le me barî

Le Meletî miþmiþ debin, dendikê xwe wer xweþ debin
Le Albistan miþmiþ debin, dendikê xwe wer xweþ debin
Ku yar je yarî xwe be dûr ket, merax dekin nexweþ debi
Ku yar je yarî xwe be dûr ket, merax dekin nexweþ debi
Dê yarî yarî, yarî yarî, yarî yarî bûkê yarî
Va çi berfê ku le me barî

Deþtê Xanê Deþtê Xanê, av reþandin be fîncanê
Deþtê Xanê Deþtê Xanê, av reþandin be leganê
Çê qurbane xwe û te ke, qeymaqamî Albistanê
Çê qurbane xwe û te ke, qeymaqamî Albistanê
Dê yarî yarî, yarî yarî, yarî yarî bûkê yarî
Va çi berfê ku le me barî


*****





Bûkê :
________

Baran barî tene tene
Ev zîyaretçîyê min û te ne
Le rev kesî le xwe me ne
Çê hajçiye k’ez yarê te me

Min le vira derê der dî
Mêwik filtîya te singa gewr dî
Ser singê xwe gewr bigire
Te çendê kuþtin be vî derdî

Dilî min î deçelqîni
Î de keviran defirîni
Lê te omrê minî teva kirîye
Þan tu mirazî xwe helnîni

Here bûkê ba ê te bi
Ba Arî Mezin yayla te bi
Ba Qawirmê Gir qiþla te bi
Aman bûkê ba ê te bi


*****



Te ar kirîye kezeba min :
________________________

Ez þivanekî pezî xesî
Deçêrînim le qarþiyê malê we, le wî sersî
Heta ku serî min î le ser min e
Ez singê te gewrik nadime kesî
De le minê heval le minê
Te ar kirîye kezeba minê
Aman çîyayî çîyayî, heval çîyayî
Baranê debari berf helyayî
Ez qurbana dayîka te bim
Ku seba min navê te Fatik lênayî
De le minê heval le minê
Te ar kirîye kezeba minê

Welleh nazli navî te Fatik e oy
Zalim qaþ û burîyê te çatm e oy
Îsal nini salê tê wo
Fatik bûka malê me oy
De le minê heval le minê
Te ar kirîye kezeba minê

Ez be çîyan ketim çîyan ispî kir
Welleh çavê min tiji cirî kir
Tu je Fatik an a bejn ziravî
Te çû wetanê xwe je bîr kir
De le minê heval le minê
Te kul kirîye kezeba minê

Lê lê Fatê tu je min ra besî
Çavan helmîn dîmîn bermeda kesî
Heta ku serî minî le ser min e
Ez singê te gewrik nadime kesî
De le minê heval le minê
Te ar kirîye kezeba minê


*****



Dê wer dê wer lê lê, derd giranê :
_______________________________

Lê lê min go dewran dewran, lê lê bûkê dewran
Dê dewran dewran lê lê bûkê dewran
Qurban hîv helatîye le nav ewran
Ez çûme mala bavê rindê, ez çûme mala bavê rindê
Welleh tu soze sax lê lê be min neda
Dê wer dê wer lê lê derd giranê, dê wer dê wer lê lê derd giranê
Pêrîþanê lê lê hal yamanê

Çi dawestîye le serî sivîngê, çi dawestîye le serî sivîngê
Heval ba’y lêtêxi lê lê le belûngê
Dexwazime nadine min e, daxwazime lê lê nadine min e
Derevînim lê lê te emlîgê
Dê wer dê wer lê lê derd giranê, hawer hawer lê lê derd giranê
Pêrîþanê lê lê hal yamanê

Kelekê malê bavî te nal e, kelekê malê bavî te nal e
Ezî deyndekem lê lê miçûlî tal e
Hûro çendin min nedîye, hûro çendin min nedîye
Avê le min lê lê bûye zehîr e
Dê wer dê wer lê lê derd giranê, hawer hawer lê lê derd giranê
Pêrîþanê lê lê hal yamanê

Lê çi dawestîye le nav yoncê, qurban çi dawestîye le nav yoncê
Ez be îþlîng im le qulincê
Ba sê meyê vê havînê werin, ba sê meyê ê vê havînê werin
K’ez sapan topkim lê lê le ser singê
Dê wer dê wer lê lê derd giranê, hawer hawer lê lê derd giranê
Pêrîþanê lê lê hal yamanê

