PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



02. TE'DADÊ NI'METÞIMARÎ Û TEKRAR - I : Ehmedê Xanî - Memozîn


02. TE'DADÊ NI'METÞIMARÎ Û TEKRAR-I

ÞUKURGUZARIYA BARÎ

DI SÛRETÊ AYÎNEDARÎ Û PERDEBERDARIYA PERWERDIGARÎ DA DIGEL IXTÎTAMA BI MUNACATEK MUXTESER KURDÎ

_________________________________________________


Ey þukrê te cewhera zebanî
Wey zikrê te seyqela cenanî

Ey wahidê bêþerîkê yekta
Wey wacidê bênezîr û hemta

Ey baqiyê bêzewalê da'im
Wey hadiyê bêfenayê qa'im

Ey xaliqê erd û 'asimanan
Wey xaliqê cumle ins û canan

Mulk û melek û felek bi carek
Bi l-cumle te çêkirin tebarek

Subhaneke kulle ma xeleqte
Ehsente fe-keyfe ma feleqte

Herçî ko te çêkir ey nikûkar
Heryek di hedê xwe da sezawar

Ev neh sedefê di pirmirarî
Dirrê di sefîd, þefaf û tarî

Heft di mißalê durrê xeltan
Herþeþ cihet û çihar erkan

Hersê weledê di pirmewalîd
Xebra û sema digel meqalîd

Lewh û qelem û sewabit û 'erþ
Heywan û nebat û me'den û ferþ

Zahir kirin ev qeder sena'i'
Peyda kirin ev qeder beda'i'

Heryek ji 'edem kirin te peyda
Ibda' kirin te bê heyûla

Fi l-cumle çi ewwel û çi axir
El-qisse çi mu'min û çi kafir

Her yek ji te ra we bûne mezher
Ewreng di wan tu bûyî mudmer

Bê husn-i te nîne wan wucûdek
Bê nûr-i te nîne wan numûdek

Hikmet ew e batinî û zahir
Qudret ew e xa'ibî û hadir

Nînin te tecezzu' û temekkun
Emma we di wan dikî tewettun

Goya hemî cismek in tu can î
Goya hemî þehrek in tu xan î

Husna te ye zîneta hebîban
Reþka te ye xîreta reqîban

Meyla te ye 'aþiqan dikêþit
Derdê te ye dil ji ber diêþit

Þîrîn te kire þekir li Perwîz
Ferhad ji rengê eþkê xwînrîz

Leyla te kire bela li Qeysî
Ramîn bi te ram bû li Weysî

Yûsif te çira numa Zuleyxa
Wamiq te kusa gihande 'Ezra

Þêxê weko pênce hec bijarî
Dîn kir te ji bo keça kufarî

Nîlûfer nazperwerî kir
Ew jî te li mihrê muþterî kir

Balayê bilind te daye ser wan
Pabendê bela te da tezer wan

Sorgul te kirin ji xar peyda
Bilbil te kirin hezar þeyda

Xweþrengî te da giyayê sorgul
Xweþdengî te da newayê bulbul

Ronahî te da serê þemalan
Perwane kirin bi þewqê talan

Mehbûb te çêkirin di dilkeþ
Meczûb te pê kirin muþewweþ

Ev 'iþq û mehebbeta di dil da
Ev zulf-i selasilê di mil da

Aya ne te çêkirin muqabil
Heryek te bi hev kirin mu'adil

Ayîne te çêkirin mukerrer
Husna xwe di wan te kir musewwer

Ayîne li pêþ-i tûtiyan girt
Davik te li pêþ-i kûviyan girt

Ayîne ji wan we ye ko av e
Ew 'ekis ji wan we ye ko tav e

Neqþê te dibînin ew di avê
Nakin hezerê ji av û davê

Lebteþne teleb dikin zelalî
Wî dane û dam û zulf û xalî

Meqsûd ko bû ji pêþ ve hadir
Dê qesd bikin cemî'ê nazir

Tûtî bi xwe ma þekir dirêjin
Herçî dibihên ewî dibêjin

Wê meqsedê muxteser dibînin
Pabend dibin gelek dimînin

Meqsûd û muradê dil tu þa yî
Emma tu tudillu men teþa'î

Herçî te divê bibî delalê
Pabend dikî bi zulf û xalê

Herçî ko tu bînî ser hîdayet
Vê ra Bekirî bikî 'înayet

Hadir wî dibî meqamê me'lûm
Ger xadim e wî digêrî mexdûm

Bê secde te ey cenabê me'bûd
Adem kire qiblegah û mescûd

'Îsa kusa gihande ewcan
Aya bi çi te hebande ew can

Dersa ko bi xef te gote Idrîs
Elbet diçû meqamê teqdîs

Iblîsê, feqîrê bêcinayet
Hindî te hebû digel 'inayet

Her roj-i dikir hezar ta'et
Lewra ko te da wî istita'et

Wî secde nekir li xeyrê me'bûd
Gêra te ji ber derê xwe merdûd

Yek secde nebir li pêþê exyar
Qehra te kire muxellide n-nar

Elqisse ji hikmeta te agah
Ferdek me nedî tebareke l-lah

'Irfan-i teleb di sahibê idrak
Derheqqê te gote »ma 'erefnak«

Xanî bi nezaniya xwe derheq
Gumrah bibit ne dûr e el-heq

Illa ko meger mu'în Xwida bit
Ya rahiberê wî Mustefa bit

Ya reb bi heqqê Mustefa kî
Xanî bi xwe ra tu aþina kî



Ehmedê Xanî



*****