PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



05. IÞ‘ARA MEDÎHETA TEWAIFÊ DI KURDAN E - Ehmedê Xanî - Memozîn


05. IÞ‘ARA MEDÎHETA TEWAIFÊ DI KURDAN E.

BI ÞECA‘ET Û XÎRETÊ Û IZHARA BEDBEXTÎ Û BÊTALI‘IYA WAN E DIGEL HINDE SEMAHET
Û HEMIYYETÊ

__________________________________________________


Saqî tu ji bo Xwidê kerem ke
Yek cur‘e’ê mey di cam-i Cem ke

Da cam bi mey cihannuma bit
Herçî me irade ye xuya bit

Da keþf bibit li ber me ehwal
Kanî dibitin muyesser iqbal

Idbara me wê giha kemalê
Aya bûye qabilê zewalê

Ya her wehe dê li ’stiwa bit
Hetta weko dewr munteha bit

Qet mumkin e ev ji çerxê lewleb
Tali‘ bibitin ji bo me kewkeb

Bextê me ji bo me ra bibit yar
Carek bibitin ji xwabê hiþyar

Rabit ji me jî cihanpenahek
Peyda bibitin me padiþahek

Þîrê hinera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn

Derdê me bibînitin ‘ilacê
‘Ilmê me bibînitin rewacê

Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek

Neqdê me dibû bi sikke meskûk
Ned’ma wehe bêrewac û meþkûk

Herçend ko xalis û temîz in
Neqdên bi sikkeyê ‘ezîz in

Ger dê hebûya me padiþahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek

Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek

Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek

Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane der ji destê le‘îman

Xalib nedibû li ser me ev rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm

Mehkûmi ‘eleyhî û se‘alîk
Mexlûb û muti‘ê tirk û tacîk

Emma ji ezel Xwidê wisa kir
Ev rûm û ‘ecem li ser me rakir

Tebe‘iyyet wan egerçi ‘ar e
Ew ‘ar li xelqê namidar e

Namûs e li hakim û emîran
Tawan çi ye þa‘ir û feqîran

Herçî bire þîrî destê himmet
Debt kir ji bo xwe bi mîrî dewlet

Lewra ko cihan wekî ‘erûs e
Wê hukim di destê þîrê rûs e

Lê ‘iqd û sedaq û mehr û kabîn
Lutf û kerem û ‘eta û bexþîn

Pirsî ji dinê min ev bi hikmet
Mehra te çi gote min ko himmet

Hasil ko dinê bi þîr û ihsan
Tesxîr dibit ji bo wî insan

Ez mame di hikmeta Xwidê da
Kirmanc di dewleta dinê da

Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bi l-cumle ji bo çi bûne mehkûm

Wan girt bi þîrî þehrê þuhret
Tesxîr kirin biladê himmet

Her mîrekê wan bi bezlê Hatem
Her mêrekê wan bi remzê Ristem

Bif‘kir ji ‘ereb heta ve gurcan
Kirmancî ye bûye þubhê burcan

Ev rûm û ‘ecem bi wan hisar in
Kirmanc hemî li çar kinar in

Herdu terefan qebîlê kirmanc
Bo tîrê qeda kirîne amanc

Goya ko li serhedan kilîd in
Her ta’ife seddek in sedîd in

Ev qulzimê rûm û behrê tacîk
Hindî ko bikin xurûc û tehrîk

Kirmanc dibin bi xwîn mulettex
Wan jêk ve dikin misalê berzex

Cwamêrî û himmet û sexawet
Mêrînî û xîret û celadet

Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad
Wan dane bi þîr û himmetê dad

Hindî ji þeca‘etê xeyûr in
Ewçend ji minnetê nefûr in

Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet
Bû mani‘ê hemlê barê minnet

Lew pêk ve hemîþe bêtifaq in
Da‘im bi temerrud û þiqaq in

Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek

Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî

Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet

Temyîz dibûn ji hev meqalat
Mumtaz dibûn xwidankemalat



Ehmedê Xanî



******