Ez terim tu bîrê min meke, heval terim tu bîrê min meke
Wîne wî fotorafî min dest xwe hilde
Le derê ku ez be bîrê te ketim, le derê ku ez be bîrê te ketim
Tu be dayaxeke ber dilî xwe ke
Dê wer dê wer lê lê derd giranê, hawer hawer lê lê derd giranê
Pêrîþanê lê lê hal yamanê


***********



Kilamên eþîra Dirêjan: :
_______________________

Li ser dengbêjê ku di kasetê da distêre, tu agahdarî di destê me da tune ne. Tenê di kilama bi navê „Qubana Rengê Çavê Te“ da usa tê gotin:
Talîl dibê te li min çi kir
Dost-dijmin li min pir kir
Ji ev rêzan tê fêm kirin, ku navê kesê ku kilamn dibêje Talîl e. Lê dibe ku ew kilam, kilama yekî bi navê Talîl e jî. Li ser kasetê jî „ Dýrejan Aþireti Türküleri- Malatya“(Kilamên Eþîra Dirêjan-Meletî) hatibû nivîsîn.


*****




Eskero :
_________

Min go siweda zûda eskerê ketine nav gundê meye, mala mixtêr lê pirs dikine
Min go ne keçik im û ne bûk im vana qala lê çi dikine
Bûka mêrkê xwe eskerî kiri go, qê sewqiyata Potirgê ye ê ku hatîye, ê ku eskeran topdikine
Dê here here here, lo xêr vegere oy, dê here here here lo xweþ vegere oy .....

Min go k’eza kincê eskerê xwe biþom nav kûlî berfê kim
K’eza tûrikî eskerê xwe bidûrim nav du qulpan têkim
K’eza eskerê xwe bem þiva Meletyê bi xwe teslîm kim oy....
K’eza herim baqanlixa nav Enqerê, lo Meletîyê
K’ezê bêm yan hunê eskerê min berat kin, yan hunê min pêra esker kin
Dê here here here, lo xêr vegere oy, dê here here here, lo xweþ vegere oy....

Min go k’ezê de destê eskerê xwe bigrim bem Ferîtê, lo ber gemîyê
K’ezê eskerê xwe hilînim bem Meletya þewitî, lo ber camîyê
Min go lolo esker te ji min ra naha sond bixwe bi Quranê, lo hemelîyê
Heta ku tu eskerya xwe dike tê destê xwe bikþîne, lo heramîyê
Dê here here here, lo xêr vegere oy , qê sê sal û þeþ mehkê lo guhdara te me oy.....

Min go newû newû newû, lo eskero newû
Nizanim talya te bû, lo qedera min bû, lo qedera min bû.....
Heta siweda destê min ser fîncanê qehwê oy qe tal nebû
Min go newû newû newû, lo eskero newû oy...

Min go min nênirî ku mangake min eskeran lo hat û rabirî
Ku eskerê min î li sira paþî, nav hindê qirî
Min go lolo esker tu were îlîþîkîya min, qîza xelkê lo vir bibirî
Min nênirî eskerê min rûniþt, de berda girî lo berda girî oy....
Dê here here here, lo xweþ vegere, qê sê sal û þeþ mehkê qê guhdara te me oy....


******




Bûke Rindê :
____________

Bê bi dîyaran keve bûke rindê bulind bang ke oy...
Perçemê þe ke bûke rindê ser çavan ke oy...
Sewê xatirê herdu dilan, bê royê carê bang Xwedê ke oy....
Bê te ez helandim, te ez helandim, te ez helandim oy....
Heta welatan bûke rindê ez surgun þandim oy....

Bê bejnê lêye bûke rindê tera þîlanê oy....
Ku av hêþin dike çema jorî geda çîmanê oy....
Bê k’ez qurbanê welatê xelkê oy....
Ku herkeskî bûke rindê bi dil danê oy....
Bê te ez helandim, te ez helandim, te ez helandim oy....
Heta welatan bûke rindê surgun þandim oy....

Bê di ser me ra bûke rindê hat ewrekî reþ û tarî oy....
Bê ne vediki, herê dilo ne diwarî oy ....
Qê hezar bûkî-keçkê xelkê hewe oy.....
Qê tu di dilê min ra mayî oy.....
Bê te ez helandim, te ez helandim, te ez helandim oy ...
Heta welatan bûke rindê surgun þandim oy ...

Bê kanyê gundî bûke rindê welê zawe oy ....
Bê destan biþo bûke rindê de rûyan binowe
Qê di paþ te ra minî sond xwarîye oy....
Meletyê þewitî bûke rindê li min towe oy....
Bê te ez helandim, te ez helandim, te ez helandim oy....
Heta welatan bûke rindê surgun þandim oy....


*****




Qurbana Rengî Çavê Te :
_____________

Çemê jorî çîyana tiþtin
Baran barî xwe danîn þuþtin
Bira biþewite mala dijmin
Ýnþala me de dev da hîþtin
Qurbana rengî çavê te
Dizanim dê û bavê te
Ara me da gula sor e
Dinalim bi wê navî te

Bejnê rindê darî merxê
Wê dilê min daye çerxê
K‘li wê rindê waznagerim
Metka min e Kinê Axê
Qurbana rengî çavê te
Dizanim dê û bavê te
Ara me da gula sor e
Dinalim bi wê navî te

Talîl dibê te li min çi kir
Dost-dijmin li min pir kir
Ezî ji dilda yarali me
Porî maran lê efsin kir
Qurbana rengî çavê te
Dizanim dê û bavê te
Ara me da gula sor e
Dinalim bi wê navî te

Keri daket ber bêrîyê
Ranabine jinebîyê
K’li wê rindê waznagerim
Ba li min xin ondortlîyê
Qurbana rengî çavê te
Dizanim dê û bavê te
Ara me da gula sor e
Dinalim bi wê navî te


*****




Dê Lêy Dê Lêy :
_____________

Bi çîyan ketim çîyan sipî kir, bi çîyan ketim çîyan sipî kir
Çavê reþ tiji girî kir, dê lêy dê lêy dê lêy.....
Min rindeke xwey beli kir, min keweke xwey beli kir
Ewê dane xergelekî dê lêy dê lêy, heqsiz dê lêy.....

Avê biharê þet bi þet e, avê biharê þet bi þet e
Þetî ortê be serwet e, dê lêy dê lêy dê lêy ....
Min go rindê xwe lê meqelvîne, min go rindê xwe lê meqelvîne
Avê biharê be quwet e,dê lêy dê lêy dê lêy ....

Fîstanî rindê basme ye, fîstanî nazliyê basme ye
Dûrun, dûruna Meletyê ye,dê lêy dê lêy dê lêy ....
Paþ malê we malê ewlîyan e, paç malê we malê ewlîyan e
Va hîdê ku tê Hîda Hecîyan e, dê lêy dê lêy dê lêy ....
Be mane kim herme rûyan e, be mane kim herme rûyan e
Dê lêy dê lêy dê lêy dê lêy, heqsiz dê lêy....


*****




Lawkê Dirêjanî :
_____________

Bê Dirêjanyo te kanîya le enya hîvê oy....
Min lê hilanî Dirêjanyo ava þîvê oy....
Lawkê Dirêjanî were huro li malê me mere oy...
K’eza çiltê zar memikan ji te ra bikim zewê þîvê oy...
K’eza cîkî lawkî Dirêjanî daynim oy....
Ku simêlê reþ dakeve dayê ser balifê oy....

Bê dilî min ne Dirêjanyo dilî karê oy....
Ku av coþmîþ dibe notla ava dîjle li dev bahrê oy....
Weleh ku pir here ku hindik here oy....
Çiltê zar memikan simêlê reþ wîne parî oy....

Bê lawkê Dirêjanî huro dîsa hêrs ketîye oy....
Ku ew Xwedê daye, dayê nala Qirixanê oy....
Huro çend rona ku min nedîye oy....
Dilê min bû ye lambey qazê ku ar berdanê oy....


*****




Nazli :
_________

Bê awcî kewan lê nazli digerinin
Ku ê kozik be kozik, êfsin êfsin lê þiva tînin
K‘ez merîyê de guna Sultan Silêman im
Dê canî xwe veke le Keke ye oy pê dezanim
Qê canî xwe veke le Keke ye lê here nazli pê dezanim

Bê arî Benê here nazli ku î be va e
Qê tu qudiran here nazli xwe dernavê
Tu yê pê çi kî benî ecer
Qê berê bejnê lê nazli tê zirav e
Tu yê pê çi kî benî ecer
Qê berê bejnê lê nazli tê zirav e

Bê tu be sêv be lê nazli, k’ez be nar bim
K’em serî rîya van yolcîyan lê nazli tim li dar bin
Herçi yolcî bê çûne hatin
Ku bên va lawik-keçika oy le hev helal bin
Herçi yolcî bê çûne hatin
Ku bên va lawik-keçika oy le hev helal bin


******




Lêw Lêw :
__________

Lêw lêw lêw lêw ne î tî me lêw lêw lêw oy....
Herê nemayê ne î birçî me lêw lêw oy....
Dê lêw lêw lêw bar kin bar e, heta êvarê lêw lêw lêw oy....
K’ezî li ber qapyê malê gawir bavî te ê bê serpî me lê lê l ê oy....
Dê lêw lêw lêw tuyê hatîyê ber dayînê lê lêw lêw lêw oy....
K’ezî bi canekî rûtî alicî me lê lêw lêw lêw oy....

Bê lêw lêw lêw avê sarê tu ji ku têye lê lêw lêw lêw oy....
Digo k’ezê çîyê me jorî berfa bi kevir ditême lê lêw lêw lêw oy....
Dê lêw lêw lêw a fitil e lê lê, xwe da caman lê lêw lêw lêw oy....
Va qederê Xwedê yazmîþ nekiri feyde tunîne bi gotinan, qê xewnê þevan lê lêw lêw lêw oy....

Bê lêw lêw lêw konê reþî di gêlî da lê lêw lêw lêw oy....
Bê çî werga min û te va pez dan dikir di derî da lê lêw lêw lêw oy....
Dê lêw lêw lêw ku digot ez a te me, ku tu a min e lê lêw lêw lêw oy....
Qê keçê ev çi zêr e, çi nîþan e di serî da lê lêw lêw lêw oy....

Bê lêw lêw lêw nav çi rind e, qê xemxiþ e lê lêw lêw lêw oy....
Bi xelkê ê tal e lê bi min xweþ e lê lê lê oy....
Dê lêw lêw lêw ezê bi qurbana xwe û te kim lê lêw lêw lêw oy....
Her çar malê me Kurêþan dî bavê þewtîyê lê lêw lêw lêw oy....


******




Gulyê Yar :
___________

Bê were tavek baran girtîye serê Mecira
Xwezîka ku Xwedê bidaya vî mirazî herdu dila
Minê tûrikî xwe hilaya pars kiraya
Minê pê qelingî gulyê mor bida oy....

Bê ro nedîme, ro nedîme oy....
Qê xelk dikene k’ezî girî me oy....
Qê kes nizane va lê çi ye
K’ezî çiltê zar memikan gerdanê gewra biqtînime oy....

Bê were dê hîva min hilat hîvê me yê mayî oy....
Þewqê xwe tavitîye serî Meciran di wî çîyayî
Bê data sîyê min li te ketîye oy....
Ku ezî zewicî, rindê tuyê dayî oy....

Bê k‘ez li kewan kewê qenat birî ez im oy....
Bê ne dixwînim, ne difirim, ne diwezim oy...
Kî ji hêlê gulyê yar da yarali ye oy....
Bira werin min bibînin, heval ez im, heval ez im oy....


********




Lawkê Goçer :
_________________

Bê wêy li minê, wêy li minê lawkî goçero oy....
Qê rêka Qentermê jî lê rêke pan e oy....
Bê wêy li minê, wêy li minê , wêy li minê oy....
Qê têra tere va goçerê, lê dayê çurê oy....
Bê bira çavê etkê te çur bibe lawkê goçero, wêy li minê oy....
Ku towe girtin k’ez bi te va lê tevdi pan e oy....
Bê hespî lawkî goçer wêy li minê, wêy li minê oy ....
Qê nav dekþînin yanî malê oy ....
Bê tu tîmar ke bi qaþaxiyê k’eza gewre kim oy....
Bê loy loy goçer bi destmalê oy....
Bê va li serê min feqîrê, dayê çurê oy....
Qê kîmsesizê oy....
Qê k’eza li vir bipêm wêy li minê, wêy li minê oy....
Bê loy loy goçer heta salê oy .....
Bê minî sond xwarîye wêy li minê, wêy li minê oy....
Bê k’ez yaran nagirim oy ji goçeran oy....
Ku malê xwe bar dikin meryan dihilin wêy li minê oy....
Bê wekî goçeran jine yaran oy....
Ý ku arelixê herdu dilan keve wêy li minê, wêy li minê oy....
Hûrkê xwe bimînin ber diwaran oy....
Bê ava Qentermê jî biþewite lawkî goçero oy, lo þîni þîni oy...
Bê berda aþ e lawkî goçero wêy li minê, wêy li minê oy....
Qê paþ da dî ne oy....
Bê (...)hefsarê hespî lawkî goçer di tûrê da oy....
Bê dayê çurê, lê þîmi, þîni oy....
Bê hespê lawkî goçer wêy li minê, wêy li minê oy....
Qê dayê çurê, lê qirî din e oy....
Ku li Erepkîra þewtî pêra çarþî, li ber pirê oy....
Bê dayê çurê, qê nal dikine oy....
K‘ezê gulyê hespî lawkî goçer bi xwe bihûnim wêy li minê oy....
K’eza girêdim qê lê li rev zengil e oy....


*******




Zîko Zîko-Zeko Zeko :
_____________________

Tîran daket ber gemîyê, tîran daket ber gemîyê
Ê ku min bene eskerîyê, ê ku min bene eskerîyê
Were k’em ji hev hilin ne le Zîko helalîyê
Zîko Zîko selixanî, Zîko Zîko selixanî
Çi rûniþtîye li binya banî
K‘ez li xelkê fedi nekim, k‘ez li elem fedi nekim
Por bigirim herme rûyanê
K’ez li xelkê fedi nekim, k’ez li Xelîl fedi nekim
Por bigirim herme rûyanê

Dilî min pendirê ter e, dilî min pendirê ter e
Were hinî xwe bixwe, hinî xwe jî bibe here
Zîko Zîko selexanî, Zîko Zîko selexanî
Tu doxrîye çirî zehîr ber te here
Tu êrgîye avê zememê di te wergere
Zîko Zîko selixanî, Zîko Zîko selixanî
Çi rûniþtîye binya xanî
K’ez li xelkê fedi nekin, k’ez li elem fedi nekim
Por bigirim herme rûyanê

Avê kanyan sar sar badin, avê kanyan sar sar badin
Bi kortikê gili gîyadin, bi kortikê gili gîyadin
Li çend rengî axê wînin, meri rindan axû dadin
Li çend rengî axê wînin, li çend rengî axê wînin
Meri rindan axû dadin
Zeko Zeko selixanî, Zîko Zîko selixanî
Çi rûniþtîye binya xanî
K’ez li xelkê fedi nekim, k’ez li meriv fedi nekim
Por bigirim herme rûyanê

Keçkê teze ê talî tên, keçkê teze ê talî tên
Pêçîyê qangel e diwîtin, pêçîyê qangel e diwîtin
Wî ê pirsê didin lawkê xelkê, þevê deryê xwe kilîtin
Wî ê pirsê didin lawkê xelkê , þevê deryê xwe kilîtin
Zeko Zeko selixanî, Zîko Zîko selixanî
Çi rûniþtîye binya xanî
K’ez li xelkê fedi nekim, k’ez li xelkê fedi nekim
Por bigirim herme rûyanê

Qemikî Malê Milê: :
_____________
Navê wî ê fermî Kamber Budaklý ye. Ji Erxe(Akçadað), ji gundê Tarûceyê (Darýca) ye. Ew zêdeyî sî sal e li Almanya dijî, û karker e. Min ev kilam di roja 28.01.1995 an da, li mala wî guhdar kir û nivîsî. Niha ew þêst û sê salî ye. Ewî bi min ra got: Min berê pir kilam zanîn, lê min ew kilamên rid giþk je bîr kirin. Ji ber ku ez ji kilama “Arî Mezin” pir hez dikim min ew ji bîr nekir. Hin kes dibêjin çîroka vê kilamê jî heye. Lê kesên ku min jê pirsîn çîroka kilamê nizanin.


*******




Arî Mezin :
_____________

Arî Mezin Arî mezin, bê Arî Mezin Arî Mezin
Arî Mezin Arî Mezin, bê lê deçêri karik bizin
Wî wî wî wî wî le wê o, bê te dîþlîxa minê nê o.

Min rindeke xwe wenda kir, min rindeke xwe wenda kir
Êke be kemer e, pî be bazing, be kemer e pî be bazing
Aman aman ser le yanê, bê Bekiran tev qurbanê.

K’ez demirim rokê pêncan, ez demirim rokê pêncan
Ba’y lê têxi le yapraxê sincan, ba’y lê têxi yapraxê sincan
Oy oy oy oy oy le wê o, bê te xewka minê ne o.

Herin bibên be rindê ra, herin bibên be rindê ra
Bira je xanî þîn dilê gencan, je xanî þîn dilî gencan
Aman aman ser le yanê, sevdalîyê be du navanê.

Dî Bekiran dîyekî gir e, dî Bekiran dîyekî gir e
Yarê be kurdikî sur e, yarê be kurdikî sur e
Aman aman ser le yanê, bê Alxasan tev qurbanê.

Alîþukran çîyay bilind e, Alîþukran çîyay bilind e
Þerpê rake por be binde, þerpê rake por be binde
Aman aman ser le yanê, bê Bekiran tev qurbanê.

Yayla van Bekiran çat e, yayla van Bekiran çat e
Ku min ispart tu çima nate, ku min ispart nazlî nate
Aman aman ser le yanê , bê Harunan tev qurbanê.

Destî xwe de destî min ke, destî xwe de destî min ke
Qanun qanuna Demirqirat e, qanun qanuna Demirqirat e
Aman aman ser le yanê, bê Qepezan tev qurbanê.

Ez çirkem ku tu a rind î, ez çirkem tu a rind î
Tu eke ser le yanî poz bilind î, ser le yanî poz bilind î
Aman aman ser le yanê, bê Çerkezan tev qurbanê.

Dê danîn danîn bûkê danîn, danîn danîn nazlî danîn
Germa çolan ez helanîm, germa çolan ez helanîm
Aman aman ser le yanê, qaydelîyê be du navanê.

K’ez lawikekî Meletî pozbilind im, ez lawkekî poz bilind im
Te ezî je dinê da danîm, te ez je dinê da danîm
Aman bûkê ser le yanê, sevdalîyê be renganê.

Jor da datê xwe de ba kir, jor da datê xwe de ba kir
Te aqil je serî min rakir, te aqil le serî min rakir
Aman aman ser le yanê, bermalîyê be du navanê.


*******


FERHENGOK ji bo stranên jorîn:' :
_______________________________

Qisix: Navê nawelekê ye, li Bazarcixê.
Xestexane: Nexweþxane.
Dukana Kalê: Navê zozanekê ye.
Odunsal: Navê heremekê ye, ku rêwî li wir bêhna xwe distînin.
Birin: Birîn.
Sizi: Jan, êþ.
Osangim: Bêzar im.
Din: Dîn. (ne ol e)
Hendî: Êdî, ji vir ha.
Bar: Bihar
Dehêri: Dihêre
Beynika: Niha.
Qume: Hewî.
Neliþtim: Nehîþtim.
Eka: yeka/e
Wîjdansiz: Bê wîjdan.
Te ezî gezmez kirim: Ji rûbarê te, ez nikarim di nav mirovan da bigerim.
Jûrda: Jorda
Çir: Çawa.
Sixinti: Bêhn tengî.
Turi: Tirî.
Salqim salqim: Gûþî, ûþî.
Çayir: Gîya mêrg.
Deyn kirin: Peyivîn, qise kirin.
Di: Gund.
Yan: Hêl, alî.
Qewax: Spîndar.
Îrin: Givirt, nêm, zûxav.
Sozyalan: Derwbêj, derewîn.
Burin: Birîn.
Jûr: Jor
Hedîya: Dîyarî.
Newû: Nebû.
Qedir: Bext.
Nixweþ: Nexweþ.
Pêlî tê: Pêda tê.
Qeregun: Roja reþ.
Hes: Deng.
Aregar: Em nizanin ev kîja bajar e.
Qirxan: Bajarê Kýrýkhan, ku girêdayî Antakyayê ye.
Têran: Navê gundekî Bazarcixê ye.
Înce: Zirav.
Aþiqçay: Navê çemekê ye.
Yaylecî: Zozanî.
Çûr: Kor.
Talek çalî: Þaxek sicê.
Necaran: Navê gundekî ye.
Qarþi: Hember.
Helq: Navê çemekê ye.
Çexdekim: Vedigerînim.
Heq: Xweda. Li heremên Albistan, Bazarcix û Erexe ( Akçadað ) yê, peyva „heq“ piranî bi maneya Xweda tê kar anîn.
Neqaw: Neqeb.
Nalan: Nawelan. Nal: Nawel.
Îna bike: Bawer bike.
Avirs: Cîyê bi tirs, þevereþî.
Yaprax: Pel, pelg.
Hên: hîn.
Daha: Doh.
Qereqûr: Derd, kul, bela, êþ û elem.
Sîrt: Piþt, mil.
Yarim: Yara min.
Bilin: Bihêlin.
Huro: Îro.
Þan: Înþala. Gava nifiran dikin bi kar tînin. Wekî: Þan tu sibê nebînî.
Dak: Dê, dayik.
Hewlû: Hewþ, hewþo, pag.
Mûj: Mewûj, mewij.
Sing: Sîng.
Bitûn: Hemû, hemî.
Sewgîli: Delal, yar.
Þorxweþê: Peyvxweþê.
Yazi: Deþt, beyar.
Bazi bazi: Car caran.
Paç: Maç.
Teve: Miqilk, tewe.
Îlam: Misoger, teqez, divê.
Yêrmîþ be: Bimeþe.
Suzulmîþ be: Biherike.
Dûman: Dû.
Cûlo: Pelên hiþk bûyî.
Ga/ ca: Gîya.
Vêdil: Bêdil.
Siwedî: Sibêda.
Birgang: Berbang.
Bela: Bilav.
Yoquþ: Berkaþ, hewraz, kaþ.
Surik: Sorik.
Awcî: Nêçirvan.
Orte boylu: Bejna ne dirêj, ne jî kin. Bejnek normal.
Burun: Birîn.
Yandim: Þewitîm.
Almance: Almanî.
Genclix: Ciwanî.
Erx: Kend, co.
Sevda: Evîn.
Gi teva bû: Giþtik xelas bû.
Çali: Sinc
Sihêl: Navê zozanekê ye.
Natî: Nehatî.
Soysiz: Bê nifþ, bê malbet.
Xoriz: Dîk.
Hanka: Waha.
Heyda: Dîyarî.
Sulim: Pêling, derece, pêpelûk.
Dujmin: Dijmin.
Xiþ kirin: Þikandin.
Obe gezan: Geroka zoman.
Cîve: Naz, kelte.
Tacîz: Hetik, ecîz.
Cût: Cot.
Sumaq: Simaq.
Yêtmiþîkî: Heftê û du(72).
Yoksulî: Feqîrî.
Yaxe: Pêsîr.
Etê: Dayê.
Alçax: Nizm.
Yazmîþ kirin: Nivîsîn.
Yalandinê: Dinêya derewîn.
Îþ û guc: Îþ û kar.
Nifûz cuzdan: Pênas.
Turgut Ozal: Serokkomerê 8. ê Tirkîye ye.
Saw: Nexweþî.
Ning: Ling, pê, nig.
Çê: Kê.
Tezîn: Tevizîn. Tezya: tevizî.
Bilmezî: Nezanî, cahilî.
Dewçar: Çardeh.
Dewpênc: Panzdeh.
Tûman: Dû.
Hend: Kêlek, tenþt, rex.
Gelan û gîdan: Kesên tên û diçin.
Telesî: Teselî, xemrevînî.
Çaresiz: Bê çare.
Cirîn: Girîn.
Nanûxwêsizlix: Bê nanûxwêyetî.
Dijne te: Xêncî te.
Çinge: Çiqas.
Terle: Zevî.
Xozatli Xizir: Xizêrê Xozatî.
Nam çend salan: Nizanim çend salan.
Zêrê gazî: Li Tirkîye, curekî zêran e, ku li ser resmê „Mustafa Kemal Atatürk“ li ser heye.
Dîyarbaqir: Di Kurdî da Diyarbekir e. Lê Îsmaîl îpek usa telafûz dike.
Be durax kim: Bi cî û war kim.
Qayitsiz: Bê qeyd.
Songî: Dawî.
Milan: Gundekî Bazarcixê ye.
Sarilmîþ bûn: Hevdû hemêz kirin.
Solix: Bêhn, bîhn.
Bulind: Bilind.
Xortlemîþ bûn: Mirî rabûn, þeytan qûnî bûn.
Ýspî: Spî.
Heqsiz: Neheq.
Qelbsiz: Bêdil.
Bûgan û Dêlhîz: Navê du gundê Bazarcixê ne.
Guçik: Guh.
Turîst: Ew kesên ku li Almanya penebar in.
Dolik: Zarok.
Îþsizan: Bê îþ û karan.
Biçaliþi: Kar bike.
Merq: Navê perê welatê Almanya (Deutsche Mark -DM).
Çavaçix: Çav vekirî.
Yanilmîþ: Kesê þaþ kirî.
Aldanmîþ: Xapandî.
Duzilmîþ bûn: Li cem hev rêz bûn.
Çexbû: Vegerî.
Îçme: Aveke bi þîfaye. Li nêzîkî Albistanê ye.
Qirxgoz: Navê kanîyekê ye li heremê.
Çeqel: Wawik, torî.
Duyînsalonu: Salona lê dawetan dikin.
Tirnax: Nênug.
Aydinlix: Ronahî.
Bîrîncî: Yekem.
Qoniþmîþ bin: Bipeyivin.
Taniþmîþ bin: Hevdû nas kin.
Qafesiz: Bê aqil.
Yolme: Çinandin.
Firêzcî: Firêzvan.
Qere çalî: Sinca reþ.
Arelix: Navber.
Bursa: Bajarekî Tirkîye ye.
Qawûtsiz: Bê qeyd .
Qeplan: Piling.
Dortyol: Dörtyol. Navçeyeke wîleyeta Hatayê ye.
Þedekine: Ger hûn dikarin.
Baþhemþîre: Serhemþîre.
Qucaxan: Hemêzan.
Bacaxan: Paq, pê.
Fîdan: Þitîl.
Dêdiqodi: Li pist dan.
Zara: Navçeyek Sêwasê ye.
Daxilmîþ bûye: Belav bûye.
Dalxe: Pêl.
Nergele: Navê gundekî Albistanê ye.
Ergen: Azep, ciwan.
Sêrsiz: Reben, bextreþ, kesê ku tu qîmetê nadinê.
Dînsiz: Bê ol, bê dîn.
Ersiz: Bêar, tole.
Carkê: Carekê.
Çêr: Kêr.
Ker: Ev bi maneya qeliþandinê ye. Ava sar dilê wî karî kerî kirîye, qeliþandîye.
Ambar: Gundekî Albistanê ye.
Seqaldutan: Navê gundekî Bazarcixê ye.
Recû: Hêvî, guman.
Qirxinî: Xeyîdîn.
Çetlemîþ ke: Biderizîne. Qehirandin.
Beng: Xal,þanik, ben.
Çeng: Çen, erçen.
Çalim: Galim, fîz.
Zatan: Jixwe.
Çêl û çûr: Keçel û kor.
Çalanqele: Dibe ku navê keleyekê be li heremê. Ez bi xwe tu iþtî li ser vî navê nizanim.
Ûlî: Merivên pîroz û mezin.
Kîrva: Kirîv.
Qirix: Kesên ku bi dizî ji hev hezdikin. Yên ku evîna qedexe bi hev ra dijîn.
Qol: Þax.
Vêsta: Niha, êsta.
Jar: Jor.
Uzgînim: Xemgîn im.
Gubeserdin: Guhbiserdin.
Mart: Meha Adarê.
Azmîþ bûn: Har bûn, bitir bûn.
Çiqend: Çiqas.
Cîp: Pir, gellek.
Kuva: Kuderê.
Gorn: Tirb, mezel, gor.
Bên: Aqil.
Gedîg: Gêdûk, baxor, zixir.
Jirkî: Ji wê rojê pê va.
Ortax: Þîrik.
Kistikan: Navê gundekî Albistanê ye.
Ma: Meh.
Bêrîcî: Bêrîvan.
Rê û yolaxan: Rê û rêçan.
Yazyeke: Bexteke, nivîseke
Êloxlu: Lawikekî xelkê.
Êlqizi: Keçikek xelkê.
Qewiþmîþ bûn. Gêhîþtin hev.
Qawirmê Gir: Navê gundekî Erxeyê ye.
Xizmetçî: Xulam.
Cûn: Gon, gwîn.
Gewr: Spî.
Sersî: Tûm, gir.
Yonce: Sewere, ket.
Îþling: Kiras, pîrehen.
Îlîþkî: Pêwendî, hevaltîya evîndaran.
Ondortlu: Navê çekek mezîl dirêj e.
Coþmîþ bûn: Coþîn.
Arî Mezin: Navê zozaneke, ku di navbera Kurecîg û Albistanê da ye.
Dîþlix: Sebr.
Alxasan: Navê eþîrek Albistanê ye.
Alîþukran: Navê zîyaretek li wê heremê ye.
Harûnan: Navê gundekî û eþîrekê ye.
Demirqirat: Navê „Partîya Demokrat“ (DP)e, ku di sala 1946 an da, ji alîyê Adnan Menderes va hatibû damezirandin.
Qepezan: Navê gundekî li wê heremê ye.
Çerkezan: Navê gundekî Albistanê ye. Niha tu kes li vî gundî najîn